Adnan Oktar: Em dixwazin Tirkiye piştgiriya Kurdistanê bike

 

Adnan Oktarê ku wekî Harun Yahya jî tê nasîn nêrînên xwe yên derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û rewşa kurdan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

 

 

Hûn têkiliyên Tirkiyeyê bi Barzanî û Herêma Kurdistanê re çawa dinirxînin?

 

Mesûd Barzanî mirovekî limêjker û şêrekî ji terîqeta Nexşîbendî û kesekî bi edeb, efendî û bi ewle tam însanekî Rojhilata Navîn e. Yanî kesekî bi rêz, xweşmêr û maqûl e. Mirovên wiha taca zêrîn in û zû bi zû peyde nabin. Em dixwazin li herêmê bi pêşengiya Barzanî hemû kurd yekîtiyekê ava bikin û divê Tirkiye jî piştgiriyê bide vê yêkîtiyê û kurd li vir aram bin.

 

Bawerim we li ser Barzanî pirtûkek nivîsand û belgefîlmek jî çêkir. We digot ‘Barzanî Yahudî ye' gelo ev nêrînên we guherîn?

 

Erê dizanim. Paşî birêz Barzanî bi navcîtiya dostekî pêwendî bi min re danî û ji wî dostê min re gotiye ‘ xoce ji bo min dibêje Barzanî yahudîye, ez mirovekî limêjker, misilman û Nexşîbendî me û ez bi van gotinan diêşim' piştî ku min ev gotin bihîstin ez gelekî xemgîn bûm û min ew nivîs û belgefîlm hemû rakirin. Yahudî ji nesla pêxember in û ez jî ji wê neslê me. Barzanî ji nesla pêxember û seyîd e û ez jî seyîd im. Di rojên herî teng de Barzanî gelekî bi kêrî gelê xwe hatiye. Gelê kurd gelekî zordestî kişand û rastî qetlîaman hatin. Bi kurtayî ez ji Barzanî hezdikim û nahêlim tu kes gotineke xerab jê re bêje û em ji şêwazê wî kêfxweş in.

 

Hûn piştgiriya Barzanî û serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin ku bibe dewlet?

 

Heke li hemberî Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî pirsgirêkekê çêneke helbet ez dixwazim. Em bi can û dil dixwazin hemwelatiyên kurd li ser axeke berfireh bi azadî û di nava aramiyê de bijîn. Wekî min got divê li gorî hiqûqê be, nebe jî dikarin vegerînin dewleta hiqûqî.

 

Hûn şerê pêşmerge bi DAIŞê re çawa dinirxînin?

 

Hewceyî vê ne dikir. Min ji Barzanî re got qet tevlî DAIŞê nebin û herkes li herêma xwe bi aramî bijîn. Lê Amerîkayê nehişt û şerekî ku hewce ne dikir bi hevre kirin. Lê vêga jî mirov dikare telafi bike. Tu wateya vî şerî ji herdu aliyan re jî tuneye. Li herêmê Barzanî wê tim hebe divê hebe jî. Divê DAIŞ vê baş bibînê û baş bixwîne ji bo ku Barzanî mirovekî muteqî û bawermend e û li herêmê ji berê de birayê kurdan yê mezin e. Ez bawerim DAIŞ jî naxwaze êrişî pêşmergeyên sunî bike.

 

Hûn Pirsgirêka kurdî li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

 

Birayên me yê kurd di dema dewleta kur de rastî zor û zordestiyan hatin. Alevî, sunî, êzidî, yahudî gelekî eziyet dîtin. Hemû însan perçiqandin. Çepgir jî û rastgir jî zilm û zorî dîtin. Lê ji vir û pê ve êdî tu kes nikare dest dirêjiya li kurdan bike. Gelê Tirkiyeyê jî ev rastî fêhm kir û êdî bi hûrmêt nêzî kurdan dibe. Bawerim ji vir û şûnde rewş dê baştir be û divê dewlet veberhênanek mezin li herêmê bike.

 

Başe, nêrînên wê yên derbarê pirsgirêka ziman de çine?

 

Pêwistiya Tirkiyeyê bi zimanekî hevpar heye û ew jî zimanê tirkî ye. Divê zimanê tirkî bibe zimanê bingehîn. Lê ji bo zimanê kurdî jî divê qurs werin vekirin û bi serbestî were axaftin. Mînak ji hevalên me 20 heb fêrî zimanê kurdî bûn û niha wekî zimanê xwe yê bingehîn dipeyîvin. Lê ku tu bêje bila saziyen dewletê bi kurdî biaxivin nabe, ji bo ku jiyana kesên ku li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dijîn tu ji holê radike. Axaftina zimanê kurdî di saziyên dewletê de ne qenciye ji bo kurdan. Li Tirkiyeyê zimanê bingehîn tirkî ye, lewma dema ku tu vê neke vê carê çerkez jî, laz jî û yên din jî wê daxwaza axaftina zimanê xwe bikin û ew dibe sedema gengeşiyê. Li Amerîkayê di navbera 30 û 40 milyonî de îtalî dijîn naxwe bila ew jî bêjin em dixwazin zimanê îtalyanî li Ameîkayê bila bibe zimanê fermî.

