< <
4 / total: 6

Beşa 3yem - Armanca esil a tevgera dabeşker a li Rojhilatê damezrandina "rêveberiyeke komunîst" e.

Li Başûrê rojhilatê hedefa esil dîktatoriya proletaryayê ye

"Divê li Rojhilatê referandûm bê kirin, gelê Kurd xweserîtiyê dixwaze an na bibînin",

"çareseriya herî baş federasyon e",

"dema ku xweserîtî hat dayîn dê teror bi dawî bibe"...

Xetere ev e: dema ku dewleteke federe hat damezrandin, Tirkiye hat perçekirin, beşeke axa me ji bo Kurdan hat veqetandin û li wê herêmê serbixwe hat îlan kirin ev, HIM JI BO TIRKIYEYÊ, HIM JI BO BIRAYÊN ME YÊN KURD, HIM JÎ JI BO HEMÛ CIHANÊ DÊ BIBE BOBELATEK. PKK dema ku dewleteke serbixwe dixwaze armanca wê ne ev e ku li herêmê Kurd heqên xwe bi dest bixin, li gor nasname û neteweya xwe tevbigerin, him medî him jî manewî jiyaneke rihet bijîn. Rêxistina terorê dabeşker PKK, hestên neteweyî yên birayên me yên Kurd ên li herêmê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. ARMANCA PKK’Ê BI TENÊ EV E: REJÎMEKE KOMUNÎST LI HERÊMÊ AVA BIKE, FIKR Û RAMANÊN DARWÎNÎST, STALINÎST Û LENINÎST LI HERÊMÊ PÊK BÎNE.
Piştî ku ev armanc pêk het, jixwe Tirkiyeyeke perçebûyî dê hêza xwe bêtir winda bike û komunîzm li giştiyê Tirkiyeyê dê belav bibe. Bi ax dayînê Tirkiye him medî him jî menewî dê gelek tişt winda bike û belavbûna komunîzmê ya li ser axên Tirkiyeyê jî di demeke kurt de dê pêk were. Piştî ku ev pêk hat dê ji bo armanca esil sînor bên rakirin. ARMANCA ESIL EV E: XEYALA “DEWLETEKE KOMUNÎST” A KU BI SALANE HEWL TÊ DAYÎN KU BÊ DAMEZRANDIN. Heke dewleteke serbixwe ya Kurd a komunîst bê damezrandin Tirkiye, ji bo komunîstan dê bibe destpêkek.

komünist Rusya

RUSYA

Komünizmde amaç sadece tek bir bölgenin hakimiyeti değildir. Komünistler, daima komünist bir dünya devleti hayali içinde olmuşlardır.

Kurtasî di daxwaza xweserîtiyê ya li Başûrê rojhilatê de armanca esil ev e: BI TIRKIYEYA KU LI SER ERDNÎGARIYEKE GIRÎNG CIH DIGRE RE DI DEMEKE KURT DE BI HEMÛ CIHANÊ RE TÊKILÎ DANÎN E.

komünist dünya hayali

PKK'nın asıl amacı bölgeye komünist rejimi getirebilmek, bunu tüm Türkiye'ye yaygınlaştırabilmek ve "komünist bir dünya devleti"ne zemin hazırlamaktır.

Ramana Lenîn a “dewleta di bin desthîlatdariya proletaryayê de” ji bo rêxistina dabeşker PKK xeyala avakirina dewletekê ya li Başûrê rojhilatê ye. Dewleteke di bin desthîlatdariya proletaryayê ji bo perçiqandina burjûvaziyê wek amûreke. PKK, dema ku li herêmê desthîlatdariyeke komunîst damezrand, dewleteke Kurd a komunîst a ku bi çekên giran hatiye arastîn hat avakirin, dê wê çaxê bigihîjin armanca xwe ya dewleta ku karker û gundî desthîlatdar in. Ev qonaqa ewil e. Wekî kut ê dîtin li vir armanc ne neteweperwertiya Kurd e, armanca esil dewleteke komunîst û desthîlatdariya karker û gundiyan e.

komünist posterler

Komünist posterlerde herşey mükemmel gösterilmeye çalışılır. İnsanlar, zevkle çalışan, neşeli ve huzurlu bir yaşam süren işçiler olarak tavsir edilirler. Oysa gerçekte mutlu olmaktan çok uzaktırlar. Pirinç tarlalarında zorla ve eziyet içinde çalıştırılmakta, dehşet ve korku içinde yaşamakta ve sürekli zulüm görmektedirler.

