Adnan Oktar dibêje ku…

 

> Click for more

Yên di rêya Xwedê de têdikoşin xweşik dibin. Yên di rêya Xwedê de zehmetî dikêşin xweşik dibin. Yên zehmetîyê nekêşin çirkîn dibin, wateya xwe winda dikin, hişk dibin gewr dibin. Yanî dibin girseyî.
Min gotibû dê sala 2016 bibe sala têkoşîna zanistî ya dijî munafiqiyê. Hemû Tirkiyê dît ku ev têkoşîn çiqas girîng e.
+ Munafiq bi navê Xwedê derdikeve holê lê belê dixwaze Misilmanan şehîd bike. Yên Hz. Elî şehîd kirin, Hz Yusuf avêtin bîrê munafiq bûn.
Dema ku me qala munafiqiyê dikir hin kesan wisa zanîn ku em behsa tiştekî xeyalî dikin. Min gelekî behsa kujeriya munafiqan jî kiribû +
Sala 2016 dê bibe sala têkçûna îlmî ya munafiqîyê.
Hîç ne normal e ku ew kesên bona xwe derdikevin qarebar dikin dema ku gelê me qehpetî hate kuştin kerr bisekinin bêdeng bin.
Divê her kes bêje ew ên kesên ku gelê me kuştin bêşeref in. Tenê bi şermezarkirina derbeyê ve nabe.
Gelek mirovan dest û lepên xwe winda kirin, bi sedan însan şehîd ketin. Dîyar e ku ev yek ne fîlm û şahî ye. Ev şêwaz gelekî kirêt e.
Reşandina guleyan ser miletê me yî bêçek û çeper dişibînin Hollywoodê, ev bêwijdaniyeke mezin e. Seta fîlmê nebû, gelê me şehîd ket.
Yê ku mizgînîya mehdîyetê dide, dibêje dê Mehdî were Pêxemberê me ye. Derketina mehdîyên sexte jî tiştekî normal e.
Hemû nîşaneyên mehdîyetê ku Pêxemberê me qal dikir derketine holê, hemû mezheb mehdîyetê qebûl dikin. Înkara hin kesan rastiyê naguherîne.
Li welatên ku kalîte tune ye derbekirin hêsan e. Li welatên ku kalîte û huner serdest e nikarin derbeyan bikin. Divê Tirkiye wek buhuştê be.
Bila Xwedê aramî û bereketê bide miletê me. Exlaqê Îslamê bike desthilatê cîhanê. Êş û elemên Misilmanan rake.
Mehdî ne xwedîyê sîyasetê ye. Mehdî rêberekî manewî ye. Bi ti awayî têkilî sîyasetê nabe. Mamosteyê hezkirinê yê cîhanê ye.
Mehdîyet, desthilatiya aştiyê ser cîhanê, rawestîna xwîna ku dirije û jîyandina exlaqê Quranê û Îslamê ye, ne hêzeke sîyasî ye.
Exlaqê Îslamê kom bi kom dibe desthilat. Dê munafiq bona hemû bêexlaqîyên xwe poşman bin.
Wateya "desthilatî ya gel e" ew e ku dibêje Xwedê gel dike wesîle. Afirîner Xwedê ye, wesîle jî gel e.
Felsefeya sereke ya derbeyan ew e ku xwe dispêre tunebûna modernîte, kalîte, huner û zerafeta dewletan, yek jî tunebûna bextewariya gel.
+ Bona vê yekê, bihevrebûna AkPartî, CHP, MHP, SP, BBP gelekî girîng e. Ger bînin şêwra xwe li CHP û MHP jî bixin dê baştir be.
Yên ku îro rêxistina Gulen bikar tînin dê sibê rêxistineke din bikar bînin. Lê eger milet bike yek kes nikare ti tiştî bike +
Plankarê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dewleta kûr a Îngilîzan e. Amerîka tenê taşeron e. Ev plana 200 sal a dewleta kûr a Îngilîzan e.
Xwe veşartin û kujerî, qehpetî elametê munafiqan e.
Mirov nikare ku teşhîsekê bona wan kesên di hedîsên axîr zeman de derbas dibin bike. Mirov dikare texmînekê bike lê teşhîn ne mumkun e.
Hin alîgirê rêxistina Gulen dixwazin hemû gelê me qir bikin. Ev yek bêwijdaniyeke gelekî mezin e.
Tirkiyeke paşverû dê bibe hedefa hemû cîhanê. Divê em teqez Tirkiya ku huner, kalîte û xweşikî pêşketiye ava bikin.
Wahşeta derbeciyan ku ti cudahiyê naxin nava gel û direşînin ser gel heye. Di navbera vê hişmendiyê û ya DAÎŞê de hîç cudahî tune ye.
+ Divê Tirkiye bibe welatekî wisa ku ew kesên kevşopperest jî, ew ên modern jî bikaribin bijîn û wê rihetiyê bibiînin.
+ Ger jiyana mirovên modern jî rêkûpêk were parastin, ew propaganadayên dijî Tirkiyê tên kirin dê werin xelaskirin.
Divê rêzê li birayên me kevneşopperest ortodoks bigirin. Lê belê îmajeke ku tenê wan biparêze derkeve holê ne baş e +
Hişmendiyeke ku girîngiyê dide muzîk, huner û kalîteyê gelekî lazim e. Divê li her deverê Tirkiyê ev yek hebe +
Gorî pere û berjewendiyan hezkirina mirovan gelekî biçûkî ye. Mirovên wiha him ji Misilmanan hez nakin him jî dixwazin ji wan sûd bigirin.
Mirov bona Xwedê, bona îman û dîn dijî. Li pey berjewendîyan gerîn gelekî biçûksanî ye.
Hemû dinya li dijî welatekî ku lê huner, çand, xweşikî û kalîte nemaye ye. Tirkiye divê gelekî nûjen be.
Ew kesên ku hewldana derbeyê kirin ew kujer û xayînê miletê me ne ku dixwazin gelê me ji holê rakin. Ew kes dijminê gel in.
Hin kesên ku şeva derbeyê ketin qisawetê hebûn. Ev yek bona wan şermezarî ye. Li hember dijminê gel û welêt tirs û qisawet nabe.
Divê em ji alema Îslamê re jî lîstikên dewleta kûr a Îngilîzan gelekî baş vebêjin. Em wek alema Îslamê lîstikê dewleta kûr a Îngilîzan bişkênin.
Bi şîfreyên veşarî ve bo hin kesan payam şandin şêwazeke kevn a dewleta kûr a Îngilîzan e. Derbecî jî wisa dikin.
Dewleta kûr a Îngilîzan dê demekê derbeciyan bikar bînin, dema ku karên wan xelas bû dê wan jî îmha bikin. Bila ew jî vê lîstikê bibînin.
Em ê afirandinên Xwedê zengîn binêrin û heyirî bimînin. Wê demê evîn zêdetir dibe. Evîn zêde be tirsa Xwedê jî zêde dibe. Tirs zêde be tewekul jî zêde dibe. Tewekul zêde be hemû hêrs radibe. Serê te rihet dibe, aş dibî. Bexteawî, aramî û asanîyek dikeve ser mirovan, înşAllah.
Mînafîq wek mîkroba cemîyetê ne. Tevî ku gelekî kêmaqil in, xwe gelekî zana dizanin.
Mirovan nizanibû ku dê decaliyetek derkeve hemû mirovan bixwe, lê belê ev bûyerên derketine nefreta decaliyetê nîşan dide.
Ew kesên nizanin bi hezkirinê ve li Kurdan binêrin di rêyek şaş de ne. Qala pereyê ceyrana wan gelekî şerm e, ew pere li wan helal be.
Kurd canê me ne, em dikarin pereyê ceyrana wan jî ava wan jî bidin. Ew kesên hezkirinê nizanin bila xwe bispêrin Xwedê.
Em ê teqez li hember wan kesên ku dibêjin bila Kurd bên tehcîrkirin pêvajoya huquqî bişopînin.
Ne normal e ku hin kes tenê bi 50 hevokan dipeyivin. Divê hiş û asoya wan fireh be.
Her quruşê bona penaberan tê xerckirin bila helal û xweş be. Comerdiya Tirkiyê bona cîhanê dibe mînak.
Xwedê bona ku em di warê wêrekî, dilovanî, û hezkirinê de pêş bikevin em têra dilê xwe serbest berdane. Ev jî bo me nîmet e.
Hezkirin ne tiştekî mirov jê têr be ye. Nîmetekî mezin e ku Xwedê axret û îman ewqas mezin afirandiye.
Quran çavkaniya hezkirinê ye.
Kalîte dergehekî mezin e ku di nav huner, hezkirin, evîn û qedirgirtinê de ye. Kesên bi xwarin û kincan ve quretiyê dikin ne kalîte ne.
Kalîte ruhekî bilind e ku bona xatirê Xwedê, mirovên xwedî wîjdan û xwedî hezkirin dide hewandin.
Li gund kalîteyeke baş heye, dema mêvan tên her derfetan dixin xizmetê, gelekî baş diezmînin. Ev exlaqekî xweş e.
Di bingeha erzanbûna mirovan de xweperestî û berjewendî hene. Mirovên kalîte qelender in.
Kesên kîndar nabin kalîte. Divê wisa torin be ku efûker be, fîdakar be, bona hezkiriyên xwe her fîdakarî bike.
Kesên xwedî ruhê hunermend in wisa ji dayîk nabin. Dema rastî xweşikîyê tên dibînin. Yên şeytanî dinêrin tim nebaşiyan dibînin.
Bona ku kalîte hebe, divê rêzgirtin hebe, divê xwehezkirin jî nebe. Divê di ruhê wan de hezkirineke mezin a Xwedê hebe.
Tişta girîng bo kalîteyê ruhekî hunermend e. Divê bawermend bibe xwedî ruhê hunermend. Ger nebe xweşikiyên bihuştê nayê femkirin.
Kalîte teşeya bihuştê ye. Pêxemberê me merivekî gelekî nûjen û kalîte bû. Sedema sereke ya nekalîtebûnê nebûna hez û tirsa Xwedê ye.
Ew kesên ku dixwazin bi her kesî re bibin dijmin, bila ji xwe têkevin şikê. Bila bêje gelo ev nebaşiya min normal e yan na.
Mûsewî jî Misilman jî zarokên Hz. Brahîm in. Divê navbeyna birayan de şer çê nebe.
Ew kesên ku dibêjin bi Îsraîl û Rusyayê ve nebin dost dixwazin bi her kesî re dijminiyê bikin. Dijminî kêrî ti kesî nayê.
Hebûna Tirkiyê ya li Xezeyê xweşikî ye. Îsraîl jî Felestîn jî zarokên me ne, birayên me ne. Heyama Osmaniyan jî wiha bû.
Siyaseta ku Tirkiyê tenê dihêle ne baş e, Ew sîyaseta ku vê tenêtiyê ji holê radike, dostanîyê pêk tîne hişmend û rast e.
Ferîşte ji kesên kovan, dexes an jî hêrs tesîr nagirin. Bawermend bi kesên kovan ve kovan nabe û wan aş dike xelas dike.
Kesê ku dilê wî/wê bi Xwedê re be, bi kovanan re kovan nabe, hişmendî nêzîk dibe, kesê nexweş aş dike û xelas dike.
Xwedê dibêje "Quranê binêrin". Ger tiştek di Quranê de ne heram be, helal e. Di Quranê de helal û heram gelekî aşkere ne.
Kesên bawermend naxwazin Xwedê bixeyîdîne, hezkirina Wî wenda bike.
Jixwe mirov awayekî xwezayî ji Xwedê ditirse, ne lazim e ku hewleke din were dayîn.
Divê mirov gelekî ji Xwedê hez bike, divê hezkirin teqez neyê berdan.
Gelek însan êşên mezin dikêşin lê kesek behsa bêfeydetiya wê nake, kesek nabêje bila xwe aciz nekin.
Lêkolîna çirkîniyan bêwate ye, hîç mirovek ne şareza ye, ger şareza be jî dê her kes biçe gorê, tenê şarezatî diçe bihuştê.
Gelek însan tenê kêmasiyên hev dibînin, gorî xwe çirkîniyan dibînin, ev yek bêexlaqîyek mezin e, tiştekî qirêj e.
Piraniya mirovan gelekî bêsebr in, gelekî zû hev difiroşin. Di Îslamê de dostanî û biratî heye.
Di nav ewqas mirovan de kesê dilan dikire tê bijartin, bi wî/wê re dibe dost. Ew yek xweşikiya Îslamê ye.
Ger kesek xeyîdîbe, dilê wî bikire, hêrs bûbe aş bike, tamîrkirina ruhê mirovan peywira mezin a bawermendan e.
Ruhê her mirovî dost û hezkerekî digere. Hezker çawa dibe? Efûker, dilovan, hişmend, dilnerm, parseng û levkirî dibe.
Dibe ku hin mirovên kesayet biçûk bixeyîdin hêrs bin. Ger bixeyîde aş bike, ger bêhezkirin be hezkirinê fêr bike, hêrs bibe aram bike. Taybetiya bawermendan hostebûna çêkirina ruhan e. Wek bawermend em ê ruhê nexweşketî tamîr bikin çêkin.
Hêr tenê zirarê dide me, dexesî tenê dibe sebeba zirarê, efûkerî û hezkirin dostên mirovan zêde dikin.
Ya duyem jî ew e ku em ê ruhên din xwe bidin hezkirin, em ê ji ruhê xwe re bêjin ku hêrs û dexesî xeynî belayê ti tişt nîn e.
Divê ewilî em bi ruhê xwe ve bibin dost, wî perwerde bikin û pê re bibin dost. Em ê ruhê xwe ruhê me jî dê me hez bike.
Em bona hezkirinê hatin afirandin, hêrs, şer tiştên çirkîn in. Em wek bawermend divê ruhê xwe têxin xizmeta bextewariya ruhên din.
Bawermen tim bi çavê baş bawermendan dinêre. Ger misilman bi çavê reş birayê xwe binêre, Xwedê neke, mirovan nêzî dojehê dike.
Zimanê bedena munafiqan gelekî çirkîn e, mîna şanogerê karakterekî şerhez, rikdar, hêrsok û hemû nebaşiyan tev digere.
Her xala dojehê xwedî hiş e. Wisa xwedî hiş e ku gunehê wê bi ti kesî nayê. Kevir, xwelî û gîha wek lebatên dojehê ne.
Dojeh hebûneke xwedî hiş e, hay ji hemû sûcên dojehîyan heye û dizane çawa ezîyetê bike.
Ji hev hezkirin û biratiya bawermendan gelekî munafiqan aciz dike. Ji ber ku munafiq xwe mezin û bilind dibîne, tim dixwaze tenê bimîne.
Munafiq tiştên baş bona ku xelq bibîne dike, ne ji bo xatirê Xwedê. Bona ku navê wan bê bihîstin, serkeftî bin dikin. Ne ji bo rizayê Xwedê.
Ew kîn û nefreta munafiqan dîsa li dij munafiqan îş dike. Munafiq bi kîn û nefreta xwe nexweş dikeve, lê belê bawermend xurt dibe.
Bila li Tirkiyê her kes gotina xwe serbest bêje, bila ji her nîmetên demokrasiyê tam hildin lê belê bila ti kes heqaret û çêran neke.
Munafiq havilperest e, li ku berjewendî hebe li wir e. Lê ew ruhê wan ê tarî nikare bandorek neyênî li bawermendan bike. Munafiq Misilmanan tînin kelecan û kêfê, dibin sedema xurtbûna wan, bona wê yekê, hebûna munafiqan bo misilmanan dibe nîmet jî.
Dema ku Misilman derbarê munafiqiyê de bi temamî hişyar bûn, dê hemû tengasiyên alema Îslamê xelas bin, firehî were.
Çawa ku bandora şeytan li ser kesên îmana wan xurt e tune ye, bandora munafiqan jî li ser Misilmanên hişyarçê nabe.
Cîhê ku li Suriyê, li Iraqê, li Efxanîstanê Misilman perîşan bin, dema me tune ye ku em bona kêfa xwe betlane bikin.
Gelek kesên paşverû nimêja sibê nakin, nimêjin xwe din jî dihêlin qezayê. Xwedê nimêj di wextê xwe de ferz kiriye.
Ger yên nebaş derbarê kesên baş de gotinên nebaş bikin, dibe nîşane ku ew kes di rêyek rast de ne.
Di nêrîna munafiqan de mirineke zenûn heye, li ser rûyê wan jî awirên hişk û bê ruh hene. Hewl didin ku bi vê ve misilmanan aciz bikin.
Aniha Şiî, Sunî û Wahabî bi awayekî ecêp hev dikujin û qir dikin, lê belê piştî demekê em ê fem bikin ku hemû xweşk û bira ne.
Di nêrîna bawermendan de nûr, xweşikî û hezkirin heye. Lê di çavên munafiqan de nefret û mirin heye.
Şaş axavtina munafiqan, mirûzê li ser rûyê wan û kirêtiya wan di Quranê de derbas dibe.
Munafiq xwe wek "durustker û tîmarker" nîşan dide. Fîtneyan derdixe û dij misilmanan dipeyive, lê disa jî xwe xêrxwaz dide xuyakirin.
Munafiq naxwaze ayetên Quranê, hukmên Xwedê bibihîse. Gelekî ji dengê Quranê aciz dibin.
Munafiq naxwazin Xwedê wek Yek û Tek bilêv bike. Dixwaze pergala şîrkê hebe. Gorî xwe yên xurt dike pût û xwe dispêre wan.
Em nabêjin bila zordestiyê li homoseksuelan bikin, lê em mejbûrê vegotina kirêtiya wî îşî ne. Dayîna keçmarî û kurmariya wan, xwîndayîna wan ne durust e.
Dema mirov sedeqe û zikatê dide bi hesabên biçûk ve nade, zêde zêde dide. Xwedê dibêje ji xeynî hewcedariya malê, yên din belav bikin.
Yên ku naxwazin nîşaneyên munafiqan bibihîsin, munafiq bi xwe ne. Çi gav bawermend vê dibihîsin, wek fersenda xwe durustkirinê dibînin.
Bila vegotina Îslamê, Quranê mirov pereyan nagire. Teblîx bo pereyan nayê kirin.
Dema herî teng û dijwar dema bawermendan a herî hêja ye, xurttir dibe. Dikare xêra 30 salan 30 qatî zêdetir di wê dema dijwar de hilde.
Em dixwazin birayên xwe Kurd di nava hebûn û zengînîyê de bibînin, bila teqez alîkariya madî li hemûyan bê kirin, alîkariya pere jî. Birayên me Kurd xwedî rûmet in hewcedariyên xwe nabêjin, divê em lazimiyên wan demildest daynin ber deriyê wan û xaniyên wan jî zûtir ava bikin. Bila di her sermiyanê de pêşanî ya Kurdan be. Divê em hezkirina xwe baş nîşandin ku bila bizanin ew yek ji xweşikiyên vî welatî ne. Em bi hemû gelê xwe dikarin hewl bidin ku bila birayên me Kurd bi dilrihetî bi eşq û bawerî bijîn. Canên me Kurd dê bi aramî bijîn.
Bila li herêmên terorê ceyran belaş be. Faturayên wan bîla ser navê me were birîn, em ê bi gelê xwe ve bidin, bila birayên me mexdûr nebin.
Zulmeke mezin e ku Misilmanên Xwedayê wan, Kitêba wan û Qibleya wan yek e hev bikujin. Hemû ev zulman acîlyeta hatina Mehdî nîşan didin.
Gelekî şayanê dîtinê ye ku Misilman nizanin hevkuştina wan lîstikeke şeytan e.
Şûna ku derfeta hev hezkirinê, hev hembêz kirinê, rakirina bobelatan heye, hev kuştin bêwijdaniyeke mezin e.
Ruhê hin Misilmanan qalik girtiye, nizanin bi hezkirin û dilovanî nêzîkî hev bin.
Dema ku mizgevtên Şiîyan ayn jî mizgevtên Suniyan tê bombekirin, Misilman tenê mizgevtiên xwe bimbe dikin, ev yek aşkere zulum e.
Sedema ku Iraq û Efxenîstan binpê kirin, bêkalîte dîtina wan bû. Hîç kesek nikare welatekî kalîte binpê bike. Bila Tikiye kalîteya xwe zêdeke.
Bona ku dijayetiya Tirkiyê a li cihanê rabe, divê em gencên nûjen, kalîte û ronak ku exlaqê Quranê û hezkirinê dizanin bigihînin.
Bila Tirkiye qat bi qat ji Ewropa azad û demokrattir be, nûjen be, Di warê azadiya jinan de gelekî ji wan pêşdatir be. Bila ramanê ronak serdest be.
Xwedê mirovan dide hezkirin. Divê mirov şûna ku dikeve şîrkê, bi daxilbûna Xwedê ve hezkirinê bixwaze. Divê bêje; "Ey Xwedayo! min bide hezkirin!"
Ger ruh û kesayetê munafiqî nebe, dê Misilman bêjin; " Ev çi hal e bira birayan dikuje, werin em bibin yek" û dê tundî jî biqede.
Tişta ku nahêle Misilman bibin yek, ne kufur e, qelsîya îmana hin Misilmanan û hebûna ruhê munafiqî ye.
Dewleta Osmanî hat û çû, em carek din Dewleta Osmanî navejînin. Em di çaxeke nûh de ne, em ê bi nezaketî, nûjenî û hezkirinê ve exlaqê Îslamê vebêjin.
Gelek welatên Misilman bi pereyên welatiyên xwe ve birayên xwe şehîd dixin, vî pereyî jî didin dewletên kûr ên cîhanê.
Wan çekên xwe yên di kewaran de mayî li Misilmanan direşînin û diqedînin, Çekên xwe nûh jî li ser xakên Misilmanan diceribînin.
Xwîna misilmanan diherike, di deryayan de gelek şehîdên Misilman hene, ew hê jî dibêjin "Decaliyet tune ye". Misilmanan pasîfîze dikin.
Eger li hember wan kesekî ku wê bengiyê hilde tune be jin teqez bengiya xwe pêşkêş nake. Gelek mirov hay ji wê bengiya kûr tune ne û wisa dijîn.