 

Heke zimanê kurdî vê xwînê bide sekinandin û aramiyê bînê, pêşiya ziman were vekirin baştir nabe?

 

Heke bi serbest berdana zimanê kurdî PKK ji holê rabe kerem ke em bikin. Em dikarin wekî qanûn pêşniyara parlamentoyê bikin. Lê mijar ne ev e, armanc bi perwerdeya zimanê kurdî dixwazin wan kesan ji Tirkiyeyê qut bikin.

 

Di xweseriyê de nêrinên we çine?

 

Mînak em dikarin desthilatiya şaredariyan berfireh bikin û hinek desthilatên navendî li wir kom bibin.

 

Hûn ji bo kurdan tenê dibêjin an ji bo Tirkiyeyê tevî?

 

Ji bo hemû Tirkiyeyê, jixwe niha li ser tiştekî wiha difikirin. Lê di vê dewrê de tiştekî wiha pir xeter e. Di asayî de ev rêbazeke baş û bi fêde ye, yanî dema ku xweserî çêbibe barê navendê jî sivik dibe û ev bûrokrasiya giran û bê kêr ji holê radibe. Lê di vê dewrê de nabe ji bo ku welat wê ji dest here.

 

Hûn bawer dikin ku PKK wê biqede?

 

Heke biryareke cidî bidin gengaz e.

 

Hogiriya we bi Seîdê Nursî re baş e, Kurdî ye an Nûrsî ye?

 

Hem Kurdî ye û hem jî Nursî ye, herdu jî rast in. Bedîuzeman kurd e û kurdekî xas e.

 

Nêrînên we yên derbarê kurd û komên Rojava de çine, niha li hemberî DAIŞê şer dikin. Hûn YPGê jî di kategoriya PKKê de dibînin?

 

YPG, PYD, PJAK hemû navên hemû navên xemilandî yên PKKê ne û bi Abdullah Ocalan ve girêdayîne. Yanî yeke tenê nabêje ez li dijî Abdullah Ocalan im. Dema tu ji kijan rêxistinê dipirsê serokê te kiye hemû dibêjin serokê me Ocalan e.

 

Hûn politikaya xendekan yên herême çawa dinirxînin?

 

Heke were xwestin mirov dikare wan hemûyan rast bike. Dozerekê bişîne û hemû xendekan rast bike û ez bi zimanekî vekirî dibêjim ev 40 rojî jî nadome.

 

Li gorî nêrîna we gelê herêmê piştgiriyê dide PKKê?

 

Kurd xweşmêr û merd in, ez bawer nakin ku ji PKKê hezbikin. Kurd ji PKKê azic in lê ji bo ku ditirsin û bê hêzin denge xwe nakin.

 

Ez benî wekî ku hûn jî dizanin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ev krîza balafirê derket, hûn vê çawa dinirxînin. Li gorî texmîna we herdu welat wê li hev hatinekê bikin an jî divê çi bikin?

 

Ya rastî hewceyî hevkas tiştî ne dikir. Di serî de bêjim xistina balafirê şaşîtiyeke mezin bû ji bo ku her tim îhlala qada hewayî dibe. Xuyaye wê bibe sedema tiştên ne xweş. Çawa tu diçe balafiran dixîne xwar? Temam dibe ev li gorî qanûnê wiha be, ez bûma min tiştekî wiha qet qebûl nedikir. Lê dîsa jî em dikarin têkiliya xwe û Rûsyayê baş bikin. Divê dile wan were xweşkirin ji bo ku ev bûyer xurura wan şikand. Divê Tirkiye jestekê bike.

 

Pirsên me qediyan, gotinên we yên dawî peyama we çiye?

 

Ez ji birayên kurd gelekî hezdikim, efendî û kûbar in. Kurd taca serî ne, piraniya zarokên me hemû kurd in. ez slav û rêzê xwe ji bo wan dişinim bila dilê wan aram be, her tişt wê rast bibe.

 

Bila Rûsya jî bêje çawa rehet bibin em wî tiştî bikin. Yanî em amade tiştê ku bêje em bikin. Em amade ne xemgîniya dile wan vala bikin û dile wan xweş bikin, gelekî dile wan şikest û hejiyan. Bi baweriya min xurura wan ya neteweyî jî hejîya.

 

Sputnik Kurdistan:

 

http://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/20151214/1380395/Adnan-Oktar-Em-dixwazin-Tirkiye-pistgiriya-Kurdistane-bike.html
 

2015-12-16 18:02:53
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top