Lê ev rewş rastiyan nişan nade. Tu dewleteke komunîst qedr û qiymetê nade karker û gundiyan, li gor berjewendiyên wan jî naxebite. Di vê qadê de welatên wek Çîn û Rûsya mînakên baş in. Welatiyên van welatan herî zêde di heyama komunîzmê de rastî zordariyê hatine û ji birçîbûna bi milyonan însan jiyana xwe ji dest dane. Li Çînê komunîzmê ev zor û zordarî hê jî dewam dike. Me berê jî mînaka Kamboçyayê dabû. Li Kamboçyayê Pol Pot karker û gundiyan tevî ronakbîrên welêt di nav zeviyên birincan de terikandiye birçîbûnê. Tevgera komunîst a ku bi heq û mafên karkeran derket holê, hîç qedr û qîmetê nade karker û gundiyan, bi ser de jî keda wan dixwe û wan dixe şûna heywanan. Kesên ku heq û mafên wan nayên xwarin ji pergalê vediqetin û hovîtî berdewam dike.

komünist rejim

Komünist rejim altında yaşananlar, renkli ve mutlu posterlerdeki manzaralardan çok farklıdır. İşçiler ağır şartlarda çalıştırılmakta, sürekli ölüm tehdidi altında yaşamakta, sıradan sebeplerle katledilmektedirler.

Komünist rejimin kurallarına uymayanların sonu ya işkence ya ölümdür. Dehşetli çalışma şartlarına uymayanlar birer birer veya topluca katledilmekte, dehşet ve korku toplumları meydana getirilmektedir. 20. yüzyıl komünist rejimleri bu dehşet sahneleri ile doludur.

Ev rewşa hanê ji bo rêxistina terorî PKK’yê jî wisa ye. Ji bo PKK birayên me yên Kurd an jî hestên wan yên neteweperweriyê tu tişt îfade nake. Wekî ku qedr û qîmetê nadin xwe û mirovên din, nadin birayên me yên Kurd jî û wan wek însan jî nabînin. Çawa ku Pol Pot bi vaatên wekhevî û edaletê gel anî halanê, PKK jî bi heman awayî dixwaze Kurdan bixapîne. Heke bê bibîrxistin Pol Pot wiha digot: “ jiyandina we tu tişt nade qezenç kirin. Windakirina we jî ji me tu tişt nabe.” Xwedî vê gotinê Pol Pot di heyama rêveberiya xwe de 3.3 milyon însan bi awayekî hovane kuştin. Çawa ku ji bo Pol Pot gelê Kamboçyayê çi tişt îfade nekir, ji bo PKK jî gelê Kurd çi tişt îfade nake.

Jixwe di zîhniyeta komunîzmê de têgeyên wek dewlet, netewe û nîjad tune ne. Bi tenê têgeha gelan heye. Zîhniyeta komunîst dixwaze ku dewletan ji holê rake û şûna wan pergala ku ji aliyê gelan ve hatiye avakirin pêk bîne. Ji ber vê jî gotina “ her tişt ji bo gelê Kurd” bi tenê dereweke. Rêxistina terorê vê gotinê ji bo ku gel teşwîqê serhildan û raperînê bike bi kar tîne. Ew dixwazin ku gelê Kurd ji bo berjewndiyên xwe û provokasyonan bi kar bînin. Divê em veya careke din û bi taybettî bibêjin, PKK, tevgereke ku heq û mafên Kurdan diparêze nîn e, tevgereke Lenînîst, Stalînîst û Darwînîst e. Dema ku xeyala dewleta komunîst pêk hat PKK dê herî pêşî gelê Kurd yê mezlûm ê li Rojhilatê bavêje êgir. Ne mimkune ku ji bo tişteke wisa destûr bê dayîn.

Dewleteke serbixwe ya komunîst bi gotina " perçiqandina burjûvaziyê" dê komkujiyan ji xwe re bike armanc

Armanca ewil a dewleteke Kurd a komunîst a ku li Başûrê rojhilatê tê daxwaz kirin ku bê damezrandin “perçiqandina burjûvaziyê ye.” Lewre ev pêwîstiya komunîzmê ye. Ev kes bi “burjûvayê” hin kesên ku hakimê dewletên ne qest dikin û dixwazin ku li herêmê ramana Stalînê ya ku “ rasterast ji tûndiyê pêk tê û îktîdara ku bi tu qanûnê nehatiye sînordarkirin” wek hedef dibînin. Li Başûrê rojhilatê hewcedariya herî mezin a PKK’ê çekên giran û dewleteke ku van çekan bide wê ye.

Ji ber vê jî divê ji rêxistina terorê PKK’ê neyê payîn ku ji bo aştiyê gav bavêje. Ji ber ku tûndî jênegera ramana Marksîst û Lenînîst e, çareserkirinên aştî teqez û teqez nayên qebûl kirin. PKK jî difikire ku heta niha çi bi dest xistibe bi çek, tûndî û terorê xistiye û ji ber vê jî ji têkoşîna çekdarî venagere. Dev ji çekan berdan ji bo PKK’ê paşve gav avêtin û ji hedefê vegere. Lewre komunîst bi tûndî, gengeşî, rageşî û pevçûnan hêza xwe zêdetir dikin û wek çavkaniya hêza xwe van tiştan dibînin. Çimkî gel ji tûndiyê ditirse û komunîst jî vê tirsê li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Komunîst zanin ku komunîzm bi rê û rêbazên demokrasiye tu carî nabe desthîlatdar. Jixwe di dîrokê de hewl û xebateke wisa nebûye ku komunîzmê bi riyên demokrasiyê bînin desthîlatdariyê. Komunîzm her tim bi tûndiyê hatiye desthîlatdariyê. Wek encam em dikarin bibêjin ku komunîzm teqez û teqez aştiyê wek rêbazek napejire. PKK bi bikaranîna tûndiyê siyasetê dike.

terör, şiddet, terörist

Komünistler, demokratik yollarla komünizmin iktidara gelmeyeceğini çok iyi bilirler. İşte bu yüzden komünizmin, halkı korkutup onlara dehşet saçmak dışında bir yöntemi yoktur.