Divê em wek dewleteke paşverû na, wek dewleteke ku têde serdestiya nûjenî, hezkirin û dilovaniya Quranê heye bo cihanê bibin mînak.
Di cîhanê de gelek jin hene ku kesekî wan bengiya xwe jinanî lê nîşandin tune ne. Bona ku jin bengiya xwe jinanî nîşan bidin, kesên têgihiştî ku wan fem bikin lazim in.
Em bi her tiştên xwe ve, gav bi gav ji Xwedê bawer dikin. Yê ku ziman dide û me dide axavtin, yê ku nivîsê dide nivîsandin Xwedê ye.
Îslama paşverû û ew teşeya kevneperest zirarê dide welêt jî wan jî. Divê Tirkiye gelekî nûjen û kalîte be.
Xwedê ji axê, fêkiyên bênxweş, mîneralên kêrhatî ku baş hatine pakêtkirin afirandine. Kesên dibêjin tesaduf e, îftirayên çirkîn lê dikin.
Di rêya Xwedê de dînbûn bona bawermendan şeref e. Di dîrokê de hemû mirovên salih, pêxember û ewliya wek dîn hatine binavkirin.
Xwedê ji berê pêve mirovên ku bona bawermendan bibin mînak û rêber, wan têxin rêya rast afirandine. Di axîrzeman de dê Mehdî bibe serokê bawermendan.
Modela jinan a ku şer û pevçûnan hez dike, modela jinên kanc û bêteşe dixwazin. Dema ku jin kubar û nazik, tore û kalîte bin, zêdetir xweşik dibin.
Munafiq nizane şukur bike, nizane heqê xweşikiyê bide. Nizane spasiya Xwedê bike. Ji her tiştî gilîdar e û nankor e.
Tişta aniha herî zêde zirarê dide Îslamê munafiqî ye. Bedîyuzeman jî dizane ku yek ji wan fitneyên herî mezin ên axîrzeman munafiqî ye.
Her kî dibe bila bibe em li dij tundî, terorê û zordestiyê ne. Em her gav layengirê têkoşîna bi zanîn û îrfanê ne.
Em gorî baweriya xwe dizanin ku nêromêtî tiştekî gelekî kirêt û pîs e. Em vê baweriya xwe vedibêjin.
Divê bawermend li hember lîstikên şeytan bi awayekî xurt destekê bidin hev, divê hev biparêzin û li hev mezintiyê (welîtiyê) bikin.
Taybetiya bawermendan a mezintiyê divê tenê di mijara îmanê de tecelî bike. Divê şêwaza ku weswese dide an jî tiştên neyînî çê dike neyê bikaranîn.
Qala mijarên îmanî, peyv û nivîsa bawerîyê bereketê tîne. Qisedana mijarên îmanî ku dilê mirovan rihet bike gelekî girîng e.
Heta ku minafiq dijî Misilmanan planên nepenî nekin rihet nabin. Dema planan dikin jiyana wan watedar dibe. Hişê wan tim li ser kufrê ye.
Hemû temenê minafiqan di nav pîsîyê de derbas dibe. Jiyanek durust û misilmanî li wan giran tê. Loma têkiliya xwe û kufrê qet nabire.
Minafiq gorî xwe misilmanan hêjar dibînin. Wisa bawer dikin ku, Misilman na, dê kufur bi ser bikeve, lewre bi Misilmanan bawer nakin.
Minafiqî mîna mîkroba jana zirav e. Ger bi antîbîyotîka xurt ve neyê desteserkirin, dê nexweşî li hemû laş belav be.
Tirkiye yekem hêvîya alema Îslamê ye, Dixwazin ku Tirkiyê perçe bikin û vê hêvîyê bişkênin, dixwazin em jî kerr bin, teqez nabe.
Di Îslama ortodoks de hişmendiya radestbûna kesên nikarî têk biherî heye. Xwe jê digirin û radest dibin, wisa radestî Darwînîzmê jî bûbûn.
Ger alema Îslamê bixwaze dikare bibe yek û hezkirinê derxe pêş û dikare li hember Darwînîzmê têbikoşe, lê belê di sêrî de têkçûnê qebûl dikin.
Mehdîyet bi xîret û xebatan ve na, bi niqutandina Xwedê ya dilê mirovan ve geş dibe û pêş dikeve.
Di Îslama kevneşop de ger yek fikrekî rave bike û ji hêla çend kesan were pejirandin, ev raman şaş be jî êdî dibe tişteki jêveneger.
Di Îslama kevneşop de, piranî radestbûn heye, xwe davêjin nav jiyana rojane, di gelek qadan de têkçûnê di sêrî de qebûl dikin.
Di nav hişmendiya Îslama kevneşop de têgihiştineke bêkêr, paşverû û bitinaz heye, henekên wan bêkalîte û nebaş in. Belengaziya wan li her derê ye.
Hejmara kesên xwediyê Îslama kevneşop gelek in lê belê wêrekiya wan tune ye. Di nav refên çepgiran de hejmar kêm be jî dilêrî girîng e.
Pergala kevneşop xwediyê mekanîzmayek tevlîhev e, ne pêkan e ku mirov jê bifilite an jî berovajî bipeyive, demildest aforoz dikin.
Di pergala kevneşop de li hember hev ger dem nedilovan in, bi he re li kesên ketî dixin, çavnebar in û naxwazin yek û din hêzdar be.
Pergala kevneşop her tim layengirê kesên xurt e û her gav tirsonek digere. Li hember kufrê gelekî lawaz e, her dem di bin bandora tiştên kufrê de dimîne.
Minafiqê yekem şeytan e. Rihekî nexweş, pozbilindî û quretî di şêwaza şeytan de tim heye.
Jidilbûn kêfdar e. Bona laş jî noş e. Jidilbûn mirovan rihet dike. Dema ku jidil nebe, hişê mirov diqerime.
Em aramiyê di baweriya Xwedê de dibînin ne di madiyatê de. Mal û milk bona xizmeta Îslamê hene. Pere na, îman aramiyê tîne.
Minafiq hezkirinê nizane. Bona acizkirina Misilmanan hezkirinê derdixe pêş. Birayên Ûsiv jî digotin em jê hez dikin.
Tişta ku minafiq herî zêde hêrîş dike, Pêxember û îmamê wê demê ye. Tim û tim li cem dima û tengasî derdixist.
Di heyama Pêxemberê me de minafiqek wek nûserê wî wahiyan hebû, tim li cem disekinî, ne bona hezkirinê bona ezîyetê dima.
Dema Pêxemberê me bona têkoşînê bang li bawermendan dikir, minafiqan digot ber germê meçin têkoşînê, xwe wek dilovan nîşan didan.
Minafiq wisa hizir dike ku ger ji Misilmanan dûr bisekine dê ji belayan dûr bimîne. Lê belê wisa dojeha xwe amade dike.
Ya rast minafiq mîna maşîneyekê ye. Şeytan ji wan re çi bifermîne, gorî wê tev digere. Bi fermana şeytan dimeşe.
Munafiq xwe wek herî bilind û jîr dibîne û heşa radibe Xwedê sererast bike, Qaşogiravî dersa merhemetê dide Xwedê.
Dê di rojên pêş me de bûyerên gelekî mezin biqewimin. Ew kesên niha di xewa manewî de ne, dê wê hingê ji ber şîdeta bûyeran hişyar bin.
Bedîuzeman dibêje li her sedsalê mehdî tê hêvîkirin, bi aşkere dibêje Seltanata Navendî li ku be dê ji wir ango ji Stenbolê derkeve.
Bedîuzeman: Li her sedsalê cureyekî mehdî hatiye lê belê ne ew mehdîyê mezin ê axîrzeman e, dê mehdiyê axîrzeman 3 peywiran tev bi cîh bîne.
Bona Misilmantî mînakek diyarkirine û dixwazin ku li her derê ew mînak hebe. Misilman mirovên herî nûjen herî kalîteyên cîhanê ne.
Misilmantî ne ew e ku tu nîmetên Xwedê neçêjî, Misilmantî li hember Xwedê radestbûn, hezkerî û henûnî ye.
Jin bi îmanê xweşik dibe. Xwedî îman yan na, wisa zanin ku jin xweberê xweşik dibin, ne wisa ye. Roja din dibe ku ji dest bikin.
Li Rojhilata Navîn li gelek deveran mirov li hember jinan bi nêrîneke hiv tên mezinkirin. Dema jineke sîngvekirî dibînin har dibin.
Xweşikbûna jinan, hezkirina jinan wek sûc dibînin. Tişta qedexe têkilîya jin û mêran a ne meşrû ye.
Yek taybetiya munafiqan jî ew e ku nankor in. Dema pêrgî tengasiyan tê, desr hilnade, dema tengasî diçe dîsa şûm dibe.
Bi munafiqan re hişmendiya hevkarbûna sûcê heye, bona ku mirovên din jî wek xwe sûcdar nîşandin gelek planan dikin.
Munafiq mirovên wisa şeytanî ne ku dikari zû bi zû derewan bikin, dikarin rihet îftîra bikin û dikarin dijî Misilmanan dafikan daynin.
Nekirina tewekulê heram e. Xembarî hêza laşê mirov dikuje. Bawermend xwe nake nava xeman.
Her çiqas şaşiyên wan hebin jî kesên bawermend birayê xwe navêje, wî/wê naşîne cem kufrê. Divê bi dilekî fireh nêz bibe. berovajî bona kufrê dibe hêz.
Divê em dest bavêjin wan kesên tiştên xerab dikin. Divê nehêlin mirovek jî biçe dojehê, bona xelaskirinê xîret lazim e.
Divê em bibin mirovên wisa ku li pişta wan kesên têkçûyî nexin, lê belê dest bavêjin wan. Têkbirina mirovekî zulum e.
Mirovên ateîst jî, hezkirin PKKê ku tevlî sûcan nebûne jî dikarin werin tevlî weşana me bin û bibin mêvanê me. Dikarin her tiştî bipirsin.
Bi 300 berhemên ku bo 73 zimanan hatine wergerandin ve, şukur ji Xwedê re, em hêzeke ku Îslamê xurt dikin in.
Tirsa Xwedê tenê bona windakirina heza Xwedê ye. Bihuşt jî nîmetekî Xwedê ye ku heza wî nîşan dide.
Di Quranê de şahidîya jinan tenê di mijara bazirganiyê de derbas dibe. Ev bona ku jin nekevin tengasiyê tevdîrek e.
Gîhandina wê nifşa ku bi temamî wek hev in, tiştên nû nizanin û tenê bi çend peyvan diaxivin bona me gelekî xeternak e.
Misilman bi Quranê diaxivin. Hişê wan Quran e. Ew kesên ku şûn ahukmê Quranê hukmê xwe pêk tînin dikevin şîrkê.
Werin em hezkirinê belav bikin. Di dibistanan de tenê carekî jî mamoste behsa hezkirinê bikin û bêjin bibin xwişk û bira, kesek ji bîr nake.
Ew modela jiyanê ku di televîzyonan de tê pêşkêşkirin bi temamî vala û bêkêr e. Gelekî xembar e ku genc tenê berê xwe didin van tiştan.
Bi van bernameyên televîzyonan ve, çandeke badilhewa tê belavkirin. Jiyaneke ku behsa ol û Xwedê nake tê pêşkêşkirin.
Gîhandina nifşeke wisa ku afirandina tiştekî armanc nake û bêhûde dema xwe derbas dike bona Tirkiyê xetereke mezin e.
Komeke ji hunerê û estetîkê beşer nake, nikare biafirîne, tim bi tiştên amade debara xwe dike bi derbekê re belav dibe. Ev gelekî talûke ye.
PKK dijminê hemû Rojhilata Navîn e. Dibin bela serê her kesî. Ew gefên wan li PDKê jî vê bêexlaqîya wan nîşan dide.
Mirov zindiyên gelekî lawaz in, tim nikare bala xwe bide ser tiştan. Nikare li ser axavtinên dirêj hûr be. Hebûna muzîkê hişê mirovan xurt dike.
Têgihîştina ortodoks zindîbûna mirovan dikuje û hişê wan felcî dike. Di dawîyê de jî tim civakên binpêbûyî derdikevin holê.
Ya ku dixwazin bi xweseriyê ve ava bikin, pergaleke Stalînîst a zordestiyê ye. Dîktatoriya proleteryayê taybetiya herî mezin a Stalînîzmê ye.
Tenê hebûna yek mîsqala hucreyan jî bona femkirina hebûna Xwedê bes e. Yek hucre ji bajarekî mezin zêdetir tevlihev e.
Bi şêwazek hişk û nedilovan ve rexnekirin ne hişmendî ye. Rexne bi şêwazek hişane, jevgirtî ve tên kirin.
Pirsyarbûna bawermendan li axretê bona wan îltîfat e, bona dîtina qenciyên wan in.
Bawermendekî/e hişyar û jidil naçe dojehê. Lê belê bawermend her tim di navbera tirs û hêviyê de ye.
Ew dadmendiya civakî, azadî û pergala welayetê ku ji komunîzmê hêvî dikin, bi awayekî rast û xweş dê di desthilatiya exlaqê Îslamê de bijî.
Li Başûrê Rojhilat xweserîyeke Stalînîst ava dikin û dibêjin em ê bi Tirkiyê re bibin yek, ev ne tiştekî ku em pê bawer bikin e.
Xweserîyeke di bin hêza rêxistineke Stalînîst de û pêyekî wan bi Koreya Bakur re bi Tirkiyê re nabe yek, em ê perçe bin.
Bila ev rewş bibe sedema xelasbûna êşên Kurdan jî. Em wan di xanîyên xweşik û fireh de bicîh bikin, her derfetê bidin wan.
Divê ew taxên lê xendeq hene mirov werin valakirin û ew xanîyên kevn werin hilweşandin û ji nû ve xanîyên bibaxçe werin çêkirin. Divê li van herêman qeleqol werin avakirin. Wê demê PKK nikare li wir xwe bihewîne.
Divê di Destûrê de rewşa unîter a dewletê were parastin. Ger rewşa unîter bê parastin pergala serokatî ne xeter e Divê aşkere bêjin ku pergala Seroktîyê li hember xweserîyê, federasyon û pergala kantonal e û wisa bê nivîsîn.
Gelek beşên berhemên Mewlana ne gorî genc û xortan e ku bixwînin. Divê Misilman tiştê wiha neparêzin.
Mewlana dibêje "jin perçeyên biçûk in". Jin dayîkên me ne, xwangên me ne. Hz Ayşe Hz. Meryem jin in. Wiha nayê gotin.
Divê Misilman jibîr neke ku yê her tiştî dike Xwedê ye û Xwedê li her derê ye
Werin em zêdetir ji kesên li cîhê pevçûnan xwedî derkevin. Birayên me Kurd xwedî rûmet in
Dema alîkarîya cîhên pevçûnê dibe bila burokrasî nebe, bila alîkarî zû biçe û zû were belavkirin. Yek kes jî mexdûr nebe.
Gelekê mirovan nizanin ku mezintirîn zalimê cîhanê Hulagû li Anatolîyê bona ku terîqetên din binpê bike çawa Mewlana bikar anîye.
Kîjan zanayê Îslamê, mucedîd û muctehîd di berhemên xwe de wek qala Îslamê behsa jirêderketina cînsî dike. Di berhemên Mewlana de ev heye.
Em wisa texmîn dikin ku şîroveyên jirêderketî yên di berhemên Mewlana de dê zirarek mezin bide Îslamê, talûkeyek mezin e, em li ser disekinin.
Di berhemên Mewlana de jirêderketina cînsî, vegotinên dûrî exlaqê, peresan, biçûkdîtina jinan û dijmintiya tirkan heye. Hay jê tune ne.
Dema wîjdana mirov paqij be, dil jî çav jî paqij dibe, nêrîna wan watedar û xweşik dibe.
Munafiq bi hişmendiya kapîtalîst e, tenê zengînan destek dike, ji feqîran hez nake. Mehdiyet jî xizanan diparêze bawermendan zengîn dike.
Xwedênenas tim rastgo ye, munafiq jî tim di nav raanên qirêj û reş de ye. Ji ber wê ateîst durust e. Munafiq jî hemû jiyana xwe bêkesayet e.
Munafiq ji hêza berbiçav bawer dike. Hêza dewleta kûr hişê wan dibe. Bawer nake ku hemû hêz a Xwedê ye, ji vê yekê yeqîn nake.
Hemû emrê munafiqan bi xweveşartinê ve derbas dibe. Wisa dizane ku gelekî eşarî konetiyê dike û ji vê yekê kêf digire.
Munafiq bona ku ji hêla kufrê were qebûlkirin xîretek gelekî mezin nîşan dide, çimkî hêz û quwetê tim li cem kufrê digere.
Ji ber ku munafiq bi hişê şeytan ve tev digere pê re serederî kirin dijwar e. Dema bi hişê xwe ve digere gelekî bêhş dibe.
Pêxemberê me qedrê jinan digirt û ew hez dikirin, vê yekê jî munafiq gelekî aciz dikir. Yê bi xurafeyan ve nefreta jinan kirin Îslamê munafiq bûn.
Munafiq hîç rêzgirtinê nizanin. Tenê dixwazin werin hezkirin lê belê hîç rêzgirtinê nizanin. Di ruhê wan de tiştekî navê rêzgirtinê tune ye.
Tişta ku herî zêde ezîyetê dide dojehiyan, li bihuştê jiyana bextewar a bawermendan e.
Dem nîmetekî mezin e ku dê li axretê hesabê were pirsîn. Divê em demê baş bikar bînin. Dê Xwedê ji herkesî dema xwe çawa derbas kiriye bipirse
Ji ber ku ew ên paşverû ji mirovan re xurafeyên ku ew bi xwe jî bawer nakin vedibêjin, dibin sedema ji olê dûr ketina gelek gencan.
Yekem pîvana namûsê ne destmal û cilûberg in. Yên sergirtî jî yên serqot jî Misilmanên pak û paqij in.
Dewleta kûr a Îngilîzan ji ber ku xwedîyê hestên netewa biçûk e, bona komkujiyan gelekî meraqdar e, rewşeke wê gelekî zalim û dilhişk heye.
Hebûna wan kesên bawer nakin bona zanîna qedrê bawermendan pêwîst e. Bawermend nola almastên di nav keştekên camê ne.
Mewlayê min tenê Xwedê ye.
Em dixwazin Mizgevt jî, Sînagog jî, Dêr jî tije bin. Lê belê, ji ber ku tim perwerdeya Darwînîst tê dayîn, gel ji olê dûr dikeve.
Tim şêwazeke nîqaşker û tehnker bikar tînin, jiyana wan him kûr nîn e him jî bêkalîte ye.
PKK cuda ye, Kurd cuda ne. Kurd nûr in, mirovên torin in xwediyê exlaqê xweş in. Xemla Tirkiyê û cîhanê ne, PKK qirêt e.
Ew hemû heqaretên ku PKK bona ku piştgiriya wan nakin li Kurdan dike, wan bi xwe terîf dike. Hemû jî li wan vedigerin.
Bila PKK bona biharê hîç bêhûde planan neke, dê feleka xwe şaşkin, dê bersiva wan bi qanûn û dadê ve were dayîn.
Em bînin Cizîr û Sûrê bikin cîhên wek bihuştê û xanîyên xwedî baxçe û mezin ava bikin, em bikin cîhên şîn û şen.
Bi sed hezaran fosîl hene, hîç yek jî nîşan nade ku candaran peresan derbas kiriye. Hîç formeke navber a ku peresanperestan karibiye nîşan bidin tune ye.
Kurd birayên me heq in, Ti awayeka nîqaşkirina vê mijarê tune ye.
Her roj roja evîndaran e. Ma mirov salê carekî evîndara xwe bi bîr dixe, bona hezkiriyan her roj roja evîndaran e, hezkirin xweş e.
Ji ber ku Kurd ehlê îman in, bi feraseta îmanê ve ev lîstika dewletên kûr dîtin, û bi ti awayî jî neketin nav vê lîstikê.
Di heyamekî dewleta kûr bi rêvekirina dewleta kûr a Îngilîzan Kurd gelekî çewisandin, armanc jî Kurdan ji Tirkiyê dûrxistin bû.
Aniha li zêdetirê perçeya alema Îslamê şîrk serdest e. Bi derketina Mehdî ve şîrk ê rabe.
Jiyan gelekî kurt e. Mirin gelekî nêz e. Xwedê hesabê her tiştî dipirse. Divê hesta Misilmanan a perbirsyartiyê gelekî xurt be.
Xwedê bi hikmetî Mehdî ji gel vedişêre. Di hedîsan de tê gotin ku dê Mehdî li pêş çavên mirovan be lê belê neyê naskirin.
Propagandaya Darwînîzmê ku di TRT û Perwerdeya Netewî de tê kirin bona Tirkiyê bêyomî ye. Divê ev propagandaya yekalî bisekine.
Yên xwedênezan mirovên gelekî rastgo ne, dibêje ez bawer nakim û lêkolînê dike. Lê belê ew ên munafiq durû û sextekar in.
Dema behsa munafiqan dibe, divê di vê sedsalê de çawa tên dîtin jî were şîrovekirin. Divê taktîk û lîstikên wan vî zemanî jî baş werin zanîn.
Jin dikare kincên sîngvekirî li xwe bike, û her kes jî divê rêz bigire. Ev tiştekî têkilî hişmendiyê ye. Li hember jinê hişmendiyek xirab heye.
Rêz li jinan tê girtin, rêz li xweşikiya jinan tê girtin. Ewqas hov in ku, dibêjin ger jin xweşik be dikarî dest dirêjiyê bikî.
Ji ber hişmendiya paşverû, li gelek cîhên alema Îslamê dinyanedîtî û bêkalîtebûn belav bûye. Îslam şaristanî ye.
Divê teşeya cil û bergên wan ji jinan re were hîştin. Cil û berg gorî çand û mercan diguhere. Ya girîng ew e ku zordestî nebe.
Di dîrokê de gelek pêxember bi dînbûnê ve hatine sûcdarkirin. Ger ji bawermendan re wisa bêjin, serbilindî ye.
Mehdiyet teraliyê nayîne, berovajî wê, xîret û şewkê pêk tîne. Ew kesên li benda Mehdî ne, gelekî jîr û xîretkar in.
