< <
1 / total: 6

Destpêk

Ew Kesên Ku Dixwazin Tirkîyê Perçe Bikin Bila Baş Van Gotinan Bixwînin

Li Başûrê Rojhilat lîstikek gelekî qirêj tê lîstin. Armanca vê lîstikê, ewil Başûrê Rojhilatê, piştre Tirkîyê û di dawîyê de hemû cîhanê bikin komunîst. Aniha ew kesên ku dibêjin “Em bi PKKê re rûnin” an jî “Em Başûrê Rojhilatê bidin PKKê” bi zanayî an jî nezanî xizmeta vê armancê dikin. Dewleteke komunîst a cîhanê…

PKK'ya çözüm gazete küpürleri

Beşek mezin a mirovan hay ji vê talûkeyê mezîn tune ye. Ew hedizanin ku ger axê bidin PKKê, bi wan re li ser maseyê rûnin, Ocalan were îknakirin, dê bi temamî li ser axa Tirkan terorê xelas be.  Qismekî mezin ê wan kesên perçebûnê dixwazin ew komunîstên kevn in. Beşek mezin a van kesan bi salan wekî ku guherîne, xêza xwe şibandine xwe nişan dan, û hewl dan ku bale nekşînin. Lê belê wek parêzerên komunîzmê her gav parastin û propagandaya xwe gav bi gav domandin. Hêj van propagandayên xwe dimeşînin. Ew fikra ku dibêjin “Çareserîya herî baş dayîna axê ye” peyder pey tê belavkirin, ev fikra nepenî gav bi gav ji mirovan tê elimandin. Sêra “Tenê çareserî ev e” li gelê me tê kirin. Bi vê yekê plan dikin ku birayên me Kurd jî, û hemû Tirkîyê jî bi berve bobeletekî ve biherin. Vê lîstika xeternak hêdî hêdî, bi gotinên nerm ve dibêjin “em bindest in, em tên çewisandin, rizagrîya me tenê ev e” û li berçavan dilîzin. Dixwazin ku hêj zêdetir vahşet û tundîya komunîzmê ya vê sedala 21emîn dîsa bi zordarî bidin jîyîn.

Armanca sereke ya vê pirtûkê daxwaza mezin a PKKê bide ber çavan, lîstikên li ser Kurdan tên lîstin û fikren perçekirina welatê me yî ezîz yên qirêj deşifre kirin e. Di vir de tiştekî din jî heye ku dîvê teqez were zanîn, Rêxistina cudaxwaz a teröre, ne komeke ku li ser neteweperestîya kurdan ava bûye ye. PKK AVABÛNEKE KU NETEWEPERESTÎYA KURDAN BO BERJEWENDÎYÊ XWE BI KAR TÎNE Û AVABÛNEKE DARWÎNÎST, KOMUNÎST, STALÎNÎST Û LENÎNÎST E.

Jê hayardarbûne vê mesele, di derbarê nasandina PKKê û tevdîrên pêwîst ên ku divê werin girtin de nêrîneke gelekî cüda dide mirovan. Ew kesên ferzdikin ku dê bi pereçekirina Tirkîyê ve van pirgirêkên li başurê welêt çareserkin û dibêjin em axê bidin û jê bifilitin, dema ku ev pirtûk xwendin dê fembikin ku çawa di nav şaşîyeke mezin de ne û dê baştir têbigîhîjin ku bi çi re rûbirû ne.

hayali Kürdistan bayrağı

Berîya ku hurgulîyên vê beleya mezin vebêjin:

Türk - Kürt kardeşiz

Divê PKK vê yekê bizanibe!

özerklik gazete küpürleri

PKK terör örgütü şunu bilmelidir: Komünistlere verecek bir karış dahi toprağımız yoktur!

