Têkçûna Ateîzmê

PÊŞKÊŞVAN: di dîroka mirovahiyê de xeçerêyên girîng hene. Em jî niha yek ji van xeçerêyan de ne. Hin kes vêya wek “globalbûn û serdema agahiyê” şîrove dike. Ev tespîtan rast in, lê ji van jî girîngtir rûdanek heye. Hin kes ji vê haydar nebin jî, di ev 30 û 35 salên dawîn de di qada felsefe û zanistê de guhertineke mezin pêk tê. Ji sedsala 19’emîn û vir de ateîzma ku di warê fikr û zanistê de bibandor bû, niha ber bi tunebûnê ve diçe.

Ateîzma ku hebûna xwedê qebûl nake, ji serdemên berê û vir de hebû. Lêbelê ev raman di sedsala 18’emîn a ewropayê de bi ramanên hin ramangêrên yên li dijî olî ve dest pê kir. Materyalîstên wek Dennis Dîderi, Baron û Davîd Hume ji ber ku di heyama van de asta zanistê ne bilind bû gotin ku ji xeynî madeyê, alemeke jîndaran tune ye. Dema ku hatin sedsala 19’emîn ateîzm bêtir belav bû. Rewşenbîrên wek Feuerbach, Marx, Engels, Nietzsche, Durkheim û Freud fikra ateîzmê xistin nav qada zanist û felsefeyê.

Piştgiriya herî zêde jî Charles Darwinê ku teoriya wî ji aliyê zanistê ve tu carî nehatiye piştrast kirin, da ateîzmê.

Ateîstan bi sedsalane bersiv nekarîn bidan pirsa “ jîndar û mirov çawa bûn?” Darwînîzm jî bi çîrokên xeyalî û qaşo delîlên zanistî ve bersiv da van pirsan.

Ramana ateîzmê îdîa kir ku di nav siruştê de  pergaleke wisa heye ku ruh dide madeyên bêcan û paşê jî ji van madeyan bi milyonan jîndarên cuda pêk tîne û vê teoriya xwe jî bi gelek kesan da bawer kirin.

Ateîstan di dawiya sedsala 19’emîn de li gor xwe her tişt eşkere kiribûn û li gor xwe “dîtineke dinyayê” ava kiribûn.

Bi nezaniyeke mezin afirandina gerdûnê înkar dikirin û li dijî vê digotin: “destpêka gerdûnê nîn e û gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye.” Îdîa dikirin ku hevsengî û pergala li cihanê bi tesadûfî pêk hatiye û li dinyayê tu armancek tune ye.

Xwedênenas guman dikirin ku pirsa “jîndar û mirov çawa bûn?” ji aliyê Darwînîzmê ve hatiye bersivandin.

Ew dizanîn ku dîrok û civaknasî ji aliyê Marx û Durkheîm ve, derûnnasî jî ji aliyê Freud ve bi esasên ateîzmê ve hatiye diyar kirin. Halûbkî her yekê van dîtinan bi rûdan û geşedanên zanistî, siyasî û civakî yên sedsala 20’an ve têk çû. Encamên ku di qadên cuda de derketin holê sawên ateîzmê ji binî de hilweşandin.

Nivîskarê navdar yê Emerikî Patrick Glynn di pirtûka xwe ya bi navê delîlên xwedê, piştî sekulerîzmê li cihanê lihevkirina eql û baweriyê de di vê mijarê de cih dide vê şîroveyê:

Lêkolînên 20 salên dawîn saw û pêşbîniyên ramangerên xwedênenas yên li dijî xwedê berevajî kirin. Piştî nîqaşa sedsalî ya ku di navbera bawerî û zanistê de derbas bû, şûna her tiştê serobino bû. Di roja me de delîlên berbiçav bi awayekî zelal bawerî û hebûna xwedê piştrast dike.