Qedirê jinan girtina Elewiyan şêwazeke gelekî baş e. Elewîtiyê deriyê paşverûtiyê girtiye, Xwedê jî ew serkevtî kirine.
Munafiq hîç naxwaze Xwedê bi bîr bixe. Ev yek kafiran zêdetir dike kafir, munafiqan zêdetir dike munafiq.
Dema ku munafiq wexta xwe dide Xwedê, Quranê, Îslamê gelekî canê wî/wê diêşe. Tim dixwaze ku bi karên bêhûde re eleqedar be.
Kurd wekî ku gemarê aciz in ji PKKê aciz in. Ne guncav e ku birayên me Kurd û PKK lihev bikin. Yek xwedî îman û wîjdan yek jî bêxwedê.
Di alema Îslamê de bobeletek mezin heye, înşAllah dê bibe sedema hişyarbûna Misilmanan, înşaAllah bibe sedema derketina Mehdî.
Misilman bê mehrîbanî hev dikujin û her yek jî dibêje ez xizmeta Îslamê dikim. Wekî ku ketine pêşbirka tundîyê.
Şiî Sunîyan, Sunî jî Şiîyan şehîd dikin, û wekî xizmeta Îslamê jî şad dibin. Her du alî jî wek nûrê Misilman in, ev zulum e.
Cîhê ku divê gelek nivîskar bi biryar bisekinin û li hember perçebûnê bin, şêweyê teslîmbûnê digirin. Ew şêweya belengaz gelekî kirêt e.
Cîhê ku hezkirin jê tê pûr û pak dibe. Ronahî,hişmendî û xweşikî tê cîhê ku hezkirin heye. Avabûna hemû kaînatê li ser hezkirinê ye.
Rexnekirina polîtîkayên hukûmetê baş e, lê belê bejin ku bila hukûmet her gotina min bike ji gotina min dernekeve ne rast e.
Ti feydeya pergala serokatiyê bo pêşketina Tirkiyê tune ye, Lê belê dibe ku Tirkiyê têxe nav gengeşiyek mezin. Divê teqez nekevin nav vê rîskê.
Ger dixwazin Tirkiyê pêşxin, divê li hember Tirkiyê wekî ku Tirkiye destekê dide terorê şêwaz neyê girtin.
Heta ku di destê PKKê de çek hebe li ser gel bandora xwe çêdike, jiber wê teqez dest ji çekan bernade. Pêbaweriya ku dê berdin ne bi aqilane ye.
Bersiva kesên zulme dikin bi zulme ve nayê dayîn, dê demê nebaşî yek be dibe hezar.
Xwedê derbasbûna jî dewrekê bo dewrek din nişan dide. Ew tiştên niha diqewimin Xwedê yek bi yek li Pêxemberê me nişan dabû.
Divê Tirkiye di her hal û kar de hezkirinê bixwaze, li hember xwînê bi dostaniyê ve bisekine. Têkiliya bi her dewletê wilo be.
Divê li hember wan kesên ku ji hundur agahî didin, xebateke mezin a huquqî were meşandin û çalakiyên wan werin sekinandin.
Tê zanin ku di êrîşên kevn ên li ser qereqolan de, gelek xayînan ji hundur agahî dabûn. Divê bi rêya dadê hesap ji wan jî were pirsin.
Çawa ku ên înkar dikin Îslamê neçê dibînin, paşverû jî Îslama rasteqîn wisa neçê dibînin. Dixwazin geşî û şadiyê qedexe bikin
Dibe ku di sêrî de kêmaqiliya kufrê neyê femkirin, lê belê xerabiya nêrîn û axavtina wan derbarê wan de ramanekî ava dike.
Dema ku Misilman li axretê cezayê zaliman dibînin dile wan rihet dibe. Mirov pêwîstiya dojehê li axretê baştir fem dikin.
Sedema ku Xwedê li axretê ezabek bê dawî dide, bê exlaqiya kafiran a gelekî mezin e.
Serokatiya wek şêweya Amerîkayê raste rast federasyon e. Yê ku teqez vê modele dixwaze Ocalan e. Gelê me vê xetereyê dibîne.
Bedîuzeman dibêje “di dest me de gurzê nûr heye”. Divê helwesta talebeyên Nûr di her mijarê de wilo be, tevgera erênî girîng e.
Bombebarandina hewayî raste rast sîvîlan hedef digire û dibe sedema mirina gelek jin û zarokan.
Kuştina Misilmanan ne tiştekî mirov pê serbilind be ye. Kuştina merivekî wek kuştina hemû merivan e. Divê Urdûn bi tundiyê ve bersiv nede.
Şûr li ser Misilmanan nayê rakirin, heram e. Di navbera Misilmanan de şîret heye, daweta rastiyê heye, tundî nayê pejirandin.
Ew kesên ku di têkoşîna PKK de xwespêr û newêrek in bila dest jê vekêşin. Xwediyê welêt ên rasteqîn dê bi dadmendiyê ve berxwe bidin
Hin kes hene ku dibêjin “Jixwe Başûrê Rojhilat ji dest çûye”. Qebûlkirina radestbûnek bi vî awayî bê exlaqî ye.
Em teqez wê yekê qebûl nakin ku bi navê bihêzkirina rêveberiya herêmî ve bo xweserî û federasyonê rê were vekirin, em ê bi qanûnê ve nehêlin
Misilman evîndarê Misilmanan e. Ji ber ku bi eşqa Xwedê ve hez dike, dawiya hezkirina wî/ê tune. Yê nizane Xwedê hez bike, matmayî dimîne
Paşverû Îslamê wek ola goristanê nişan didin. Bi taybetî jî bo jinan jiyanek wek dojehê pêşnîyar dikin.
Di Îslama Quranê de hezkirin, aştî, hüner û xweşikî heye. Jin û zarok azad û serbixwe ne. Di Îslama Ortodoksê de jî her dema jiyanê tije êşkêşî e.
Tevî ku Ocalan dizane ger HDP wek partî têkeve hilbijartinê qezenc nake, dîsa jî bo serokatî û federasyonê pê dikute.
Kurd gellekî merd in. Xweparastina taybetmendiyên xwe û zimanên xwe baş e. Ev dewlemendiyê. Başiyê lê belê em li Tirkiyeyê dijîn. Zanîna tirkî ji aliyê hemû kesî ve, bo sîstemê, bo hizûra me û bo bextewariya me gellekî baş e. Nîmetek e.
Digel serê tivingê ji PKKê re tu tişt nayê eşkere kirin. Bi zanistê tê vegotin, bi felsefeyê tê vegotin. Şêwaza PKKê kuştine. Şêwaza misilmaniyê jî vejandine. Vejandin bi ilm ê, bi qaneh û telqînê pêk tê.
Di feraseta Îslama rast de azadî heye. Xumama li ser mê dê her sal herin. Dê perdeya li ser Ashab-î Kêf rabe. Kêliya Xweda, perdeyan ji ser me rakê dê şiyana dîtînên me qewî bibe. Dê hîn bêtîr qewî bibe.
Kurdistana Komunîst tê çi wateyê li herême? Dê wê demê bibe armanca Evrûpa û Amerîka. Dê tu tesîra wê tunebe. Kesê ku bi zordariyê olê disepîne paşverû ye.
Di hevgirtîbûn û bihevrebûnê de bedewî heye, hêz heye. Ji bo vê yeke jî Xweda dibêjî bibin yek û bihevre bin. Tu wisa difikirî ku dê kurdan bikin yek. Dê kurd bextewar bibin. Tiştekî wisa pêk nayê. Difikirin ku komkujiya mezin a kurd pêk bînin.
Tu tiştê te tuneye, hemû tiştê heyî yên Xwedê ne. Xweşikbûn jî, pêdanhezkirin jî, pêdanecibandin jî, hemû bi qudreta Xwedê pêk tên. Bedewiya bêdawî, Cenabê Xwedê bi xwe ye.
Îslam xweştirîn tişt e. Tiştê herî bi qelîte û herî rast e. Wateya Îslamê ev e. Îslam di bêhempabûn, aqilanebûn rastbûn her tiştî de heye.
Mirov tim tenê ne. kes ti kesî hez nake, bê heval in, bê dost in. Heçku evîn, hezkirin, rêzgirtin, qedirgirtin gelekî xweş e. Gelek însan qedrê hev nagrin, rêz nagrin, ev tiştekî tirsnak e.
Şertê Cenabê Xwedê çi ye? Dibêje li hember êşê berxwe bide. Bo êş û kederê sebirke. Ger xwe wek êşkêş nîşan bide û ti êşê nekşîne, ti encam dernakeve.
Ma tank û topên Hz. Ûsiv hebûn? Na. Bi hezaran xwendekarên wî hebûn? Na. Pere û pûlên wî hebûn? Tune bû. Çi hebû? Dilsozî hebû. Ew mehdîyê wê heyamê bû. Xwedê ew bi ser xist.
Em ê li Herêma Kurdan bihuştê bo kurdan avakin. Em ê Amedê, Mêrdînê, Sêrtê wek Parîs û Londonê bikin. Em ê bi zanist û dadmendiyê ve koka PKKê biqelînin. Li wir gefên PKKê namînin, em ê bi îzna Xwedê tirsa PKK nehêlin.
Bawermend ji bo Xwedê dijî û ji bo rizayê Xwedê jî dimrin. Ger mirov bo rizayê Xwedê nejî, jîyan wek cehnemê dibe. Her tişt bo rizayê Xwedê ye. Bihuşt jî bo rizayê Xwedê xweş e.
Abdullah Ocalan malbatê qebûl nake, olê qebûl nake, rêvebirineke komunîst dixwaze. Em nahêlin ku li Rojhilatê Tirkiyê Koreya Bakur a nû were damezrandin. Ger tiştekî wiha pêk were dê belavî her derê be û dê Tirkiye jî biçe.
Di Îslamê de dilsozî, sadaqat heye. Lê belê di siyasetê de tune ye. Di heyama mehdiyetê de ev yek ê bi temamî durist be. Dilsozî û sadaqat ê jî durist be. Ligel me qedr û qîmeta mirovan tê zanîn.
Hevalên gelê Kurd yên rast bawermend in. Em ji hemûyan hez dikin. Em teqez destûrê nadin çekên PKKê. Ti eleqeya birayên me Kurd bi PKKya bê Xwedê û mafya re tune ye.
PKK xwedîyê hişekî kuştinê ye. Ya ku em li hember disekinin ev yek e. Em ê gelê Kurd ji însafa PKKê re nehêlin.
Çawa ku ti kes nikare tikilî xwekirin û tevgera mêran be, ti kes nikare tikilî kinc û kenên jinan jî be. Xwişk û birayên me Kurd gelek gelek êş kişandin. Li wan xwedî derketin deynê stûyê me ye.
Heta ku bersiva zanistî ya perwerdeya Darwînperest û madeperset neyê dayîn, heta ku rasteqîniyên baweriyê û mucîzeyên Quranê neyê dayî nifşên bi exlaq dernakevin
Dema ku xayîntî û bêbextî li yekî/ê were kirin, Xwedê wî kesî xurttir dike. Kesên ku bi xayîntî û bêbextiyê re rûbirû bimîne nakeve astengiyê. Xurttir dibe.
Şêweya PKKê ya bê dîn û bê Xwedê, miletê Kurd dixe nav tengasiyê. Ji bo ku ew ji vê bifilitin, em ê xebatên aramanî bikin.
Başiya ku hezkirinê cara ewil derxistiye holê fedakarî ye. Ger navbeyna welatan de hezkirin çê be, dê aştî û aramiya rasteqîn bibe.
Çekên di destê DAÎŞê de ji Amerîka, Germanya û hwd ne. Rewşeke ku Tirkiye çekan bide DAÎŞê tune ye.
Ew kesên ku dibêjin Kurd û PKK heman in, Kurdan baş nanasin. Şêweya PKKê ya bêxwedê û jiyana exlaqî ya Kurdan jev cuda ne.
Ez dostê Kurdan im, dijberê PKKê me. Ustadê min Kurd e. Kurd ango nûr . Ya qirêj PKK ye.
Di orjînala Îstîklal Marşiyê de ji bo gelê me tê gotin. Ya ku tê armanckirin miletê Îslamê ye. Hemû Misilmanên Kurd, Ereb, Tirk û Çerkes in.
Ger Îran aşkere an jî veşarî bi Barzanî re pev biçe dê têkeve rêyek şaş. Serkevtî jî nabin, lewre bila dev jê berdin.
Bila Tirkiye bi aşkere pişgiriya Barzanî bîne ziman. Dewleta kûr a Îranê bi dijayetiya Barzanî ve şaş dike.
PKK têkilî gelê Kurd ên oldar bûye. Dixwazin kesên bêxwedê û bêkesayet bikin bela serê canên me Kurd.
Kurd berbext in, torin in, xwedî rûmet in, merd in mêrxas in. Teqez ne mîna avabûneke xayîn wek PKKê ne.
Kurd dostên min in, can û birayên min in. Bila qet kesek bêexlaqî meke û PKK û Kurdan yek megire.
Nêrînek gelekî şaş e ku mirov bêje bila Misilmanên berê xwe didin tundîyê bimrin. Divê pergala ku tundiyê dertîne were guherîn, kuştin ne çare ye.
DAÎŞ hukmên di pirtûkên hedîsan de disepîne. Kesên dixwazin tundî xelas be, bila bêjin ev hukum ne gorî Quranê ye.
Dema ku li pey Quranê neçin hişmendiya DAÎŞê pêş dikeve. Bingeha tundiyê xurafe ne. Çareserî berdana xurafeyan peyçûna Quranê ye.
Bidawîbûna tundîya DAÎŞê bi peyçûna Quranê ve mumkûn e. Hukmê Xwedê tunebûna “di olê de zordarî” ye. Di Quranê de fişarî û zorandin nî ne.
Ew tundiya ku DAÎŞ dike di Quranê de tune ye, lê di hedîsan de heye. Tiştekî neyê femkirin nî ne. Çareserî qebûlkirina têrkirina Quranê ye.
Di Quranê de zordarî nî ne. Zordarî li kesên ku naxwazin bibin misilman, nimêj bikin an jî oldar bin nayê kirin. Wê hingê munafiq dibin.
Divê yektakirina Barzanî neyê paşguhkirin. Divê Tirkiye di vê mijarê de helwestek aşkere nîşan bide.
PKK hîç kesekî dijberî xwe naxwaze. Li pişta propagandaya li dijî Barzanî jî ev daxwaza PKKê yekdesthilatî heye.
Kurdên oldar, Ereb û Tirkmen hemû li ber hedefa PKKê ne. Bila Tirkiye gelê herêmê bêxwedî nehêle.
Ger PKKyî jî naxwazin DAÎŞ wan tune bike, bila bên teslîmî Tirkiyê bin, ger yên sûcdar hebin dê cezayê xwe bikêşin.
Divê teqez di dibistanan de dersa hişmendiya netewî hebe. Divê di kanalên dewletê de bêbingehiya komunîzm û materyalîzmê bê hînkirin
Tişta bo terorê bê kirin perwer de ye. Bila demildest dersa hişmendîya netewî bê dayîn û di TRTê de bingeha felsefî ya terorê bê vegotin.
Tişta ku herî zêde decalîyet jê depelikîne zanist e. Di têkoşîna zanistî de biryardarî gelekî girîng e.
Amerîkaya kûr xeynî şer ti şêweyê nizane. Tevî êşên li Vîyetnam, Efxanîstan û Iraqê kişandin, dev ji vê yekê bernadin.
Bi hezaran sal rabûrdûya hişmendîya dewleta kûr heye. Di qesra Firawn de jî hebû, di heyama Hz. Îbrahîm de jî hebû.
Ocalan teqez piştgiriya berdana çekan nake. Ya ku wê hêzê dide Ocalan çeka PKKê ye, teqez naxwaze wê hêzê winda bike.
Ger wisa nîşan bidin ku leşker û polîs bi PKKê nikarin dê gelê me rabe xîretê. Bila gel mejbûrê vê yekê nekin. Em axê nadin komek PKKyî.
Ew kesên partîzanê PKKê ne û tevlî sûcan nebûne bila bên bibin mêvanê me, em bipeyvin.
Ger Barzanî li Bakurê Iraqê dewletê avake em ê şanaz bin. Em ê pev re govend bigrin, nimêj bikin bextewar bijîn. Em zulma stalînîst nalên.
Ya ku vegeriya salên 90î PKK ye. PKK dixwaze wek salên 90î be, hewl dide ku pêşîya gelê me bigire.
Her çi be çi nebe, em naxwazin li ser sînorê welatê me dewletek komunîst stalînîst ava be û em destûrê jî nadin.
Em teqez naxwazin ku ti mijarek bi xwînê were çareserkirin. Lê ger nefsî mudafa be xwe parastin heq e.
Ew kesên ne li benda Mehdî ne û naxwazin gelekî teral û tevizî ne. Kesên dixwazin û li benda Mehdî ne bi dil û can xîret dikin niha.
Em bi #Barzanî bawer in lê belê teqez bi #PKK bawer nakin.
Xwerexnekirin û ji xelkê jî rexnexwezî tiştekî gelekî girîng e. Divê hemû Misilman wilo bikin.
Divê em him xwe rexne bikin him bihêlin em bên rexnekirin, û ji rexnegiran jî bisûdin.
Ew kesê ku nahêle bê rexnekirin tim kêm û neserketî ye, nazane hez bike, dibe mirovek dînik.
Hezkirina ajalan gelekî girîng e, divê bona parastin û hewandina ajalan wezareteke cuda bê avakirin.
Hebûna ajalan nîmetê Xwedê mezin e, gelek mirov hay ji vê nîmetê tune ye.
Li cîhanê têkoşîna nehezkirin û neparkirinê heye, şûna axavtinê dixwazin bi tundîyê hin mijaran çareser bikin.
Divê hemû cîhan bê cem hev û nehêle xwîn birije. Divê xebatên wek "Em xwînê naxwazin, tundî û hişkîyê naxwazin" bên kirin.
Ger mirov xwe rexne neke û rexneyên kesan jî qebûl neke dibe mirovekî/a nexweş, bêkalîte û pêş nakeve.
Guhdarîya nefsê, xwebaşdîtin mirov dîn dike, rexne jî vê nexweşîyê pak dike û mirov dibe kesekî/a maqûl, rast û giran.
Dema ku mirov xwe dispêre Xwedê, dibe bendewar û dilfireh dibe, hemû xisetên nebaş ji holê radibin. Ev sira Quranê ye.
Dema ku mirov exlaqê xweş ê Quranê bi cîh tîne, jîr dibe, xweşik dibe, rasteqîn dibe.
Ger em efûkar nebin dê dijminî ava be, efûkirin li nefsa mirov zor tê lê belê efûkirin dostanîyê çê dike. Comerdî, zengînî û dewletîyê çê dike
Em bawer dîkîn ku Îslama Quranê dê bibe desthilatê cîhanê, hemû geşedan bi wî awayî rû didin.
Dewletên kûr ên cîhanê dixwazin li Sûrî bi destê PKK hemû komên dijber tune bikin. Pergalek wisa çê dikin ku gelekî xwînê birijîne.
Ew kesên li hember Mehdîyetê ne, çiqas dixwazin bila berxwe bidin, derketina Mehdî heq e. Em ê Mehdî jî Îsa MEsîh jî bibînin.
Kürt kardeşlerimiz o kadar mazlumlar ki, hendekler yüzünden canları yanıyor hiç sesleri çıkmıyor. Bu kardeşlerimize yardım edilsin.
Dewleta kûr a her welatî jev cuda tê zanîn. Lê belê mîna mafyaya cîhanê hemû pev re têkildar in, zêdetir jî hevalê şirketên çekan in.
Dewletên kûr pêşengan jî diçewisînin. Ger pêşeng bên parastin, bi hevre bikarin tev bigerin bandora dewleta kûr jî namîne.
Çawa ku seferberî dikin û alîkarîyan dişînin bila wisa jî bona kurdên mexdûrên terorê alîkarîya lezgîn were kirin.
Bwerîyeke şaş wek lezgîntirkirina qîyametê heye. Bona lezgînkirinê çi kirin. Kesek nikare ku wexta ku Xwedê dîyar kirîye biguhere.
Ne ku em hêrs bin û paşverûtîyê paş guh bikin, divê em wan perwerde bikin. Divê bibe polîtîkaya hukûmetê. Gencên çepgir wisa zanin ku dê bi ramana bêxwedê ve paşverûtîyê têk biherin. Berovajî wê, derman Quran e, oldarîya rasteqîn e.
Ger wek Rojhilata Navîn xuya bike, çawa ku dixwazin Rojhilata Navîn biperçiqînin dê wisa bixwazin Tirkîyê jî biperçiqînin. Divê gelekî nûjen be.
Tişta ku divê Tirkîye demildest bike zêdetir nûjenbûn e. Divê ne mîna Rojhilata Navîn, mîna nûjen bê dîtin.
Li hemû cîhanê tundîya dewletên kûr hene. yên ku vê tundî û bextreşîyê ji holê rakin Mehdî û Îsa Mesîh in.
Ger berhemek çêrî Xwedê, olê û Quranê bike ez vê yekê qebûl nakim û bi ser de diçim. Karê min bi seneman re nîn e.
Bona hin kesan, parastina olê û vegotina Xwedê ne rêza yekem e, bo wan parastina wan kesên ku di hişê xwe de pek senem kirine girîngtir e.
Dê li axretê ji wan bipirsin çima we Yekîtîya Îslamê nexwest, tevî ku we dizanibû çima we nîşaneyên hedîsan venegot, dê nikaribin bibersivînin.
Çawa ku dema her nîşaneyê heye û wext were derdikeve, dema dîtina Mehdî jî maye û ku dem hat em ê kesayeta wî bibînin.
Hawirdorê cîhanê wek ewrên reş bi rijyaran ve tije bûye. Em êdî di heyama dawî a cîhanê de ne. Ew rijyarên ku şiwe diçin dê rojekê lê biqelibin.
Her navê wî çi be, dixwazin bêjin Mehdî yan jî tiştekî din, dê rêberek were serê Misilmanan, dê Misilman bibin yek û ev zordestî biqede.
Tevî ku rewşa Misilmanan perîşan e, alimên ku divê tim qala yekîtîya Misilmanan bikin kerr bûne û behsa Yekîtîya Misilmanan nakin.
