Jîna di Axê de

Ji bo demekî bifikirin ku, ev dunyaya hûn lê dijîn ji niha gelek cûdatir e. Bila şertên atmosferê wek aniha bin, lê bila li ser rûyê erdê ax tune be. Şûna axê bila erdekî ripîrast, reş û zuha hebe. Rûerdekî ku li tu tişt nagihîje û tu candar lê najî....Ji bo xwe xwadikirinê tu tişt tune ye.Hûn erdê bikolin jî, biçinin jî tu berekê nade. Li der û dorê tu gir, çiya û behr tune ye.

Heke hûn li dunyayeke weha bijiyana, pirseke wek ‘çima ji vê axê fêkiyên bîhn xweş û bi av, sebzeyên ji hevûdu bi tamtir û cûr bi cûr êmîş dernakevin’ wê tu carî nehata hişê we. Lewra, ji ber ku, we di jiyana xwe de tiştên wisa qet nedîtine, we yê qet nizanibûya ku ji erdê berên wisa derdikevin. Vaye girîngiya axa ku her roj em pêl dikin û derbas dibin. Gava mirov tunebûna wê difikira girîngiya wê baştir tê fêmkirin. Rebbê me yê mezin, di Sureya Kehf de dide zanîn ku, eger bixwasta dikaribû rûyê erdê bikira derekî zipûzuha û bêweç (çorax-şorax):

‘Bi rastî em dikarin yên li ser (rûyê erdê) bêweç (çorax-şorax)’. (Sureya Kehf, 8)

Em ê di vê fîlmê de mucîzeya axa em li ser dijîn lêbikolin û em ê bibînin ku, Rebbê me yê mezin, hemû tiştan di dema dixwaze de bi awayekî bêemsal diafirîne, bi çengek axa em ser re derbasdibin û diçin ve, delîlên hebûna xwe û afirîneriya xwe ya bêemsal nîşanî me dide.

Heke maddeyeke wek axê li rûyê erdê tunebûya, rûyê erdê wê di warî estetîkê de cîhekî kirêt û ne xweşik bûya. Ji ber tunebûna axê wê tu dar û nebat negîhana û rûyê erdê wê bi tenê kevir û zinar bûna. Ji vana jî girîngtir, heke li rûyê erdê ax nebûya, ji bo candar jiyana xwe bidomînin, wê çavkaniya xwexwadîkirinê tunebûya. Lê bi sala lutf û rehmeta bê dawî ya Rebbê me, dunyaya em li ser djîn bi vî awayî hatiye afirandin. Xwedayê me, axa di nav xwe de gelek bereketan dihewîne xistiye xizmeta însanan û bi hezaran bêrên cûda cûda ji axê derxistiye. Nametên ku Xwedê bi axê daye însanan bi jimarê naqedin. Ax depoyeke adanêye ku zindîbûnê dide bi hezaran nebatan û dewlemendiyeke xwezayî ya li ser rûyê erdê ye.   Bi hezaran cûre fêkî û sewze... Hemû ji heman axê derdikevin, lê şikl, tam û bîhna wan ji hevûdu cûdatir e. Her çiqas çop li ser bên rijandin jî, bi milyonan candar li ser bimirin û birizin jî, li ser rûyê erdê maddeyeke din ya wek axê tuneye ku, di nav xwe de berên xwedî tam û rengên cûda, çavkaniya avên paqij derbixe. Bi karanîna teknolojiyê ve jî çêkirina maddeyeke weha ne mumkun e.