KOZMOLOJÎ: KIFŞKIRINA AFIRANDINÊRÊ

Di sedsla 20’emîn de zanist derbeya xwe ya ewil di qada kozmolojiye de li ateîzmê xist. Îdîaya “gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye” hilweşiya û bi delîlên zanistî ve derket holê ku destpêka evrene heye û gerdûn ji tunebûnê hatiye afirandin.

Fikra “gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye”, cara ewil ji aliyê ramangêrên xwedênenas yên li Yûnana Kevn ve derketiye holê.

Di serdema nû de vê ramanê cara ewil ramangêrê Elman Immanuel Kant parast ye.

Kant, diparast ku gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye û her îhtîmal di nav vê bêdawiyê de dê pêk were. Lêbelê ev îdîa bi tenê li gor sawan dimeşiya û di nav de hîç daneyên zanistî tune bûn.

Di sedsala 19’emîn de jî îdîaya ji dûrê zanistî ya ku dema afirandinêrê tuneye digot, ji aliyê gelek kesan ve dihat qebûl kirin.

Lê zanist di demeke kurt de hebûna destpêka gerdûnê dê îspat bikira. Ev îspat ji teoriya “Bîg bang ango Teqîna Mezin” hat. Piştî hin keşîfan gihîştin teoriya Bîg Bengê. Astronomê Emerîkî Edwîn Hubble di sala 1929’an de kifş kir ku galaksî her tim ji hev bi dûr dikevin û bi vî awayî gerdûn her ku diçe fireh dibe.

Di encama vê de derdiket holê ku di nav gerdûneke fireh de  heke di demê de paşve bê çûyîn hemû gerdûn ji nuqteyekê dest pê dike. Asîmanzanan jî fam kir ku ev “nuqteya yek” rewşeke metafîzîkî ye.

Ev xala bêhecm berve derve teqiyaye û bi vî rengî made û dem derketine holê.

Teoriya Bîg Bengê her çi qas materyalîstan aciz kiribe jî bi daneyên zanistî ve pêş ket.

Du zilamên zanistê bi navê Arno Penzîas û Robert Wîlson bi lêkolînên ku di salên 1960’î de kirin ve bermayiyên radyoaktîf yên vê tqînê tespit kirin.

Heman rastî di salên 1990’î de bi nîşanekên peyka COBEyê ve jî hat pişrast kirin.  Daneyên nepoxa Bumerangê ya ku di destpêka sala 2000’î de hatibû şandin bo fezayê agahiyên COBEyê piştrast kirin.

Îspatkirina Bîg Bengê ramanên materyalîstan serobino kir û ji ber vê jî herî zêde zanyarên atesît û materyalîs bertek nîşanî vê dan.

Anthony Flewê ku demeke dirêj xwedênenas bû û pişt re bi xwedê bawer kir, di dema xwe ya atesît bû de derbareyê Bîg Bengê de îtirafeke balkêş dike: “li gor gotinan mikur kirin dilê mirovan rihet dike. Ez jî dixwazim mikurekê bikim: modela Bîg Bengê ji aliyê ateîstekî ve aciziyeke.

PÊŞKÊŞVAN: ateîst li hemberî van rastiyên zanistî ji aliyê ramanê ve têk çûn. Kovara Nature  yek ji kovarên zanistê ya herî navdar a materyalîsta ye. Edîtorê vê kovarê John Maddox di meqaleya xwe ya ku di sala 1989’an de nivîsî de li dijî Bîg Bengê bertekên xwe nişan dabûn. John Maddox di benda xwe de gotiye Bîg Beng nayê qebûl kirin, lewre digel Bîg Bengê teolog alîgirên fikra afirandinêrê zêdetir dikin. Bîg Beng her ku çû bi gelek daneyên zanistî ve xurtir bû. Di encamê de astronomiya nû gihîşt vê rastiyê: “gerdûn ji tunebûnê   ji nişke ve pêk hat. Made û dem ji aliyê afirînerekî xwedî hêzeke bêdawî ve pêk hatiye. Ew afirînerê ku hemû alem ava kiriye, Xwedêyê mezin e.