Em teqez li başûrê rojhilatê welatê xwe destûrê nadin serhildaneke komunîst û em ji welatê xwe çengek ax jî nadin PKKê. Wekî ku Mustafa Kemal Atatûrk jî bi aşkere anîye zimên “Komunîzm dijminê herî mezin ê cihana Tirkan e, ji ber vê ger li ku were dîtin divê sere wî were pirçiqandin” û em teqez bi teqez nahêlin ku komunîz têkeve welatê me.

Ew kesên ku dîbêjin « em axê bidin wan û ji wam bifilitin » û ji komunîstan re rê vedikin divê teqez vê yekê  bizanibin :

Dayînê axê Tirkîyê nagîhîne aramîyê, berovajî vê dê Tirkîyê têxe nav xetereyeke gelekî mezin. Em wek miletê Tirk, pirsgirêka me a dayîna şehîdan tune ye, perçeyek axa me jî tune ye ku em bidin ti kesî. Îhtîmalek wiha ne ya gotin û rojevê ye.

Bila gelê me jî vê yekê bizanibe:

Dayîna çengek axa vî welatî tê wateya binpêkirina xeysîyet, şeref, rûmet, torin, hêz, hebûn û namûsa vî gelê Tirk ê payebilind. EY YEK TEQEZ PÊK NAYÊ. Bi PKKê re yek peymana me heye. Bingeha vê peymanê ev gotinên Atatûrk yên bêhempa ne:

turkey, kurdistan

Terörün bitmesi için kesin çözüm, terörün fikri zeminin ortadan kalkmasıdır. Bu da anti Darwinist anti materyalist bilimsel çalışmayla olur.

“Ya esas ew e ku gelê Tirk bii xeysîyet û şerefa xwe bijî. Xeysîyet, nefs û hêjatîya gelê Tirk gelekî mezin e. GELEKÎ WIHA ŞÛNA KU BINDEST BIJÎ, BILA TARÛBAR BE HERE BAŞTIR E. Ji ber veya, AN RIZGARÎ AN MIRIN” Kemal Atatürk

Ew kesên k udi bin ve destekê didin rêxistina terorê PKKê û ew kesên ku dixwazin li başûrê welatê me destekê bidin komunîzmê, divê di sêrî de baş bizanibin ku em teqez nahêlin welat perçebe. Xala duyem a ku divê baş bizanibin jî ev e ku, ne li Tirkîyê ne jî li cîhanê em destûrê nadin komunîzmê. Bi vê pirtûkê ve em li gelê xwe yekem rêya bi bandor  a berxwedana dijî komunîzmê nişan didin. Ev têkoşîneke zanistî ye û dê her gav bi xebatên dij darwînîst ve bidome.   XEBATÊN LI DIJÎ DARWÎNÎZMÊ JI XEWNEREŞKA HEMÛ KOMUNÎSTAN E, Û NIHA EV TÊKOŞÎNA ZANISTÎ, DÊ BI ÎZNA XWEDÊ, KOMUNÎZMÊ LI SER HEMÛ RÛYÊ CIHANÊ PAQIJ BIKE Û BAVÊJE.

Xelasbûna Terorê Tenê bi Temamî Devjêberdana Rêxıstınê ya Marksîzm û Lenînîzmê ye Mumkûn e

Mustafa Kemal Atatürk

Ev “pêvajoya çareserîyê” ya ku dewlet û hukûmeta me ya dixwaze rêxistina PKKê dev ji çekan berde, bi biryardarî didome. Ew gotina birêz Erdogan a ku her gav di axavtin û hevdîtinên xwe de dibêje “yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet” gelekî xwedî wate ye. Tevî ku îtîraz jî lê nayên kirin xwebawerîya gelê me zêdetir dike û bawerîya perçenebûna welêt xurttir dike. Ew sekna birêz Serokwezîrê me û hukûmeta me ya hişmend, xwedîferaset û li dijî perçebûnê, û di heman demê de bê çalak mayîna wan jî baş nişan dide ku hukûmet jî xwebawer e û bawerîya gel xêdetir dike.