Pêxemberê me tiştên ku dê di axîr zeman de biqewimin berfirehî vegotiye û her hûrgulî jî pêk tên. Ne normal e ku ev mûcîze tên veşartin.
Rizgarîya Tirkiyê di nûjenbûnê de ye. Ger jin ne rihet be, xweş û geş nebe li wir nûjentî jî huner jî nabe.
Di civateke ku xweşikiya jinan naxwaze de huner û avahîsazî pêş nakeve.
Nebûna Yekîtîya Îslamê dibe sedema rijandina xwîna gelek Misilmanan. Divê hemû alim Yekîtîya Îslamê vebêjin.
Yên ku hedîsên Pêxemberê me vedişêrin, qala Yekîtîya Îslamê nakin, yên ku nabêjin bila Misilman bibin yek dê paşê gelekî şerm bikin.
Di dîroka cîhanê de pergaleke ku bandor li %99 gel kiriye û dibêje Xwedê nîn e heye, decalîyet ev bixwe ye.
Niha li cîhanê xwedîyê feqîran tune ye, Dema ku Tirkiye dibe yek wê hingê ji wan belengazan xwedî derdikeve. Ger Tirkiye bibe hêza mezin, xweserî hebe jî xem nake, lê belê aniha, dema ku rêxistineke Stalînîst heye xweserî perçebûn e. Xweserîya ku KCD qal dike ew e ku dibêje bila dewletek cuda hebe lê belê pereyê wê hûn bidin. Yanî di bin banê PKK de dewletek cuda. Navê perçebûnê kirine xweserî-xwerêvebirin. Kanton, xweserî û xwerêvebirin hemî perçebûn in, gel destûrê nade.
Xendeq li cîhên bbiçûk ku PKK lê berzeqîyan dike ne. Divê ev berzeqî temamî ji holê were rakirin. Divê em bînin wan taxan xeynî cîhên dîrokî bi temamî vala bikin û ji welatîyan re xanîyên bibaxçe ava bikin.
Ger mafê jinan pêşkeve, wêne, musîk û huner bê zanîn, demokrasî û azadî zêde bin dê Tirkîye bibe welatekî şaristan. Divê Tirkîye derîyê paşverûtîyê hişkehişk bigire. Ger bibînin ku dilê Tirkîyê li paşverûtîyê heye dê Tirkîyê biçewisînin.
Di paşverûtîyê de zanist, huner û kalîte nabe. Qedrê jinan nayê girtin. Mirov şad nabin. Daxwaza mirin û kuştinê zêdetir dibe.
Him li hember nirxên Ewropa wek huner, peyker û muzîkê ne him jî dixwazin biçin Ewropa. Durûtîyê dikin.
PKK dixwaze ku rejîmeke bêxwedê têxe nav Kurdan. Ti kesek pergaleke bêxweda û bêdîn qebûl nake.
Taybetîya hevpar a paşverûyan ew e ku hîç qala Quranê nakin. Misilman pirsyarê lipeyçûna Quranê ne.
Hişmendîyeke ku dixwaze hemû Misilmanan tune bike belavî cîhanê bûye. Gelek mele jî dibêjin ka decalî li ku ye.
Ger Tirkîye ewropayî be, dê perwerde û jîyanek baştir pêk were. Dê modeleke ku hemû cîhan jê hez bike derkeve holê.
Divê hişmendîyeke zirarê dide Rojhilata Navîn na, ya ku nûjenî, kalîte û hunerê esas digire bibe serdest. Wê demê Tirkîyeke xurt çê be.
Jiber ku oldar e em ji Barzanî hez dikin, ger li hemû herêmê bandora wî hebe em ê kêfxweş bin. Em teqez PKKya Stalînîst naxwazin.
Ger bi dilovanî nêzî birayên me Şiî bin li Iraqê jî ti gengeşî namîne. Şiî jî Sunî jî misilmanên pak û paqij in.
Di nav her civakê de kesên şaş derdikevin. Di nav Şiî û Sunîyan de jî derdikevin. Divê teqez Şiî û Sunî bibin yek.
Em herêmeke ku perçe perçeyî bûye, yek ji yê din hez nake na, em Yekîtîya Îslamê ku hezkirin serdet be dixwazin.
Bawermend tev xwişk û bira ne. Şiî jî Sunî jî mirovên ronak in. Xurtbûna Îranê, Pakîstanê kêfxweşî ye.
Em çima bi mirovên ku Xwedayê me yek e, Pêxember û Pirtûka me yek e, Qiblegeha me yek e ve bibin dijmin.
Her kes tenê bona xwe hezkirin û dilxweşiyê dixwaze. Divê Misilman bi hebûna Misilmanên din ve şad be.
Dema ku tim bi tundî nêzî mirovan dibin wan berve tundiyê didefînin. Ger bi hezkirin tev bigerin tundî namîne. Dê Mehdî vê yekê bike.
Cihû û Ermen zengînîyên vî welatî ne. Terkandina Cihûyan a vî welatî ne tiştekî kêfxweşî ye. Divê dilê wan were kirîn.
Dema şehîd dikeve, dibêjin agir kete ocaxê. Ev gotinek şaş e. Agir na, nûr dikeve cîhê şehîd lê be.
Serokatî wek federasyonê ye. Divê mirov ji ber daxuyaniya xweserîyê li hember pergala serokatiyê metel nemîne. Divê ev şaşî bê sererastkirin
PKK wek nûnerê Kurdan derket û niha jî ax, ziman, nasname û hemû wan blindest kiriye. Ev yek paşguh nabe.
Li pey şehîdan mirov bi hezkirin û xofa Xwedê digirî, ger bi xembarî bigirîn ne gorî olê ye.
Di daxuyanîyên dema ku şehîd tên de divê peyvên xembûn û êşê neyên bikaranîn. Bila bêjin; “Gihîşt şerefa şehîdbûnê em şad bûn”.
Qaşogiravî jiyana Misilmanan gorî xwe erzan dibînin. Jin, zarok û sîvîlan her gav ji hewayê tên kuştin. Tirkiye nabe qasidê zulmeke wiha.
Tirkiye nabe şirîkê kujeriyê. Tirkiye nabe navgînê ji hewa bombebarankirina Misilmanan. Bila hukûmeta me di vê mijarê de biryardar be
Kurd kesên dildar û sertac in. Em hemû birayên me yên Kurd gelekî hez dikin. Kurd teqez tiştekî nebaş nakin.
Ji ber ku di destê PKKê de çek heye, gelek kes rêz digirin. Dema ku dest jî çekan berdan kesek guh nade wan. Lewre çekan bernadin.
Di pergala serokatiyê de ger radestî mafyayê bin, rîska darbeyê zêde dibe. Meksîka, Amerîka û Arjantîn mînakên nebaş in. Kêrî Tirkiyê nayê.
Ger êrîşî leşkerekî bikin, xwîna ewladekî me birijînin, tikilî hemû artêşa me dibe. Divê ev yek ji PKKê re neyê hîştin.
Em Laz, Gurcî, Kurd, Tirk, Ermen, Çerkez û Roman hemû bi hevre, bê cudahî ehlê vî welatî ne.
PKK ji dilovanî û kubariya gelê Tirk sûd werdigire. PKK belaya xwe digere lê belê ji bîr dike ku hêza Tirkiyê têra her tiştî dike.
Bila ti kes bo efûkirina Ocalan, serbestberdana kujeran û perçebûna Tirkiyê me îkna neke, em ê bî dadê dinyayê li wan reş bikin.
Ger pakêta ewlehiya navxweyî li dijî PKK û mînakên wê nebe û li dijî gel be, dê bibe sedema bê bereketiyek gelekî mezin.
PKK jî dixwaze wekî avabûnên mafyayî yên Meksîkayê li herêmê dewletek narko ava bike. Divê fem bikin ku ev yek çi talûke ye.
Pergala serokatiyê li Meksîkayê bû sedema dewletê ku kete destê mafyayê, li Amerîkayê jî car bi car dewlet dixitime û îş nake.
Demekî rêxistinek bi navê Ergenekon hebû û her roj mirov dikuştin. Êdî faîlê meçhul tune ne. Her kî be ku ev zulm xelas kiriye, jê re helal be.
Ger yekî birîndar hebe, mirov bîrdoziya wî/ê dide aliyekî û derman dike. Tirkiye di vê mijarê de li ser rêya rast e.
Perwerdeya rast ew e ku, şaşiyên bîrdoziya Darwînîst û materyalist werin hînkirin û gencên gorî rihê Qurana pîroz werin gîhandin.
Heta ku perwerdeya Darwînîst û madeperest bidome, dê gencên tundîhez çê bibin, lê belê ger perwerdeya zanistî were dayîn nifşek rast.
Tu bêjî ku rahêjin çekên xwe û Misilmanan bikujin ev yek heram e. Kî vê yekê pêk bîne di nav gunehekî mezin de ye.
Ger planek yekî hebe bila demildest derkevin holê, bil bibînin ku çit ê sere kesên Tirkiyê perçe dikin. Van hêj jî Tirkiye nas nekiriye.
Rand Paulê ku bi sere xwe soza dewletbûnê daye kurdan, çima ji Îranê daxwaza axê nake? Ew Tirkiyê gelekî şaş nas dikin, bila me neceribînin.
Em di heyama fesadiya herî mezin a axîrê zeman de ne. Xwedê kesek şandiye ku fesadî ji holê rakiriye, dê di vê heyamê de jî Mehdî bike.
Tenê Hezretî Mehdî ye ku dê hezkirinê, dilovaniyê, biratiyê dîsa fêrî mirovahiya ku hîn bûye ku xeynî tolhildanê ti rê tune ye, bike.
Heya ku îman nebe, eşq û hezkirin nebe xweşikî nabe. Teqez divê eşq hebe, hezkirin hebe.
Xwedê cîhanê bi hunermendan xweşik dike. Huner û muzîk xelata Xwedê bo mirovan e.
Bila ti kes xwe kone nehesibîne, bila ti kes jî bêhna Tirkiyê teng neke. Ger kesek rabe û welêt perçe bike, dê bersiva xwe dadî jî bibine.
Ger ya tê mexderê rawestîna çekê be her kes dixwaze, lê belê ger li Başûrê Rojhilat serdestiya PKKê zede be, ti bextewariya wê yekê tune ye
Ya ku em fem dikin, li herêmê paqijkirin PKKê, rabûna zordestiya çekê ya li ser eniya gel e, wê hingê çareserî pêk tê.
Ger bi dil û can dixwazin tundiya li ser jinan xelas be, bila ewilî pergala Darwînîst û mteryalîst bidin sekinandin û hezkirina mirovî were fêrkirin.
Pergala serokatiyê xwe bi serê xwe dixwe, her gav di nav hev de asê dimîne. Li Meksîkayê mafya serdest e.
Di hundirê dewletê de hin karmendên ku bi aşkere propagandaya PKKê dikin hene. Ev kesan perçebûnê diparêzin, divê tevdîr bên girtin.
Divê li Tirkiyê kesin ku mirov nikare dest bidê tune bin. Divê di sêrî de destnedayîna dadgeran rabe, esas pergal di vir de asê dimîne.
Birayên me Kurd oldar in, mirovên paqij û li ser rêya Xwedê ne. Kesên aşiqê maneviyatê ne. Gelê Rojhilat bi maneviyatê ve aj dide, bi maneviyatê ve dijî.
Qaşogiravî PKK Amerîkayê emperyalist dibîne, lê belê Amerîka çi bêje wê yekê dike.
Tirkiye Misilmanan nakuje. Bila ti kes bê exlaqî pê nekute Tirkiyê ku kuştinan pêk bîne.
Bila Xwedê birayên me ên Kurd ji kirêtên PKKyî û ji van zordestên bê xwedê û bê kitêb biparêze. Xweda aramî û bextewariyê bide wan.
Dê heta hetê rêzdariya Ocalan tune be. Ji ber vê yekê, bila bo rêzdarkirina wî pê de nekevin, nikarin ti encamê ji vê mebestê bigrin.
Cîvaka Demokratîk fikrek wisa ye ku bi deh salan e li Tirkiyê her mirovê maqûl diparêze. Ocalan ji nû ve tiştek dernexistiye.
PKK derbarê jinan de propagandayê dike lê belê hezkirina jinan jî qedrê jinan jî baş nizane. Di nav PKKê de mafên jinan hîç tune ye.
Piştevanê herî mezin ê Alema Îslamê Tirkiye ye. Ger Tirkiye perçe be, dê şewka hemûyan bişikê, ji ber vê, em nahêlin perçe be.
Pergala perwerdeyê û şiklê baweriyê ya Erebîstanê bi ya DAÎŞê ve pişk notanî hev in. DAÎŞ wisa ye ku dikare li Erebîstanê zû bi zû mezin be
Şêweya PKK ya herî salgir û herî xirab e. Helwesteke ku li Rojhilata Navîn her gav tê dîtin bi kar tînin. Ocalan nikare derkeve derve.
Bila berpirsyarên kuştinên li Fransayê din av sîxuriya Fransayê de bigerin. Berê çekê nazvire jinan, ev bêexlaqî û bêwijdanî ye.
Dema ku mijar ewlehiya wan be, Îran û Amerîka çawa biryardar bin, divê Tirkiye ji wisa xwedî biryar be. Divê mîna kal û bavan be.
PKK wekî her gav lîstokekî dilîze, ev çend sal in ku tê gotin dê dest ji çekan berdin. PKK dest ji çekan bernade, li bîrdoziya wê nagire.
Ew kesên wisa hêvî dikin ku Bakurê Iraqê tev li Tirkiyê bibe, din ava safdiliyeke mezin de ne, ev plana xapandina perçekirina Tirkiyê ye.
Hêza Tirkiyê ya aborî û leşkeri têra avakirina Yekîtiya Îslamî nake, yek jî federasyon were dê perçebûnê çê be.
Hin mirovên kêfperest, ji ber ku hêza wan a têkoşîna bi fikrî nemaye, federasyonê û radestbûnê qebûl dikin, gel vê qebûl nake.
Hukûmet dikare hemû mijarên xitimî di pergala parlamenteriyê de çareser bike, çi guherîn pêwîst be dikarin bikin.
Ne tiştekî ku mirov bawerke ku bêjin serokatî dibe lê federasyon çê nabe. Pergala serokatiyê di dawiyê de teqez vediguhere federasyonê.
Em dema ku Yekîtiya Îslamê ava be bextewar dibin. Ger Tirkiye perçe be Yekîtiya Îslamê çênabe, lewre serokatî federasyon ne rast e.
Dema ku yek yekî bikuje, mirov temaşe nake. Bo xelaskirina jiyanan, divê polîs li benda fermana kesî nemînin, demildest mudaxale bikin.
Dema ku jiyana mirovan dibe babet, prosedur nayên şopandin, tenê mirov guh dide denge wijdana xwe.
Divê em nebin layengirê xwedî hêzan, em bibin piştgirê rastan. Ew kesên dibin alîgirê xwedî hêzan û ji her alî ve tên kişandin, zirarek mezin didin Tirkiyê.
Kesên nezan hîç ji Bektaşîtiyê û hezkirina wê a kûr fem nakin. Bektaşîtiyê Anatolî bi hezkirinê ve hêl bi hêl honandiye.
AkPartî avahiyekî mezin e ku Tayyîp Xoce damezrandiye. Ger hin kes rabin û bêjin ez im xwedî, ev yek nabe helwesteke baş.
Hîç kêfa min ji bê wefatî û nedilsoziyê re nayê. Ew exlaqekî gelekî kirêt e ku yek rab eli ser serkeftinên yekî/ê textê xwe ava bike.
Tirkiye di mijara Musilê de dikare tenê desteka lojîstîk bide Iraqê. Divê teqez çek û desteka sîxuriyê ku bibe sedema kuştinê neyê dayîn.
Desteka sîxuriyê nabe ku tu bêjî li vir Misilman hene têkevin û bikujin, berovajî vê, divê tu bêjî li vir sîvîl hene lê nexin.
Prensîba şexsîbûna suc heye. Bi hewa bombebarankirina herêmekî kujerî ye. Zarok, jin û pîr, mirov nayê bombebarankirin.
Misilmanan nayên gulekirin. Ev bêyomî belayê tîne. Teblîx li Misilmanan tê kirin. Bi çekan bersiv nayê dayîn.ji hewa bombe nayê barandin. Kujerî ye.
Divê Tirkiye teqez gule bera ser rêxistinên Misilman yên wek DAÎŞ û Talîban ku di riya şaş de ne nede, gelereşandina ser Misilmanan heram e.
Ji bo ku tevgera bûrokrasiyê ya bi serê xwe were astengkirin pergala serokatiyê ne şert e, bi verastkirinên qanûnî ve ev yek pêkan e.
Bi taybetî jî di pergala darizandinê de verastkirin lazim in, wek mînak, dema ku dadger şaşîyekê bikin divê xebata venêrînê demildest were kirin.
Divê pergala Tirkiyê ne ya ku gel sucdar dibîne be, divê ya gel mafdar dibîne be. Pêwîst e ku destnedayîya dadgeran jî were rakirin
Kujerê bi hezaran mirovan ji gel re wateya welat û milet dibêje û ji gel re jî dibêjin ku vê yekê qebûl bikin, şermeke gelekî mezin e.
PKK çekdarbûnê û birina gencan a çiyê didomîne. Dixwaze ku havirdorê kontrol bike, hêj hin kes bawer in ku dê çekan berde.
Li gelê me heqaret e ku difikirin gel qanî bikin. Em teqez efûkirina kujeran, federasyonê û perçebûnê qebûl nakin.
Bi bilindkirina Ocalan ve wî dixin rewşeke din. Kesê ku bi hezaran mirov kuştine, li hember mezinbûna Tirkiyê disekine nayê pesendkirin.
Tê gotin ku 28ê Sibatê xelas bûye, ew dozên li beyanên bi zordarî hatine îmzekirin hêj dewam dikin, maxdûr hêj maxdûr in.
Hin kes bo rihetiya xwe Tirkiyê dixin nav bobelatekê, ji mezinbûna belayê, ji perçebûna Tirkiyê aciz nabin.
PKK rêxistinek bê xwedê, bê kitêb û komunîst e û aniha herêm dagir kiriye, birayên me Kurd ên oldar ji PKKê nefret dikin.
PKK li herêmê perwerdeya komunîst dide, divê gencên me li hember komunîzmê werin hînkirin, hezkirina niştiman, al, gel, ol û kitêbê hebe.
Ocalan di sala 1999an de qaşogiravî banga çekberdanê kiriye, PKKê jî di 2000an de daxuyandibû ku çek berdaye. Hin safdilan jê bawer kiribûn.
Hin nivîskarên ku rêz li PKKê digirin, dema qala oldar û gele me dibe wek şêran dibin. Helwesteke gelekî çirkîn nişan didin.
Li şûna xapandinê divê em gel li hember talûkeya PKKê hişyar bikin, divê gencên ku bi hezkirina niştiman û alê werin gîhandin.
Kurd têrpaqij in û dilsozê dewletê ne. Lê belê zordestiya çeka PKKê li ser wan heye. Divê birayên me Kurd li hember vê zordestiyê tenê neminin.
PKK rêxitineke kirêt û nebaş e. Mafya cuda ye Kurd cuda ne. Kurd mirovên wek nûrê pak û paqij in, xwedî exlaq in.
Pesindana kujer û kesên terorê teşwîq dike suc e. Pesendkirina Ocalan jî suc e. Ev yek heqaretek li hember hemû gelê me ye.
Em li hember wan kesên ku propagandaya Ocalan û perçebûnê dikin teqez bê deng namînin. Em ê biryarbûna xwe bi zanistê nîşandin
Cîhan cîhê îmtîhanê ye, mirov ku vê îmtîhanê ne girîng bibîne xetayek mezin e. Zewqa îmtîhana li cîhanê cuda ye, divê em ji bin rabin.
Nehezkirin û bêwefabûn dilê gelek mirovan pêçaye. Dema ku nehezkirin û bêwefabûn hebe bêmehrîbanî zêdetir tê dîtin.
Tişta ku pirsgirêkên pêvajoya çareserîyê ji holê rake, xebata fikrî ya li dijî bîrdoziya terorê ye.
Reçeteya rizgarbûna Tirkiyê ne pergala seroktiyê ye, rawestandina perwerdeya Darwînperest û madeperest e.
Pergala perwerdeyê ya Darwînperest û madeperest li dijî Xwedê derdikeve, li cîhê ku ve yek heye bereket û yom namîne.
Dê baş be ku hemû partî hemû koman bi hezkirî hembêz bike. Divê rihê hezkirinê zêdetir were dîtin.
Ji ber ku AkPartiyê rêya Tirkiya kevn a ku gel biçûk didît guherand, miletê me eleqe nişan dide, ev taybetî divê bi her partîyan re hebe.
Divê em bi temamê gelê ve nîşandin ku em hemû li hember afûkirina kujeran û perçebûna welatê xwe ne. Divê cîhan vê bibîne
Tu bêjî ku di pergala Seroktiyê de dê şaredarî xurt bin tê wateya bingeha veguherîna eyaletan. Ev jî tê meneya perçebûnê.
Ew ne tiştekî were qebûlkirin ku rojnameger ji bo fikren wan ji kar tên derxistin. Hebûna fikrên cuda xweşikî ye.
Oldariyek aqilane girîng e. Misilman ji xurafeyan naxape. Quran têr dike.
Xwedê hin hişyariyan dişîne ku mirov Wî bi bîr bixe, lê belê ev yek înkarkirina gelek mirovan ji zêdetir dike.
Li Tirkiyê ji hêla huner û kalîteyê paşveçûn çêbû. Ev talûkeyek mezin e. Divê Wezareta Kalîteyê ava be û piştgiriya kalîteyê were kirin.
Sedema ku em ki dijî serokatiyê ne ew e ku dê dêrî li federasyon û perçebûnê veke. Federasyonbûna wek Meksîka perçebûn e.
Mirov jî wek maşînan in, gava ku hiş û raman bifesihe, hemû laş xerab dibe. Meriv bi îmanê û hezkirinê xweşik dibe.
Gelekî girîng e ku mirov kesên durust bigîhîne. Desthilatiya exlaqê Îslamê û Yekîtiya Îslamê ne bi siyasetê, bi îmanê ve dibe.
