Raza li dû bûjenê

Hişyarî
Razeke giring ya jiyana we di vî filmî de ye ku hûn dikin lê temaşe bikin.
Divê hûn bi baldarî li vî filmî temaşe bikin, ji ber ku dê nerîna we ya bûjenî li dinyayê ji binî de biguherîne.
Tiştê di vî filmî de tê vegotin, ne nêzîkatiyeke cuda ye, ne jî fikireke felsefî ye lê belê rastiyên zanistî ne ku bi awayekî teqez hatine peyitandin.
 
Ji roja ku mirov hatiye dinyayê, ji xwe re pejirandiye ku cîhan rastiyeke bûjenî ye. Di nava vê pejirandinê de, mirov mezin dibe û tevahiya jiyana xwe li ser vê nerînê ava dike. Lê encamên ku zanistên nûjen gihiştinê, rastiyeke gelekî cudatir û giringtir diyar dike.
 
Hemû agahiyên li ser cîhana derî me, bi her pênc sehên me digihên me. Ev cîhan cîhaneke wisa ye, ku ji wan tiştan pêk tê yên ku çavên me dibînin, guhên me dibihîsin, pozê me bêhn dike, zimanê me diçêje û destên me seh dikin.
 
Ji roja ku mirov ji dayik dibe, pabendî van pênc sehan dibe. Lewra “cîhana der” tenê bi awayê ku ev seh dinasîne, dikare were nasîn.
 
Lê belê, vekolînên zanistî yên li ser têgihiştên me ji têgeha bi navê“cîhana der” re, rastî diyar kirine ku bi giştî ji zanîna me cuda ne. Ev rastî jî razeke gelekî giring ya bûjenên ku cîhana der diafirînin derdixîne holê.
 
Bîrwerê hemdem Frederick Vester cihê ku zanistê di vê mijarê de gihiştiyê wisa vedibêje:
 
Gotinên hinek bîrweran ku dibêjin “mirov aşopek e, ew bi xwe tevahiya serpêhatiyan demkî û xapînok in, ev gerdûn sihek e” roja îroj, bi awayekî zanistî tên peyitandin. (Frederick Vester, Divê bifikire, fêr bibe, ji bîr bike, r.6)
 
Ji bo fêmkirina raza li dû bûjenê, pêwîst e ku em pêşî derbarê seha “dîtin”ê de zanîna xwe bînin bîra xwe, ji ber ew ji hemû sehên din zêdetir agahiyan dide me.
 
Hûn çawa dibînin?
 
Pêvajoya dîtinê ji çend qonaxan pêk tê. Di dema dîtinê de, gurzên roniyê yên ku çi cisimî tên, anku foton, di nîskoka çavî de dişikê û wisa derbasî paşiya çavî dibe û şi ser retînayê bi cih dine. Li vê derê, tîroj dibin amajeyên elektirîkê, bi rehikên dîtinê diçe beşê paşî mêjî, anku digihîne navenda dîtinê. Pêvajoya dîtinê, di vê navenda mejî ya li vê derê pêk tê.
 
Hemû dîmenê ku me di jiyana xwe de dîtine, hemû bûyerên ku hatine serê me, li vê herêma biçûk û tarî diqewimin. Ev filmê ku hûn niha lê temaşe dikin, herwiha dîmenat bê serûber ya ku hûn dibînin gava ku hûn li cihek çend kîlometreyan dûr dinerin jî, di vî cihê biçûçûk de pêk tê.
 
Ka em hinekî kûrtir li ser vê agahiyê bifikirin: gava em dibêjin “dibînim” ew bi xwe em “bandora” wan tîrojan dibînin ku dibin amajên elektirîkê û diçin mejiyên me. “Anku” dibînim” bi xwe, şoapndina amajên elektirîkê di mejiyên me de ye.
 
Herwiha, xaleke din heye ku divê neyê jibîrkirin; mejî roniyê nabîne û hundirê wî giş tarî ye. Lewra ne pêkan e ku ronî bi xwe rasterast bi mêjî re bide û bistîne.
 