Hikûmeta Tirk û gelê Tirk ji bo ku vê talûkeya terorê ji holê rake û pêşî li ber serhildana komunîst a li herêma Başûrê rojhilata welatê me bigire, divê rêxistina terorê PKK çi dixwaze bi awayekî baş hîn bibe û fam bike. Heke perçeyek ax ji PKK’yê re bê dayîn, “dîktatoriya şoreşger a proletaryayê” ya ku dê li ser vê axê bê damezrandin, dê ji bo ku hêzdar bibe, bandora qada xwe berfireh bike û hebûna xwe berdewam bike li dijî dewletê dê tûndiyê bi kar bîne. Li gor zîhniyeta komunîst hemû dewlemend, oldar, mamoste, parêzer, leşker, polis, ronakbîr, bijîşk, endezyar, nivîskar û zanyar di nav civaka burjûvaziyê de ne. Ji ber vê yekê jî ev dewleta komunîst a ku dixwazin avabikin encax bi perçiqandina hamû ronakbîran dê li ser piyan bisekine. Rê û rêbazên ku Pol Pot bi kar anîn, dê bi kar bînin û gel jî bi zor, zordarî, zilm û tûndiyê re rû bi rû bihêylin.

PKK militanları

Güneydoğu'da PKK'nın istediği özerk bir komünist devlet kurulduğu takdirde, bu komünist devlet hemen kendisine ait bir polis teşkilatı ve nizami bir ordu oluşturmak isteyecektir. Türk hükümetini dinlemeyecek, kanunları tanımayacak, komünist zihniyetin gerektirdiği şekilde vahşete ve teröre daha da güçlenerek devam edecektir.

Em li vir jî avabûna ku li gor fikr û ramanên Lenîn tevdigere dê encamên çawa derxe holê lêkolîn bikin: Heke perçeyek ax ji PKK’yê re bê dayîn, û li ser vê axê dewleteke serbixwe bê damezrandin dê ev dewlet bi gotina Lenîn “ bi saya tûndiya proletrayê ya li ser burjûvaziyêyê” ser piyan bisekine û hebûna xwe berdewam bike.  Ev dewlet tu carî li gor qanûnên Tirkiyeyê dê tevnegere. Ji ber vê yekê jî dewleteke serbixwe ya Kurd bi tenê wek dewleteke sembolik divê bê dîtin. Di destpêkê de rêveberiya Tirk a Enqereyê dê wek qonaxa ewil bibînin û hikmên dewleta Tirk dê nasnekin. Lewre rêxistina komunîst PKK pergala xwe ya komunîst dê dewam bide kirin. Dê leşker û polîsan nasneke, qanûnan nasneke û li gor peymanan tevnegere. Wek hewcedariyên zîhniyeta komunîst dê serhildan, berxwedan û tûndiyê dewam bidin kirin û di dawiya dawiyê de dewleteke tam xweserî damezrînin.

Heke li Başûrê rojhilatê dewleteke komunîst a serbixwe bê damezrandin, ev dewleta komunîst dê bixwaze ji xwe re  teşkîleta polis û leşkeran û artêşeke taybet ava bike. Pişt re jî dê ji ala Tirkiyeyê cudatir aleka din daliqîne û vê alê dê bi kar bîne, lê dîsa jî ji bo demeke kurt ala Tirk jî daliqîne. Ala Tirk wekî ku li welatên din jî tê daliqandin dê li wê herêmê jî wek sembolik bê bi kar anîn. Li aliyê din rêveberiya komunîst dê ji dewleta Tirk pere jî bixwaze. Pêwîstiyên vê dewleta serbixwe dê ji aliyê dewleta Tirk ve bê çareserkirin û ev dewlet bi hêsanî dê çekdar bibe. Dewleta Tirk a ku dê ji bo çek û artêşê pere bide wan, ew bixwazin jî nexwazin jî dê bibin hemwalatiyên komara Tirkiyeyê.