Lê belê ew yek jî girîng e ku daxuyanî û gotinên Ocalan yên di vê dawîyê de jî baş nişan didin ku hêj di fikren wan de guherîn çênebûye.

Di wan nivîsên ku bi navê “Zabitên Îmarlîyê” yên ji axavtin û gotinên navbeyna Abdullah Ocalan û parlementerên HDPê pêk hatibûn, ketin nav medyayê de jî berçav e ku meşru dîtina Ocalan a terorê, û gefên ku dixwar bo welêt bike gola xwînê ku ev fikrên wî ji felsefeya Stalînîst tê, bi aşkere xuya dike ku hêj dev ji wê felsefeyê bernedaye.

Gotinên Ocalan yên di van zabitan de derbas dibin :

“komîsyona heqîqetê jî dê were avakirin. Dê di bin venêrîna mirovên aqilmend de be. Vekişîn ê wê hingê bibe. Vegerîna gundan dê bibe. Ger van nekîn vekişîn nabe. Em êli cîhên ku me vikişîyane, gerîlayan zêdetir xurt bikin.Ez tevli fikra ku dibêje me vekişin gerîla dê biqedin nabim. Surî heye, Îran heye. Aniha li Surîyê 50 hezar, li Qendîlê 10 hezar, li Îranê 40 hezar gerîla hene.”
"Ger vê nekin, dê bi rojeveke zêdetir ve rûbirû bimînin"
"Ger ez serkeftî bim, ne girtîyên KCKê bimînîn ne jî ti tişt. Ger ev yek nebe dê bi 50 hezar kesî ve şerê gel destpê bike.Kê bimre dê bimre ez têkil nabim. Lê belê bila baş bizanin ku ne em ê wek berê bijîn ne jî wek berê şer bikin’."
"Nizanibûn ku şerê me yê sinif û gelan çîqas dijwar e."
"Divê Kurd teqez hêzên parastina gel ava bikin."

Di van gotinên jorîn de jî dîyar e ku Ocalan wexta ku fersendê bibîne dev ji terorê tundîyê serhildana Stalînîst û perçebûna welêt bernane û vedigere tundîyê. Ev jî fikriyata wî nişan dide.

quran

Ji alîyê din Ocalan rêxistina KCKê ya ku Yargitayê wek teror îlan kiribû jî bi kar tîne, û dibêje li cîhên ku PKK vekişîyaye dîsa rêxitînî be, li deverên ku hatine valakirin carek din bi hin kesên din ve dagire û bi gelek mîlîtanên nû ve tije bike. Ji xeynî vê Ocalan dibêje ku jixwe hêzên PKKê li derveyî welêt in, çi gav lazim be dê vegerin cîhê xwe û din av welêt de dest bi şerekeî navxweyî bikin.

Ocalan di axavtina xwe de li ser hêzên parastina gel ên ku ji alîyê KCKê ve hatine avakirin jî disekine bale dikşîne ser çek û rêxistinîbûna wan. Ew tişta ku dibêjin hêzên parastina gel, ji alîyê rêxistinê ve avabûne û hewl didin ku gele herêmê ji bo şer amade dikin, Ocalan jî taybetî li ser sekinîye ku bila rêxistin hay jê hebin.

Ger kurtasî bêjin;

öcalan, pkk

1. Ew Ocalanê ku qala şerê gel û sinifan dike, qala temsîlyeta çepgirên Tirk dike, qal dike ku hêj xêza Dev-Gençê diparêze hêj li ser rêya ku dabû Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Enqerê dê dewletek Marksîst-Lenînîst ava bike

2. Fermanê dide ku ji bo serhildaneke bi çek, bila hêzên çekdar ên ji nava gel werin avakirin,

3. Dîsa ferman dike ku bila rêxistin propagandaya xwe ya Marksîst Lenînîst deam bike û belavî nava gel bikin. Yek jî hejmara mîlîtanan zedetir bikin,