FÎZÎK Û ASTRONOMÎ: DAWIYA RAMANA GERDÛNA RASTHATINÎ

Yek ji îdîayên din a ateîstan ku ji aliyên kifşên astronomik yên sedsala 20’emîn ve hat hilweşandin “ gerdûna rasthatinî” ye. Îdîaya ku madeyên li gerdûnê, cismên asîmanê û pergala van bê armanc û tesadûfî pêk hatiye bi awayekî balkêş hilweşiya ye.

Mirovên zanistê cara ewil di sala 1970’î de haydar bûn ku hevsenga gerdûnê ji bo jiyana mirovan bi awayekî hesas hatiye saz kirin.

Dema lêkolîn bi hûr û kur hatin kirin hat dîtin ku qanûnên fîzîk, kîmya, biyolojî û hêzên esasî yên wek erdkêş û elektromanyetizma ji bo jiyana însanan bi rêk û pêk hatiye amade kirin. Niha bi hev re li çend mînakan binêrin.

Di firehbûna ewil ya gerdûnê de ango di tundiya teqîna Bîg Bengê de hevsengiyeke dersayî heye. Li gor hesabên mirovên zanistê heke teqîna ewil bi qasî zerekî cuda pêk bihata jî dê made an cardin bikete hundir an jî dê tev belav bûbûya. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku di destpêka dinyayê de îsabetek mezin heye. bêguman ev ne tesadüf e.

Hêzên wek axkêş û elektromanyetîzm ji bo pêk hatina gerdûn û jiyaneke bi rêkûpêk tam jî di nirxên xwe yên hewce de ne.

Heke di van hêzan de guhertineke pirr piçûk pêk bihata dibe ku ev bûbûya sedema guhertinên pirr mezin. Di vê rewşê de pergala rojê, gerstêrk û cihana me jî dê nebûna. 

Wek her hirgûliya gerdûnê, pergala me ya rojê jî bi eyarên hesas hatiye afirandin.

Mezinahiya tavê û tîrêjên wê û dûrahiya di navbera dinya û rojê de tam li gor jiyana însanê hatiye sazkirin. Heke di van nirxan de guhertineke pirr piçûk jî pêk were, dibe ku jiyan li dinyayê di demekê de tune bibe.

Hin teybetmendiyên avê jî hene ku li gor jiyana însanan hatiye eyarkirin.

Av bervajî hemû şîleyên din ji ser dicemide. Ji ber vê jî behr temamî nacemidin û bi vî awayî jiyan berdevam dike. Teybetiyên fîzîkî û kîmyewî yên avê jî ji bo jîndaran pîvaneke îdeal de ne.

Bi saya van mîhengên hesas yên ku em qal dikin mirovên zanistê gihîştine encameke girîng: li gor mirovên zanyar li gerdûnê “rêgezeke mirovî” heye. Ango her hirgûliyên li gerdûnê li gor armancekê û jiyana jîndaran hatine afirandin.

Lêbelê ya balkêş ew e ku kesên materyalist yên ku nedixwestin bigihîjin encamên wisa, vê rastiyê derxistin holê.

Astronomê Emerîkî George Greensteîn di pirtûka xwe ya bi navê gerdûna Sîmbiyotîk de vê rastiyê wiha bilêv dike:

Dema ku em daneyan lêkolîn dikin bi rastiyeke girîn re rû bi rû dimînin; di koka gerdûnê de eqlekî li ser siruştê ketiye devrê. Armanca me ne dîtina  jîndarekî îlahî be jî delîlên zanistî me bi hebûna afirînerekî re rû bir û dihêyle.

