Hezkirina Xwedê

Hezkirin yek ji wan nîmetên herî mezin e ku Xwedê daye mirovan. Xwedê mirov wisa afirandine ku dema hez bikin û ji aliyê hinekên din ve bên hezkirin kêfxweş dibin, herwiha ji ber dostî û nêzîktiyê bextewar dibin.

Serkaniya heqîqî ya kesên bawerî bi Xwedê anîne, peyrewiya wan a binecih ya ji Xwedê re ye. Wan bawermendên ku dizanin hêza Xwedê têra her tiştî dike û hakimê hemû gerdûnê tenê ew e, hezkirina wan a ji Xwedê re hêj xurttir dibe.

Pêxemberên Xwedê jî -ku ji mirovan kesên herî qenc û exlaqxweş in- mirov gazî hezkirin û nêzîkatiyê kirine.   

 “…Bêje: Ez ji ber vê yekê, ji xêncî hezkirina mirovtiyê ji we ti heqdestê naxwazim.”.. (Sûretê Şûra, 23)

Armanca vê belgefîlmê ew e ku carekê dîsa girîngiya hezkirina rebbê me yê xwedî rehmeta bêdawî ye û hezkirina wî ya ji mexlûqên xwe û ji bawermendan bi bîr bixe. Divê hemû mirovên xwedîwijdan hîn li dunyayê dest bi tehmkirina hezkirina cenetê bikin, bi wefa û hezkirin ji rebbê me yê dost ku weliyê me yê tenê ye û her wiha bi bawermendan re pêwendiyê dayne.

XWEDÊ HEMÛ XWEŞIKIYÊN MIROV DANE WÎ

Dema kesek îkrameke biçûk li mirov dike yan jî qenciyekê lê dike, ji ber vê kirina wî ya rind kêfxweşiya xwe jê re nîşan dide. Kesê nexweş û hewcedar ji ber minetdariyê, ji wî kesê xizmeta wî dike re hurmet û hezkirina xwe nîşan dide û li hember wî qenc tevdigere. Ji bo hemû qenciyên wî her dem spasdarê wî ye.

Lêbelê hinek mirov rastiyeke pir girîng ji bîr dikin: Yê mirov dide şakirin, Xwedayê mezin e ku nîmetan dide wî. Divê kesê ji ber alîkariya mirovekî jê re spas dike, ji bîr neke ku yê ku ev hesta alîkirinê daye û bi vî awayî rehma xwe gihandiye wî Xwedê ye. Loma lazim e ew ji Xwedê hez bike, jê re hurmetkar û minetdar be. Xwedê teala di ayetekê de wiha ferman dike:

“Bêguman milkê esmanan û erdê yê Xwedê ye; sax dike û dimrîne. Û ji bo we xêncî Xwedê ne dostek heye û ne jî alîkarek.” (Sûretê Tewbe, 116)

Ka em li ser nîmetên Xwedê dane me, bifikirin:

Ew me ji tiştên xetere diparêze.

Dema em nexweş dikevin, bi wesîleya doxtor û dermanan şifayê dide me.

Vê hewaya paqij a ku em hildikişînine hundirê xwe,

Şiliya li erdê dibarîne,

Ber û berhemên cûrbecûr yên ji erdê hêşîn dibin,

Ruhberên kêfa me jê re tê

Ava ku çavkaniya jiyanê ya sereke ye,

Û hemû nîmetên din ên li dunyayê, bêyî em zehmetiyeke piçûk jî bikşînin tên ber destê me. Ev nîmet hemû, ji me mirovan re bi awayê herî rind û minasib afirandiye.

Heke Xwedê bixwesta, li ser rûyê erdê tenê cûreyek xwarin çêdibû. Dibe ku me qet ji tehma vê xwarinê jî hez nekiriba. Lê Xwedê bi rehm û şefqeta xwe ya bê dawî, gelek xwarinên cûrbecûr yên xweş û tehma wan ji hevdu cihêtir xuliqandine.

