Divê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê di demeke kurt de herêma ewle bê avakirin.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’an û vir de dewam dike. Piştî şerê 2’emîn yê cihanê yek ji bûyerên ku hejmara kesên ku cih û warên xwe terikandin ev e. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî nêzî 200 hezar însan hatine kuştin, bi hezaran însan li girtîgehên rejîma Baasê rastî îşkenceyê hatine û gelek însan jî birîndar bûn e. Sûriye niha bûye wek welatekî xeyalet. Tê gotin ku nêzî 7 milyon kes jî malên xwe terikandin e. Ji van hin kes li nav welêt cihên xwe guhertin e, ji nîviyê bêtir jî di serî de Lubnan, Urdun û Tirkiye xwe sipartine welatên derdor û bûne koçber. Drama mirovatiyê ya ku li Sûriyeyê tê jiyîn gihîştiye asteke tirsnak. Ji roja ku pevçûn dest pê kirin û vir de ji bo sivîlan me hewce dît û bi lêv kir ku herêma bo firînê qedexe û herêma ewle bila bê avakirin. Di roja îro de jî ev pêdîviya herêma biewle divê bi awayekî lezgîn bê avakirin. Rejîma Esed bi gazên kîmyewî welatiyên xwe dikuje û welatên rojavayî ji ber vê zilmê bêdeng dimîn in. Lê divê Rojava li ber êş û kesara zarok, kalemêr û jinepîr ên ku ji ber zilma DAIŞ, PKK û Esedê reviyane bêdeng nemin e. Divê di demeke kurt de ji bo aramiya gelê Sûriyeyê herêmeke ji bo firînê qedexe û ewle bê amadekirin.
 
1.     Herêma ewle ne harekatekî leşkerî ye. Armanc parastina jin, zarok, kalemêr û pîrejinan e.
 
Divê kesên ku nikarin xwe biparêzin, bên parastin. Divê ji bo kesên ku  mal, kar, dibistan û warên xwe li dû xwe hîştine û hatine welatekî xerîp jiyaneke nû bê avakirin.  3 sal in ku ev însanan bi bombeyên warîlê hatine kuştin, bi gef xwarin û zordariya DAIŞ û PKKê ketine nav êş û keserê, xizm û merivên wan hatine kuştin û mal û îbadetxaneyên wan hatine hilweşandin. Ji ber vê jî ji bo wan hemû dinya berpirse ku jiyaneke nû û aram ava bike. Heke dinya ji bo kesên ku bêmal û bêwar man e jiyaneke ewle nikare ava bike, ev tê vê wateyê ku di wîjdana mirovatiyê de hilweşîneke mezin heye. Kesên ku li gor wîjdanê tevnegere û li dijî neheqtiyê nesekîne, Xwedê biparêze, dibe ku bi xwe jî dê rojekê mihtacê tevgereke wîjdanî bibe. Ji ber vê qasî jî divê di demeke kurt de astengiyên burokratîk bên rakirin û herêmeke ewle bê avakirin.
 
2.     Herêma ewle ji bo Kurdan jî dê bibe parastgehek û wan biparêze.
 
Derbarê Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞê û Kurdan dixe nav rewşeke xirap de gelek nûçe û agahî derdikevin. Lê van gotinan ne rast in. Pêşî nêrîna Tirkiyeyê ya Îslamê û nêrîna DAIŞê ya Îslamê li hev nagrin. Tirkiye wek welatekî ku ji 30 salî zêdetire li dijî terorê têkoşîn daye, tu carî dê alîkariyê nede rêxistineke wek DAIŞê. Di demeke ku gelek welatên Ewropayê DAIŞ hilnedidan rojeva xwe de Tirkiyeyê DAIŞ xist nav lîsteya rêxistinên terorê û siyeseta ku li dijî rêxistinên terorê dimeşand li dijî DAIŞê jî meşand. Ev propagandaya reş bitaybetî ji aliye alîgirên PKKê ve hat meşandin. Yek ji armanca vê xabatê jî ji bo PKKê hildana piştgiriya DYA û Rojava bû. Lê parêzvanê gelê Kurd ne PKK, Tirkiye ye. piştî ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir, PKK li dû xwe dayîkên Kurd, zarok, jinepîr û kalemêr hîştin û reviya. Kurdên Sûriyeyî yên ku ji zilm û zordariya DAIŞê reviyan xwe sipartin Tirkiyeyê. PKK’yê ku li çiyayan bi stratejiyên gayrî nîzamî şer dike, ji pişt li leşkerên Tirk  xist û bi vî awayî hêzdar bû. Lêbelê li hemberî rêxistineke wek xwe DAIŞê têk çû. Bi vî awayî çîroka “li dijî DAIŞê gerîlayên Kurd yên leheng”  jî bi dawî bû. Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê û welatên Rojavayî heke dixwazin Kurdan biparêzin, divê alîkariyê nedin PKKyê Stalînîst û Lenînîst ku dixwaze li herêmê Koreyeke Bakur a nû ava bike, piştevaniyê bide Tirkiyeyê.  Divê di serî de Kurdên ku li Kobanê dijîn û ji bo Kurdên din Herêmeke Ewle bê avakirin.
 
3.      Herêma Ewle ne polîtîkaya dagirî ye.
 
Tirkiye tu car li dijî welatên cîran polîtîkayeke dagirî nemeşandiye. Artêşa Tirk bi rehmet û dilovaniya xwe tê naskirin. Rêxistina terorê PKK seranserî 30 salî li dewletên cîran ma û welatên cîran ew xwedî kir, lê dîsa jî Tirkiye li dijî wan dewletan dijminatî nekir û gaveke derqanûnî navêt. Dema ku Herêma Ewle hat avakirin  hêza parêzger a herêmê dê arteşa Tirk be. Leşkerê Tirk li Efxanîstan, Somalî û Bosnayê xîzmeta xwe raxistiye ber çavan û bi heman rengî dê li sînorê Sûriyeyê jî dê xîzmetê bide kesên ku xwe spartina Tirkiyeyê.
 
4.     Hemû dinya berpirs e ku ji bo kesên Ji Sûriyeyê koç kirine Herêmeke Ewle ava bike.
 
Bi qasî hejmara koçberan a ku hemû welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2013’an de qebûl kir, Tirkiyeyê hefta borî di nava rojekê de qebûl kir. Hejmara koçberên Kobanê 130 hezarî derbas bû. Tê texmîn kirin ku Tirkiyeyê heta niha ji 2 mîlyonî zêdetir penaberên Sûriyeyî qebûl kiriye. Ji bo mêvanên Sûriyeyê jî ji 7 mîlyarî zmdetir pere hatiye xerçkirin. Ev mevla ji bûtçeyên hin wezaretên li Tirkiyeyê zêdetir e.  Em wek neteweyê Tirk ji bo mêvankirina cîranên me yên ku ji ber zilmê reviyane kêf xweş in. lêbelê divê neyê ji bîr kirin ku pirsgirêk pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dema ku mijar  jiyan, aramî û ewleyiya mirov be, biqasî deqqeyekê jî paş xistin nayê qebûl kirin. Ji ber vê jî ji bo hin pirsgirêkên burokratîk divê dema avakirina Herêma Ewle neyê dirêj kirin. Parastina mezlûmên Sûriyeyî berpirsyariyeke mirovî ye û divê di demeke kurt de ev berpirsyarî ji aliyê hemû diyayê ve bê cih.
2014-12-23 16:14:34
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top