Biyologê navdar Mîchael Denton jî di pirûka xwe ya bi navê Qedera Siruştê: qanûnên biyolojiyê armanca gerdûnê çawa nişan dide de vê şîroveyê dike:

Agahiyên ku di astronomiya sedsala 20’emîn de derketin holê li dijî sawên ku di 4 sedsalên derbasbûyî de pêk hatin têdikoşe. Ev saw jî ew e ku jiyan rasthatinî ye û ne girîng e.

Kurtasî em dikarin bibêjin ku gotina bingehîn ya ateîzmê “gerdûna rasthatinî” di roja îro de hilweşiya ye.

Şaşiya vê gotinê jî jixwe 14 serdem beriya niha di Qur’anê de ji însana re hatibû gotin. Xwedê di Qur’anê de wiha kerem kiriye:

Me asîmanê, rûyêerdê û tiştên ku di navbera van de cih digrin wek beredayî neafirandin. Ev şaşiya înkarkeran e. (Sad Suresi, 27)

ZANISTÊN XWEZAYÎ: DAWIYA TEORIYA EVRÎMÊ

Ateîzma ku di sedsala 19’emîn de deng vedida, piştgiriya xwe ya herî girîng ji teoriya evrîmê ya Darwînê digirt.

Darwîn digel hemû tunebûna delîlên zanistî pêş xist ku koka mirov û hemû jîndarên din mekanîzmayên xwezayî yên bêhiş in. Bi vî awayî  jî daxuyaniyeke derzanistî anî ser vê mijara, ku ateîstan bi salane nekarî bûn destnîşan bikin.

Axir ateîstên heyamê teoriya Darwînê bi şahiyeke mezin pêşwazî kir. Di serî de Marx û engels ateîstên sedsala 19’emîn vê teoriyê wek bingeha felsefe û ramanên xwe dîyar kir.

Lêbelê bingeha herî mezin ya ateîzmê jî bi kifşên zanistî yên sedsala 20'emîn ve hilweşiya. Delîlên ku zanistên wek fosil, biyokimya, anatomi û genatîk derxistin holê, teoriya evrîmê ji gelek aliyên cuda ve pûç derxist.

Darwîn da pêş ku hemû cureyên jîndar ji cihekî hevpar hatine û di nav demeke dirêj de bi guhertinên piçûk ve him bi him ji hev cuda bûne. Hêvî kiriye ku delîlên vê îdîaya xwe jî di nav fosîlan de bibine.

Lêbelê lêkolînên fosîlan yên ku seranserê sedsala 20’emîn hatin kirin encameke li dijî vê derxstin holê. Di lêkolînên ku hatin kirin de 400 mîlyon fosil hatin dîtin. Lê di nav van fosîlan de fosîleke “cureya navber” a ku teroriya  Darwînê rast derxe, tunebû. Fosîlên ku hatin bidestxistin bi hemû taybetmendiyên xwe aîdê jîndarên bêqûsûr bûn.

Di van fosîlan de jî hat dîtin ku beriya beşên jîndarên bingeh kokeke hevpar tune ye.

Mînak: bûyera ku wek “teqîna kambriyen “ tê zanîn besê hilweşandina teoriya evrîmê ye. Di vê heyama zû ya jeolojîkê de nêzî hemû kategoriyên li alema heywanan ji nişke ve rû da ye.

Jîndarên ku kategoriyên wan ji hev cuda ne, bi pergalên xwe ji nişke ve derketine holê.

Ev rastiya ku qeydên fosîlan derxist holê teoriya evrîmê pûç derxist û bû qanida afirandinêriyê.

Dema ku Darwîn teoriya xwe ava dikir, mînakên wek cureyên cuda yên hesp û kûçikan nişan dida.

Darwîn guhertinên ku di van jîndaran de hat dîtin ji bo hemû jîndaran bi kar aniye û parastiye ku her jîndar dibe ku ji kokeke hevpar pêk hatibe.

Lêbelê ev îdîaya ku di sedsala 19’emîn de derketibû holê, bi daneyên zanistî yên sedsala 20’emîn ve hatiye pûçkirin.