Ev hemû delîlên mucîzeya axê ne  ku; li ser rûyê erdê berdewamiya jiyanê pêk tîne û wek maddeyeke bêmsal hatiye afirandin e. Xwedê di Quranê de, dide zanîn ku ax ji bo însanan delîleke girîng ya afirandinê ye û weha dibêje:

Axa mirî ji bo wan ayetek e; Me ew vejand, ji wê toxim derxist û bi vî awayî wê dixwin. Me li wir ji xurmeyan û rezên tiriyan baxçe çêkirin û di nav de kanî pijiqandin: Ji bo ji berên wan û ji yên bi destê xwe çekirine bixwin. Ma dîsa jî şukir nakin? (Sureya Yasînê, 33-35)

Mûcizeya Têkilhevbûyî Ya Rûyê Erdê Dorpêçkiriye: Ax

Li berevaciyê xuyanga wê ya sade, ax xwedî taybetiyeke bi kompleks e û di nav xwe de sazûmaneke ekolojîk ya qeresa dihewîne. Di nav axê de, mîneralên cûr bi cûr, maddeyên wek oksîjen, av, hûmûs û bermayiyên nebat û heywanan hene. Ji bilî van, aliyekî zindî yê axê jî heye, maddeyên taybetiya axê didinê di vî beşî de ne.  Em dikarin madde û elementên ji encama xebata kîmyevî ya bakterî û organîzmayên piçûk derdikevin holê jî bijimêrin. Ax mucîzeyeka ji têkilheviya gelek elementên cûda, maddeyên kîmyevî û organîzmayên piçûk ve pêk hatiye ye. Element û organîzmayên bi tena serê xwe  bê bandor in, bi hatina cem hev ve him ji bo me, him jî ji bo hevkêşiya ekolojîk, maddeyeke girîng û jîyanî derxistine holê. Ji bo ku ax bi fêde û bi bereket be, him hebûna maddeyan him jî pivana wan a di axê de, bi avayekî taybet hatine afirandin. Dermanên ku ji bo nexwaşiyên me baş bikin hene bigrin ber çav. Hemû ev derman bi têkilhevkirina hin maddeyên ji hevûdu cûdatir tên çêkirin û hêvî ew e ku bandoreke erênî li tenduristiya însanan bikin. Ji bo vê gelek pispor, bi mehan hetta bi salan dixebitin û hewl didin ku ji bo tenduristiya însanan dermanê herî baş çêbikin. Çawa ku di çêkirina dermanekî de gelek maddeyên kîmyevî li gor zanînekî tên bi karanîn, axa ku çavkaniya xwe xwadîkirina hemû candaran e jî, bi saya ilma bilind, bi hatina cem hev ya element û organîzmayên piçûk ve hatiye afirandin.

Ji bilî vê, her çiqas derman bi destê însanan tên çêkirin jî, ne mumkun e ku însan çengek axa bi bereket çêbike. Li gorî hesabên zanistî, ji bo pêkhatina axa di kûrahiya santêmekî de, divê nêzî 150 û 350 salan dem derbas bibe. Di nav şertên herî baş de jî, axeke li ser çandinî bê kirin di bîst hezar salan de dikare çêbe.

Hemû ev agahî bi me didin zanîn ku, ax bi tesadufî derneketiye holê û bi îlim û qudreta xwe ve encama afirandina Xwedê ye.

Bi tenê rijandina avê jî têr dike ku ji axê gelek nebat zîl bidin. Li rûyê dinê her sal bi destxistina milyonan ton sewze, fêkî, dar û nebatan jî di derbarê zêdebûna tevgerên kîmyevî de fikrekî dide me. Bi tenê tefekur kirina vê rastiya nûwaze jî, wesileyeke baş e ku însan îlim, qudret û rehma Xwedê bişêkirîne. Xwedê di ayeteke Quranê de wisa xeberê dide:

Ma nabînin; em avê didin ser axa çorax ku ziyanan lê şîndikin; Ji wan ew û heywanên wan dixwin? Dîsa jî nabînin? (Sureya Secdê, 27)