Li ser ruhberên Xwedê afirandine xweşikiyên cûrbecûr hene. Bo nimûne heywanên sernemr yên mîna hesp, hêştir û kuçikan alîkariya mirovan dikin. Heywanên kedîkirî yên mîna çûk û pişîkan jî xwedî taybetiyên rind in û xwe didin hezkirin. Bo nimûne tûtîevîn… Ev çûka piçûk dengên mîna dengê mirovan derdixe û xeber dide. Ji rengên hêşîn, zer û kesk ên teqlîd teqlîd xwedî dîmenekî pir bedew e. Ev candarên piçûk ên ku ji ber hezkirina mirovan şa dibin, ji wan xweşikiyan in ku Xwedê seba me afirandine.  

Candarên ji bilî însan, taybetiyên xwe ferq nakin. Kêvrîşkek nizane çiqasî şirîn e û wisa dijî. Perperokek hay ji sîmetrî, neqş û ahenga li ser perên xwe nîne. Teyrê tawisê şahesereke sêwirandinê ye, xweşikiya di xuliqandina xwe de fêm nake. Ev candara ku bi reng, neqş û sîmetriya doçika xwe ve ji dîmenên dunyayê yên herî xweşik yekê nîşan dide, ew ji bo ku mirov hêza Xwedê ya afirandinê teqdîr bikin ji nîmetên xuliqandî yek tenê ye.

Belgên gulekê fewqelade bedew in. Rûyê belgan mîna qedîfeyê nerm e. Her çendî ji xweliyeke bi herî û reş hêşîn dibe jî, ji rengên sirûştê yên herî xweşik û jîndar pêk tê. Bi bêhna xwe ya bêhempa ve her dem teze dimîne û mirov jê zewqê hildidin; û teknolojiya dunyayê ya herî pêşketî jî nikare bêhna wê teqlîd bike.

Tiştên me heya vê derê temaşe kirin, ji nîmetên Xwedê qismekî pir hindik e. Hemû xweşikiyên ku em li derûdora xwe dibînin, ji rehmeta rebbê me yê mezin û tecelliya navê wî yê „Sanî“ ango hunerkar in. Ji bo hemû mirovên difikirin, ev xweşikiyana, ji bo em ji rebbê me yê em xuliqandine re şukir bikin û hêza wî teqdîr bikin wesîle ne. Di ayeteke Qur’anê de wiha tê fermankirin:

 “Hîn gelek cûre reng hene di erdê de çêkiriye. Bêguman di wê de ji bo qewmekî bi bîr tîne û difikire ayet/îbret hene.” (Sûretê Nehl, 13)

HEMÛ MIROV DI BIN PARASTINA XWEDÊ DE NE

Hemû mirov 9 mehên xwe yên ewil di cihekî gelekî bi ewle de derbas dikin; di malzaroka dayika xwe de. Di vê derê de ti zirar nagihêje zarokê. Piştî welidînê xwarina ji bo wî jî hatiye amadekirin: Şîrê dayikê. Ji destpêka dîroka mirovahiyê vir ve ev nîmetana ji bo her mirovî amade bûne.

Bedena her mirovî, heya bimre bi xêra vê pergala bêkêmasî ya ku Xwedê xuliqandiye tê parastin. Ev bedena mirovan ya ku gelek însan dibêjin qey ya wan e, ti hakimiyeta wan li ser tuneye.

Bo nimûne dil, heya dawiya jiyana mirov bênavber dixebite. Lê mirov ji bo vê bide kirinê, ne mejbûr e tiştekî bike. Heke mirov tenê karê emrê xebatê bida dil jî heyata wî dê gelekî bi zehmet bibûya. Lêwra wê hingê nikaribû razê, xwerinê bixwe, dê biketa rewşeke wisa ku ji bilî emirkirina dil dê ti kar nekiriba. Dema mirov vê yekê ji bo hemû pergalên bedenê bifikire, dê derkeve holê ku kontrolkirina bedena mirov ne mimûn e. Ji ber vê hindê mirov bi hemû tiştên xwe ve hewcedarê Xwedê ye. Xwedê di ayeteke xwe de wiha qala vê rastiyê dike:

 “Gelî mirovan! Hûn hewcedarê Xwedê ne. Xwedê, ew Xeniy e (hewcedarê ti tiştî nîne), Hemîd e (layîqê pesnê ye).” (Sûretê Fatir, 15)

Divê mirov li ser van hemû pergalên bêkêmasî yên rebbê me daye wî bifikire. Bi bîr bîne ku her dem hewcedarê Xwedê ye ku ew afirandiye, heyat dayê û dide jiyanê. Lazim e bizanibe heke Xwedê nexwaze nikare bêhna xwe bide û bistîne. 

Di Qur’anê de Xwedê teala wiha qala xuliqandina mirov ya hêja dike:

 “Ey mirov! Çi tiştî tu li hember rebbê te yê kerîm xapandî? Wî tu afirandî, tu rêk û pêk kirî, mutedîl kirî. Di kîjan reng û rûyî de xwestibe tu çêkirî.” (Înfitar, 6-8)

Her însanê ku bi wijdana xwe ve bifikire, dê ji ber van heqîqetan hîn bêtir û zêde ji Xwedê hez bike, li gor fermanên wî tevbigere. Her wiha ti carê ji bîr nake dostê wî yê herî nêzîk Xwedê teala ye.

HEMÛ TIŞTÊN XWEDÊ AFIRANDINE YÊN HERÎ XWEŞIK Û BI XÊR IN

Xwedê her tiştî ji bo xêrekê diafirîne. Di bûyerên xirab tên xuyan de jî gelek xêr, rindî û hikmetên Xwedê afirandine hene. Xwedê di ayetekê de wiha qala vê heqîqetê dike:

 “…Dibe ku di gel tiştek xweşa we neyê jî qenc be, tiştek jî xweşa we bê jî nerind be. Xwedê dizane, hûn nizanin.” (Sûretê Beqere, 216)

Ew bawermendên vê rastiyê dizanin dema bûyer tên serê wan, pê razî dibin. Dizanin Xwedê ji bo wan ya herî bi xêr û herî baş afirandiye, loma Xwedê bi hezkirin û pesn bi bîr tînin.

XWEDÊ BARÊ GIRAN LI MIROV NAKE, JI WAN YA HÊSAN DIXWAZE

Li gor exlaqê dînê rebbê me yê mezin emir kiriye jiyan pir hêsan e. Hemû îbadetên di Qur’anê de hatine emirkirin di wê astê de ne ku her mirov dikare bike. Xwedê ji bo wan kesên taqeta wan nagihêjê jî gelek hêsanî çêkirine. Xwedê di ayeta xwe de wiha qal dike ku dînê wî çawa hêsan e:

 “…Wî, hûn hilbijartine, di dîn de ji bo we ti tengasî çênekiriye. Wekî dînê bavê we Îbrahîm…” (Sûretê Hec, 78)

Xwedê wan mirovên li gor dîn dijîn li axretê bi cenetê mizgînî dike. Di Qur’anê de wiha qala vê rastiyê tê kirin:

 “Rebbê wan, ji cem xwe de ji bo wan rehmetekê, razîbûnekê û buhiştên ku têde nîmetên berdewam hene mizgînî dike. (Ew ê) di wê de heta hetayê bimînin. Bêguman li cem Xwedê jî xelateke mezin heye.” (Sûretê Tewbe, 21-22)

Xwedê kitêbên heq yên mirovan ji tarîtiyan derdixin ronahiyê şandine. Kitêba îlahi ya dawîn Qur’ana Pîroz, rêberek e dê heya qiyametê rê nîşan bide. Di destê mirovan de hebûna rêbereke bi vî awayî bêkêmasî û tekûz nîmetekî mezin û hêsanî ye. Xwedê di ayeteke xwe de ji bo bawermendan wiha qala girîngiya Qur’anê dike:

 “…Me ji te re Kitêb wekî diyarkira hemû tiştan, ji mislimanan re jî wekî hîdayetek, rehmetek û mizgîniyekê daxist.” (Sûretê Nehl, 89)