Lêkolînên ku bi salan in li ser cureyên heywan û lebatan hatin kirin, nişan da ku bi cure cur bûna jîndaran tu cara sînorekî diyar ya genetîkê derbas nebûye.

Ji aliye din ve jî deneyen genetîkê derxist holê ku mutasyon agahiyeke nû li jîndaran zêde nekiriye û heta mutasyonê zirar daye wan. Di mutasyonên ku li ser mêşên fêkiyan hatin kirin de hemû ferdên seqet derketin holê.

Li gor teoriya Darwînê jiyana li ser rûyê erdê divê ji madeyên bêcan dest pê kiribe. Bila wisa be lê ev jîndara ewil a ku didin pêş çawa derketiye holê?

Darwîn qala vê mijarê nekiriye û bi tenê ev nivisiye: “hucreya jîndar a ewil, dibe ku di nav goleke germ de derketibe.”

Hin biyolog jî ji ber ku vê kêmasiya Darwînê bigrin lêkolîn kirine lê ew jî bi ser neketin. Hemû lêkolîn û dane nişan dan ku di nav madeyeke bêcan de hucreyeke jîndar tu carî dernakeve.

Di nîvî sedsla 20’emîn de mirovên zanisê tiştekî din jî kifş kirin.

Di serî de hucreya jîndar û organelên ku di nav wan de ne, jîndarî, bi yapiyên kompleks ve tijî ne.

Baskên çivîkan yên ku bûye sedema avakirina teknolojiya firînê, pergala kompleksa hucreyên jîndar a di nav hev de û agahiyên dersayî yên din av DNAyê de. Ev hemû mînak nîşaneyên afirandinêrê ne. Teoriya Werarê ji ber van mînakan bêçare dimîne. 

Ev rastiyên zanistî, di dawiya sedsala 20’emîn de Darwînîzmê xistiye nav riyeke asê. Îro di serî de li Emerîkayê û li gelek welatên rojavayî mirovên zanistê Darwînîzmê red dikin û teoriya “tasarima hişmediyê” diparêzin.

Lewre delîlên zanistî nîşan didin ku jîndar ne tesadûfî, bi tesewirekê derketine holê.

derûnnasî: têkçûna Freudîzmê

Di sedsala 19’emîn de di warê derûnnasiyê de nûnerê ateîzmê psîkiyatrîstê Awistiryayî Sîgmun Freud bû.

Freud, teoriyeke derûnnasiyê ya ku ruhê însanan red dike û hemû hestên mirovan bi daxwazên zayendî dest nîşan dike, derxist holê.

Freud îdîa dikir ku ew çavkaniyên qeyranan diyar kiriye. Lê teoriya wî dibû sedemên qirîzên din. Ev hîndekarî însana wek heywanên ku bi tenê ji bo daxwazên xwe tevdigerin bilêv dikir. Û bi vî awayî jî dibû sedema xirakirina nirxên exlaqî û însanan di nav tenêtî û tirsê de dihîşt.

Di tabloyên hunermendên ku ji Freduê bandordar bûn de dinyay tarî ya vê hîndekariyê dixuya.

Êrîşa herî mezin a Freudê jî li dijî olê bû. Freud di pirtûka xwe ya bi navê “pêşeroja îluzyonîstekî” de ya ku di sala 1927’an weşand de wiha digot: “ baweriya olî nexweşiyeke aqilê ye û bi pêşketina mirovatiyê ve baweriyên olî dê tememî ji holê rabin.”

Ji xeynî Freudê hin derûnnasên navdar ên din ên sedsala 20’emîn jî hebûn. Di nav van de ateîstên herî navdar jî damezrînerê ekola tevgertiyê Burhus Skînner û damezrînerê terapiya rasyonelstê Albert Ellis bûn. Di dawiyê de warê derûnnasiyê ji bo ateîstan bû wek baxçeya paşîn. Di sala 1972’an de ji aliye komeleya derûnnasî ya Amerîkayê ve lêkolînek hat kirin. Li gor vê lêkolînê derket holê ku ji %1’î derûnnasên li welêt xwedî baweriyê ne.