Em rewşa balkêş ya li vê derê bi mînakekê rave bikin: Em wisa bifikirin ku em findekê vêxistî deynin ber xwe û lê binerin. Di wê serdema ku em li findê û roniya wê dinerin, ew bi hundirê qehfê me û mejiyê me şevreş û tarî ye. Roniya findê ticarî nagihêje nava qehfê me û navenda dîtinê ronî nake. Lê di hundirê mejiyê xwe de li cîhaneke temaşe dikin ku têra xwe rengîn û ronî ye.
 
Sehên din jî rewş bi heman awayî ye. Deng, destdan, çêj û bêhn di mêjî de tenê amajên elektirîkê ne.
 
Lewra mejiyên me, di tevahiya jiyana me de, mejiyê me bi bûjenê bi xwe re nedaye û nestendiye lê belê bi kopyayên wê ya elektirîkî re daye û stendiye. Lê em wisa difikirin ku ew kopya bûjen bi xwe ne.
 
Cîhana hundirê mejiyên me
 
Ev rastiyên fîzîkî me encameke negumanbar ji me re diyar dike: Tiştên ku em dibînin, dibihîsin û seh dikin û em wan bi têgehên wek “bûjen”, “cîhan” yan “gerdûnê” bi nav dikin, ew bi xwe tenê amajên elektirîkê ne ku ji aliyê mejiyên me ve tên şirovekirin.
 
Wek mînak em li cîhana der çûkekî dibînin, lê ew bi xwe ev çûk ne li cîhana der e lê belê di mejiyên me bi xwe de ye. Pirtikên roniyê yên ku ji çûkî diteyisin digihên çavên me û ji wir jî dibin hişyariyên elektirîkê. Ev hişiyarî bi rehikan diçe navenda dîtinê ya li mêjî. Çûkê em dibînin, bi xwe amajeke elektirîkê di mejiyê me de ye. Eger hûn wê rehika ku amaja dîtinê dibe mêjî jêkin, dîmena çûkî di cih de dê wenda bibe.
 
Bi heman awayî dengê ku ji çûkî tê, bi xwe di hundirê mêjî de ye. Eger em wê rehika ku ji guhî diçe mêjî jêkin, deng êdî nayê.
 
Bi kurtasî, ew çûkê ku şikilê wî dibînin, dengê wî dibihîzin, tenê şiroveya mêjî ji amajên elektirîkê re ye, ne tiştekî din e.
 
Li vê derê tiştekî din heye, divê mirov li ser bifikire, ew jî hesta dûriyê. Dûrahî, wek mînak dûrbûna di navber we û ekranekê de, bi xwe tenê hesta valahiyekê ye. Ew bûjenên ku mirov dibêje qey gelekî dûrî wî ne, bi xwe dîmen in ku di xalekê tenê ya mêjî de vehewiyaye.
 
Wek mînak mirovek li ezmanan, li stêrkan dinere û dibêje qey bi milyonan salên tîrojî jê dûr in. Lê ew bi xwe, stêr, di navenda dîtinê ya di mejiyê wî de ye.
 
Ev salona ku hûn niha tê de li vî filmî dinerin jî û ji we wa ye ku hûn tê hundirê wê de ne, ew bi xwe hûn ne tê de ne. Lê berevajî wê, salon di we de ye… Laşê we, hesteke wisa bi we re çêdike wek ku hûn di hundirê salonê de ne. Lê ji bîr nekin; mejiyê we jî dîmenek e ku mejiyên we afirandiye.
 
Heta niha me behsa “cîhana der” ya em dibînin û “cîhana têgihiştinan” ya ku di mejiyê me de çêdibe, kir. Lê herçend “cîhana der” tiştekî wisa ye ku em ticarî negihiştinê, gelo em dikarin bizanin bê cîhaneke wisa heye?
 
Helbet em nikarin bizanin. Ji ber ku tenê yek rastî heye ku em dizanin. Ew jî cîhana têgihiştinên ya di hişmendiyên me de.
 