Bo desthilatiya exlaqê Îslamê, rêya herî xweş, belavkirina hezkirina Xwedê û rastiyên îmanê vegotin e.
Ew kesên ku Yekîtiya Îslamê armanc dikin, nikarin bi siyasetê biserkevin. Divê çalakiya kesên Îslamê belav dikin xurtkirina îmanê be.
Di axîr zeman de heta derketina Mehdî, dê bûyerên mezin bodomin. Ji berk u derketina Mehdî nêz bûye, bûyer ê şaş bihêlin.
Bi şer û xwînrijandinê ve ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Kesek nafikire ku bi hezkirinê çareser bike. Kaînat bo hezkirinê hatiye çêkirin
Di pergala ortodoksî ya kevneparêz de mirov her gav helwestên ecêp nîşan didin, nayê femkirin ku kengî dost in an ne dost in, ne wefadar in
Bûyîna teknîkerê ol cuda ye, bi girtina rihê ol ve kûrahiya îmanê jiyîn cuda ye. Divê armanca Misilmanan îmana kûr be
Pêxemberê me di hedîsên xwe de derbarê axîr zeman de hurguliyên gelekî hêja dide. Ev hurgulî hemû der tên. Heşa hêj dibêjin derew e.
Cîhan gorî Mehdiyetê bi rêve diçe. Bixwazin nexwazin rastî ev e. Ger li dij bisekinin jî rastî naguhere.
Berê, dema ku digotin Ermen, Kurd û Elewî, wek çêr dihat dîtin. Ev yek bê exlaqiyek mezin e. Hemû jî mirovên wek nûr in.
Kurd, Elewî, Zaza û gelek mirovan di rûyê hin kesên be exlaq de gelek êş kişandin. Lê belê ne tene komekî, pirsgirêkên her kesî hene.
Ya ku divê li dijî terorê were kirin teqez têkoşîna ramanî ye. Divê keç û xort ne bi fikrek ortodoksî ve, bi fikrek ronak ve werin hînkirin.
Heta ku perwerdeya Darwînîst û materyalîst were kirin, li zanîngehan kes û komên tundparêz naqedin. Çareserî guherîna perwerdeyê ye.
Xemila herî mezin a bihuştê hezkirin e. Xwedê neke ger li cîhekê hezkirin tune be, ew der dibe dojeh. Xwedê bihuşt bi hezkirinê xemilandiye.
Gelek alim tenê gilîkirinê dizanin. Rêya ku Xwedê nîşan dide, Pêxember dibêje ango Yekîtiya Îslamê û Mehdiyetê hîç venabêjin.
Zulkarneyn tê wateya du cenahiyê, her du sedsalan nîşan dide, him muctehîdê salên 1900an him jî yê salên 2000an îşaret dike.
Em teqez destûrê nadin ku kesek destê xwe dirêjî Mescîdê Aqsa bike. Xerabûna Mescîdê Aqsa dê hinek beriya qiyametê pêk were.
Çîroka Melîkeya Sebeyê ya di Quranê de derbas dibe, nîşaneya pesindana hukumdarên jin e.
Di her çîrokên Quranê de, ji bo îro, ji bo axretê hikmet û nîşane hene.
Ji bo ku hezkirinê li qûlên xwe bide îspatkirin, Xwedê çîleyê dide.Mirov bi kûrahiya ku ji çîleyê dide ser hezkirina xwe bawer dike, ger nebe ti kes bawer nake
Çawa ku mirov serokên mafyayê vexwîne dîlanekê dibe tiştekî nebaş, dawetkirina PKKê bo şahiyên biharê jî wisa nebaş e.
Divê Demîrtaş destê xwe bide ser wîjdana xwe û axavtinên jidiltir bike. Ger desteka PKKê nebe, ne guncav e ku HDP ser bikeve.
Kurd şêr e, mêrxas e, merd e. Dema ku leşkerên xwe birîndar dibîne, wisa nahêle, digire û dibihere nexweşxaneyê
Helbet ku gel dê alîkariya leşkerên xwe birîndar bike. Ew kesên ku wî exleqê Kurdan ê baş nizane, şaş şîrove dike
Bila PKK dev ji şûmiyê berde. Bila gelê Tirk û artêşa wan baş nas bikin. Em dibêjin em nahêlin welatê me perçe be, em nahêlin jî..
Bila KCK û PKK bêterbiyatiyê nekin. Bila dev ji çeka ku dispêrin serê gel û bi zordetî partiya ku deng bidinê nîşandanê berdin.
Kurd xwedî rûmet in. Bêexlaqî ye ku mirov çekê bikute serê wan û bi darê zorê reyên wan bistîne, bi zorê pere berhev bike.
Kurd nijadekî nûrdar û oldar e. Bîrdozîya qirêj a PKKê qebûl nakin. Em zordestiya PKKê li ser Kurdan paşguh nakin
Divê pêbaweriyek baş bidin gel ku bêhuquqiyên wiha carek din nayên kirin. Ev jî bi bersiva huquqî ya li hember kiriyan ve mumkun e.
Ger wiha bêhurmet di ser mala pêşengê partiyekî de bigirin, dê sibê di ser mala her welatî de jî bigirin. Divê tevdîr were girtin.
Di ser mala Demîrtaş de girtin, xwe nezaniyek mezin e. Divê van kesan ji kar bigirin û ji Demîrtaş lêborînê bixwazin.
Xwedê demildest belaya kesên ku bi pêxemberan de dikevin dide. Xwedê teqez mukafata kesên di rêya Xwedê de Îslamê dijîn dide.
Mezinbûna Xwedê kêfê dide bawermendan. Bawermend ji mezintiya Xwedê şad dibe.
Ya hêja ew e ku mirov bi wijdanek azad Xwedê hez bike. Xwedê ji mirovan tiştên wiha dixwaze.
Dema ku tu ji paşverûyan dipirsî; “Te ev yek ji ku derxist?” dibêjin “Me ji bav û kalên xwe wiha dît”. Ew gorî Quranê tev nagerin.
Dema Îslamê dicehmînin, dema ku rewşa olê ji heyatê dixînin, wisa bawer dikin ku dibin herî xwedî teqwa. Ol ne dordarî ye, ol hêsanî ye.
Ew ên paşverû nikarin wê ola ku wan afirandiye jî jiyan bikin. Pergalek ezîyetê wisa çêkirine ku, ne mumkun e têkeve nav jiyanê.
Divê ew kesên ku Misilmanan, bi mehzheban, bi koman û bi hukmên ku di Quranê de nîn in ve perçe perçeyî dikin, hesabê bidin Xwedê bifikirin.
Tişta ku di mezhebekê de helal e, di ya din de heram e. Ne gorî gotina Xwedê, gorî gotinên xwe helal û heramê diyar dikin.
Di Quranê de dibêje ku “Xwedê bo we dijwariyê naxwaze”. Yên paşverû tim dixwazin dijwarî hebe, seba wê heşa Quranê kêm dibînin.
Ew muşrîkên ku ji hunerê, ji nezaketê, ji paqijiyê fem nakin, bawer dikin ku dê cîhanê veguherînin.
Xwedê dibêje ku muşrîk kesên qirêj in. Ev ne qirêjiyek manewî ye, fizîkî ye jî. Mala wan, ew bi xwe, nêrîn û jiyana wan qirêj e.
Muşrîk Mehdîyetê naxwazin, Yekîtiya Îslamê naxwazin. Tevî ku ew nexwazin jî, dê Xwedê ola rasteqîn belavî cîhanê bike.
Muşrîk li hember kufrê perçiqî ne. Her gav li hember wan belengaz, bêkarekter in û ji wan ditirsin.
Ji ber gotin û vegotinên kêmaqil yên paşverûyan, li hember Îslamê hêrsek gewre pêk tê. Xebatên me vê hêrsê berheva dike.
Federasyon derîyê sîstemek wisa vedike ku yekcar pêşî li Yekîtiya Îslamê digire û ava nebe. Kesek nikare berdêla vê yekê bide.
Tim şêweyek cirnexweş nîşan didin, yek car gotina hezkirin û dilovaniyê nakin. Ji ber vê yekê, yên paşverû zirarek mezin didin Îslamê.
Xiristiyan, Ermen, Cihû xweşikîyên Tirkiyê ne. Bila perestgehên wan vekirî bin, em çinginiya zengilên dêran bibihîzin, hemû yên me ne.
Muşrîk ew kes in ku li ser navê Xwedê, pêvekan bi ola Xwedê ve dikin. Di alema Îslamê de niha gelek muşrîk hene.
Pêdaketina bi muşrîk, munafiq û ehlê kufrê de xêr e. Dixwazin ku têkoşîna zanistî demildest biqede, wê demê xêr û xêrat namîne.
Şad dibin ku Şiî, Suniyan Sunî jî Şiîyan dikujin. Ev yek zulma ku paşverûtiyê derxistiye. Di Quranê de Şiîtî-Sunîtî tune ye.
Hin kes bona berjewendiyên xwe naxwazin Mehdî derkeve, Îsa (as) were, lê belê me ev yek li gel da nasîn.
Nîşaneyên ku Pêxemberê me derbarê Mehdiyetê de gotine, yek bi yek derketine û hêj derdikevin.
Gelek kes hesûdiya rastderketina mûcîzeyên Pêxemberê me yên derbarê axîrê zeman de dikin, lê belê li hember mûcîzeyan têk çûne.
Alema Îslamê tî û birçiyê Îtîhada Îslamê ye, muhtacê pêşengekî ye, dê Xwedê wî/ê kesî/ê di nava çend salan de li mirovan nişan bide.
Divê bi îmaneke kûr, bi rasteqîniyên îmanê, bi mucîzeyên Quranê, bi hezkirinê ve nêzî tiştan bin.
Li Misrê û li gelek dewletên din, zordariyê li Misilanan dikin, rawestandina xwîna dirije, ne bi siyasetê ve, bi xurtkirina îmanê ve dibe.
Şûna ku qala hezkirinê, dostaniyê û eşqa Xwedê bikin, her gav behsa pevçûnan dikin. Her gav di nav têkçûnê de ne.
Gelekî sosret e ku alimên Îslamê, şûna ku hewl bidin fîtne bisekine, şer raweste, şêweyeka ku Misilmanan bera hev didin bikartînin.
Bila dilê Selahedîn Demîrtaş rihet be, em teqez nahêlin ku kesek fîtika xwe lê bixe. Em ê wî destê ku dirêjî wî be bi dadê bişkênin.
Selahedînê Eyûbî kesayetiyekî xwedî qîmet ê ji dîrokê ye, li Misrê bo têkoşîna dijî terorê, derxistina ji pirtûkên dibistanan ne wijdanî ye.
Lîbya, Surî, Iraq û Yemen… dema ku her deverên Alema Îslamê di nav êş û elemê de ye, xwestina rizgariya yek dewletê ne wijdanî ye.
Rihetiya Kurdan me kêfxweş dike. Heta ku nexwazin Tirkiyê perçe bikin, dikarin li Sûriyê û Iraqê her tiştî ava bikin
Kurdbûn şeref e. Gelek alimên Îslamê Kurd in. Ûstadê min Kurd e. Kurdbûn xweşikî ye, nîmet e.
Ji bo ti mijarê leşkerên me ji PKKê destûrê naxwaze. Rewşek wiha wijdana gelê me diêşîne. Tiştekî wisa di dîroka Komarê de tune ye.
Divê em bi her axavtina xwe ve, banga dilnermî, dilovanî û dilnizmiyê bikin. Axavtina pozbilindî teqez kêr nayê.
Pergala Serokatiyê dê Tirkiyê perçe perçeyî bike. Hîç birayekî me yî Kurd naxwaze di bin banê dewletek Komunîst bijî.
Bi helwesta li dijî Mehdiyetê ve serkeftin nabe. Ew kesên ku li hember Mehdiyetê ne, dê teqez têk biçin.
Dujminiya Mûseviyan nexweşiyek derûnî ye. Zarokên Hz. Yaqup emanetê me yên Xwedê ne. Nefret ne exlaqekî gorî Quranê ye.
Ermenbûn teqez ne tiştekî mirov pê biçûk be ye. Rûmetî ye. Ermen ewladên pak û paqij ên vî welatî ne.
Di navbera Îmraliyê û Qendîlê ti cudahî tune ye. Şerê xwediyê dîkan dikin. Armanca wan heman e; derketina Ocalan û perçebûna Tirkiyê ye.
Kî dixwaze di bin zordariyeke Stalînîst de bijî? Birayên me yên Kurd jî naxwazin. Hemû ji PKKê nefret dikin.
Armanca wan a perçekirina Tirkiyê, pêşîlêgirtina Yekîtiya Îslamê ye, û qutkirina têkiliya dewletên Îslamî û Tirkiyê ye.
PKK komkirina çekan didomîne, mezinahiya talûkeyê pêşçav e. Divê gele me jî li hember federasyonê û vê talûkeyê baldar be.
PKK hewl dide ku dewletek Marksîst, Stalînîst ava bike. Divê her kes vê xetereyê bibine.
Bo mêran kêf û şahiyê serbest dibînin, bo jinan jî her tiştî qedexe dikin. Evqas zordestiya li ser jinan bi ti awayî ne wijdanî ye.
Hema hema hemû çekên ku didin Iraqê dikevin destê DAÎŞê. Divê Amerîka şûna ku tim çekan bifiroşe, têkoşîna zanistî bike.
Alema Îslamê ti car naxwaze bifikire ku ev belayan ji ku tên. Dema ji Quranê ji Xwedê dûr dijîn, Xwedê aramiyê nade.
Ew êrîşên li Başûrê Rojhilat li xebatên hilbijartinê tên kirin, peyama PKKê bo alîgirên xwe ne ku xwe bihêz nîşan dide, divê destûrê nedin wan.
Dema dibêjin bila pêşengekî alema Îslamê hebe, divê navê wî pêşengî jî bê gotin, ti kes xeynî Mehdî pêşengekî napejirîne.
Zanist sedema bawerkirina Xwedê ye. Zanist rêya têgihîştina hunera Xwedê ye. Îmana jidil û durist bi deste aqil û zanistê di dil de cîh dibe.
Penaber her gav di behrê de dixeniqin. Ger pişîk û kûçik bimrin dê zêdetir bala cîhanê bikêşe. Pêwîstiya cîhanê bi hezkirina mirovan heye.
Bila guherînek bê kirin. Bila parlemen bibe cîhê hezkirin û dostaniyê. Bila hêrs û gengeşî asayî nebe.
Hîç ne normal e ku di meclîsê de jin gelekî kêm in. Divê herî kêm nîvê meclîsê jin be. Cîhê ku jin lê ye wek bihuştê ye.
Her kî be bila bibe, ger mirovek di sertên dijwar de behsa Xwedê bike, bo olê xîret bike, divê were destekkirin. Divê ev giyan belav be.
Ya ku HDP dibêje hevserokwezîrtî, esas federasyona bi du dewlet û du serok e, navê kubar ê perçebûnê ye.
HDPê di beyannameya xwe de tiştên ku ev 40 sal in Ocalan dibêje nivîsiye, ev modela bi dewletên federe yên Tirk û Kurd ve perçekirin e.
Divê HDP jidil be, bila nebêjin li dijî serokatiyê ne. Ya k udi beyannameye de vegotine, serokatiya herî berfireh e.
Li ernîgariya Îslamê gelek zordarî li Misilmanan tê kirin, paşê jî dibêjin mirov çima xwe li tundiyê digirin. Heznekirin tundiyê tine.
Di Şerê Yekem ê Cîhanê de li Anatoliyê bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mafê Misilmanên şehîd bûne nayê rojevê.
Dema ku bi Ermenîstanê re diaxivin, behsa Qerebaxê kirin ne durist e. Divê hezkirin û xweşikî were nîşandan.
Di gelek heyamên dîrokê de xwîn heye. Mirina Ermenan, mirina Tirk û Kurdan jî êş e. Mîna vê, reşerûpelên dîrokê gelek in.
Ez bi çekan ve guherandina ramanan qebûl nakim. Ez di wê baweriyê me ku divê bi ramanê ve dijî PKKê têkoşîn were kirin.
Her misilman neteweperwerê Îslamê ye. Ez ne nijadperest im. Ji bo min Kurd, Laz, Çerkes hemû wekhev in. Mezintî bi teqwayê ve ye.
Bila Amerîka radestî Xwedê be, bila perwerdeya Darwînperest-Madepereset rawestîne. Dema ku amerîka oldar bû gelekî zengîn bû, dema ku dest ji oldarîyê berda, feqîr bû.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.
Kurd, pîroz in, qedirbilind in, oldar in, kubar in. Kesên paqij in. Dema ku dibêjin Kurd, ez dizanim ku ez ê bi kesekî/a kubar re rûbirû bim.
Ger em hezkirina mirovan hêvî bikin, dibe şîrk. Divê em bi hezkirina Xwedê ve hez bikin.
Xwedê bala me veke, bi xwe ve girêdanê û tenê Cenabê Wî hezkirinê nesîbke. Kêmasiya baweriyê gelekî xeter e, Xwedê bisitirîne.
Wextê ku belayek hat serê mirovan, divê nebêje ku dijî min qewimiye, Di wê de teqez xêrek heye. Xwedê bo ku vegerîne xwe pêk tîne.
Xwedê dîrokê birêve dibe û di guherandina dîrokê de hin qûlên peywirdar hene. Ew qûlên nepenî di guherandina dîrokê de ji aliyê Xwedê tên îlhamkirin.
Li cîhê ku hezkirin tune be, têkçûn heye. Li cîhê ku hezkirin nebe, bêexlaqî heye.
Mehdiyet ne proje ye. Rasteqîn e. Ne guncav e ku em Mehdiyetê ji qederê derxin, dê teqez bibe.
Em ê Başûrê Rojhilatê jî wek Parîs, wek London bikin û em ê hêjatir jî bikin. Em ê bi destûra Xwedê vê lîstika qirêj xirabkin.
Di Îtihadê Îslamê dehezkirin, dilovanî, dostanî, biratî qencî û bereket heye. Hembêzkirina hemû cîhanê, bo başiya hemû kesî xîretkirin heye.
Di nava ramana PKKê de dilpakî, dilovanî, hezkirin tune ye, xofa Xwedê, hezkirina Xwedê tune ye, zanistî û huner tune ye. Tenê tundî û tirs heye.
Ji bo birayên me Kurd jî, bo me hemûyan jî, bo cîhanê jî cîhê rizgarbûnê Îtihadê Îslam e.
Di zimanê hezkirinê de canzerî tune ye. Bi israrî aştî, bi israrî hezkirin. Heta dawiya emrê xwe dê aştî û hezkirinê biparêze. Ev yek ferz e.
Rîsaleyên Nûr berhemên dilrihetkirî ne. Kesê ku Rîsaleyên Nûr ji sêrî heta dawiyê bixwîne digîhêje. Nêrîna wî/wê rind dibe, bi çavekî xweş li cîhanê, li bûyeran, li mirovan dinêre.
Di cudahiyê de rehmet na, zulmet heye. Misilman dê bibin yek. Hemû ayetên Quranê ji bo yekîtî û bihevrebûnê ne.
Bindest ti carî winda nakin, hevalbendên Xwedê dê bi serkevin. Dijminên Xwedê dê têk biçin.
Kurd gellekî merd in. Xweparastina taybetmendiyên xwe û zimanên xwe baş e. Ev dewlemendiyê. Başiyê lê belê em li Tirkiyeyê dijîn. Zanîna tirkî ji aliyê hemû kesî ve, bo sîstemê, bo hizûra me û bo bextewariya me gellekî baş e. Nîmetek e.
Digel serê tivingê ji PKKê re tu tişt nayê eşkere kirin. Bi zanistê tê vegotin, bi felsefeyê tê vegotin. Şêwaza PKKê kuştine. Şêwaza misilmaniyê jî vejandine. Vejandin bi ilm ê, bi qaneh û telqînê pêk tê.
Di feraseta Îslama rast de azadî heye. Xumama li ser mê dê her sal herin. Dê perdeya li ser Ashab-î Kêf rabe. Kêliya Xweda, perdeyan ji ser me rakê dê şiyana dîtînên me qewî bibe. Dê hîn bêtîr qewî bibe.
Kurdistana Komunîst tê çi wateyê li herême? Dê wê demê bibe armanca Evrûpa û Amerîka. Dê tu tesîra wê tunebe. Kesê ku bi zordariyê olê disepîne paşverû ye.
Di hevgirtîbûn û bihevrebûnê de bedewî heye, hêz heye. Ji bo vê yeke jî Xweda dibêjî bibin yek û bihevre bin. Tu wisa difikirî ku dê kurdan bikin yek. Dê kurd bextewar bibin. Tiştekî wisa pêk nayê. Difikirin ku komkujiya mezin a kurd pêk bînin.
Tu tiştê te tuneye, hemû tiştê heyî yên Xwedê ne. Xweşikbûn jî, pêdanhezkirin jî, pêdanecibandin jî, hemû bi qudreta Xwedê pêk tên. Bedewiya bêdawî, Cenabê Xwedê bi xwe ye.
Weke welat eger em hêla xwe ya binyadî ji dest bidin, hêza xwe ya manevî ji neparêzin, em îmana xwe ji dest bidin em ê perîşan bibin. Xweda mihafaza bike. Lê belê înşAllah, bi vê hêza îmanî, bi vê hêza Mehdiyî û bi îzna Xwedê em ê bibin serwerê dinyayê.
Îslam xweştirîn tişt e. Tiştê herî bi qelîte û herî rast e. Wateya Îslamê ev e. Îslam di bêhempabûn, aqilanebûn rastbûn her tiştî de heye.
Mirov tim tenê ne. kes ti kesî hez nake, bê heval in, bê dost in. Heçku evîn, hezkirin, rêzgirtin, qedirgirtin gelekî xweş e. Gelek însan qedrê hev nagrin, rêz nagrin, ev tiştekî tirsnak e.
Şertê Cenabê Xwedê çi ye? Dibêje li hember êşê berxwe bide. Bo êş û kederê sebirke. Ger xwe wek êşkêş nîşan bide û ti êşê nekşîne, ti encam dernakeve.