4. Dixwaze ku gele herêmê ji bo şerê navxweyî amade be.

Ligel van hemûyan, ji çapemenîyê tê femkirin ku fikriyata Abdullah Ocalan a derbarê federasyon û xweserîyê jî qet nehatîye guherandin:

"Kurd dê bi awayekî azad îfade bikin û xwe bi rêve biherin. Ger em niha yasayan bispêrin wan dê bertekan bibîne. Di pêşerojê de dibe ."
"Sekna me dê wiha be, ger şêweya mezin hebe em ê bikar bînin. Hûn dixwazin yasayn derxin an jî dernexin. Li Îspanyayê hemê netew bi mafên xwe ve di bin qerentiyê de ne. Me doh dîsa nîqaş kir. Nasnameyên dîrokî û çandî mirata me ya zengînîyê ne. Bila xwe bi serbestî îfade bikin ku ev yek rêxistinbûn û xwe rêvebirin jî din av de ye, tê qerentîkirin."

Sedema ku her gav Ocalan û BDP mînakên wek Îspanya didin, ji ber xweserîya Herêma Bask e ku gorî destûrê hatîye ewlekirin. Ûwelatê wan jî ti awayî di bin xetereya perçebûnê de nîn e. Lê belê li Îspanyayê rewş ewqas jî xweşik nameşe.

Aniha li Îspanyayê 17 civatên xweser hene û 2 jî bajarên xweser hene. Lê belê Herêma Xweser a Katalonyayê ji bo azadîya xwe berxwe dide û piştî qeyrana aborîyê xwest ku statûyeke xweser bi dest bixe.

Rêveberên Katalan jî gotin ger dozek li dadgehên navendê neye çareserkirin em ê rêya azadîya xwe bigerin. Ew 1.5 mîlyon însanên ku wan rêxitinîkiribû li kolanên Barcelonayê meşîyan û dirûşmên wek “Dewleta nû ya Ewrûpayê” diavêtin.

Kesên wek iona Ehlers, Hans Hoyng, Christoph Schult û Helene Zuber di nivîsên xwe yên di kovar abi navê Der Spiegel li Almanyayê çap dibe, dibêjin ku “Qeyranên aborî li Ewrûpa cudaxwazan hêzdar dike”

Divê em vê yekê jî bîr nekin, PKK rêxistineke Marksîst Lenînîst e û bi propagandayê ve hezdar dibe. Niha jî gencên ku diçin çîyê li akademîyan perwerde dibin. Piştî ku bîrdozîya Marksîst Lenînîst pejirandin bi hedefa “avakirina dewleta Kurdistan a bi vê bîrdozîyê” dikevin rê û çekan didin desten xwe.

Gelekî aşkere ye ku piştî PKK li herêmê xweserî ava kir, dê li ser gelê Kurd zordestîya îdeolojîk çekin. Rêxistina ku cara ewil dixwast ku vê hêza xwe ji navendê bigre dê vê carê jî ji rêveberîya herêmî bigre zordariyî li gel bike û Kurdistana Azad a komunîst ava bike. Ev plan ne tenê bo Kurdan, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe sedema pêvajoyeke xwîndar. Jiber vê yekê divê dema hevdîtin û çareserîyê ev yek temamî pêşçav bin.

Di bawerî û xeyalên Komara Tikîyê de Yekîtîya Tirk û Îslamê heye, ji ber vê tiştekî jêneveger e. Ji bo vê daxwazê ne perçebûn, divê em yekbûnê hevgirtinê biparêzin. Bi gîhîştîna vê yekê ve ne tenê Kurd, Tirk, Laz, Abhaz û Çerkes jî aram bin û aştî bijîn.

tek devlet tek millet, tek vatan tek bayrak

Şîroveyên Birêz Adnan Oktar yên di A9 TV de Hatin Weşandin - 1

Çek berdan bi tenê bi fikran dibe. Ger fikr û raman neguhurin, renge çekan wê biguhure lê bi tu awayî nayê berdan