Fîlosofê navdar George Berkeley, derbarê vê rastiya seyr de vê şiroveyê dike:
 
Em ji tişteyan bawer dikin ji ber ku em wan dibînin û sehd dikin û têgihiştinên me didin me. Lê belê têgihiştinên me tenê ew raman in yên ku di mejiyên me de ne…. Mafir ev tişt giş tenê di hişî de ne, naxwe em ê şaşiyeke mezin bikin eger em gerdûn û bûjenê wek hebûne li derveyî hişî xeyal bikin… (George Politzer, hêmanên destpêka felsefeyê, rû.38-39, 44)
 
Ku em bifikirin ku bûjen tiştekî li derveyî hişî ye, bi rastî jî em ê  şaşiyeke mezin bikin. Têgihiştinê ku em seh dikin, reng e, heta tu bixwazî ji çavkaniyeke “çêkirî” tên.
 
Em dikarin vê bi mînakeke wisa di hişê xwe bisêwirînin:
 
Pêşî, em wisa bibêjin ku me mejiyê xwe ji laşê xwe derxistiye û di hundirê denekî ji camê de bijînin. Em kompûterekê jî deynin cem wê ku hemû agahiyan tomar bike. Dûre em dîmen, deng û bêhnên çi derdoreke din li kompûterê bar bikin.
 
Em kabloyên elektirîkê yên vî kompûterî bi navendên têgihiştinê yên mejiyê xwe ve girê din û em wan agahiyên di kompûterê de bişînin mejiyê xwe. Her ku mejiyê me van amajan bistîne, dê derdora hevber ya wan bibîne û bijî.
 
Em dikarin ji vê kompûterê, amajên dîmenên roja xwe jî ji mêjiyê xwe re bişînin. Wek mînak gava em rûniştî bin, em dikarin hemû bergindên elektirîkî yên sehên dîtin, bihîstin û destpêdanê bişînin mejiyên xwe. Di vê rewşê deü mejiyê me, dê xwe wek karsazekî di nivîsgeha xwe de rûniştî bihesibîne.
 
Her ku hişyarî ji kompûterê tên, ev cîhana aşopî dê dewam bike. Em ê ticarî jî tênegihên ku ew tenê mejiyek e.
 
Bi kurtasî, têgihiştinên me yên bê bergindên bûjenî dê ji me re wek rastiyê werin û em ê bi hêsanî werin xapandin. Nexasim xewnên me jî wisa ne.
 
Cîhana di xewnê de
 
Ji bo we rastî ye, tiştekî wisa ye ku bi destan tê girtin û çavan tê dîtin. Lê ew bi xwe di xewnan de” hûn bi destan digirin û bi çavan dibînin” lê di rastiyê de ne destê we ne çavê we heye ne jî tiştek heye ku hûn bigirin an bibînin. Ev giş ji derveyî mejî tên bê ku rastiyeke wan ya bûjenî hebe. Lê ew tiştên em di xew de dibînin jî em wek rastiyeke bûjenî dihesibînin û bi eşkerî dixapin.
 
Wek mînak, mirovek ku li ser doşeka xwe di xew re biçe, dikare xwe di xewna xwe de li cihekî gelekî cuda yê dinyayê bibîne. Dikare xwe wek pîlotekî bibîne ku balafireke qerase diajo û heta ji bo ku bikare balafirê biajo dibe ku baldariyeke zêde bide. Lê ew bi xwe gavekê jî ji cihê neliviyaye. Di xewna xwe de dikare biçin cihên cuda û dostên xwe bibîne, bi wan re biaxive û bixwe û vexwe. Tevî bergindên van yên bûjenî tune ne jî lê mirov dijî wek ku rastî ne. Tenê gava ku mirov ji xewê şiyar dibe dizane ku ne tenê têgihiştin in.
 
Em bi hêsanî dikarin cîhaneke derewîn di xewna xwe de wek rastî bijîn, heman tişt ji bo cîhana em lê ne jî rast û wisa ye.
 