Ma tank û topên Hz. Ûsiv hebûn? Na. Bi hezaran xwendekarên wî hebûn? Na. Pere û pûlên wî hebûn? Tune bû. Çi hebû? Dilsozî hebû. Ew mehdîyê wê heyamê bû. Xwedê ew bi ser xist.
Em ê li Herêma Kurdan bihuştê bo kurdan avakin. Em ê Amedê, Mêrdînê, Sêrtê wek Parîs û Londonê bikin. Em ê bi zanist û dadmendiyê ve koka PKKê biqelînin. Li wir gefên PKKê namînin, em ê bi îzna Xwedê tirsa PKK nehêlin.
Bawermend ji bo Xwedê dijî û ji bo rizayê Xwedê jî dimrin. Ger mirov bo rizayê Xwedê nejî, jîyan wek cehnemê dibe. Her tişt bo rizayê Xwedê ye. Bihuşt jî bo rizayê Xwedê xweş e.
Abdullah Ocalan malbatê qebûl nake, olê qebûl nake, rêvebirineke komunîst dixwaze. Em nahêlin ku li Rojhilatê Tirkiyê Koreya Bakur a nû were damezrandin. Ger tiştekî wiha pêk were dê belavî her derê be û dê Tirkiye jî biçe.
Di Îslamê de dilsozî, sadaqat heye. Lê belê di siyasetê de tune ye. Di heyama mehdiyetê de ev yek ê bi temamî durist be. Dilsozî û sadaqat ê jî durist be. Ligel me qedr û qîmeta mirovan tê zanîn.
Hevalên gelê Kurd yên rast bawermend in. Em ji hemûyan hez dikin. Em teqez destûrê nadin çekên PKKê. Ti eleqeya birayên me Kurd bi PKKya bê Xwedê û mafya re tune ye.
PKK xwedîyê hişekî kuştinê ye. Ya ku em li hember disekinin ev yek e. Em ê gelê Kurd ji însafa PKKê re nehêlin.
Çawa ku ti kes nikare tikilî xwekirin û tevgera mêran be, ti kes nikare tikilî kinc û kenên jinan jî be. Xwişk û birayên me Kurd gelek gelek êş kişandin. Li wan xwedî derketin deynê stûyê me ye.
Heta ku bersiva zanistî ya perwerdeya Darwînperest û madeperset neyê dayîn, heta ku rasteqîniyên baweriyê û mucîzeyên Quranê neyê dayî nifşên bi exlaq dernakevin
Dema ku xayîntî û bêbextî li yekî/ê were kirin, Xwedê wî kesî xurttir dike. Kesên ku bi xayîntî û bêbextiyê re rûbirû bimîne nakeve astengiyê. Xurttir dibe.
Şêweya PKKê ya bê dîn û bê Xwedê, miletê Kurd dixe nav tengasiyê. Ji bo ku ew ji vê bifilitin, em ê xebatên aramanî bikin.
Başiya ku hezkirinê cara ewil derxistiye holê fedakarî ye. Ger navbeyna welatan de hezkirin çê be, dê aştî û aramiya rasteqîn bibe.
Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.
Ger tu wek Ûsiv bî, dê Xwedê Zulêyxayê bişîne ba te. Nexwe li çolistanê gerînê ve nabe.
Em dijî çekan in, em dijî xwînê ne jî. Em dijî fîşengan in. Em bêhna xwînê, barûdê naxwazin. Bila hawirdor wek gulan bêhn vede.
Ger tu zordariyê fêrkî, ew ê jî zordariyê bike. Dilovaniyê, hişmendiyê, axavtinê, rêbazên qanîkirinê, delîlên zanistî fêr bike. Ji her tiştî zêdetir, hezkirina Xwedê, xofa Xwedê hîn bike.
Navê pergala ku bi raman û hezkirinê ve derketiye mehdiyet e. Navê pergala tund û tirsê jî decaliyet e.
Dera ku ol lê serbest be, bereket tê wî welatî. Dema ku li Tirkiyê ol serbest be, dê nûr û bereket were Tirkiyê.
Kesê zordariyê digere, zordariyê heq dike. Ger tu zordariyê, belayê, xwînê bidî pêş, bela yê te bixeniqîne. Ger tu bi hezkirinê ve nêz bibûya, dê hezkirin ê bihata.
Îslam heq e, li ser pêyan dimîne lê belê pergalên zordariyê her gav winda dibin. “Tişta batil windabûyî ye” ev gotina Xwedê ye.
Giyanê mirovan bo hêrsê jî bo hezkirinê jî guncav e. Bo girînê jî bo kenê jî guncav e. Divê şûna hefretê hezkirin were bijartin.
Em ji bo oldariyê tî û birçî ne. Ol tê wateya xweşikiyê. Em bo dostanî, biratî, qencî û hezkirinê dijîn.
Şaşiya herî mezin a mirovan ev e ku cîhanê wek cîhê lîstik û şahiyê dibînin. Cîhan ne ji bo jîyînê, ji bo îmtîhanê hatiye çêkirin.
Dema ku Xwedê mirovan dişîne cîhanê, li hember şeytanên beşerî û cinî bêparastin naşîne. Agahiyên van di Quranê de ji me re dibêje.
Paşverû dostaniyê, hevaltiyê, muzîkê, hunerê wek pîvana kufrê dizanin û li dij disekinin. Esas bi pîvana Quranê tê sepandin.
Bawermend li cîhanê hemû nîmetan bi pîvana Quranê, bi mertalê Quranê ve dijî. Jiber ku yên paşverû vêya aqil nakin, pişta xwe pê de dikin.
Nîmet li cîhanê para bawermendan û ehlê kufrê ne, lê belê li axretê tenê para bawermendan e. Bawermend li cîhanê bi giyanê Quranê ve dijî.
Xwedê nabêje bibin dujminê jinan, dibêje jin emanetî we, hûn jî emanetî jinan in. Yên paşverû bi awayekî bêexlaq jinan mîna talûke dibînin.
Ew kesên ku êrîşî birayên me yên Surîyî dikin, ji Esad zêdetir bêexlaqî dikin. Bêperwerî ye ku mirov êrîşî kesên xwe spartine me bike.
Ew kesê ku dizane Xwedê her tişt afirandiye, dizane ku di bin parastina Xwedê de ye û ji tiştekî jî natirse.
Êrîşa ku li HDPê hatiye kirin, bêexlaqî û zordarî ye. Li welatekî demokratîk tiştên wiha teqez nayên pejirandin.
Îman navê berxwedana li hember wesweseyên şeytîn, li hember şik û gumanan e. Dê şikbarî her gav were û dê Misilman tim ser kevin.
Ew rewşa tirsnak a ku Alema Îslamê ketiyê, dê bi îzna Xwedê bi saya Mehdî were çareserkirin.
Kesê ku dixwaze li dijî DAÎŞê tê bikoşe, bila Mehdî bigere, bila Îsayê Mesîh bigere.
Bi her zimanî Quran heye, divê Qurana bi Kurdî jî hebe. Bi her zimanî çapkirina Quranê ya dîyanetê xweşikî ye.
Li Başûrê Rojhilat rewşek bizavî çê bûye, gelek sazîyên civakî û partiyên siyasî nikarin têkevin herêmê. Divê ev rewş were sererastkirin.
Desthilatiya exlaqê Îslamê, xelasbûna paşverûtiyê û gihîştina mirovan a aramîyê ye. Hatina şadî û xweşikiyê ye bo cîhanê.
Ocalan ji sêrî pêve piştgiriya pergala serokatiyê dikir û ji her kesî zêdetir dixwaze. Kesên ku berovajî vê yekê dibêjin ne dirust in.
Mirov di her heyamê de hêviya xelaskeran dike, lê dema ku hin hişyarker tên, li dij jî disekinin. Kesên çaverêya Mehdî dikirin, paşê li dij dibûn.
Gorî agahîyên alimên Îslamê, dema ku Mehdî were, dê paşverû bidin pêş ku Mehdî olê diguherîne û dê li dij bisekinin.
Tê ragihandin ku dê têkoşîna Mehdî 40 salî bidome. Tê femkirin ku dê rastî gelek dijwarî û inyatan were.
Em ê tim lêgera xwe ya Mehdî bidomînin, hêj nedîtina me ya rûçikê wî kesî, xebat û xîreta me teqez naguherîne.
Xwedê ferman dike û dibêje ku guh medin muşrîkan. Yên bawermend guh nadin zordariya paşverûyan û mezinbûna Quranê vedibêjin.
Hewcedariya Tirkiyê bi aramiyê heye. Şûna ku bûyeran mezin bikin, ya baş ew e ku kesayetan aş bikin.
Divê bi dadê û qanûnan ve destê wan kesên ku li hember Tayyîp Xoce bi awayekî nedemokratîk dafikan daydinin were şikestin.
Dema ku êrîşek li ser partiyekî dibe, negirtina êrîşkeran ne tiştekî ji rêzê ye. Divê êrîşker demildest werin girtin.
Li gelek deverên cîhanê bo tiştên gelekî beredayî pere tên serfkirin, ji pere xerckirina bo penaberan direvin, şermek mezin e.
Bila hemû cîhan dev ji bêrehmiya li hember penaberan berde. Cîhan erdekî mezin î fireh e, dikarin wan li cîhekî ewle niştecîh bikin.
Hêza ku dikare li dijî DAÎŞê bisekine Mehdîyet e. Ew bi xwe jî dibêjin heya ku Mehdî derkeve dê di vê rêyê de dewam bikin.
Piştî her şeva reş û tarî berbangek heye. Ew berbang dê bibe berbanga Misilamanan, dê bibe berbanga Îtîhadê Îslamê.
Ger li cîhanê dijwarî û tengasî nebin, îmtîhan nebe hîç wateya lêmayîna cîhanê namîne.
Yê ku xweşikiyê çê dike û derdixe holê jî Xwedê ye. Heta ku Xwedê need hezkirin, ti kes nikare hez bike.
Divê Xwedê bi awayekî coş, jidil û biryardar bê zikirkirin. Xwedê zikirê wiha ji me dixwaze. Di bîranîna Xwedê de tengsistî nabe.
Ew eziyeta ku PKK li gelê herêmê dike, manen hemû miletê me rûreş dike. Paşguhkirina vê ne rast e. Divê hemû tevdîrên dadî hildin.
Şûna ku ewqas pere bêhûde tê xerckirin, bila bînin deynê gelê rojhilatê, deynê kesên destteng bidinû alîkarê wan bin.
Ger li rojhilatê mirov nikaribin deynê xwe cêranê bidin, ew kesên ku wan kirine wî halî berpirsyar in.
Ti kes nikare li cîhê ku gel tê tirsandin û tê çewisandin, qala hilbijartinek dadmend û dirust bike.
Malbata Barzanî bi eslê xwe seyîd in, ew bi xwe jî kesekî oldar e. Ger di tora wî de Cihûtî hebe jî ev yek ne tiştekî şermê ye.
Muhalif gazetecilerin olması, muhalif basının olması bir ülke için nimettir. Demokrasinin güzelliğidir eleştiriler.
Rexneyên dostan nîmet e. Noş e. Bihecîhek desthilatdaran a bîrdozî heye, ev yek bi saya xebatên me yên zanistî ava bû.
Helbet nabe ku berê xwe bidin kujeran û biaxivin. Lê belê dikarin rêyek maqûl û rasterast bibînin û têkiliyên me û Misirê baş bikin.
Ne dirust e ku têkiliya me û Misirê bi temamî qut be. Divê teqez rêyek were dîtin ku biratiya me û Misirê qewîtir be.
Misir, Lîbya, Sûrî, Iraq her dever tarûbar kirin. Tenê nekarîn Tirkiyê hilweşînin. Û em teqez nahêlin ku vê yekê pêk bînin.
Di ser mala Demîrtaş de girtin, xwe nezaniyek mezin e. Divê van kesan ji kar bigirin û ji Demîrtaş lêborînê bixwazin.
Mezinbûna Xwedê kêfê dide bawermendan. Bawermend ji mezintiya Xwedê şad dibe.
Ya hêja ew e ku mirov bi wijdanek azad Xwedê hez bike. Xwedê ji mirovan tiştên wiha dixwaze.
Ew ên paşverû nikarin wê ola ku wan afirandiye jî jiyan bikin. Pergalek ezîyetê wisa çêkirine ku, ne mumkun e têkeve nav jiyanê.
Divê ew kesên ku Misilmanan, bi mehzheban, bi koman û bi hukmên ku di Quranê de nîn in ve perçe perçeyî dikin, hesabê bidin Xwedê bifikirin.
Şad dibin ku Şiî, Suniyan Sunî jî Şiîyan dikujin. Ev yek zulma ku paşverûtiyê derxistiye. Di Quranê de Şiîtî-Sunîtî tune ye.
Ger perçebûn çêbe, avabûna Yekîtiya Îslamê nepêkan dibe. Jiber vê yekê em li Başûrê Rojhilat destûr nadin modelek komunîst wek Koreya Bakur.
Ger em perçebûnê qebûl bikin, em di bin zulma komunîst de binpêbûna birayên me Kurd ên ku çend salan hatin çewisandin jî qebûl dikin.
Li herêmê xeynî Yekîtiya Îslamê ti çare bo miletekî tune ye. Divê Barzanî jî vê talûkeyê baş bibîne û xwe bi Yekîtiya Îslamê bigre.
Ger huner û xweşikî dernekeve pêş, giyanê nefret û hêrsê belav dibe. Kalîteyek taybet a ruhê hunermendan heye. Dîvê bo civakê bibe mînak.
Hezkirin, huner, xweşikî nîmetên herî rind ên Xwedê ne. Ji nav jiyanê derxistina van nîmetan, welêt jî cîhanê jî reşerewş dike.
Çareseriya her cure tundiyê, perwerdeya hezkirinê ye. Hezkirin xala jiyanê ya cîhanê ye, ger hezkirin nebe, jiyan nabe.
Ne mumkun e ku li Rojhilata Navîn pergalek gorî nijadê ava be. Nijadekî saf tune ye. Em hemû zarokên Hz. Adem in.
Her cureyê nijadperestiyê nebaş e. Kurd mirovên nola nûrê ne, em serfiraz in ku bibin rêveberê me. Ramana gorî nijadê perçebûn e.
Geşa Demîrtaş, qedirgirtina wî ya jinan baş e, di bin bandora PKKê de bûn mirov aciz dike. Ger sîya PKKê nebe, dê bibe pêşengekî mezin.
Îslama di Quranê de hêsan e. Ya dijwar ew pergala ku paşverû derdixin, û dûrê aqil û ne gorî olê ye.
Ew kesên ku ji jinan re dibêjin kêmhebûnbi xwe kêmaqil in. Ewên paşverû heşa radibin olê hînê Xwedê dikin.
Bêhna mirinê ji pergala paşverûyan tê. Muzîk, huner, xweşikî, hezkirin û şadî tune ye. Qedirgirtina jinan tune ye. Cîhan mîna dojehê dibe.
Dema ku em dibêjin dê Mehdî olê hêsan bike, tê wateya peyçûna helal û heramên Quranê, û rakirina hukmên di Quranê de tune ne.
Îdeala me Yekîtiya Îslamê heye. Hemû alema Îslamê bin azarê de ye. Ger Tirkîye jî perçe be, Yekîtiyê ava nabe. Gunehê wê stûyê her kesî ye.
Evîndarîya jinekî weke evîndarîya Xwedê mumkûn e. Bi zanebûna tecelîya Xwedê hezkirin, hezkirina rasteqîn e.
Ger tu dikarî jinekî mîna hewandina kulîlkan bihewînî, evîndarê wê be. Jin ji kesê li hember xwe îman teqwa û exlaqê baş dixwaze.
Mirovê destê wî/wê li xwîna Misilmanan gerîyabe dê heta hetê di dojehê de bimîne. Yê ku li dijî DAÎŞê têdikoşe bila bi îlm û îrfanê bike.
Em gelekî ji Kurdan hez dikin, em ê bi hev re li çîyan deng û daholê goveng bigerînin, sifreyan vekin. Em destûrê nadin PKKê.
Gelek mêr wisa zanin ku ew bo rêvebirana jinan peywirdar in. Jin zêdetir hişmend û raman kûr in.
Bi hatina Mehdî ve dê dostanî, hezkirin li cîhanê bibe karê sereke. Dê hemû çek ji holê rabin, dê hemû şer û pevçûn biqedin.
Dîtina jinan wek sûcdarê pêkan yek ji wan şêweyên têgihîştîna paşverûyan a Îslamê ye.
Misilman ango mirovê herî bikalîte herî paqij û baş. Misilmantî ne ew pergala tundrew ku paşverû qal dikin e.
Di bihuştê de nîgar, muzîk û xweşikî heye. Xwedê ji me dixwaze ku em bi îman û hiş ve cîhanê jî wek bihuştê bikin. Bawermend dojehê naxwaze.
Dema muzîk, xweşikî, şadî hebe îmana hin paşverûyan zehîf dibe. Ne normal e ku dema muzîk lêdikeve mirov Xwedê jibîr bike.
Divê Misilman gotina Xwedê bawer bike. Dibêje ez ê yên baş têxim bihuştê. Xwedê ji soza xwe venagere. Mumîn divê tam bawer bike.
Perçebûna Tirkiyê tê wateya avabûna dewletek komunîst, û tê wateya qutbûna navbera Tirkiyê û alema Îslamê . Em vê yekê nahêlin.
Gotina ku dê Tirkiye bi federebûnê ve mezin be ji derî aqil e. Tirkiya Mezin wiha nayê avakirin
Ger kesên li hember dewletê dijminiyê dikin, çalakîyan dikin hebin, divê bi qanûnan bên girtin û bavêjin girtîgehê. Paşguh nabe.
Em dizanin ku DAÎŞ li ser çavkaniyên kevneşopî ye û di rêyek şaş de ye, heta ku ev agahîyên di van çavkaniyan de hebin tundî nasekine.
Terikandina canê me birayên me yên Kurd bo PKKê ne tiştekî ku wijdan qebûl bike ye.
Ew kesên ku dibêjin hela em perçekirina Tirkiyê biceribînin gelo çi be, dê poşman bin, kevir li ser keviran namîne.
Ji ragihandina serxwebûnê ya Barzanî Tirkiye aciz nabe. Barzanî mirovekî mazlûm û efendî ye. Bila piştgiriya gencan jî dewam bike.
Xwedîderketina gencên Kurd a Barzanî baş e. Em dixwazin Kurd azad û aram bin. Em dijî perçebûna Tikriyê ne.
Xwedê ji me samîmîyetê dixwaze. Dibêje ger em jidil bin dê exlaqê Îslamê bibe desthilatê cîhanê.
PKK û dewleta kûr ji nêz ve di nav hev de ne. Îroj jî ev bihevrebûn aşkere ye.
Dibe ku li hember Barzanî û malbata wî suîqast were kirin. Bila Tirkiye alîkariya parastina Barzanî jî bike û lê xwedî derkeve.
Amerîkaya kûr dixwaze li herêmê dewletek komunîst ava bike. Vê modelê tim dixwazin. Komunîstan ewilî xurt dikin piştre jî diçewisînin.
Gelê herêmê oldar e. Bi ti awayî fikrên qirêj û rihê kujeriyê yê PKKê napejirîne. Ji ber vê yekê bila hîç dilê xwe berşoşkî nekin.
Bi bombe û çekan mirov nayên aşkirin. Bi xwînê, kujerîyê û kuştinê ve têkoşîn nabe. Têkoşîn tenê bi ramanê dibe.
Çek û bombe lîstika şeytan e. Şeytan tim dixwaze xwîn birije. Mirov ne bi çekê bi ramanê tê qanîkirin, ger qanî nebe rêz lê tê girtin.
Tişta herî bibandor a ku li hember çalakiyên kolanan ên PKKê were kirin, girtina wan çalakvanan e û darizandin e.
Amerîkaya kûr hînî kujeriya xwe bûye, wisa hedizane ku dê Tirkiyê jî bi DAÎŞê re bide şerkirin. Ew baweriya gelê me nizane, em nahêlin.
Başûrê Rojhilat welatê pêxember û ewlîyayan e, kesên ku bi nefret û hêrsê nêzî vê axê bibe bêexlaqîyê dike.
Kêrî ti kesî nayê ku şêweyên wek torosa spî ku helwesta dewleta kûr a berê tîne bîra mirov bikar bînin. Teqez divê tenezulê vê yekê nekin.
Xwedê bi awayekî bêhempa rindik e, qedera ku ew divê jî rindik e.
Îlaca tundî, reşekujî, anarşî û zêdegavîyê Mehdîyet e.
Xwedê dibêje ger hûn ji min hez bikin ez ê jî ji we hez bikim. Çi teklîfek xweşik çi nîmetek mezin e.
Tolhildana Xwedê ya ji nankoran, ji edalet, xweşikî û ji hişê mezin ê Xwedê ye.
Dojeh cîhê wan kesên ku li evîna Xwedê îxanet kirine ye. Bihuşt jî mekanê wan kesên ku bersîva eşqa Xwedê bi eşq didin e.
Bi bombekirinê ve aştî nayê Rojhilata Navîn. Divê Amerîka baş li pey Încîlê biçe. Di Încîlê de hezkirin heye, ne bombekirina mirovan.
Yê ku Xwedê hez dike, çîleyê jî qebûl dike. Ji çîleyê razî nebûn û tenê nîmet xwestin nabe. Cîhan cîhê çîle û perwerdeyê ye.
Ger Barzanî xurt be, doza serxwebûnê bike em ji vê yekê aciz nabin. Lê ger Amerîkaya kûr destê dirêjî Tirkiyê bike, em ê wî destî bişkînin.
Ya ku gel dixwaze, modelek oldar, mafên jinan diparêze, ronak û jidil e
Li herêmê qaşogiravî dadgehên PKKê hene gel didarêzin. Ne bi 500 parastvanan ve biçî herêmê, bi awayekî ewle jîyîna gel girîng e.
Divê CHP wê hişmendiya çepgirên berê, sar û ji nirxên gel dûr bi temamî biterikîne. Divê MHP jî rêçek nûjentir û xweşiktir bigeşîne.
Hin kesên xwedî hişmendiya dewleta kûr bo ku Başûrê Rojhilatê teslîmê PKKê bike her tiştî dikin. Gel destûrê nade vêya.