Adnan Oktar

DİDEM ÜRER: Terorîst Nuriye Kesbira ku di hevdîtinên li Osloyê de li ser navê Pkk'ê beşdarî civînan bû daxuyaniyek da ku ev yek nêrîna we ya derbarê çekberdana Pkk'ê de we mafdar dike.Wiha got :" Çekên me belaya serê me nîn in, rêya me ya xweparastinê ye, ew kesên ku dibêjin çekê xwe berdin û biçin dewleteka din hêj me nas nakin, qerfên xwe bi me re dikin. Kî dikare gerillayên ku li ser erdnîgariya ew qas fireh qanî bike.? Ev çek bi çi armancê hatibin hildan wê bi destkeftina wê armancê bên berdan. Ger çareserî bibe, wê demê emê çek berdanê nîqaş bikin. Ew jî çek berdan nîne, gelo emê pozîsyoneke çawa bigirin, ew pozisyon jî "xweserî ye". Heya pêkhatina vê yeke em çekan ber nadin."

ADNAN OKTAR: Belê, axaftina wan nêrîna wan a rastîn derdixe holê. Axaftina samîmî ya di nav wan de ev e. Çima çekan berdin, binere dibêje "rengê çekan wê biguhure". Çek wê dîsa heb in. Çekan bernadin, çima berdin. Çek berdan bi tenê fikran dibe.

Dema ku Pkk’ê Îttîhad-î Îslam qebûl kir, dema ku ev baweriya xweş din av wan de belav bû, Îttîhad-î Îslam jî wê wek bahozê belav be. Ji bo wan jî wê bi xêr bei ji bo gele me jî wê bi xêr be.

Dema ku Îttîhad-î Îslamê biparêzin wê çi bibe; Îran bi temamî wê bibe ya wan, Urdunê bibe ya wan, Îzmîrê bibe ya wan. Wê bikaribin biçin her derê. Wê bikaribin li her dere bijîn. Ez ji bo birayên me yên  Başurê Rojhilatî dibêjim. Lê ji aliyê din ve Pkk wê wan li çiyayê Mêrdînê asê bihêle. Wê wan li çiyayê Sêrtê asê bihêle. Rêxistin dê gelê herêmê di şert, merc û hewaya dijwar de bihêle û wan dorpêçke, dê kominîstên Koreyê û Çînê biçin wir. Bataryayên fûzeyan wê li herêmê bi cih bikin, çekên modern wê bînin û heta kalen 60 salî wê bikin leşker. Dayikên me jî wê bikin leşker û wê artêşeke mezin a kominîst ava bikin. Em û gelê xwe tu car destûrê nadin tiştekî wiha, em tu car nahêlin ku welatê me perçe bikin, emê gelê xwe  yê li başûrê rojhilat radestî çeteyên kominîst nakin.

Sedema ku hin Kurdên li Başûrê rojhilat piştgiriyê didin Pkk'ê ew e ku dixwazin ji derd û kulên ku ji Rêxistina Terorê Ergenekonê kişandine bi vî awayî xilas bibin.Ya rast azadiya ku ew dixwazin di Îttîhad- î Îslamê de ye