Naveroka Axê Ji Bo Jînê  Gelek Kêrhatiye

Ax, ji parçeyên di mezinahiyekî de ne û mezeloqî ne pêk tê. Di navbera van parçeyan de hêza zeliqînê wisa zêdeye ku, bi tenê quweteke mekanîn bê bi karanîn dikare wan ji hevûdu veqetîne. Li gel vê, hin parçe di axê de hene ku bi temamî bi hev ve zeliqîne û ji hev veqetandina wan ne mumkun e. Ev parçeyên di rewşa axê de kom bûne, taybetiya bingehîn ya axê pêk tînin û di nav pergalekê de, di axê de rêz dibin. Ev parçe bi hev re dibin yek an jî, bi hevûdu ve dizeliqin û beşên bingehîn yên axê an jî teneyên mezintir yên axê pêk tînin. Helbet pêkhatina vê karekî pir bi kompleks e û bi encama gelek têkiliyên kîmyevî derdike holê.

Bi hev ve zelliqîna parçeyên axê û bi tu avayî ji hev veneqetîna wan, dibe sedem ku ax nebe maddeyeke sist û xwe ranegirtî. Ax ji ber vê taybetiya xwe, li hember tûndiyên der ve xwe ji belavbûn û hincirînê diparêze. Bi hêsanî çandiniya axê, karanîna wê ya di alavên avahiyan de, li ser bi rehetî meş, girtina wê ya koka darên qerase û nebatan jî ji ber vê taybetmendiya wê ye.  Rebbê me yê mezin ku hemû tişt bi hurgulî û bê qisûr afirandiye, ji bo ku însan û hemû candar bi hêsanî ji axê fêde bigrin, ax bi vî taybetmendiyê afirandiye. Di ayeteke Quranê de, bê qisûr û herî xweşik afirandina her tiştî weha tê vegotin:

Ew Xweda ku afirîner e (bi avayê herî xweşik) Yê ku bê qisûr dixûliqîne ye, Yê ‘şikil û sûret’ dide ye. Navên herî xweşik yê Wî ne. Hemû tiştên li ser rûyê erdê û asîmananin, ji Wî re tesbîh dikin. Ew Ezîz û Heqîm e. (Sureya Heşrê, 24)

Di Bin Erdê De Labaratuwara Qerase Ya Ji Bo Me Dixebite

Ax bi tenê ji maddeyên organîk û parçeyên axê pêk nehatiye. Organîzmayên piçûk yên di axê de dijîn, parçeyên girîng yên vê pergalê ne. Wek nimûne, di kevçiyek ax de, çar hezar cûre organîzmayên piçûk hene. Zêdebûna organîzmayên piçûk yên di axê de, hin devgerên wan ên kîmyevî ji bo bereketa axê roleke mezin dilîzin. Ev candar di axê de bermayiyên nebat û hewwanan ji hev vediqetînin û bi vî avayî him hewcedariya xwe ya enerjiyê pêk tînin, him jî ji bo xwedîbûna nebatan, maddeyên hewce derdixin holê. Lewra dewlemendiya di nav bermayiyên nebat û heywanan, bi taybetî jî hevrebûnên bi nîtrojen û mîneral, ne di wê astê de ne ku nebat heman bikaribin bi kar bînin.  Lê ev pirsgirêk ji aliyê organîzmayêm piçûk ve tê çareserkirin û ji ber ku ax dewlemendtir dibe, bereketa wê jî zêde dibe. Di nîsareke zanistî ya ji aliyê ‘Enstîtuya Çandinî û Çavkaniyên Xwezayî’ ya Zanîngeha Nebraskayê ve hatiye nivîsîn de, di derbarê ev candar bereketa axê bi kîjan riyan ve zêde dikin weha tê vegotin:

Heman di bin lingên me de dunyayeke din heye. Gava li ser ekosîstema axê hêdî hêdî tê fikirîn, jîna veşarî ya organîzmayên piçûk yên axê, wê him hawirdorê xweştir bike û him jî berên çandiniyê jî zêdetir bike. Ev niştecîhên aram yên axê, yên nayên dîtin, pêkhatina axa baş û ji bo çêbûna nebatan wezîfa motora saziyên kompleksa ku ji wan re pêwîstin bê kêmasî dikin.  Wek mînak, bermayiyên nebatan veduguherînin gubrê, çêkirina gelêşê (hûmûsê), eyarkirina hewcedariya avê ya nebatên çandiniyê û ji bo nebatan zêdekirina nerxa adanan, hemû van karan ji bo parastina hevkêşiya ekosîstemê ev organîzmayên piçûk dikin. ("Understanding Soil Microbes Could Help Agriculture, Environment", University of Nebraska, Institute of Agriculture and Natural Resources, Mart 25, 2003)

Hebûna van candarên ku bi çavan nayên dîtin û wek kîmyagerekî tevdigerin û karên ku axê bi berekettir dikin, helbet bûyereke mûcîze ye. Kîmyagerekî ku bi salan perwerde dibê jî hin caran xeletiyan dike an jî xwe şaş dike, lê ev candar ji roja hebûne vir ve bê xeletî berpirsiyariyên xwe bi cîh tînin û ji bo fêkî û sewzeyên em dixwin, adanên hewce dikin hildiberînin.

Eşkereye ku, Rebbê me yê mezin van candaran bi zanîn û taybetiyên ku hewcene ve diafirîne û bi van candaran ve axên em li ser dijîn bi bereket kiriye û ji gelek nametên bê jimar yên cûr bi cûr ve rizqê me dide. Bê şik ev nameteke mezin e. Nebatên ku ji axê derdikevin, her çiqas hemû ji heman avê tên avdan, li ber tîrêjên heman tavî fotosentezê dikin, heman hewayî bi kar tînin jî, şikil, tam û qîmete adana wan ji hevûdu cûdatir e. Gava hinekî li ser bifikirî, heman ferq dikî ku ev rewşeke bê hempa ye. Ax heman wek ‘têkilheviyeke bi sêr’, toxim, av, hewa û tavê demek paşê veduguherîne sêv û mûzeke bi tam û kulîlkeke bîhn xweş.

Di ayeteke Quranê de ev taybetiya axê weha tê vegotin:

Li ser rûye erdê parzemînên cîranê hev henin; rezên tiriyan, çandinî, xurmeyên bi çetel û bê çetel henin ku, ev bi heman avî tên avdan; lê em di berên wan de (di bereket û tamê de) hinekan li ser yên din re digrin. Bê şik di vî de, bi rastî ji bo civatên aqilê xwe bi kar tînin ayet henin. (Sureya Radê, 24-32)

Rebbê me yê xwedî rehmeke bê dawi ye, ax kiriye wesîle û bi riyeke nûwaze nametên ku ji bo ebdên Wî tam û kêfê jê bigrin gîhandiye wan. Di ayeteke din de jî Xwedê dibêje ‘Me erd kola û kola’ û bi vî avayî balê dikişîne ser ku ax bi taybetiyeke bi bereket hatiye afirandin:

Bila însan bala xwe bidin tiştên dixwin; Bê şik me av bê navber herikandin, paşê me erd kola û kola. Bi vî awayî me ji wê toxim derxistin. Tirî, once, zeytûn, xûrme, baxçeyên xwedî darên qama wan bi hevûdu re ketine lecê. Mêrg û fêkî. Ji bo ji we û heywanên we re bi kêr (bibe mal) be. (Sureya Abeseyê, 24-32)