Kesayeta Demîrtaş durist e, lê belê li herêmê zordestî û tundiya PKKê belav bûne. Divê ji siya PKKê bifilite.
Divê herî kêm nîvê meclîsê bibe jin.
Ruhê mirov tim hezkirinê digere. Partiya ku jinan biparêze û qîmetê bide hezkirinê dê qezencke.
Xwedê Quran bo ku mirov tengasiyê bibîne danexistiye. Îslam ola hêsaniyê ye. ger olê wek dijwarî bibîne, bi exlaqê muşrîkan nêz dibe.
Xwedê bi Îslamê ve barê li ser milê mirovan rakiriye.
Dxwedê di Sûreta Nûr ayeta 55em de mizgîn dide ku dê bîne ola ku jê hez dike bike desthilat. Xwedê nahêle paşverûtî bibe desthilatê cîhanê.
Wisa dizanin ku ger ol dijwar be, rûmettir dibe. Wisa hedizanin ku ger ol hêsan be nabe ol. Nexwe Xwedê dibêje Îslam hêsan e.
Ger Misilman piçekî jî exlaqê kufrê hilde, ev jiyana wan tarûbar dike. Îslam yekpare ye, divê di hemû merhaleyên jiyana Misilmanan de hebe.
Ger çilkek exlaqê kufrê li mirov bigere, mirov gelekî nekamran dike. Ji wê demê pêve jiyana mirov dikeve tengasiyê.
Dibêjin “Îngilîstanê sînor xêz kirine” û ber çavên xwe mezin dikin.Sînorçêker Xwedê ye. Yê cîhanê rêve dibe Xwedê ye. Xwedanê hêzê Xwedê ye.
Dilketina kufrê û ji Xwedê bawernekirin Misilmanan perîşan dike. Dibêjin em ê çawa bikin, tu nakî Xwedê dike.
Ew kesê ku kufrê ber çavên xwe mezin dike, ji Îsamê û ji Xwedê bawer nake. Rêveberên cîhanê ne Obama û Merkel e, Xwedê ye. Ew peywirdar in.
Gel bi ti awayî pergala serokatiyê naxwaze. Paşguhkirina vê yekê ne durist e.
Gelek mirov hişê xwe nadin serê xwe. Dema mirov berê xwe dide wîjdana xwe, baqil dibe, şaşîyan dibîne û bi berve rastiyê diçe.
Dema ku mirov bi dil û can xwe li Xwedê digire, dafikên şeytan dibîne ku çawa tevdigere û tevdîran digire, wê hingê dibe serwext.
Bawermend xwe li hêrsê, hestiyariyê, kîndariyê nagire û xwe pê ve bernade. Destûr nade ku şeytan gorî dilê xwe wê/î bixijikîne.
Divê bawermend bi temamî benê şeytîn bibire û xwe bi benê Xwedê bigire.
Gelek mirov di Quranê de efûkarî, xwedî sebrî û exlaqê şirîn dixwînin lê belê bawer nakin ku were sepandin. Exlaqê şirîn hêsan e.
Ger mirov xwe biqehirîne, ev yek ji destûrdayîna tengezariya şeytîn pêk tê. Bawermend ji dadmendî û dilovaniya Xwedê bawer dikin.
Xwedê naxwaze ku mirov hev biqehirin û perîşan bikin. Xwedê dixwaze ku mirov tobe bikin û sererast bibin.
Dema ku mirov bi olê dilê xwe dişon ev yek bo wan dibe nûr. Ol nîmet e, ronahiya hiş e.
Gelek mirov wisa zanin ku ol cîhanê ji destê mirov digire, ya rast bêxwedayetî cîhanê ji destê mirovan digire.
Bêxwedêtî jiyanê, xan û manê, zarok û zêçikan dike bela sere mirovan. Ol jî her tiştî bedew dike.
Wisa zanin ku dema oldar bin, muzîk, huner, nîgar, peyker û xweşikî nabe. Di Quranê de ol ne ev e. Quran her başiyê pêşniyar dike.
Ji rûyê ola kal û bavên xwe ew e ku Îslama pak û paqij ji rûyê erdê rakin. Jiber ku ne li ser Quranê ne, Misilman li her derê tên çewisandin.
Çi tiştekî dilşewat e ku di malekî de wêne tune be û muzîk ji jiyanê hatibe derxistin. Quran pesnê hunerê dide, nîgar û peyker ne heram in.
Divê dema ku diçin mescîdan, mîna çûyîna cejnê xwe bixemilînin. Divê Misilman her gav dêhndayî û paqij be.
Xwedê destnimêjê bi ayetekî ve vedibêje, paşverû bi çend rûpelan. Olek wisa beyan dikin ku, jiyankirina wan jî ne guncav e.
Helal û heram di Quranê de aşkere ne. Di vê mijarê de xeynî Quranê pîvan tune ne.
Pirtûk yek e, helal û heram jî heman in. Ger helal û heramên 4 mezheban cuda bin, di wir de şaşîyek heye. Divê neyê paşguhkirin.
Şehwet bi nîyetê ve ye. Jin jî dikare ji mêran karîger be. Hema dixwazin li jinan zordariyê bikin. Bawermend serwext divê.
Lev hezkirina Misilmanan û wek bira jiyankirin esas e. Dema ku di navbera wan de gengeşîyek derket, divê xîret bikin û çareser bikin.
Ne mumkûn e mirov fem bike ku vê şêweya bêyom, bêhezkirin û nedilovan ji ku tînin û ewqasî jî di hundurê xwe de dihewînin.
Misilmanên ku li gorî Quranê dijîn hev nakujin. Exlaqê muşrîkandibe sedema mirinan. Jiber exlaqê muşrîkan lihev nefret dikin.
Divê dengê wan kesên ku li Başûrê Rojhilatê bi hişyariyan gefan li birayên me dixwin bi qanûnan ve bi awayekî baş li wan were vegerandin.
Heya ku li Başûrê Rojhilat zordestiya PKKê ya li ser gel neyê xelaskirin, heya ku her kes bi dilrihetî çalakiyên xwe nekir şaristanî çê nabe.
Ew hişmendiya ku gel biçûk dibîne, gelekî Kurd û oldar çewisandin. Ne mumkûn e ku mirov sedema wan a ku gel biçûk didîtin fem bike.
Nabe ku mirov şerê di navbera Misilmanan de temaşe bike û dilxweş be. Ger şaşiyek hebe, ev bi şîretan û bi desteka pêwîst ve tê duristkirin.
Hemd jî peyva hezkirinê ye. Ji hemdê Xwedê re şukurkirin, tê wateya “Xwedê ez gelekî ji te hez dikim û gelekî spas dikim”
Daxistina Xwedê ya Quranê rehmet û nîmeta Xwedê ya ji hezkirina me tê ye.
Di navê Xwedê yê Qehar de jî hezkirinek veşarî heye. Qehirandina xwe ya kufrê ji hezkirina bawermendan pêk tê.
Yên paşverû hewil didin ku heşa Xwedê wek zulumkarekî nîşan bidin. Xwedê zulmê li bendeyên xwe nake.
Ne ku bi sedan parastvanan ve li herêmê bigerî, ya girîng ew e ku her kes û welatiyên ji rêzê jî di bin ewlehiyê de bin.
Dewlet wan kesên ku bi çeka xwe gefan li gel dixwe, digire û cezayê dadî çibe didê. Ger ev neyê kirin, ne mumkûn e ku ewlehî çêbe.
Berhevkirina çekên wan kesên ku berê çeka xwe dide gel, berpirsyariya dewletê ye. Divê ev zordariya li herêmê li ser gel were rakirin.
Ew soza “temambûna nîmetan” a ku dane pêxemberan dê bi saya Hz. Mehdî û Hz. Îsa pêk were. Dê exlaqê Îslamê bi temamî serdestê cîhanê be.
Li şecereya Pêxember nefretkirin exlaqekî ku Xwedê jê heznake ye. Mirov li wan kesên zordar hêrs dibe, li hemû Benî Îsraîl hêrs nabe.
Birayên Ûsiv him bêexlaqiyê dikin dafikan çêdikin him jî xwe wek kesên salih nîşan didin, ev hişmendiya paşverûtiyê ye.
Yên paşverû nepenîtiyê û demagojiyê baş dizanin. Li rûyê te dikenin lê belê dafikan çêdikin. Di dawiyê de her car dafikên wan li serê wan diale.
Hebûnek heye ku gulê, çîlekê, pirteqalê di hundurê hişê xwe de bê bêfil bêhn dike, bê çav dibîne. Mirov vê yekê hîç nafikirin.
Xwedê dixwaze ku bê hezkirin. Em gelekî ji Xwedê hez dikin, inşAllah Xwedê jî me hez bike.
Dema ku dibêjin Quran nayê femkirin, wê hingê deriyê xurafe û şirkê heta dawiyê vedikin. Quran aşkere, fembar û têra xwe ye.
Dibêjin “Tengasîyek mezin çêbû”. Na, hikmetek çêbû. Tu hikmetê fem nakî.
Muşrîk civateke wisa ne ku olê bikar tînin, xwe wek oldar nîşan didin, fîtne derdixin, hesûd in û bindestan diçewisînin.
Ew axavtinên xweşik ên muşrîkan ne girîng e. Ya esas alema wan kîndar û hesûd e. Divê gorî wê were hilsegandin.
Her mirov dikare bi awayî fikrî her tiştî biparize, lê nikare pêk bîne, gefan li gel bixwe, guleyên tacîzî bireşîne û nikare mafyatiyê bike.
Bila ji bo ewlehiya Tirkiyê tevdîrên pêwîst bên hildan. Em naxwazin ku komunîzmê bispêrin dayîkên me birayên me Kurd.
Em ji PKKê re nabêjin tu çima bûyî komunîst, em dibêjin çima tundiyê dikî, çima nahêli fikrên cuda jî bên vegotin.
Hebûna herêmek Kurdan Tirkiyê aciz nake, ya ku Tirkiyê aciz dike li herêmê avabûna pergalek komunîst a zordest e.
Kufur bi ti awayî biser nakeve. Heq dê teqez biser keve. Temenê decalîyetê 40 sal e. PKK tevgerek decalî ye, temenê xwe dîtîye.
Em Başûrê Rojhilat a azad dixwazin. Em dixwazin ku zordestiya PKKê li herêmê li ser birayên me Kurd rabe.
Barzanî mirovekî durist e. Kurd jî wî hez dikin. Kurd hişmendiya Cemîl Bayik a komunîst û Stalînîst hez nakin, lê Barzanî hez dikin.
Em Kurd, Tirk û Ereb dê hemû di nava Misilmantiyê de bihelin. Em hemû birayên Misilman in.
Ger destkevtinek hebe, ne ya Çerkes, Laz û Kurdan e, ya Tirkiyê ye. Ne tenê ya herêmekî pêwîstiya hemû Tirkiyê bo demokrasîyê heye.
Ya ku li herêmê kuştin fêrî komên din kiriye PKK ye. Tundiya ku wek şêweyekî digirtin li wan vegeriya.
Êzidî, Kurd, Tirkmen û Ereb her kes ji zordariya PKKê bêzar bûne. Li dijî PKKê têkoşîna zanistî bo her Misilmanî ferz e.
Ger xwe tam bispêre Xwedê ji bo kesên bawermend tirs tune ye. Kesên tewekul nakin tirsa herî mezin dijîn.
Ger mirov bihuştê rûbarû bifikire dê rûbarî fem bike û dê bawerî jî rûbarî be. Ger xwe baş bide ser û ji Xwedê bixwaze bawerî zelal dibe.
Mirov xwe tam naspêrin Xwedê. Gelek ji wan dema ku kêrî berjewendiyên wan neyê ji olê dûr dikevin.
Xwedê dixwaze ku Misilman axretê baş bifikirin û tewekul bikin. Ji bo wan kesên ku li ser baş difikirin rasteqînî vedibin.
Ger mirov Xwedê baş hez bike û pê biale asoya wî/wê vedibe. Her mirov xwedîyê zanyarîyên rûbarî ye, zanyariyên baş jî bi teqwayê ve dibin.
Zanyarî û bawerîyek baş bi rihekî jidil ve tê bidestxistin. Divê bawermend ewilî nîşaneyên hebûna Xwedê bi baldarî bifikire.
Erênî û jidiliya ramankirinê gelekî girîng eger mirovek tenê jiyana pîrehevonekekî binêre dê bêşert û bêmerc bawer bike.
Her mirov tenê di hundurê mêjiyê xwe de dijî, nikare derkeve derve. Mal û kulîlk û yat û maşîne û kinc hemû di hundurê mêjî de tên afirandin.
Hin mirov wisa zanin ku ger bawer neke jî tiştek nabe. Berî her tiştî nankoriya nîmetên Xwedê dikin, berdêla wê jî heye.
Bêhna ku Xwedê daye hildidin, dîmenên ku Xwedê nîşan daye dibînin, heza ku Xwedê daye dikin lê belê naxwazin Xwedê bibîr bînin.
Zanist rêya femkirina hunera Xwedê ye.
Misilmanên ku kemaliya ezmûnê fem dikin, dilgeş dibin. Dijwarî dibe para her kesî lê belê dijber vê tênagên. Bawermend jî rêya xwe didomînin
Bikaranîna semyanê (ewrengî) şêweyeke teblîxê ye. Dema ku Melîkeya Sebeyê ewrengiya qesra Hz. Silêman dît îman pê anî.
Çekên di destê DAÎŞê de ji Amerîka, Germanya û hwd ne. Rewşeke ku Tirkiye çekan bide DAÎŞê tune ye.
Ew kesên ku dibêjin Kurd û PKK heman in, Kurdan baş nanasin. Şêweya PKKê ya bêxwedê û jiyana exlaqî ya Kurdan jev cuda ne.
Ez dostê Kurdan im, dijberê PKKê me. Ustadê min Kurd e. Kurd ango nûr . Ya qirêj PKK ye.
Di orjînala Îstîklal Marşiyê de ji bo gelê me tê gotin. Ya ku tê armanckirin miletê Îslamê ye. Hemû Misilmanên Kurd, Ereb, Tirk û Çerkes in.
Îngilîstana kûr û Amerîka dixwazin ji nû ve li herêmê nexşeyê çêkin. Dixwazin PKKya komunîst xurt bikin û Misilmanan biçewisînin.
Amerîkaya ku li herêmê PKKya komunîst xurt dike hay jê nî ne ku belayek çawa hildide serê xwe. Bi destê xwe canewaran dihewînin.
Ger Îran aşkere an jî veşarî bi Barzanî re pev biçe dê têkeve rêyek şaş. Serkevtî jî nabin, lewre bila dev jê berdin.
Bila Tirkiye bi aşkere pişgiriya Barzanî bîne ziman. Dewleta kûr a Îranê bi dijayetiya Barzanî ve şaş dike.
PKK têkilî gelê Kurd ên oldar bûye. Dixwazin kesên bêxwedê û bêkesayet bikin bela serê canên me Kurd.
Kurd berbext in, torin in, xwedî rûmet in, merd in mêrxas in. Teqez ne mîna avabûneke xayîn wek PKKê ne.
Kurd dostên min in, can û birayên min in. Bila qet kesek bêexlaqî meke û PKK û Kurdan yek megire.
Nêrînek gelekî şaş e ku mirov bêje bila Misilmanên berê xwe didin tundîyê bimrin. Divê pergala ku tundiyê dertîne were guherîn, kuştin ne çare ye.
DAÎŞ hukmên di pirtûkên hedîsan de disepîne. Kesên dixwazin tundî xelas be, bila bêjin ev hukum ne gorî Quranê ye.
Dema ku li pey Quranê neçin hişmendiya DAÎŞê pêş dikeve. Bingeha tundiyê xurafe ne. Çareserî berdana xurafeyan peyçûna Quranê ye.
Bidawîbûna tundîya DAÎŞê bi peyçûna Quranê ve mumkûn e. Hukmê Xwedê tunebûna “di olê de zordarî” ye. Di Quranê de fişarî û zorandin nî ne.
Ew tundiya ku DAÎŞ dike di Quranê de tune ye, lê di hedîsan de heye. Tiştekî neyê femkirin nî ne. Çareserî qebûlkirina têrkirina Quranê ye.
Di Quranê de zordarî nî ne. Zordarî li kesên ku naxwazin bibin misilman, nimêj bikin an jî oldar bin nayê kirin. Wê hingê munafiq dibin.
Divê yektakirina Barzanî neyê paşguhkirin. Divê Tirkiye di vê mijarê de helwestek aşkere nîşan bide.
Dewlet teqez nakeve nav neçariyê. Ji destê wan kesên li hember dewletê xwedî çek in, çeka wan girtin karê dewletê ye.
Yên ku dibêjin em bidin û bila biçin, bila teqez vêya jibîrkin, kesek destûrê nade vê yekê. Ev gel teqez nahêle Tirkiye were perçekirin.
HDP qebûlke neke, li holê rastiyek nexweş heye: ew jî tirsa ku PKKya li pişta HDPê pêk anîye ye. Ger HDP nebe, dengên HDPê jî kêm dibe.
Kurd naxwazin Tirkiye perçe be. Kurd can in, egîd in, torin in. Yên ku nikarin Kurd û PKKê jev veqetîne, nikare nûr û qirêjê jev veqetîne.
Dema qala kirinên PKK/PYDê dikin dibêjin berxwedêrên Kurd. Kurd nûr in paqij in. Ew avabûneke bê dîn û bêxwedê ne, gel diçewisînin.
Ger hesabekî wan hebe hesabê Xwedê jî heye. Ger dafikek wan hebe, dafika Xwedê jî heye. Dafika Xwedê çetîntir e.
Tim gazincan dikin ku Misilman me tarûbar dikin, ger bertekek xurt, xwedî kesayet û xwedî wîjdan nîşandin, hêza kesekî têra wê nake.
Xwedê di Quranê de gelekî bal dikêşe ser nûwazeyên xuluqandinê yên gerdûnê. Li ser cîhanê perdeyek heye, ger ew rabe dê her kes şaş bimîne.
Li derve deng tune. Lê di hundurê mêjî de deng heye. Mêjîyê ku ji deng çê dibe ne mêjîyê ku ji made çê dibe ye.
Xwedê dibêje derûdorên xwe binêrin û îmanê pê bînin. Divê mirov nûwazeyên ku Xwedê afirandine binêre û biramîne.
Mirovê ku balder li derûdorê xwe binêre dê bo îmana kûr nûwazeyên bêhempa bibîne.
Misir, Iraq û Sûrî, her der bûya gola xwînê. Hin alim hê dibêjin “li ku dijwarî heye, decalîyet li ku ye?”
Dema ku dewletên rojavayî piştgirî bidin tiştekî, bi awayekî hişk hezanin ku ew yek rast e. Hîç nafikirin gelo Xwedê çi dibêje, Quran çi dibêje.
Xwedê di Quranê de qisseyan bo ku em têkilîya wan û jiyanê çêkin dide. Gelek kes wek mijarek demborî dibîne.
Ew kesên ku îmana wan qels e, hêz û quwetê li cîhên wek Amerîka û Îngilîstanê digerin. Xwedîyê hêz û quwetê Xweda ye.
Ji ber ku ew bêçêjîya ku ji mirovên paşverû tê, dijî hebûna mirovan e, mirov ji rûyê paşverûyan ji Misilmanan sar dibin.
Tişta ku jiyanê rengîn û xweşik dike kalîte û estetîk e. Çêkirina rê, avahî û piran kalîteya jiyanê bilindtir nake, huner û estetîk dike.
Bila muzîk, huner û peyker hebin. Bila xort û xama baş li xwe binêrin. Bila her der wek hunergehan be. Wê demê dê hemû cîhan Îslamê hez bike.
Divê kuçeyên dewletên Misilman mîna baxçê gulan bin. Divê her der paqij û nûjen be. Divê geşîya nûjentîyê li kuçeyan xuya bike.
Divê Barzanî baş were parastin. Divê Tirkiyê ji her alî ve Barzanî xurt bike.
Divê Barzanî bibe desthilatê cîhên ku PKK lê ye. Ger pêwîst be Tirkiye dikare bibe garantor jî. Bila birayên me Kurd li herêmê aram bijîn.
Barzanî mirovekî oldar e û ew jî bavê wî jî gelekî êş û elem kişandine. Bi pêşengiya wî ve dê birayên me Kurd ên oldar gelekî rihet bin.
Xwedê destûrê nade têgihîştînek Îslamê ya ku serjê dike, pejmûrde, bêhuner û bêçêj e. Herî ewil Xwedê pergalek wiha binpê dike.
Dê Îslam bi awayekî nûje, şad û bo huner û xweşikiyê vekirî derkeve. Dê wek bihuştê derkeve.
Bo paşverûyan jî nîmet e ku Xwedê serkevtinê nade paşverûtîyê. Ger paşverûtî desthilat be, dê di tarîtîyê de hevrikîyê bikin û bixeniqin.
Heynî Îslama Nûjen, ne pêkan e ku exlaqê Îslamê bibe desthilatê cîhanê. Xwedê zordariya paşverûtîyê nake desthilat.
PYD stratejiyek gelekî şaş dimeşîne. Hemû bajarên li herêmê li hêzên hevpeymanî didin bombebarankirin hildiweşînin. DAÎŞ wiha têk naçe.
Xwedê ji hezbûnê hez dike. Xwedê ji me dixwaze ku em wek dînan ji Wî hez bikin. Ji wan kesên bi eşq bersîva Wî dide gelekî hez dike.
Hîç kesek hezkirinek monoton naxwaze. Xwedê ji me ne tiştekî monoton, hezkirineke têr û tije dixwaze. Em Rebê xwe wek dînan hez dikin.
Armanca sereke a diayê, nîşandana hezkirin û rêzgirtina me ya bo Xwedê ye.
Amerîkaya kûr biheter bêexlaqîyên PKKê wek tune dibîne. Ti ferqa PYDê ji PKKê tune ye.
Îran, Tirkiye û Barzanî dikarin li hember PKKê bi hevre tevbigerin. PKK bûye bela serê hemî herêmê û hemî gelan.
Hin neocon bi awayekî yekalî li dijî Barzanî û Tirkiyê fermanan didin, divê teqez bersiva wan were dayîn.