Piştî ku em ji xewnê şiyar dibin, ti astengeke mentiqî tune ye ku em bifikirin ku ew tiştê ku em jê re dibêjin jiyana rasteqîn jî destpêka xewneke dirêjtir be. Tiştê ku dihêle em xewnan wek xeyal û cîhanê wek rastî bihesibînin tenê hînbûn û pêşdarazên me ne.
 
Û ev rewş wisa diyar dike, ku em jiyana ku em wek jiyana cîhanê dihesibînin, wek çawa em ji xewnekê şiyar dibin em ê di rojeke nêz de jê şiyar bibin.
 
Fêmker kî ye?
 
Lê pirsyara giring li vê derê derdikeve: eger hemû hebûnên bûjenî tenê seh bin, naxwe mejiyê me çi ye? Eger mejiyê me jî wek mil û lingên me jî tişteyek ji bûjenê be, naxwe ew jî wek hemû bûjenên din sehek e.
 
Em dikarin vê bi mînakekê baştir rave bikin: Em wisa ferz bikin ku me rehikên diçin mejiyê xwe dirêj kir û me ew danîn cihekî ku çavên me bibînin. Di vê rewşê de çavên me jî dê mejiyê me jî bibînin û em ê bikarin destê xwe bidinê. Di vê rewşê de em ê baş fêm bikin ku mejiyê me jî tenê têgihiştineke ku bi destdan û dîtinê çêdibe.
 
Îca ew viyana ku dibihîse û dibîne û di hemû sehên din digihê, eger ne mejî be, naxwe çi ye?
 
Kî ye yê ku dibîne, dibihîse, seh dike û diçêje?
 
Ew aqilê ku difikire, sehên wî hene û jê bi wir de jî yê dibêje “ez ez im” kî ye?
 
Bîrewerên serdema me yê giring Karl Pribramî jî hema pirsyar kiribû:
 
(Karl Pribram, David Bohm, Holografik Evren 1, s.37)
 
Ji dema Yewnanan de, feylesof li ser “reşeya di hundirê mekîneyê de” yan jî “mirovê biçûk yê di hundirê mirovî de” ponijîne. “Ez” anku ew hebûna ku mejî bi kar tîne li kû ye? Ew kî ye yê ku zanînê pêk tîne?... Tiştê em lê digerin, yê dinere çi ye. (Karl Pribram, David Bohm, Gerdûna Holografîk 1, r.37)
 
Ev hebûna ku di ser bûjenê re ye, ku mejî bi kar tîne û dibîne û dihese, bi xwe “giyan “ e. “Cîhana bûjen” jî ew koma têgihiştinan e ya ku ji aliyê giyanê me ve tê tê şopandin û pê tê hisîn. Çawa ew laşê me û em cîhana bûjenî ya ku em di xewna xwe de dibînin ne rastiyeke fîzîkî ye, ev gerdûna em lê dijîn jî û em laşê me yê ku heye jî ne rastiyeke fîzîkî ye.
 
Tiştê rast giyan e. Bûjen jî tenê aşopek e ku ji bi giyanî tê hisandin.
 
Ji destpêka vê rêya ku me bûjen wek rastiyekê pejirand jî, me bi encamên kîmya, fîzîk û biyolojiyê tê derxist ku bûjen tenê aşopek e û teqez hebûneke din li dû bûjenê heye, anku me ew raza li dû bûjenê dît.
 