Ev rêveberiya komunîst dê xwedî artêş û teşkilata polîsan bibe, dê çekdar bibe û dê tu qanûnên dewleta Tirk nasneke û piştî demekê dê dest bi tûndiyê bike. Ev avabûna komunîst dê bi terör, tûndî û serhildanê li dijî aştî û bagawaziyên lihevkirinê derkeve. Pişt re jî dê rê û rêbazên demokratik qedexe bike û li gor demokrasiye jî dê tevnegere. Dê li ser saziyên dewletê yên sereke zor û zordariyê bikin û kirdariyên saziyên dewletê jî qebûl nekin. Qanûnên ku dê bên derketin li ser rêveberiya komunîst dê tu bandor nake. Lewre ev pergala komunîst dê qanûn û rêzikan nasneke. Dê bi tûndî û serhildanê bersivê bidin daxwazên mirovî, demokrat û bangawaziyên aştiyê. Ji ber vê jî ji niha de li Başûrê rojhilatê weletê me qanûnên dewletê ji bo rêxistina terorê PKK kêr nayê. Heke ax ji wan re bê dayîn, ew li ser vê axê dewleteke serbixwe damezrînin û xwedî teşkilata polîsan û çekan bibin, dê wê demê ne bi tenê qanûn tu tişt kêr nayê. Dema ku ew bûn xwedî dewlet, al, artêş û maf wê çaxê dê bergirî û tevdîrên leşkerî tu awayî nikare pêşiya wan bigre.

hayali Kürdistan

HAYALİ KÜRDİSTAN

PKK terör örgütünün ilk planda hedefi ülkemizin güneydoğusunda komünist bir Kürdistan devleti kurmaktır. Ancak bu nihai hedef değildir. Örgütün nihai hedefi, önce tüm Türkiye'yi komünist yapmak ve ardından tüm dünyaya ulaşabilmektir.

Elbette böyle bir şeye asla izin verilemez. ALLAH'IN İZNİYLE MÜSLÜMAN TÜRK HALKI OLARAK TEK KARIŞ TOPRAĞIMIZI KOMÜNİST BİR REJİME VERMEMİZ MÜMKÜN DEĞİLDİR. Ancak tüm Türk halkının ve dünyanın bu büyük tehlikenin farkında olması gerekmektedir.

Li aliyê din Tirkiye dê bi dayîna vê xweseritiyê derbeyeke mezin bixwe. Tirkiye digel windabûna meddî dê wek manevî jî bikeve nav rewşeke xirap û baweriya xwe ya bo welat, ax û leşkerên xwe dê winda bike. Bi vî awayî jî Tirkiye ji bo vê dewleta komunîst dê bibe pariyekî piçûk. Gel dê ji ber tûndiyê bikeve nav tirs û qurfê, bi zor û zordariya komunîzmê jî dê tiştên ku ew anîn bêçare qebûl bike. Pişt re jî dê dawî li daxwazên serbixwetiyê neyê. Rejîmên komunîst ji bo ku bigihîjin armanca xwe hebûn û daxwazên “gelan” bi kar tînin, rêveberiya komunîst jî ji gelan dixwaze ku yek û yek daxwaza xweserîtiyê bikin û pergala komunîst qebûl bikin.

Heke bal bê dayîn ji niha de dengê gelên din ji bo serbixwetiyê bilind bûye. Hêza komunîst dixwaze Tirkiyeyê bike 22 perçe, 22 gelên ji hev cuda bike komunîst, ji bo her civakê parlamento bide damezrîndin. Ev hêza komunîst  bi rê û rêbazên qirêj ên komunîst dixwaze  bibe serdestê hikûmeta Tirk. Heke perçeyeke axa Tirkiyeyê bê dayîn ji bo komunîstan, komunîzm ewilî li her derê Tirkiyeyê û paşê jî dê li cihanê belav bibe.

Armanca dewleta komunîst a ku dixwazin li Başûrê rojhilata welatê me damezrînin li cihanê belav bûn e

Wekî ku me berê jî diyar kir, armanca esil a rêxistina terorê PKK ewilî li Tirkiyeyê paşê jî li dinyayê damezrandina rejîmeke komunîst e. Hemû komunîst rejîma komunîst a ku li Rûsyayê hat damezrandin û pişt re hilweşiya wek biserneketinek dibînin. Ji ber ku armanca şoreşa li Rûsyayê ya ku hewl dida ku hemû dinyayê bike komunîst nîvco ma, komunîst dixwazin ku vê armancê bibin serî. Ew bi kurtasî dibêjin ku em komunîst in û me li dijî Xwedê, ol û Mukaddesatê şer da dest pê kirin. Em Marksîst, Lenînîst û materyalist in. Rûsyayê komunîzmê nekarî bike hakimê dinyayê, em ê bikin. Dibêjin ku em ê armanca nîvco mayî temam bikin. Ji ber vê yekê jî dema dewleteke serbixwe dixwazin armanca wan ne ew e ku jiyaneke aram bijîn, xwedî jin û zarokan bin, ji dê û bavên xwe bi dûr nekevin, gul û kulîlkan bîn bikin. Heke dewleteke komunîst a xweserî damezrînin, mîlîtanên komunîst ewilî dê malbatan perçe bikin, pergala zilm û tirsandinê ava bikin, bi zor û gef xwarinê gel dê hildin bin fermana xwe û bi vî awayî dê hewl bidin ku bigihîjin armanca xwe ya dinyayeke komunîst.