Xwedê, ji bo dînê wî teblîx bikin pêxemberên xwe şandine, ev ji bo bawermendan bûye lutfeke mezin. Pêxemberên Xwedê mirovên pir bi şewqet, ji bo bawermendan dilovan, parêzvan, berkeftî û fedakar in. Ji bawermendan re bûne nimûne, rêya rast nîşanî wan dane. Di ayeteke Qur’anê de tê gotin ku pêxember ji bo bawermendan nimûneyên baş in:

 “Bi sond ji bo we, ji bo wanê vegera bal Xwedê ve û roja axretê hêvî dikin û Xwedê gelekî zikir dikin di Pêxemberê Xwedê de nimûneyeka pir rind heye.” (Ehzab, 21)

Her kesê xwedîhiş û wijdan ji ber hemû nîmetên Xwedê dayê her dem ji Xwedê re şukir dike û ji dil û can bi hezkirin teslîmî rebbê me dibe.

XWEDÊ TOBEYAN QEBÛL DIKE

Bexişandina Xwedê bê hed e. Di ayeteka Qur’anê de rebbê me wiha qala vê rastiyê dike:

 “Heke ji ber zilma wan Xwedê hesab ji mirov bipirsiya li ser vê (dunyayê) ji ruhberan ti tişt nedihîşt; lê wana heya demeka navlêkirî paşve dixe…” (Sûretê Nehl, 61)

Mirov mexluqekî xetakar e. Dibe ku hinek caran li hember fermanên Qur’anê şaşiyan bike. Heke ji ber kirinên xwe yên şaş poşman bibe û tobekar be, Xwedê wî efû dike.

Her mirovê ji Xwedê ditirse, ji ber hemû gunehên xwe, çi mezin çi jî piçûk dikare tobe bike, ji wî efûyê bixwaze. Dikare ji wî hêvî bike ku gunehên wî bibexşîne. Di ayeteke Qur’anê de tobeya ku Xwedê dê qebûl bike wiha tê nasandin:  

 “Tobeya ku Xwedê (qebûlkirina wê) hildaye ser xwe, ya wan kesan e ku bi nezanî nerindiyê dikin, paşê zûtirkê tobe dikin. A Xwedê tobe/poşmaniya ewên weha dipejirîne. Xwedê Alim e, Hekîm e.” (Sûretê Nîsa, 17)

Xwedê ji bo mirovan deriyê tobeyê vekiriye, bi vî awayî ji wan re derfetê ji cihenemê xelasbûnê pêk aniye. Ev yeka jî nîşan dide ka merhemeta Xwedê ya ji bo mirovan çiqasî zêde ye.

Lê rastiyek heye divê ti carê neyê jibîrkirin: Çaxê mirin hat, heke wê demê tobe bê kirin ew nayê qebûlkirin. Di Qur’anê de weha tê fermankirin:

 (Nexwe) tobe, ne ya wan kesan e ku nerindiyan dikin, dema ji wan yek dikeve ber mirinê dibêje: “A min bera niha tobe kir”, ne jî ya ewên ku bi kafirî dimrin e. Me ji bo ewên weha ezabekî dilsoj amade kiriye.” (Sûretê Nîsa, 18)

XWEDÊ PARÊZKAR Û ALÎKARÊ WAN KESAN E KU DI RIYA WÎ DE NE

Her kesê ji dil û can berê xwe dide Xwedê, di riya wî de, her dem dibîne ku rebbê me wî diparêze, zêrevanî û çavdêriya wî dike. Xwedê di hemû karên bi dilekî paqij, ji heramiyê dûr û li gor helaliyê tên kirin de rê li ber wan vedike, karê wan hêsan dike.