ADNAN OKTAR: Taybetiyeka gelê me yê Başûrê Rojhilat ewe ku zordestiyê naxwazin. Her însan dixwaze ku azad be.  Min wan rojên hanê jî got sedema ku hin kes piştgiriyê didin Pkkê ewe ku bi rastî tenê gef nîne. Yanê gefên Pkkê nîne. Dibêjin “Xwedê neke ger avabûneke nû çêbe, xweserî an jî federasyon çêbe, wê çaxê tu kes nikare li hemberî me bisekine, ji jor ve me binere.”  Yanê wek bawerî wisa difikirin. “ emê nimêj û taetên xwe bi hêsanî bikin, li gor dilê xwe cil û bergan li xwe bikin, ji desmala me re jî tu kes tiştekî nabêje, emê şepikên xwe jî li xwe bikin, li gor xwe emê Îlamiyetê bijîn, ji wan gelek kes wisa difikirin. “ Ango li gor daxwaza xwe emê bazirganiyê bikin û bacê jî nadin. Lê herî zêde wiha difikirin “ li ser me , tu kes dile me naêşîne.”Sedema ku birayê me wiha difikire çi ye ; pêkanînên berê ne. Endamên Rêxistina Terorê Ergenekonê kesên wisa ne, her tim birayên me yên li Başûrê Rojhilat hatine bindestkirin, ew nexistin şuna mirovan, ji jor ve li wan nihêrîn. Bi şêwazeke tolaz û qure tevgeriyan. Yanê bi her awayî diyar kirin ku ew birayên me yên li herêmê naxwazin û naecibînin. Di nav hewleke wisa de bûn ku xwe ji herkesi zîrektir û hêjatir dibinin. Herwiha Kurdbûna wan  li gorî xwe wek rewşeke nebaş xwestin bidin  xûyakirin.Xwestin bibêjin “em Tirk in û nijadeke sedest in lê bi cisn na bi ehlaqî.” “ ji aliye cisnî ve em ji we serdesttir in. Em xwediyê we nin, yanê wek xwediyê we em hatin peywirdarkirin. Li ber xwediyên xwe bejna xwe bitevînin.”  Gelê me jî bi salan sebir kir û ber xwe da. Bi salan hatin lêdan, çêrkirin û def xwarin. Hin welatiyan jî ji Kurdbûna xwe şerm kir. Yanê eslê xwe Kurd e lê nabêje. Hetta tu dipirsî “tu ji ku yî?”, dibêje kek “ ez ji airiyê me”, xwedê neke rewşeke nebaş derdikeve holê. Lê bi awayekî tirsonek dibêje “ tu Kurd î”, dibêje beke “ ez Kurd im” , ji ber vê ew kes ji hişê xwe diçe. Li gor wî sanki ew kes li ser cîhanê mirovê herî sûcdar e. Ew welatî jî bi rastî bindestiya vê yekê hîs dike. Min bi çavên xwe dît min ji çend kesan jî pirsî.  Dibêje ez ji Başûrê Rojhilat im lê nikare bibêje ez “ Kurd im”. Xwedê qebûlneke min bi çavên xwe dîtin.Van bênamûs û qeşmeran gelê me yê Kurd ew qas binpê kirine ku derûniya gelê me xira biye. Divê tavilê ji bo vê bêehlaqiyê  tevdîrên zêde  bên girtin. Birê min tu kesekî berbiçavan î, evdekî xwedê yî. Ger ehlaqê te nebaş be, tu Tirk bî jî çi dibe.Li gor hin kesan, tam her tişt baş bi rê ve diçû Îttîhad – î Îslam derket holê. Li gor xwe tam digihîştin encamê, ji nişkê ve baweriya Îttîhad – î Îslamê derket holê. Ew kes tirsiyan. Xwedê neke tam Turkiye dihat dabeşkirin (li gor xwe ) tam digihiştin encamê, tam wê Başûrê Rojhilat bikirina kominîst ji nişkê ve baweriya Îttîhad – î Îslamê derket holê.Niha em dibêjin “ Yekîtiya Tirk û Îslamê”, Îttîhad – î Îslam, Yekîtiya Tirkan ger wek baweriya nijadperestiyê derketa holê, wek serdestiya nijada Tirk derketa holê, jixwe wê têk biçûya. Çomkî hemû cîhan dibîne ku ev bîrdozî têk çûye, haya herkesi ji vê yeke heye. Hemû cîhan wê li dijî serdestiya nijada Tirk bibe yek û binpê bike tu kes vê yekê qebûl nake.  Herkes vê yeke dizane . Îdîayeke wisa jixwe tûne û nabe jî.Bi tenê Îttîhad – î Îslam dimîne. Îttîhad – î Îslam jî bi Mehdiyetê wê zindîtir bibe,  wê wek (fikrî)  rabe ser piyan inşallah. Çimkî Îttîhad – î Îslam, xwediyê civateke 1 mîlyon û nîv alîgiran e û gelek diyar e ku wê encamên baş bide. (17 Çile 2013; A9 TV)