Lê di dawiyê de ramanên van psîkologan xebatên ku ji aliyê wan hatin kirin ve pûç derketin.

Bipêşanî derket holê ku di teoriyên Freudê de bingeheke zanistî nîn e. Û hat hînbûn ku li dijî ramanên Freud û hin teorisyenên din ol û bawerî ji bo tenduristiya zîhnî ya însanan pirr girîng e.

Nivîskarê Emerîkî Patrîck Glynn wiha qala van pêşketinên girîng dike:

“di çarûyeka dawî ya sedsla 20’emîn de hemû ramanên freudê yên derbareyê ol de xelet derketin. Lêkolînên ku ev 25 salên dawîn de hatin kirin derxist holê ku îdîayên Freud û xwendekarên wî yên li ser baweriya olî şaş in, li dijî vê baweriya olî dibe sedema tendurîstiya zîhnî û bextewariyê. Ji bilî vê bi saya baweriya olî û îbadetan tiryakkêşî, xwekujî, vexwarina araqê û hevduberdan kêm dibin. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku ateîzm di qada derûnnasiyê de jî têk çû.

HILWEŞÎNA RAMANÊN XWEDÊNENASIYÊ

Ateîzm di sedsla 20’emîn de ne bi tenê di milên sanistê de di heman demê de di warê civak û exlaqê de jî têk çû.

Di vê mijarê de mînaka herî girîng jî hilweşîna komunîzmê ye.

Damezrînerên vê îdeolojiyê Marx, Engels, Lenîn Tiroçkî û Mao ateîzmê wek prensîbeke sereke hilbijartin. Troçkiyê ku hem alîkarê him jî dijberê Lenîn bû, di sala 1940’î de wesyetnameya xwe nivîsî û di vê wesyetnameya xwe de ramanên xwe yên li ser ateîzmê wiha bilêv dikirin:

“ seranserê 43 salan yên di jiyana xwe ya hişmend de wek şoreşgerek mam. Di 42 salên vê demê de jî min di bin ala Marksîzmê de têkoşîn da. Heke min ji nû ve dest bi jiyanê bikira ez ê dîsa bi vî rengî bijiyama. Ez şoreşgerekî proleterim û ez ê wek ateîstekî îflah nabe, bimirim.”

Rejîmên komunîst dixwastin ku ateîzmê li civakê belav bikin û baweriyên olî ji holê rakin. Rûsya di heyama Stalîn  de li Çîna Sor, Kamboçya û hin dewletên Bloka Rojhilatê, di serî de misilman li dijî oldaran zordarî hate kirin û gelek kes jî rastî qirkirina komî hatin.

Lê ev pergala bixwîn wekî ku dihat payîn di dawiya sala 1980’î de hilweşiya. Esil a ku hilweşiya ateîzm bi xwe bû.

Nivîskarê Emerîkî Patrîck Gylnn mijarê wiha diyar dike:

“dîroknas her ku sedemên hilweşîna komunîzmê lêkolîn kirin, derket holê ku elîta Sovyet di nav êşa “qeyarna baweriyê” de ye. Mirovên pergala Sovyetê ji ber ku di bin bandora îdeolojiyeke ateîst de jiyan derûniya wan ji binî de xira bû. Gelê Sovyetê hemû hêvî û hestên xwe yên exlaqî winda kirine.”