Ev rastî ewqasî teqez e, tirsê dixe dilê hin zanistvanên materyalîst yên ku bûjen wek hebûneke mutleq dihesibînin. Nivîserê zanistê Lincoln Barnett, di pirtûka xwe Gerdûn û Einstein de wisa dibêje:
 
Di wê dema ku feylesofan hemû têgihiştiên rastiyên tişteyî wek cîhaneke sih dihesiband, zanistvan sînorên sehên mirovî bi tirs û şayîşê seh kirin. (Lincoln Barnett, Gerdûn û Einstein , r.17-18)
 
Ev rastiya ku heta niha me vekola, pirsyareke giring tîne pêşberîme:
 
Mafir ev cîhana bûjenî ya ku em dinasin, tenê seh in ku digihên giyanê me, îca ka ew çavkaniya van sehan çi ye?
Gava em bersiva vê pirsê didin divê em ji bîr nekin ku bûjen ne hebûneke serbixwe ye, lê sehek e. Loma pêwîst e ku em bizanin ku ev seh ji aliyê hêzeke din ve tê çêkirin, lê bi gotineke rasttir “tê afirandin”. Herdem jî… Eger herdem afirandin pêk neyê, ew têgihiştinê ku em wan wek bûjen bi nav dikin dê wenda bibin û biçin.
 
Ev wek wî tiştî ye ku çawa divê weşan berdewam bike ta ku televziyon dîmenan bide. Weşan qut bibe, dîmenên ekranê jî dê bisekinin.
 
Hebûna rast û mutleq
 
Naxwe ew kî ye yê ku cîhanê, mirovan, riwekan, laşê me û hemû tiştên din yên em dibînin bi berdewamî nîşanî me dide?
 
Gelekî eşkere ye ku tevahiya gerdûna bûjenî ya em tê de dijîn, anku Afirînerek heye ku bi berdewamî tevahiya têgihiştinên me diafirîne. Li gorî ku ev afirîner, afirandineke ewqasî mirêsdar nîşan dide, naxwe hêz û şiyaneke bêdawî ya wî heye. Hemû têgihiştinên ku ew diafirîne, bi viyana wî ve girêdayî ne û herdem desthilatdarê tevahiya afirandinên xwe ye.
 
Ew afirînerê raser, Rebbê ezman û erdê Xwedê ye.
 
Xwedê hebûna yekta û mutleq e û her tiştê din yên ku wî afirandiye, tenê hebûneke sihikî ye. Ev rastî, ji aliyê Îmamê Îslamê yê mezin Rebbanî wisa hatiye ravekirin:
 
Xwedê… ew hebûnên ku wî ew afirandin, ji nebûnê pê ve ti tiştekî din nekir...Ev giş, di asta wehm û hisê de afirandin...Hebûna alemê di asta his û wehmê de ye, lê bûjen di di astê de ye.. Di wateya rastîn de, li derve ji bilî Xwedayê berz tiştekî din tune.(İmam Rabbani Hz., Mektubat Cild 2, 357. Mektup)
 
Li her çar aliyên vê gerdûnê ya ku ji têgihiştinan pêk tê, tenê Xwedê wek rastiyeke rasteqîn heye. Lewra, heybera herî nêzîkî Xwedê jî mirov bi xwe ye. Ev rastî di Quranê de bi vê ayetê hatiye gotin “ bi sond be, Me mirov afirand û Em ji şahdemarê wî jî nêzîktirî wî ne”. (Sûra Kafê, 16)
 
Em li kû bin jî Xwedê bi me re ye. Gava hûn li vî filmî temaşe jî dikin, heybûna nêzîktirînî we jî Xwedê ye ku wan tiştên hûn dibînin ji we re diafirîne.
 
Heta ku Xwedê dîmenan derbarê vê cîhanê de nîşanî me bide û sehan bide me, em ê bijîn. Kêlîka ku têgihiştin û dîmenên vê cîhanê bibirre û melekên mirinê nîşanî me bide û sehên rahendeke cuda nîşanîme bide, em ê wê çaxê bimirin. Roja Qiyametê, hesab, buhişt, dıjeh û tevahiya jiyana me ya bê dawî jî dê bi heman awayî ji me re were afirandin.
 
Afirandina van tiştan gişan, ku berjengên hêza wî ya bêhempa û zanîna wî ya bêdawî gava hîn em li vê cîhanê ne nîşanîme dide, ji bo xwedê gelekî hêsan in.
2016-01-12 19:47:05
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top