Ava Paqij a Em Vedixwin Ji Nav Axê Tê

Qismek ji ava baranê car din tevî behrê û deryayan dibe. Qismek jî di axê de dimîne. Bi saya hêza mêtinê ya axê barana ku dikeve axê, ber bi tebeqeyên jêr diherike. Av gava rastî tebeqeyeke ku av mikare jê re derbas bibe tê, disekine û bi barana domdar ve jî ava li wir zêde dibe. Piştî demekê ava wir têra xwe zêde dibe û ji bo ji vî cîhê ku lê kom bûye derkeve ji xwe re riyekê digere. Bi saya hêza xwe ya çewsandinê, ji cîhekî qels yê axê re, ji xwe re riyekî dibîne û derdikeve ser rûyê erdê. Sedemê fişkiniya bîran jî ev hêza zêde ya avê ye. Xwedê di ayeteke Quranê de, pêkhatina çavkaniyên avê yên ji avên dikevin bin axê ve çêdibin weha xeber dide;

Ma nabînî; bi rastî Xwedê, ji ezmanan av hanî xwarê û ew ber çavkaniyên bin erdê ve herikand. Paşê bi wê ve çandiniyên reng bi reng derxist. Paşê zuha dibe, tu wê zerbûyî dibînî. Paşê jî wan dike bermayiyên hişkbûyî. Bê şik, di vê de ji bo kesên xwedî aqil derseke wek şîretê heye. (Sureya Zumer, 21)

Baş e, çawa dibe ku ji axeke bi herî de aveke pağıj û zelal derdike? Ava ku ji axa gelek maddeyên bermayî tê de cîh digrin derdike, eşkere tecelliya rehma Xwedê ya li ser însanan e. Xwedê, qûm, kîl û xîçên di axê de bi awayekî wisa bê qisûr rêzkiriye ku, ev rêzkirin wek ‘parzûnekê’ dixebite, ava dikeve axê parzûndike û ji parçe û bermayiyan paqij dike. Yanî ax, ava nav xwe de qirêj naqe, bervacî vê, wê avê paqıj dike.

Hin caran germa ava diçe kurahiya axê zêde dibe û ji ber vê jî mîneralan dihelîne û tev li xwe dike. Di encama vê de jî germav derdikevin holê. Îro hatiye îspatkirin ku, germav ji gelek nexwaşiyên derman wan baş nakin re dibe şîfa. Bê şik, hemû ev bûyer di axê de mucîzeya afirnadina Xwedê ye.

Tiştekî ku divê li ser bê fikirîn jî, wek çavkaniyekî derketina avê ya li ser rûyê erdê ye. Hevsaziya axê û avê, dema av di bin axê de kom dibe wê derfetê dide ku ber bi jor ‘hilkişe’ û bi vî avayî însan xwe bi hêsanî digihînin ava ku ji asîmanan tê û di bin kurahiya axê de winda dibe. Bê şik ev nameteke mezin e. Kifşkirina  cîhê avê û bi metroyan di bin axê de derxistina wê ji bo însanan karekî pir zehmet e. Bi saya taybetiya afirandina Xwedê ya di axê û avê de, av bi awayekî bê zehmet derdikeve ser rûyê erdê û dikeve xizmeta însanan. Heke tebeqeyên rûyê erdê yên ku av li ser embar dibe, av negirtana û ew derbasî tebeqeyên jêrtir bikirana, av wê tim ber bi bin erdê biherkiya û tu carî dê wek fizîkî ne mumkunbûya ku derkeve ser rûyê erdê. Heke Xwedê şeklê ardê bi vî avayî biafiranda, ji bilî Xwedê tu kesî nikaribû ew ava ketiye bin axê, car din derxista ser rûyê erdê. Ev rastî di ayetê de weha tê vegotin:

Bibêje ku: ‘Xeberê bidin; heke ava we biherike bin erdê û here, di vî rewşî de wê kî bikaribe ji we re çavkaniya çemekê bîne? (Sureya Mulkê, 30)