PKK dibêje " Başûrê Rojhilat bidin min" bila xwin nerije û aşti xpêk bê

Adnan Oktar

DİDEM ÜRER: Ji bo 3 PKKyiyên ku cinazeyên wan ji Parisê hat, li Turkiyeyê merasîma ewil " mamoste wek tu jî dizanî" bi beşdariya 200 hezar kesan li Amedê hat kirin. Hişyariya bo derketina bûyeran hatibû kirin û tevdîrên berfireh hatibûn girtin. Lêbelê bo cara ewil girseyeke ev qas qelebalix ya BDP bê deng, bê bûyer û posterê Ocalan venekirî çalaki li dar xist. Di rojnameyan de ev nûçe wiha hat nirxandin: BDPyî û PKKyî ji azmûna dilsoziyê derbas bûne û aliyê aştî û çareseriyê digirin.

ADNAN OKTAR: Dîsa heman tiştê dibêjin . Ez uslûpa van fêhm nakim. Ev kes ji sêrî de heman tiştê dibêjin “ bila xwin nerije, em bi aştiyê vê yeke çareser bikin”. Ev kes tiştekî din nabêjin jixwe. Heman tiştê dibêjin ji sêrî de. Ev 30 sal in vê tiştê dibêjin. Her kes vê yekê dizane. Ew kes dibêjin “ daxwazeka me ya hêsan heye”.  BDP na lê PKK wisa dibêje.  Ev herêm ; Mêrdîn, Amed, Sêrt axa me ye. Em li vir ji kerema we dixwazin dewletekê ava bikin. Ji me re astengiyan dernexin. Xwin dirije, ev yek dibe mijar. Ji me re alîkariyê bikin, hêsaniyê bikin.

Ew kes dixwazin vê yeke bibêjin; em dikarin gelekî bi edep jî tevbigerin, durist bin jî, efendîtiyê jî dikin, alê jî ranakin. Hun çi bibêjin emê bikin. Lê hela hun jî vê gotina me bikin. Ger em nekin wê çi bibe?  Dibêjin “ emê erd û ezmana bilerizînin.” Disekinin disekinin dîsa heman mijarê ji me re vedibêjin. “  dibêjin aştî çi xweş e; aştî, aştî , aştî me aştî bi dest xist.”  Ma çima em aştiyê nizanin? Aştî jixwe taybetiya Misilmana ye. Kî şer dixwaze? Sanki cara ewil me got şer sanki gel dibêje “ em xwinê dixwazin “.  Ji nişkê ve hin kes derdikevin û dibêjin aştî, aştî.. Em jî dibêjin “ çi xweş”. Sanki emê bibêjin “ em çawa tiştekî wiha nefikirîn, cara ewil e em tiştekî wiha difikirn”. Jixwe vê yeke dibêjin her tişt berbiçav e, diyar e. Dibêjin “ em li hev bikin”. Mesela Stalîn çi digot?  digot “vê herêmê bi awayekî hêsan teslîmî me bikin. Ger tu teslîm bikî jixwe Stalîn tê û te ji eniya maç dike û tiştekî nabêje. Lê ger tu teslîm nekî tevlî hev dike her tiştî. Mijar ev e. PKK jî dibêje “  em ji we bi awayekî nazik dixwazin , Abdullah Öcalan ji girtîgehê derxin, bila bibe serokê dewletê, bil ali vir dewletek hebe.  Wek dewleta cînara we , wek dewleteke kominîst em dixwazin bijîn. Dibêjin ku “ li vir hûn ji çi rehetsiz in, em fêhm nakin.”. Mijar ev e. Disekinin disekinin ; aştî,aştî,aştî… jixwe em hemû dixwazin, tu kes şer naxwaze. Ji min re kesekî ku şer dixwaze bînin. Kes naxwaze. (18 Çile 2013; A9 TV)

Bila Öcalan û PKK tobe bikin û vegerin Îslam û Quranê bila ÎttÎhad-î Îslamê biparêzin, ger wisa bibe li herêmê dewlemendî, dadmendî û seyranê rû bide.