PKK'lı teröristler dağda

Hiçbir komünist dağlarda zor şartlarda rahat etmek için eğitim almaz, rahat etmek için silahlı mücadele vermez. Bir komünist asla şiddet ve devrim hedefini bırakmaz. Onu terörden vazgeçirmenin tek yolu, beynindeki Darwinist ideolojinin yıkılmasıdır.

Tu komunîstek ji bo ku rihet bike têkoşîna çekdarî nade. Ji bo ku rihet bike bi şev û roj perwerde nabîne, li serê çiyan di nav şert û mercên dijwar de ji bo vê hedefe najî. Bo ku bi tenê rihet bike mirovên bêsitar nakuje û xwe jî navêje ber mirinê. Komunîstek heya ku di fikr û ramana wî ya Darwînîst, materyalist û komunîst de guhertinek pêk neyê, teqez dev ji tûndî û armanca xwe ya şoreşê bernade. Di komunîzmê de dawiya şoreşê tune ye. Her tim welateke din dê wek faşît bê dîtin û li dijî wî welatê an jî wî gelê têkoşîneke din a çekdarî dê bê dest pê kirin. Li gor vê zîhniyetê heya ku dinya hebe dê têkoşîna komunîst û tûndiya komunîzmê jî hebe. Lewre li gor komunîstekî di nav civakê de her tim nakokiyek heye. Li gor komunîstan veguherîna tez û antîtezê bê sekin tê nûkirin. Li gor wan her tim hewcedarî ji nakokî, pevçûn û tûndiyê re heye, ji ber vê jî ji bo komunîstan şoreş her tim heye. Dema komunîzm hakimê cihekî bû dor tê cihekî din û ev jî bi vî awayî dom dike û heya ku bigihîjin dewleteke komunîst a cihanê dê biçe…

Waye armanca esil a dewleta Kurd a komunîst a ku rêxistina terorê PKK dixwaze damezrîne ev e. Armanca wan ne avakirina dewletekê ye, armanc bi damezrandina dewleteke serbixwe meşruiyet bi dest xistin û paşê jî bi riya şoreşan li hemû cihanê tesîra xwe nişan dayîn e.

Komunîst ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe çi derkeve ber wan û riya wan asê bike dê hilweşînin û xira bikin. Dê gelê Kurd a ku bi salane ji bo îdeolojiyên xwe yên çewt wek amûrek bi kar anîn, di demekê de li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin û bikin piyonên rejîma komunîst. Piştî damezrandina dewleteke serbixwe ya komunîst, gelê Kurd dê bixin nav zordarî, tûndî, bobelat û tengasiyên mezin. Mirin dê li pey hev werin, wekî ku li her rejîma komunîst pêk hat ev rejîma komunîst jî tûndiyê ewilî ji bo gelê xwe dê bi kar bîne. Gelê ku herî pirr bê kuştin, bindest bibe û zehmetî bikêşe, gelê kurd a ku bi salane ji aliyê komunîstan ve li gor berjewendiyên wan hat bi kar anîn dê bibe.

Bangewaziyên aştiyê, daxwazên ji bo sekinandina tûndiyê ji aliyê rejîma komunîst dê neyên dîtin. Lewre li gor ramana komunîst, rejîmeke komunîst heke li ber dijminê xwe bikeve, ji bo aştiyê bixebite, ji tûndî û zordariyê bi dûr bikeve dê wê demê hilweşe û tune bibe.

Wekî ku ramanger û serkirdeyên komunîst her tim tînin ziman “ komunîzm hêza xwe ji tûndî, teror û hovitiyê dê hilde.” Ji ber vê çendê jî wekî ku niha dibe, kesê ku bangî aştiyê dike dê were pasîfîzekirin û her hewldanên ji bo aştiyê dê bi tûndiyê bersivê hilde.

Divê em mijara ku li jor bi hirgûliyan ser sekînin li vir jî carek din bi bîr bixin: Tevgera PKK’yê komunîst a li Başûrê rojhilatê ne tevgereke ku bi tenê komunîzma Kurd dixwaze ye. Li gor komunîzmê bi tenê gelên dinyayê yên ku bindest in hene û divê dîktatoriya proletaryayê hebe. Ji ber vê qasî xweserîtiya ku li rojhilatê ji komunîstan re dê bê dayîn, di demeke kurt de belavî Tirkiyeyê bibe û dê bibe bela serê Tirkiyeyê. Piştî Tirkiyeyê jî ji bo ku bandora komunîzmê li hemû dinyayê nîşan bidin dê bixebitin. Wek hedefa ewil jî dê Azerbaycan û Ermenîstana ku berê bi rejîma komunîzmê hatin birêvebirin bên hilbijartin. Daxwazên axa serbixwe û neteweya serbixwe dê ragihînin birayên me yên li wir.   Gelê Azerbaycan û Ermenîstanê ku bi salane di nav lepên komunîzmê de bûn, dê ji nû ve zordestî bibînin û carek din dê bikevin bindestê desthîlatdariya komunîzmê. Elbet jî dîsa dê rêbazên gerîla, teror, hovîtî û tûndî bê bi kar anîn.