Lerz û Pişbûna Axê

Zanyarekî Îngilîz yê bi navê Brown, di sala 1827an de, gava dilopên baranê dikevin axê, vedibîne ku di molekulên axê de lerzek derdikeve holê. Ax sazûmaneke ku di nav xwe de, molekulên cûr bi cûr yên xwedî gewherên metal yên ji hevûdu cûdatir dihewîne ye. Baran dibe sedemê îyonbûna gewherên metal yên di axê de. Vaye ev molekulên îyonîk jî, gava baran dibare lerz dikevinê û dilerizin. Dilopên avên yên walî valî tên, gava li van molekulan dikevin, ew jî avê dimêjin û bi vî awayî mezintir dibin. Ev dilop di demeke kin de, dibin embara mînerala ava di axê de. Nebat jî ji bo du-sê mehan hewcedariya xwe ya avê ji van embaran digrin. Heke ev embar pêknehatana, wê av biçûya kûrahiya axê û wê nebat jî herî dereng di nav hefteyekî de hişkbûna biçûna. Li vir xala girîng ya ku divê mirov balê bikişîne ev e; Di Quranê de ev taybetiya axê bi gotina ‘lerz-pişbûn’ê ve tê eşkere kirin. Xebera vê bûyera ku zanyaran dused sal berê vedîtine, di kitêba me ya pîroz, Quranî Kerîm a ku çardeh sedsal berê hatiye şandin de weha tê dayîn:

... Tu rûyê erdê wek ku zuha û miriye dibînî, lê gava me av li ser wê de şand, wê bilerize, pişbibe û her cotên xweşik (beran) bide. (Sureya Hacê, 5)

Di her dewrî de ax bûye çavkaniya medeniyetan

Ax bi tenê ne sazûmaneke ku ekolojiyê eleqeder dike ye. Taybetiyên axê, wê derfetê didin ku di jiyana rojane de wek alav û maddeyeke bingehîn bê bikaranîn. Ax di vî warî de wisa kêrhatiye ku, di hemû dîrokê de, bandoreke mezin li avakirina gelek medeniyetan kiriye. Ji bo ku civatek, li erdnigariyekî medeniyetekî ava bike û di nav demê de xwe bi pêşbixe, teqez divê hin merc hebin. Di nav van mercan de, ya herî girîng divê axeke ji bo lêcîhbûnê musaît û nêzî çavkaniyên avê hebe. Van herdu xalan di hemû dîrokê de, ji avabûna gelek medeniyetan de roleke girîng lîstine. Gava em li herêmên ku medeniyetên mezin wir avabûne binihêrin, em ê vê rastiyê baştir bibînin. Wek mînak, medeniyeta Misrê li ser axa bi bereket ya ku çemê Nîlê avdide avabûye. Gelek medeniyetên li Mezopotamyayê bi cîh bûne jî, li ser axên bi bereket yên ku çêmên Ferat û Dîcleyê evdidin derketine holê. Ji bilî van, gelek medeniyetên ku li Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn avanûne jî, bi heman şiklî li ser axên bi bereket û li der û dora çavkaniyên avê bi cîh bûne. Sedemeke girîng ya vê tevgera bi şirîkî heye.

Mirovatî li herêmeke diyar ji bo ku ji xwe re medeniyetekî ava bike hewcedarê bingeheki ye. Tişta ku vê bingehê pêk tîne jî ax û av e. Medeniyetên di hemû dîrokê de hatine avakirin, ax bi gelek cûreyan bi karanîne, gelek cûreyên avdaniyê ceribandine û di avahiyên bi hêbet û berheman de av û ax wek alav bi karanîne. Di hin ayetên Quranê de bal tê kişandin ku, medeniyetên kevn bi karanîna axê ve çawa bûne xwedî zanîn û hunereke mezin û di encama vê de jî bûne xwedî hêzeke mezin. Ayeteke di derheqê babetê de weha ye:

Ew li ser rûyê erdê naçin û nayên? Bila bi vî awayî bibînin da ku yên berî wan rûqalê encameke çawa bûne. Ew, di warê quwetê de ji wan bi hêztir bûn, ax ser û bin kirine (çandine, ji avê û madenan geriyane û derxistine) û  qasî ku ew ava dikin, zêdetir avakirine... (Sureya Rûmê, 9)

Di roja me de, piraniya hin awahiyên ku wek nûwazeyên dunyayê tên qebûl kirin û berhemên hunerî, hema bi temamî ji medeniyetên kevn heta roja me hatine. Niha mîmariya hinek ji wan berheman, ji aliyê gelek endazeyaran ve wek mînak tên dîtin û tên zarve kirin. Ev xizmeta ku axê ji medeniyetan re kiriye, di roja me de jî, di gelek waran de bi zêdebûn didome.