Xwedê teala di Qur’anê de di gelek ayetên xwe de we’d kiriye ku dê bi yeqîn alîkariya bawermendan bike. Ji wan ayetan hinek ev in:

 “…Û li ser me heq e ku em alîkariya wanê bawerî anîne bikin.” (Sûretê Rûm, 47)

 “Gelî ew kesên bawerî anîne! Heke hûn alîkariya (dînê) Xwedê bikin, ewê jî alîkariya we bike û piyên we saxlem bike.” (Sûretê Muhemmed, 7)

XWEDÊ CEWABA DUAYAN DIDE

Rebbê me yê xwediyê merhemeta bêhed, ragihandiye ku dê bersiva hemû dua û lavayan bide. Di ayetekê de Xwedê teala wiha ferman dike:

 “Û heke bendeyên min, ji te min bipirsin, (ji wan re bibêje) bêguman ez zehf nêzîk im. Çaxê dua dike ez duayê kesê dua dike dipejirînim. Vêca bira bidine pey banga min û bi min bawer bikin da ku rêya rast bibînin.” (Sûretê Beqere, 186)

Xwedê hemû daxwazên mirov dibihîze. Hemû fikrên di hişê wî de dizane. Dema li gor rizayê Xwedê tev bigere, helal û heramên wî bizanibe, bêyî astengkirin her tiştî dikare ji rebbê me bixwaze. Ji bo Xwedê pir hêsan e daxwazên mirovan pêk bîne.

Heke Xwedê bixwaze, mirov çawa bixwaze wisa xwesteka wî pêk tîne. Yan jî heke daxwaza wî ji bo wî bi xêr nebe, bi awayekî din bersiva duayê wî dide. Dema mirov bizanibe ku Xwedê dê bi awayê herî qenc cewaba duayê wî bide, wê hingê hezkirina bawermend ya ji Xwedê re zêde dibe.

Bawermend bizanibe ku Xwedê her dem li gel wî ye, wî dibîne, dibihîze, wê çaxê teslîmiyet û peyrewiya wî hîn xurt dibe.

XWEDÊ XWEDIYÊ EDALETA BÊDAWÎ YE

Her mirov dixwaze jê re adelet bê kirin. Hurmeta kesên bi edalet tê girtin. Gava kesek bi edalet be, ev nîşan dide ku ew însanekî xwedî exlaqê hêja ye, dirust û dilsoz e.

Xwedê xwediyê edaleta bêdawî ye. Ew hemû biryarên xwe bi edalet dide. Hemû mirovên di dîrokê de jiyane, li cem Xwedê berdêla xwe ya heq kirine hildane. Ji vê şunde jî kê bijî dê dîsa bêyî kêmasî berdêla xwe bistîne.

Xwedê di ayetên xwe de beyan dike ku roja axretê edaleta wî dê bêkêmasî tecellî bike:

 “Wê roja ku em ê her koma mirovan bi îmamên wan ve gazî bikin, êdî kitêba kê li milê rastê bê dayîn, ew ê kitêba xwe bixwînin û bi qasî tayekî jî neheqî li wan nayê kirin.” (Sûretê Îsra, 71)

 “Bêje: Rebbê me dê me komî cem hevdu bike, paşê dê navbera me bi heq ji hevdu veqetîne. Ew Fettah e (bi heq hikûm dike, heq û batil ji hev dixe), Alim e. (Sûretê Sebe, 26)

Bawerîanîna bi edaleta Xwedê, ji bo bawermend dibe wesîleya teslîmiyeta bi Xwedê, bi hezkirin û bi ewlehiyeke bêdawî.

DIVÊ HEZKIRINA XWEDÊ Û TIRSA XWEDÊ LI GEL HEV BE

Kesekî hay ji van heqîqetan hebe ti carê ji mirovan û yan jî ji hêzên din ti tiştî hêvî nake. Dizane hemû alîkarî ji Xwedê tê. Hemû tiştan ji Xwedê dixwaze. Gava serkeftinekê bi dest dixe, berê xwe dide Xwedê û ji wî re şukir dike. Ji ber alîkariya wî dibe minetdarê Xwedê. Bi hezkirineke ji dil û bi coş bi wî ve tê girêdan.