Ev tiştên ku tên vegotin ne teoriya komployê ne. Lîstikên ku di sedsala 20’an de li Çîn, Rûsya û Kamboçyayê hatin lîstin, bi heman awayî îro jî tên lîstin. Zîhniyeta ku di wê heyamê de Vîetnam, Kore û Elmanyayê perçe kir û li ser gelê wan welatan desthîlatdarî ava kir û bi zordariyê ew kirin komunîst çi be, zîhniyeta rêxistina terorê PKK jî wisa ye. Li welatê me komunîzm di sedsala 20’emîn de têk çû. Niha jî dixwazin vê têkçûnê telafi bikin.

komünistler

20. yüzyılda komünist vahşet nasıl uygulandıysa, günümüz komünistleri de aynı terör ve şiddetin peşindedirler. Komünizmin ne teröre olan ihtiyacında, ne gerilla taktiklerinde, ne de hedeflerinde hiçbir değişiklik olmamıştır. Güneydoğu'daki komünist PKK, yıllar önce komünist Çin'in, Rusya'nın, Kamboçya'nın yaptıklarını hedeflemektedir. Dolayısıyla komünist vahşet yayıldığı takdirde, bütün dünyaya büyük bir felaket getirecektir.

JI CIHÊ KU MANE BERDEWAM DIKIN

Di armanc, rêbaz, strateji û taktîkên gerîla yên komunîstan de tu cudahî û guhertin nabe. Hewcedariya wan a bi hovîtî û tûndiyê re jî heman e. Ji bo hovîtiya ku di sedsala 20’emîn de li mirovan kirin carek din pêk bînin li benda firsendekê ne.

Heke Tirkiye li rojhilatê perçeyek ax bide PKKê dê ji bo hovîtiya rêxistinê dorhêlek ava bibe. Ew kesên ku dibêjin “em ax bidin û li mala xwe rihet bijîn” nizanin ku dema axa welêt ket destê Marksîst û komunîstan tiştekî çawa bê serê wan. Ew kes dê bîra rojên xwe yên bere bikin.

Ji ber vê yekê jî dema li Başûrê rojhilatê parçeyeke ax ji PKKê re hat dayîn, tu kes nagihîje aram û rihetiyê. Di encamê de dê hilweşîneke mezin pêk bê.

Ew Kesên ku Dibêjin "Komunîzim Êdî ne Talûke ye" ji Aliye Komunîstan ve Tên Xapandin

Li çar aliye dinyayê û li welatê me hin kes hay ji bobelata ku dê bê sere wan tunene, wisa difikirin ku êdî talukeyeke wek komunîzmê nemaye û vê yeke diparêzin. Ew wisa baber dikin ku komunîzm bobelateke sedsala 20î bû, di wê heyamê de qewimî, bi dawî bû û talukeya wê nema. Ew wisa ji vê fikre bawer dikin ku ne hay ji bobelata dê bê sere wan heye û di halekî wisa de ne ku ne jî dikarin li dijî vê bobelatê tewdîr bigrin. Berevajiyê vê, ew kesên ku dibêjin talûkeyeke wek komunîzmê tuneye him kesên derdora xwe dixin rehawetê û him jî xwe bi xwe dixin nav vê talûkeyê. Bi van nêrînên xwe jî dibin sedema xurtbûna zihniyeta komunîzmê û pêşî li ragihandina wê vedikin. Lewra komunîzm tam di vê dema ku li hemberî wê tu tewdîr nehatiye girtin û însan dibêjin “êdî talûkeyeke wek komunzmê nemaye” de xurt dibe û li rûyê erdê belav dibe.

Ew kesên ku dibêjin “Xetereya komunîzmê di sedsala 20î de qediya” di talûkeyeke mezin de ne. Komunîzm ji holê ranebûye, neqediyaye. Heta ku darwînîzm hebûna xwe bidomîne dê komunîzm jî hebe. Lewra herdu jî di bingeha xwe de xwe dispêrin heman felsefeye: Materyalîzma diyalektîk. Darwîn vê fikre li sirûştê aniye û Marx jî li ser dîrok û civakê aniye. Ji ber vê jî Marksîzma ku di sedsala 20î de hikm dikir di vê sedsalê de jî hebûna xwe didomîne û heta ku Darwinîzm hebe jî ewê ji ser siyasaseta dinyayê winda nebe.

Bi rastî jî niha “Dîktatoriya Darwinîst” hema bêjin serwerê hemû dewletan, saziyên perwerdehiyê, dezgehên çapemenî û weşanan e. Ev serwerî pergala fikra komunistiyê xwedî dike û pergala perwerdehiyê jî bênavber ji bo gihandina milîtanên komunîzmê dixebite. Bi awayekî zelal heke meriv bibêje niha bi tenê komunîzm di kozikê de ye.