Yek nîşaneya vê “qirîza baweriyê” ya pergala Sovyetê jî reformên ku serokdewlet Mîhaîl Gorbaçov hewl dida ku pêk bîne ne. Gorbaçov ji roja ku hat wezîfeyê û pê ve digel reformên aboriyê bi pirsgirêkên exlaqî ve jî mijûl bû. Mînak: li dijî araqvexwarinê kampanyayek da destpêkirin. Gorbaçov berê gotinên Marksîst û Lenînîst bi kar dianîn û di dawiya rejîmê de jî  di hin gotinên xwe de qala Xwedê dikir. Bi xwe jî ateîst bû. Lêbelê van gotinên wî jî kêr nehatin û qirîza baweriyê ya civaka Sovyetê mezintir bû.  Di encamê de jî împaratoriya Sovyetê di demekê de hilweşiya.

Di sedsala 20’emîn de ne bi tenê komunîzm faşizm jî hilweşiya. Faşîzm em dikarin bibêjin ji Xwedênenasî û pûtperestiyiyê pêk hatiye. Frîedrîch Nîetzche ku wek bavê ramana Faşîzmê tê nasîn pesnê pûtperestiyê daye, li dijî olên îlahî derketiye û xwe jî wek “Deccal” bi nav kiriye.

Elmanya Nazî ji Nîetzche û Martîn Heîdeggerê bandordar bûye. Fikr û ramanên van her du Xwedênenasan bû sedema hovîtiyên li Elmanyayê. Hîtler û Fermandarên wî yên ateîst piştî ku Elmanyayê xistin nav tirs û qurfê, bûn sedema destpêka şerê herî bixwîn yê dîrokê.

Di ev şerê ku wek 2’emîn şerê cihanê dê bê bibîranîn de 55 milyon însan jiyana xwe ji dest dan.

Naziyiyan piştî şer li kampan gelek Cihû, Qereçî, Slav û hin neteweyên din û kesên oldar kuştin.

Xort û ciwanên ku di nav malbatên Xiristiyan de gihîştin, bi bandora ramanên îdeologên ateîst wek Marx, Darwîn û Freud li dijî ol ekolek ava kirin.

Ev Ekol di salên 60’î de li Amerîka û rojavayê Ewropayê di demeke kurt de belav bû. Ev jî bû sedema pêk hatina gotina “şoreşa zayendî” û “xewna Hîppiyî.”

Hîppiyan guman dikirin ku dê bi tiryak û zayendiyê ve  bigihîjin bextewariyê.

Ev xort û ciwan bi strana John Lennon ya bi navê “dinyeya ku ol tuneye xeyal bike” ve daketin kuçe û kolanan. 

Lê di dawiyê de rêberên Hîppiyan yên salên 60’î di destpêka salên 70’î de li pey hev an xwe kuştin an jî ji ber tiryakê mirin. John Lennon jî ji aliyê hezkerekî xwe yê dîn ve hate kuştin.

Xort û ciwanên heyama 68 jî him xwe him jî civaka xwe xirap kirin.

PÊŞKÊŞVAN: agahiyên ku we heta niha bi kurtasî qal kirin bi awayekî zelal nişan da ku ateîzm di nav hilweşîneke teqez de ye. Ango mirovatî êdî berê xwe dide Xwedê. Ev rastî wek gotina we bi siyaset û zanistê ve sînordar nîn e. ji serokên dewletan bigrin heta hunermend û rêberên navdar yên civaka Rojavayî li gor berê bêtir oldar in. Gelek kesên ateîst jî pişt re ji Xwedê re îman kirin.

Ji ber vê jî heyama niha pirr girîng e. heta niha ateîzm wek riya eql û zanistê hat nişan dan. Lê ev şaşî bi awayekî zelal derket holê.

Xeletiyên kesên ku bi Xwedê bawer nakin di Qur’anê de wisa tê gotin:

Çawa dibe ku hûn Xwedê înkar dikin? Helbûkî dema ku hûn mirîbûn ew can da we; paşê dê dîsa we bikuje, dîsa ruh bide we û pişt re hûn ê li wê vegerin.

Hemû tiştên li ser rûyê erdê ji bo we ew xuliqandin. Û ew her tiştî zan e. (Bakara Suresi, 28-29)

2014-12-17 03:36:16
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top