 “Gelî kesên bawerî anîne! Heke hûn ji Xwedê bitirsin, ew furqanê (firasetê ji hevduderxistina heq û batil) dide we û xerabiyên we dinixême û we dibexşîne. Xwedê xwediyê lutfa mezin e.” (Sûretê Enfal, 29)

Bawermendê ji Xwedê hez dike, ezabê wî yê bêdawî yê li axretê wekî pêwîst e teqdîr dike, di her kêliya jiyana xwe de, di hemû karên xwe de, bi dillerzî ji Xwedê ditirse. Di Qur’anê de weha qala vê tevgerê tê kirin:

 “Ji rebbê xwe yê ji ser xwe re ditirsin û ji wan re çi bê fermankirin wê dikin.” (Sûretê Nehl, 50)

Xwedê teala di ayeteke Qur’anê de wiha mizginiyê dide wan bawermendên ji zatê wî ditirsin:

 “Ewên bi xeybî (her çendî wî nebînin jî) ji rebbê xwe ditirsin, ji bo wan mexfîret û xelateke mezin heye.” (Sûretê Mulk, 12)

KESÊ JI XWEDÊ HEZ DIKE, JI PÊXEMBERAN Û BAWERMENDAN JÎ HEZ DIKE

Bawermendên ji dil berê xwe didine Xwedê, ji ber pêwîstiya hezkirina Xwedê ji însanan jî hez dikin. Ev hezkirin ji binî ve ji îmana wî kesî, exlaqê wî yê rind û teqwaya wî pêk tê.

Bawermend bi hezkirineke mezin ji wan pêxemberên ku Xwedê bi exlaqê wanê heja ew ji hemû mirovahiyê re kirine nimûne û ji bawermendên salih hez dikin. Di ayetekê de wiha behsa vê rastiyê tê kirin:

 “Dostê we her Xwedê ye, qasîdê wî ye, ew bawermend in ku bi rikukarî nimêj dikin û zikatê didin.” (Sûretê Maîde, 55)

Pêxember ji bawermendên herî qenc in ku Xwedê herî zêde ji wan hez dike û herî pir ew nêzîkî zatê xwe kirine. Ev kesên ku Xwedê herî zehf ji wan hez dike, di nav bawermendan de jî gelekî tên hezkirin. Xwedê teala di Qur’anê de weha balê dikşîne li ser hezkirina bawermendan ya ji pêxemberên Xwedê re:

“Pêxember ji bo bawermendan ji nefsa wan bi xwe jî pêştatir e…” (Sûretê Ehzab, 6)

Bawermendên ji bo rizamendiya Xwedê dijîn gelekî ji hevdu hez dikin û ji ber hevdu li ber xwe dikevin. Di Qur’anî de weha qala pêwendiya wan a bi hev re tê kirin:

 “Tu jî li gel wanê sibeh û êvar ji rebbê xwe re dua dikin rizayê wî dixwazin sebir bike. Bi xwestina xemla jiyana dunyayê çavê xwe ji wan neqetîne. Ji ewê ku me dilê wî ji me zikirkirinê xafil kiriye, daye li pey hewa û daxwaza xwe û karê wî zêdegavî ye re îtaetê neke.” (Sûretê Kehf, 28)

Xwedê nîmetên ji hevdu cihê dane mirovan. Hezkirina ji Xwedê ya wan kesên dilpakê hay ji van nîmetan heye hîn bêtir xurt dibe. Her wiha ew fikar dikin ku ji sînorên Xwedê derbas bibin.

Xwedê lutfeke mezin dide wan bendeyên xwe yên van karên qenc dikin: Firasetekî wisa dide wan êdî ew rastî û şaşiyê ji hevdu derdixin. Xwedê di Qur’anê de bi vî awayî behsa vî nîmetê daye wan dike:

 “Bi rastî wî bi Xwedayê mezin bawer nedikir. Ji bo têrkirina feqîran nedibû pêşîvan. Êdî îro ji bo wî ti dostekî ji dil tuneye.” (Sûretê Heqqe, 33-35)

2016-04-17 16:58:57
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top