Ji ber ku ax haceteke pir bi kêr e, di roja me de pêşesaziya ku xwe dispêre axê derketiye holê. Di çêkirina Çîmento, seramîk, cam de û pêşesaziya avahiyan de, ax wek daringeke bingehîn tê bi karanîn û bi tevlêkirina hin maddeyên din û bi bandora germê ve, vediguhere alaveke pir qayîm. Ji bilî vê, ji ber ku ev alavên  li van deran tên hilberandin,  di warê pêşesaziya avahî, enerjî û otomotîvê de jî tên bi karanîn, pêşesaziya xwe dispêre axê bandoreke girîng li ser pêşesaziyên din yên mezin dike. Rembbê me yê xwedî şewqat û merhemeteke bê dawî ye, bi riya axê di gelek waran de ebdên xwe dike xwedî namet, debara wan dike û jiyana wan xweşiktir û hêsantir dike.

Encam: Ax nûwezeyeke afirandinê ye

Heke rûyê erdê bi tenê avê ve girtî bûya, candaran nikaribû li ser bijîn. Heke bi tenê ji kevir û zinaran ve nixumandî bûya, candaran nikaribûn wek ku ji axê îstîfade dikin jê îstifade bikirana, ji bilî vê jiyana li ser erdekî işk jî wê pir acizker bûya. Me yê di jiyana xwe ya rojane de, tu carî ji berên avahî û pêşesaziyê yê ku ji axê tên girtin fêde negirta. Lê Rebbê me yê xwedî rehma bê dawî ye, rûyê erdê ne wek avê herikbar û nerm, ne jî wek zinaran işk afirandiye. Ax bi nermbûn, işkbûn û naveroka xwe ve, him ji bo însanan, him jî ji bo hemû candaran ji bo ku li ser bijîn bi awayekî herî baş hatiye afirandin. Yek ji alimên mezin yê Îslamê Bedîuzzeman Saîdê Nûrsî jî di derbarê bi awayê herî baş afirandina axê de weha dibêje:

Rasteqîniya arzê ev e ku: Pêzeyeke (maddeyeke) wek avê, bi emrê îllahî tîr dibe, dibe kevir. Kevir bi destûra îllahî dibe ax. Gotina arzê ax e. Naxwe ew av pir nerm e, li ser nayê sekinîn. Kevir pir işk e, ji wê nayê îstifadekirin. Ji bo wê, Hakîmî Rahîm, axê li ser kevir radixe û ji candaran re dike wargeh.

(Gotin, Gotina 21emîn)

Bê şik, Xwedayê ku her tiştî çi wext bixwaze û bi awayekî bê hempa diafirîne, di kulmek axa ku em her roj li ser re diçin û tên de jî, delîlên hebûna xwe û afiraneriya xwe nîşanî me dide. Wek ku di Sureya Heşrê de jî tê gotin, Xwedayê mezin her tiştî bi awayekî xweşik diafirîne:

Ew Xwedayê ku afiraner e, (bi awayekî herî xweşik) Yê ku bê qisûr dihûliqîne ye, Yê ku ‘şikil û sûret’ dide ye. Navên herî xweşik yê Wî ne. Hemû tiştên li ser rûyê erdê û asîmananin, ji Wî re tesbîh dikin. Ew Ezîz û Heqîm e. (Sureya Haşrê, 24)

2016-04-18 20:55:59
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top