Artêşa Tirk teqez naxwaze sîvîlek zirarê bibîne. Tevî hemû hurgulîbûnan carinan jî tiştên nayên xwestin pêk tên.
PKK bi ketina nava sîvîlan ve bêexlaqîyek mezin dike. Bi van kirêtî û bêexlaqîyan ve nefreta her kesî qezenc dikin.
Em tim ji mirina sîvîlekî aciz in. Kirêtiya PKKê dibe sedema zirardîtina sîvîlan jî.
Giritna partîyan ne şêweyek demokratîk e. Rêya têkoşîna terorê ne girtina HDPê ye.
Heta ku PKK venegere îmanê dê serê wan ji belayan nefilite. Ger naxwazin di nav behra belayan de bixeniqin, bila werin ser îmanê û tewbekin
Heta ku Hz. Mehdî derkeve, dê fîtne zêdetir bin, bûyer mezintir bin. Bi derketina wî ve dê hemû fîtne biqedin.
Ne tenê Tirkiye, dê hemû alema Îslamê baş be. Ev başbûn dê bi Mehdîyetê ve bibe.
Tişta ku PKK ji çareserîyê fem dike, li Başûrê Rojhilat xweserî ye, serbestbûna Ocalan û seroktîya wî ye. Gelê me jê re got na.
Xwedê cîhan wek alemek metafîzîk afirandiye. Xwedê jiyanek jirêzê û monoton hez nake. Îslam dê piştî çîleyek mezin bibe desthilatdar.
Çawa ku hezkiriyên me ji bo me çîle bikêşe xweşa mirov diçe. Xwedê jî dixwaze ku em çîle bikêşin û Wî hez gelekî bikin.
Di hemû çavkaniyên sahîh de Mehdîyet bi berfirehî hatiye vegotin. Pêxemberê me dibêje bi Mehdî ve mizgîndar bin, qala Mehdî bikin.
Divê ewilî bêjin ji vir derkevin û piştre jî wir bikin deşteke rast. Ger heya sibehê bibe deşt, pirsgirêk bi temamî tê çareserkirin.
Ne Çîyayê Qendîlê, divê bibe Deşta Qendîlê. Em hêvî dikin ku verastkirinên pêwîst werin kirin.
Pirsgirêka herî mezin a cîhanê qelsbûna îmanê û bêîmanî ye. Lê belê gelek mela li ser vê yekê nasekinin, ol bi teknîkî tê vegotin.
Hêvîkirina Demîrtaş ku li dijî PKKê bi serkeve ne tiştekî rasteqîn e.Ti wate tune ku bi ser Demîrtaş de biçin. Divê PKK bêbandor be
Nikarin ji PKKê re bêjin komunîst û stalînîst, dibêjin Zerdeştî. Divê mirov ya rast bêje. Divê bi aşkere bêjin bêxwedê, stalînîst û komunîst.
Mirov wisa hatiye afirandin ku ger jidil be rihet e. Tolhildan, hêrsbûn û nejidilbûyîn mirovan perîşan dike. Ya herî baş mirov efûkar be.
Mirov hêjar hatîye afirandin. Entrîka, kîn û hêrs ne ew barên in ku mirov ji bin rabin. Jidilî firehiyek bêhempa ye.
Jidilî û hezkirin mirovan xweşik dike. Mirov wê demê rihet dijî.
Ger mirov carekî Quranê jidil bixwîne, fem dike ku Xwedê çi dixwaze. Quran hêsan e, fembar e, têrker e.
Ger jin biçêj be, bengîn be û jidil be, Xwedê wê xweşiktir dike. Mirov bi dîtin û nêrîna wê gelekî bikêf dibe.
Bi jinan re hêzek mezin a hezkirinê heye. Ya ku dixwazin tenê jidil bên hezkirin e. Dema hezkirinê dibînin bi can radest dibin.
Ola Îslamê olek geş, xweş û şad e. Dema ku paşverû destên xwe ji Îslamê vekişînin, dê Îslam bibe desthilatê cîhanê.
Paşverû dixwazin hemû cîhana xwe ya tarî û qirêj bavêjin ser Îslamê. Bila ew tarîtî ji we re bimîne. Berdin bila xweşikîya Îslamê belav be.
Sûnî Şiîyan, Şiî Sûnîyan bi averêbûnê ve sûcdar dikin. Yên averêbûyî kesên ji Misilmanan hez nakin in.
Ez parastvanê mirovên hezker û jidil im. Netewperwerîya nijadperest di Quranê de nîn e. Kî li hezkirinê bigere ez wî/wê hez dikim.
Yên bawer dikin ku dewleta ku PYD ava bike dê bibe dostê Amerîka û Îsraîlê xwe bi xwe dixapînin. PYD nabe dostê Îsraîlê jî Amerîkayê jî.
Gelê Amerîkayê jî Îsraîlê jî gelekî xweşik û xûyşîrîn in. Em li dijî polîtîkayên tundrev ên dewletên kûr in.
Xwedê tenê ji bendeyên xwe hezkirina wî dixwaze. Dibêje ji min hez bikin û hûn jî aram bin. Xwedê kêfxweş dibe ku dilê me têkeve wî.
Avabûnên wek PKKê li nav civakên bêvîn bêhewl û bêhêz xurt dibin. Ji ber vê yekê, divê gelê me biryardariya xwe nîşan bide.
Dayîna perwerdeya Darwînîst a şev û roj, tê wateya geşandina agirê terorê.
Dewleta kûr a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tundiyek wisa mezin pêk anî ku, wan sepandinan tundiyek mezintir derxist hole.
Jiber ku we got ol û jîyan pevre nabe, we mirov ji olê sar kirin û dûr xistin. Ol li plajan jî li cîhên kêfê jî heye.
Mirovan bi zorê ji olê sar mekin. Olê li mirovan wek tiştekî neyê femkirin nîşan medin. Oldarbûnê wek şerpezetî medin ber çavan.
Dibêjin yên ketin nava olê, nikarin bikenin, derkevin derve, kêfxweş bin, muzîkê guhdar bikin û bireqisin. Şeytan jî olê ewqas xerab nake.
Hezkirina Xwedayê ku hêzdar e bona mirovê belengaz nîmetekî mezin û serfirazî ye.
Ya ku bawermendan bênvedanî dike xizmeta Xwedê ye. Bawermend dema ku xizmet nake aciz dibe.
Dewleteke oldar ku li Iraq û Surîyê were avakirin, yan jî pergaleke ku Kurdan aram bike dê me şad bike. Em naxwazin Kurd bên çewisandin.
Gelek mirov kesên ku pê re têkilî girêdin, wan nêzî olê bikin û ji dil wan hez bikin nabînin. Hejmara oldarên dilovan kêm e.
PKK hîç kesekî dijberî xwe naxwaze. Li pişta propagandaya li dijî Barzanî jî ev daxwaza PKKê yekdesthilatî heye.
Kurdên oldar, Ereb û Tirkmen hemû li ber hedefa PKKê ne. Bila Tirkiye gelê herêmê bêxwedî nehêle.
Ger PKKyî jî naxwazin DAÎŞ wan tune bike, bila bên teslîmî Tirkiyê bin, ger yên sûcdar hebin dê cezayê xwe bikêşin.
Ger perçebûn çêbe, avabûna Yekîtiya Îslamê nepêkan dibe. Jiber vê yekê em li Başûrê Rojhilat destûr nadin modelek komunîst wek Koreya Bakur.
Ger em perçebûnê qebûl bikin, em di bin zulma komunîst de binpêbûna birayên me Kurd ên ku çend salan hatin çewisandin jî qebûl dikin.
Li herêmê xeynî Yekîtiya Îslamê ti çare bo miletekî tune ye. Divê Barzanî jî vê talûkeyê baş bibîne û xwe bi Yekîtiya Îslamê bigre.
Hezkirin, huner, xweşikî nîmetên herî rind ên Xwedê ne. Ji nav jiyanê derxistina van nîmetan, welêt jî cîhanê jî reşerewş dike.
Çareseriya her cure tundiyê, perwerdeya hezkirinê ye. Hezkirin xala jiyanê ya cîhanê ye, ger hezkirin nebe, jiyan nabe.
Ger şîmaneya efûkirina kujerên Mehmetçîk hebe, dê bibe bobelatek mezin. Ew yek tê wateya serbestiya kuştinê, nayê qebûlkirin.
Pêxemberê me mirovekî gelekî qeşeng û şemildar bû. Ew xêzkirinên bi navê karîkatur ew kesên xêzkar bi xwe ne.
Gorî serdestiya nijadê tevgerîn bêexlaqî ye. Jiber ku li Rojhilata Navîn xebatên îmanê nin e, mirov xwe nijadperestiyê digirin. Ne pêkan e.
Ne mumkun e ku li Rojhilata Navîn pergalek gorî nijadê ava be. Nijadekî saf tune ye. Em hemû zarokên Hz. Adem in.
Her cureyê nijadperestiyê nebaş e. Kurd mirovên nola nûrê ne, em serfiraz in ku bibin rêveberê me. Ramana gorî nijadê perçebûn e.
Divê Kurd, Laz û Çerkes li her deverên Tirkîyê hebin. Ne rast e Kurd Kurdan birêve biherin. Dema Serokomarê me Kurd bû, em serbilind bûn.
Geşa Demîrtaş, qedirgirtina wî ya jinan baş e, di bin bandora PKKê de bûn mirov aciz dike. Ger sîya PKKê nebe, dê bibe pêşengekî mezin.
Îslama di Quranê de hêsan e. Ya dijwar ew pergala ku paşverû derdixin, û dûrê aqil û ne gorî olê ye.
Ew kesên ku ji jinan re dibêjin kêmhebûnbi xwe kêmaqil in. Ewên paşverû heşa radibin olê hînê Xwedê dikin.
Bêhna mirinê ji pergala paşverûyan tê. Muzîk, huner, xweşikî, hezkirin û şadî tune ye. Qedirgirtina jinan tune ye. Cîhan mîna dojehê dibe.
Ji ber ku çav û rûyê mirovekî dişibe Mehdî, ew nabe Mehdî. Mehdî ew kes e ku Yekîtiya Îslamê ava dike û Hz. Îsa li pey nimêj dike.
Dema ku em dibêjin dê Mehdî olê hêsan bike, tê wateya peyçûna helal û heramên Quranê, û rakirina hukmên di Quranê de tune ne.
Ger PKK were xelaskirin, xetera perçebûnê ji holê rabe, wê demê tu dikarî pergala seroktîyê xeberdî.
Dixwazin ku PKKê bona sînorkirina Tirkîye û alema Îslamê bikar bînin. Kesê bona vê hewl dide qîyametê dide pêş çavên xwe.
Ger di pergala hebûyî de cîhên dixitimin hebin divê werin durustkirin. Pergala seroktîyê ne merca sereke a demokrasîyê ye.
Bawermend li hember bawermendan dilnizm û dilovan in, li hember kufrê jî xwedî rûmet in. Rûmeta wan xwedîderketina birayê xwe ye.
Ger nexweşî, bela û acizî nebin gelek mirov bala xwe nadin ser rastîyên îmanê, nadin ser mijarên ku Xwedê balê dikêşe ser.
Firehbûna bala însan bi xwe ramankirina mirovan ve pêkan e. Xwedê dixwaze ku em hûr û kûr bifikirin. Divê bona ramanê hewl bidin
Xwedê sînor bona hûrbûna mirovan a îmanê çê nekirîye. Her ku zêde bifikire mirov, zêdetir kûr dibe.
Kêmkirina gengeşîya welêt ne dijwar e. Bi hinek hezkirin û dilovanî dê her kes xwe xweş hîs bike û çareserî pêk were.
Pejirandina mirovan a hezkirinê gelekî hêsan e. Hezkirinê nîmetê dinyayê yê herî şîrîn e. Hişmendîyek sereke nake rojevê loma tê jibîrkirin.
Divê were nîşandan ku di mijara azadî, demokrasî û aştîyê de biryardarî heye. Divê teqez li wî ji %50yê din xwedî derkevin.
Ger ji %50yê welatekî aram û dilşad nebe ev ne tiştekî kêfxweşî ye. Divê havirdor jî em jî aram û dilşad bin.
Şêweya ku ji %50yê welêt nabîne kêr nayê. Ew jî mirovên vî welatî ne, ger bi zarşîrînî û devkenî nêzîk bin her kes ê rihet be.
Di hezkirinê de bazarî nabe. Xwedê dibêje qencîyê li xêrnexwazan jî bikin wê hingê hûn ê dostanîyê bibînin.
Ew kesên ku Kurdan û gelên din bona hilbijartina wan kêm dibînin xwe bi xwe rûreş dikin.
Îdeala me Yekîtiya Îslamê heye. Hemû alema Îslamê bin azarê de ye. Ger Tirkîye jî perçe be, Yekîtiyê ava nabe. Gunehê wê stûyê her kesî ye.
Ji ber tunebûna hezkirinê, hema hema li her welatî her kes dixwaze jev perçe bin. Em dixwazin bi hezkirin nêz bin û bi hev re xweş bijîn.
Rêxistineke wek PKKê ku pergala Marksîst Lenînîst diparêze qala demokrasîyê dike ne tiştekî ku mirov pê bawer bike ye, PKK tenê tundîyê diparêze.
Ewqas ji hezkirinê dûr mezinbûna mirovan talûkeyek mezin e. Xeynî min û hevalên min hema bêje ti kes qala hezkirinê nake.
Divê heznekirin wek bobelatek civakî were dîtin û demildest tevdîr bên hildan. Divê gencên ku hezkirinê dizanin werin gîhandin.
Xweşikîya jinan huner e. Xweşikîya jinan tenê nayê wateya şehwetê. Şehwet tenê dema ku jin dixwaze û teslîm dibe pêk tê.
Êşên Kurdan gelek in. Bi salan ji hêla dewleta kûr hatin çewisandin niha jî decalîyet bûye bela serê wan. Di her tiştê baş de dor a wan e.
Di vê zivistanê de zarokên Kurd bi şimik û pêlavên lastîk ve digerin berpirsyarîya me hemûyan e. Divê alîkarîyeke gelemperî bê kirin.
Bila em di nav herîyê de jî bimeşin lê bila hemû derfet bona Kurdan werin vekirin, bila tiştekî nedin me lê belê bila hukûmet her tiştî bide wan.
Paşve avêtina deynê wan birayên me li cîhê pevçûnan têr nake divê hemû bên dayîn, xanîyên baxçe mezin û eşyayên pêwîst werin dayîn.
Rizgarkirina herêmê ji destê PKK têr nake. Em alîkarîyeke aborî a mezin bidin Kurdan, bila hîç mexdûrîyeteke wan nemîne
Tişta ku ez rexne dikim ew şêwaza di pirtûkên Mewlana de hene ku ne gorî Quranê ye. Ne ew kesên ku bi nezanî Mewlewîtîyê baş dizanin in.
Hişmendîyek heye ku dixwaze şûna Îslamê Mewlewîtîyê dayne. Divê li hember vê gelekî baldar bin.
Hîç sahabeyek girêdayî mezheban nîn bû. Hemû girêdayî Quranê bûn. Jiber ku niha dewra fetretê ye mirov bi mejbûrî girêdayî mezheban in.
Alema Îslamê bêhûde perçe perçeyî bûye, gelek jî egoîst bûne ku bi êşên yên din re eleqedar nabin.
Ji ber ku bi paşverûtî û bêhezkirin nêzî hev dibin Misilman êş û elemên bêhempa hev didin kişandin. Lipeyçûna Quranê û jîyana biratî ya herî hêsan e.
Hema her roj Misilman hev dikujin û bi vê yekê şad dibin. Ger ev exlaqê ku ji Quranê dûr bidome li cîhanê dê Misilman nemînin.
Ger Misilman bibin yek ne teror dimîne, ne li ser xaka Îslamê bombe tên barandin ne jî feqîrî û tunebûn dimîne.
Dema ku qala Yekîtîya Îslamê dikin, mijar tê ser pêşengekî, mijar tê ser Mehdîyetê, gelek alim behsa Yekîtîya Îslamê nakin
Xwedê di Quranê de dîbêje dê Îslam bibe serdestê cîhanê. Armanc serdestîya Quranê ye, amûr jî Mehdî û şagirtên wî ne. Armanc girîng e.
Em ê hemû hewla xwe bo rawestandina xwînê bidin. Xwedê bi xêr û silamet derbasbûna vê heyamê nesîb bike, gîhiştina Mehdî û Îsa nesîb bike.
Divê qedrê hunermendan baş bê zanîn. Ji ber ku paşverû dixwazin her tiştê qenc wêran be, qedrê hunermendan jî nizanin.
Em divê alîkarîya birayên xwe Kurd ku li #Cizîr û #Sûr ji ber terorê mexdûr in bikin. Bila bo me rê hwd neyên çêkirin, bila ew rehet bin.
Divê em bi her awayî pêk bînin ku birayên me Kurd rihet bin. Bila TOKÎ taxên nû ava b,ke, bila birayên me Kurd kêfxweş bin.
Xwişk û dayîkên Kurd tim ciwanmerd in. Şewitandina mizgeftê teqez qebûl nakin. Hemû canên me ne.
Bila rêya me pirên me nebin lê bila her tiştê zarokên Kurd hebin, bila canên me Kurd zivistanê li derve nemînin. Bila her tiştî ewilî bidin wan.
Ji ber tunebûna hezkirinê ne bona Kurdan ne jî bona awareyên Sûrî dixwazin alîkarî bên kirin. Xwedê wan ji belayê xelaske.
Şehîdbûna zarok û jinan van kesan eleqedar nake, tenê pereyê qezenc dikin bala wan dikêşe.
Bona ku bazirganên çekan dewlemend bin, veşarên çekan kêm bin li ser Rojhilata Navîn mîna baranê bombe dibarin
Di her hêla jiyana Pêxemberê me de exlaqekî bilind heye. Efûkirineke ecêb û aramîyeke mezin heye.
Hişê derewkaran ditevize, teqez hêz nake ku olekî ava bike. Belavbûn û nakokiyên mezin çê dibin. Di Quranê de nakokîyek jî tune ye.
Pêxemberê me mirovê herî şirîn, herî dilovan, herî aram, herî efûker, herî durist, herî jidil û herî dilfireh bû.
Dema mirov bi Quranê re têkildar be hişmendî pêş dikeve, Ji xeynî vê jîrbûn heye lê belê hişmendî nabe
Yên bawermend nîşanên veşarî yên Xwedê dibîne. Xwedê teqez alîkarê şopînerên xwe ye. Ev yarmetî mûcîze ye.
Ji ber ku em dizanin her tişt ji vîna Xwedê tê em evqas aram in. Xwedê rêya wan kesên li ser xêrê ne vedike wek mûcîze.
Divê hêrsê bilind nekin. Dema hêrs tev rabû gelek caran civak dîn dibe, divê rê nedin vê yekê. Tim aramdar bin.
Her şaxa zanistê hebûna Xwedê nîşan dide. Wan wisa zanîn ku dê zanist mirovan berve ateîzmê bihere, berovajî pêk hat. Hebûna Xwedê nîşan da.
Zanist her ku diçe zêdetir hêza Xwedê ya bêhempa nîşan dide. Hebûna proteîna tena serê xwe nîşanek nûwaze ye.
Divê em li ser tirsa materyalîstan a derbarê rastîya ku ronîya zanistê nîşan dide de bisekinin. Ji ber ku zanist Xwedê nîşan dide ew ditirsin.
Hezkirina girêdayî berjewendîyan wek taybetîyek heywanî ye. Mirov bona hezkirinê her cure fedakarîyê dike, dikeve her talûkeyê.
Dema helwestek wiha heywanî be, Xwedê jî mirovên wek wan rastî wan tîne, bi zor û zehmetî dijîn.
Gelekî mirovan dil dikin ku herkes li wan fedakarî bike lê ew tim xweperest bin, vê yekê jî wek mafekî dibînin.
Coşeke ku îman dide mirovan heye. Fedakarî bi coşa îmanê ve tê kirin, exlaqê baş bi coşa îmanê ve tê nîşandan.
Ger mirov xwe berde demildest diweste, xweperest dibe, bi hestek ajalî ve tev digere. Bawermend bi hişê îmanê ve ber xwe dide.
Jixwe mirovên exlaq baş wisa dizanin. Lê belê exlaqê baş bi vîna îmanê û bi perwerdeya nefsê ve bi dest dikeve.
Em nefsa xwe digirin û tînin rê, û wisa xizmeta mirovê di ruhê me de ye dikin, teqez em teslîmê xweperestiya nefsa xwe nabin.
Avahîyên bilind bona derûnîya mirovan ne baş e, divê bajar ji xanîyên xwedî baxçe pêk werin.
Evîndarîya jinekî weke evîndarîya Xwedê mumkûn e. Bi zanebûna tecelîya Xwedê hezkirin, hezkirina rasteqîn e.
Ger tu dikarî jinekî mîna hewandina kulîlkan bihewînî, evîndarê wê be. Jin ji kesê li hember xwe îman teqwa û exlaqê baş dixwaze.
Mirovê destê wî/wê li xwîna Misilmanan gerîyabe dê heta hetê di dojehê de bimîne. Yê ku li dijî DAÎŞê têdikoşe bila bi îlm û îrfanê bike.
Em gelekî ji Kurdan hez dikin, em ê bi hev re li çîyan deng û daholê goveng bigerînin, sifreyan vekin. Em destûrê nadin PKKê.
Cîhan pergalek wanî di qalikê xwe de, ji muzîkê, ji hunerê, ji xweşikîyê û ji şadiyê dûr qebûl nake. Exlaqê Îslamê wiha nabe desthilat.
Gelek mêr wisa zanin ku ew bo rêvebirana jinan peywirdar in. Jin zêdetir hişmend û raman kûr in.
Bi hatina Mehdî ve dê dostanî, hezkirin li cîhanê bibe karê sereke. Dê hemû çek ji holê rabin, dê hemû şer û pevçûn biqedin.
Dîtina jinan wek sûcdarê pêkan yek ji wan şêweyên têgihîştîna paşverûyan a Îslamê ye.
Misilman ango mirovê herî bikalîte herî paqij û baş. Misilmantî ne ew pergala tundrew ku paşverû qal dikin e.
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top