ADNAN OKTAR: Tiştê ku divê PKK bike çi ye ez ji we re bibêjim : tiştê herî baş yê ku divê Abdullah Öcalan bike çi ye hun dizanin?  Bila tobe bike, bila vegere Îslam û Quranê, bila Quranê baş bixwîne. Her wiha ciwanên PKKyî jî divê Quranê baş bixwînin divê ew jî vegerin Îttîhad –i Îslamê bila Îttîhad –i Îslamê biparêzinHemu herêm wê rizgar bibe. Herkesê xilas bibe. Efxanistan, Pakistan, Kurd, Laz, Çerkez hemu wê bêhna xwe bistînin. Dewlemendiya aborî, dadmendiya civakî, avakarî, hûner, estetîk, kêf, hestên biratiyê, seyran  wê her derê dorpêç bike. Bila gotina min bikin. Ji xeynî wê xilasbûn tûne ye.Ji aliye din jixwe ew avzêl in. Yanî xwedê nahêle wisa bibe. Ger ku dixwazin xwe şirîn nişan bidin divê bere xwe bidin rehma xwedê. Ji mirovan tiştekî wisa dernakeve. Bila ji bo xwedê diayan bikin, bila tobe bikin, bila Quranê bixwînin, ayetan ji ber bikin, bila rastî û rastiyan bibînin, PKKyîyên din jî bila vegerin Îslam û Quranê, werin em Îttîhad-î Îslam li ser rûyê cîhanê belav bikin. ; bila hemû însaniyet di nav kêfxweşî, dilgeşî û aştiyê de bijî, bila şer raweste û çek bi temamî ji ser rûyê cîhanê rabin  bila çek nemînin. Şûna çekan makîneyên kincan, sarinc û kargeh divê bên avakirin.Hemu hesin, maden, mis, kargeh, karker  her çi hebe divê ji bo xêrê, ji bo başiyê bên xerckirin. Werin em hemu cîhanê dewlemend bikin, bila hemû cîhan din av aştiyê de bijî bila herkes bi hev re wek birayan bijî bila edelet hebe bila hiqûq hebe. Aniha însan ji hiqûqê bêzar in. Li gelek deverên cîhanê baweriya însanan ji hiqûqê tûne ye. Dinyayeke bêdelet heye. Dadmendî li gelek deverên cîhanê êş û kederê dide însanan. Yanî dadgeh aniha însan dixe girtîgehê, mirovan diêşîne, ditirsîne. Lêbelê divê hiqûq însanan biparêze, xilas bike, divê însanan bixe nav xêrê. Û dadgeh ji bo ku însanan re xêrê bike heye. Ne ku zilm û zordariyê bike. Lêbelê li gelek deverên cîhanê hiqûq bûye navenda zilmê êşan. Dadgeh însanan ditirsîne. Lêbelê divê însan ji dadê sûd werbigire û dadê wek îşê xêrê bibîne. Başiya ku wê li dema axireta bibe  ev e. Însan wê dadê wek îşê xêrê bibine. (17 Çile 2013; A9 TV)

 

1 / total 6
You can read Harun Yahya's book Xetereya Kurdistana Komunîst online, share it on social networks such as Facebook and Twitter, download it to your computer, use it in your homework and theses, and publish, copy or reproduce it on your own web sites or blogs without paying any copyright fee, so long as you acknowledge this site as the reference.
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top