Wek ku me berê jî diyarkiribû, yên komunîst encama biserneketina komunîzma Rûsî bi xelet sepandina Marksîzmê ve girêdidin. Niha jî dile wan heye heman şaşîtiya nekin û pergala komunîzmê ji nû ve ava bikin. Ev fikr û raman li çar aliye dinyayê hê jî ji aliye gelek sazî, rêxistin, kom û saziyên civakî ve tê parastin. Ev komunîstên aktûel, hêj dema ku Yekîtiya Sovyetan û Bloka Rojhilat hebû, li van welatan rejîmên komunîst û îdeolojiya Marksîst ji hev cihê kiribûn.

Ew ji rejîmên komunîstên ku tên sepandin re dibêjin “sosyalîzma reel” yanî li gor wan, fikra sosyalist girêdayiyê van rejîman nîne, ew wisa îdia dikin ku heke ev rejîm serobin bibin jî ewê “sosyalîzma reel” hebûna xwe bidomîne.

Îro jî vê îdiaya xwe zêdetir tînin ser zar û zimanan. Îdiaya wan ev e: Li gor Marks divê her civak ji hin merheleyan derbas bibin. Lazime ku herî ewil komunîzm bijî, paşê jî derbasî sosyalîzmê bibe û ji wê jî derbasî komunîzmê bibin. Halbûkî li Rûsya û rejîmên sedsala 20î ji civaka çandiniyê rasterast derbasî sosyalîzmê bûbûn. Yanî wê merheleya kapîtalîst nesepandine jê derbasbûne û ji ber vê jî li gor kapitalistan biserneketina rejîmê normal e.

Niha van welatên kapîtalîzmê pejirandine ji bo “merheleya kapîtalîst” a ku Marks qalê dikir cihê sepandinê ne lewra ew merhele li van welatan dê bê sepandin û sosyalizme jî bi awayekî çêtir û mayînde wê paşve bê. Ev hemû komunistên ku xwe veşartine li benda dema hakimiyeta komunîzmê ya li çar aliye dinyê sekinîne.

"Gavek pêş ve du gav paş ve"

Lenin

Ew senaryoya ku em di wê beşa borî de li serê sekinîn  taktîka Lenîn a meşhûr a “Gavek pêş ve dû gav paş ve” ye. Li gor vê taktîkê heke hewce bike yên komunîst ji hedefa xwe çend gavan paşve diavêjin û weke ku ji armanca xwe dûr sekinîbin xuya dikin. Lê ew di kozikê de ne. Ew sepandina ku Lenîn ji bo wê pirtûk nivîsiye niha bi cih tê.

Lenîn vê rewşê bi van hevokan îfade dike:

Gavek pêş, du gav paş ve… Di jiyana kesan de, di dîroka neteweyan de û di pêşveçûna partiyan de tiştên wiha diqewimin. Lê ji serkeftin û serfiraziya ku zû dereng dê hîmên demokrasiya civakî ya şoreşger, rêxistina proleterya û dîsîplîna partiye bidestbixin gumankirin, dibe  mêrkujiya herî nemerd.54

Ji van gotinên Lenîn jî baş tê fehm kirin ku ji bo komunîstekî dest ji  komûnîzmê berdan, heta zû dereng ji biserneketina komunîzmê gumankirin ne mumkûn e. Niha bi tenê gavek paş ve hatiye avêtin û ji bo derbasbûna merheleya komunîzmê li benda rojeke guncawin. Ev heyama guncaw jî ew dema ku komunîzm herî zedê li çar aliye dinyayê bibandor dibe ye.

Di nav welatên ku kapîtalîzmê disepînin de wê şerekî kapîtal biqewime, xelkê ji nirxên menewî zêdetir rûmetê nîşanî madiyatê bide û bi vî awayî jî ew ê ji dîn dûr bikevin. Bêdînbûna civakê jî helbet herî zede ewê bi kêrî komunîstan bê. Di civakên komunîstan de şertê herî ewil ê ku hewce dike, dûrketina însanan a ji dîn, exlak û nirxên manewî ye û ev yek jî bi saya pergala kapîtalîst ve dê bê bi cih kirin. Piştî vê jî wezîfeya ku dikeve ser milê wan komunîstên di kozikê de bûn dest pê dike, ew ê dest bidin ser hemû mal û milkên kapîtalê, burjûvayê bêtesîr bikin, malbat û dewletê dê ji hol rabikin.

Ji bo wan van kirinên hane li ser civakeke ku nirxên xwe yên bawerî û exlaqiyê binpêkirine sepandin gelek hêsan e.

Niha tiştên ku li seranserê dinyayê diqewimin tam jî li gor dilê komunîstan e û li gor bendewariyên wanin. Li hemû welatên dinyayê pergala kapîtalîzmê bê kêmasî tê sepandin. Eşqa li hemberî madiyatê bi rastî însanan ji nirxên manewî û exlaqî dûr xistiye, bûye sedema civakên ku ji exlaqê dîn dûr ketine bê armancin û di nav valahiyê de ne.

kapitalizm

Kapitalist sistemde insanlar, mal hırsının etkisiyle adeta derin bir hipnoza girerler. Teyakkuzda değildirler; yanıbaşlarındaki tehlikeyi dahi fark edemezler. İnsanların kapitalist sistemden dolayı körleştikleri bu sistem içinde komünizm, yayılmak için oldukça müsait bir ortam bulur.

