Dîktatoriya eşkere: Komunîzm

Komûnîzm îdeolojiyeke ku kesên bi hestên komûnîstî tevnagere cûda dibine. Endam û dildarên vê îdeolojiyê xwe wek kesên pêşketî, yên ne ji wan jî weke kesên kevneperest û paşdemayî dibinin û zordariyê li wan dikin. Di tûrê dîrokê de mînakên wiha pirr in. Peyva  ku di ferhenga ‘’Felsefeya Materyalîst”  de heyî  di salên 1950-1960î de gelek  popûler bû. Di wir de hatibû nivîsin mentalîteyan wan li ber ber çavan bûn. Di vê ferhengê de wateya peyva  ‘’faşîst’’ weke ‘’kesên ne komunîst’’ hatibû nivîsîn.Ev mentiq ji bere da wiha ye û qet naguhere.

      Komunîzm  herçendî bi dirûşmeyên azadî,wekhevî û serxwebûnê hate pêşkêşkirin jî  dema meriv pratîkên dewletên komunîst dinêre dibine ku wa azadî û wekhevî kêm e,tehamûla rengên cûda û dengên cûda  nîn e.Dema meriv li ser dîroka siyaseta cîhanê hûr dibe,di dewletên komunîstî hatine rêvebirin de komelekujiyên mezin, qetl û înfazan dibîne. Rêveberiyên komunîstî neyarê dîn,tîcaret,azadî û mafên mirovan in.Çimkî ew azadiye ji bo armanca ‘’proleterya kedkaran’’ de weke pelpelûkê bikartînin, qedr û qîmetê nadin can û keda mirovan, tenê menfeatên îdeolojiyê didine ber çavan.

   Dîroka komunîzmê kirinên xwe yên bi vî rengî tije ye. Welatên weke Yekîtiya Sovyetan,Çîn û Kamboçyayê cînayetên bi navê komunîzmê kirine navê xwe li dîrokê de dane nivîsîn.

   Populertirîn remza Yekîtiya Sovyetan,Stalîn,dîktatorekî berbiçav bû. Di serdeme Stalîn de li Yekîtiya Sovyetan an 6 mîlyon mirov ji xelayê û perîşaniyê mirin. Helbet wahşetên wisa yên li ser canê mirovan ji Stalîn re ne xem bû. Dîsa di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de di Stalingradê de piştî talimata Stalîn ya ‘’her çi dibe êrîş bikin’’ 200 hezar leşkerên Rusî bûne qurbanî li hember leşkerên Alemanî. Stalîn ji aliye hevalên derdora xwe ve keseke paranoyak û dîn dihate nasîn,bi milyona  hevrê,heval,serdar û kesên nekomunîst didît dabû kuştin.Tew dibêjin jina xwe jî wî daye kuştin.

   Sînorên dîroka komînîzmê ya bixwîn li Sovyetê dawî nayê.Di heman demê de heman wahşet li Çînê jî hebû.Partiya Komunîst ya Çîn a ku bi rêvebiriya Mao Zedung de rêya ku bi diruşmeyên ‘’desthilatiya gundiyan’’ destpêkiribû, piştî dewlet kete deste wan dest bi qirkirina xelkê kirin.

   Sala 1966an de bi talimata Mao bixwe komelekuştinên bi navê ‘’Şoreşa Kulturî’’ hatin destpêkirin. Mao îddia dikir hêj fikra komunîstî xweşbîr e. Lê bi talîmatên wî bixwe qetlîam pêk hatin ku di van qetlîaman de gelek hevrêyên wî yên nêz jî hebûn.’’Muhafizên Sor’’ bi talîmata Mao derketin kûçe û kolanan û pirofesor,parêzer,mamoste hwd yên ku dijkomunîstî didîtin hemû girtin,îşkence kirin,sêdarkirin.Wahşeteke wisa mezin bû ku hevalên Mao yên herî nêz jî di ber de çûn, nedikarin xwe jê xelas bikin.

   Piştî çend sala Pol-Pot, ew ku dîktatorê komunîst yê Kamboçyayê ye,Mao ji xwe re wek mînak qebûl dikir û di welatê xwe de kesên ku eynêk didane ber çavan kuşt.Ev fikrên Mao yên dijmirovahiyê di belgefîlma bi navê ‘’Çîna Mao:Şoreşa Yek Mêrî’’ bi devê wî hatibû amajekirin. Mao ji balyozê Îngîlîstanê wê serdemê Sir Percy Cradock re bi quretî digot ‘’Ez xwe û împaratorê yekem yê Çînê Çîn Şî Huang didime ber hev,ewî 460 rewşenbîr darvekiribû min 460 hezar rewşenbîr darvekirine’’.

   Di tecrubeyên komunîzma Sovyetan û Çînê de jî hatiye xuyakirin ev îdeolojî heqê jînê û azadiya fikr û raman nade dildarên xwe jî. Çi kêşe û nîqaşên di nav wan derdikevin her tûndtir dibe û ber bi pevçûnê ve diçin. Rêxistinên komunîst di gelek mijaran de yên din weke revîzyonîst, menfeatperest sûcdar dikin û ji bilî yên xwe heqê hebûnê nadine yên din.

   Îdeolojiya komunîzmê her ji dildarên xwe re metodên bidengkirinê û şêweyên şîdetê pêşniyar dike.Ji ber vê yekê cihê fikra komunîstî li wêr heye ne mimkun e fikrên cuda geş bibin.Hinek sloganên ku rêxistinên komunîst çalakiyan de dij mirovên xwedî fikrên cuda diqîrin weke ‘’Em nahêlin hûn li vir bihewin,Em nahêlin hûn li vir biaxivin,Bişeqitin!,Ev der cihê me ye..’’ mentalîteya komunîstî dide ber çav.Mebesta wan ewe ku civakên bi yekreng biafirînin û ev jî bêbaweriya sîstema diparêzin nîşan dide.

   Ger komunîzm ji dil li ser fikra azadiyê bûya, rêya tasfiyekirina mixalifan ji xwe re nedigirt.Dê destûr bidana ku fikrên cuda derkevin holê û fikr geş bibin. Lê belê mixabin ew rihê komunîzmê hişk û nexweş di atmosfera azadiyê de geş nabe, bes cihê nezanî û cehalet lê heye de li ser piyan dimîne.

   Di eslê xwe de, rihê mirov ê azadiyê dixwaze,dildarê azadiyê ye.Çawa ku Xwedê li Quranê de dibêje ku barê li ser pişta gel zêde nekin,wan azad û rihet bihêlin.Her warê exlaqê dînê Îslamê li wir hikûm dike de. Musevî jî Îsayî jî û Bûdîst jî dikare dilê xwe dînê xwe bijîn.Xwedênenas jî komunîst jî dikarin dilên xwe fikrên xwe bînin zimên.Dîn zordariya yekrengî nade ser mirovan.

   Dawiya fikrên heja û mejiyên mirovan kelepçe dikin ,wekî komunîzmê, dê bi exlaqê Quranê were. Weke ku di Qurana pîroz de Xwedayê mezin û gewre fermankirî û şîretkirî hezkirin,azadî,aqilmendî,feraset dê ji bo hemû mirovên bêzar bibe rêça rizgariyê.

2014-12-08 20:51:00
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top