Li Rûsyayê yên komunîst niha ji ber birêzkirina dîrokî (ji kapîtalîzmê derbasî asta komunîzmê bûyîn) li gor xwe, verastkirineke ji ber hilweşîna çavkaniyên pêk hatiye, ava dikin. Ji ber vê jî xelkên li Rûsyayê mehkûmê desten çeteyan kirine û ji bo bi cih bûna kapîtalîzmeke klasîk bingeh amade kirine. Bi vê pergala ku avakirine ve zilm û zordariyeke bêwîjdanî li ser xelkê dikin û weke ji xelkê dixwazin ku bila bibêjin “çareseriyeke din tuneye, çareseriya herî baş komunîzme.”

Pergala jiyana kapîtalîst li ser jiyana însanan xwediyê bandoreke wek  hîpnozê ye. Bi giştî jî kesên di nav van civakan de ji ber ku li pey pere qezenckirinê, jiyaneke rihet, xwarin û li xwe kirine ne hay ji wê talûkeya ku di kozikê de ne tunene. Tewdîrên xwe negirtine. Yên komunîst hay ji vê yekê hene. Ji ber ku qezenckirina mal û milk çavên piraniya mirovan girtiye ji xurtbûna fikrên komûnîst bêhay in û komunîst vê yekê parve dikin dibêjin ku ew li hemberî komunîzmê her tim têk diçin. Zanin vê fikra komunîst dê wan biqurpîne nav xwe piraniya wan ji ber ku berê xwe dane mal û dinyayê ji ber azwêriyê çavên wan kor dibe û refleksên wanên parastinê bê feyde dibin. Ev dorhêl ji bo komunîst dest bi tevgerê bikin cihê herî musaît e.

Komunîzm Bi Awayekî Veşarî Hebûna Xwe Didomîne

Komunîzm ji ber encama stratejiya “Gavek pêş ve dû gav paş ve” hebuna xwe hê jî bi dizî didomîne. Bi taybetî jî li Rûsyayê hemû kadroyên siyasî û burokrasiye ji komunîstên berê pêk tê. Ew kesên ku bi materyalîzma diyalektîk hatine perwerdekirin hê jî dest ji wan xewn û xeyalên xwe bernedane. Bervajiyê vê  ew kesên wisa bawer dikin ku komunîzm ji merheleya kapîtalîzmê derbas bibe wek rêbazekê “komunîstiyê” bi cih tînin û li hakimiyeta kapîtalîzmê temaşe dikin. Ew ji ber ku bi rastî jî komunîstin niha sepandina kapîtalîzmê diparêzin.

Ev rewş Rûsya di serî de li gelek deverên dinyayê bi vî awayî ye. Partiyên siyasî yên komunîst li Ewropayê hema bêjin li hemû welatan hene û ji wan hinek jî gelek jî deng distînin. Li welatên Bloka Rojhilata berê partiyên sosyalist ên ku ji hela kadroyên komunîstên berê ve tên birêvebirin hene. Nivîskar û hunermendên komunîst bê deng bin jî niha li quncekî hebûna xwe didomînin û bi dizî be jî peyamên fikr û ramanên komunîstiyê ji bo belav bibe dixebitin. Yanî bi rastî jî tu tiştekî ku guheribe tuneye. Ew niha bi sebir li benda dorhêla ku kapîtalîzm ji bo wan amade dike ne. Yanî guh didin şîretên Marks.

komünizm pusuda

Komünizm şu anda Lenin'in stratejisine uygun olarak gizliden gizliye varlığını sürdürmektedir. Komünistler şu anda sadece kapitalizmin kendilerine uygun ortam hazırlamasını beklemektedirler. Böylece, uygun ortamda eskisinden daha güçlü şekilde ortaya çıkmayı planlamaktadırlar.

komünizm pusuda
 

Komünistler, adeta bütün dünyayı saran kapitalist sistemi Marksizm'in bir gereği olarak kabul eder ve doğru yolda olduklarına inanırlar. Kapitalist sistemin insanlar üzerindeki tahribatı, dünya çapında yaşanan ekonomik kriz ile birleşir ve komünistler bunu kendileri için en uygun ortam olarak düşünürler. Terör eylemlerinin yoğunlaşmasının, komünist rejimlere özerklik verilmesi tartışmalarının altında yatan en temel neden budur. Komünist tehlike hareketlenmiştir.

ji niha pê ve heke înkar bikin, wê demê ew fasik in. (Sûreta Nûr, 55)

Lêbelê tiştê ku herî zede kêrî komunîstan tê, qeyrana aboriyê ye ku niha belavî hemû dinyayê bûye. Heta demekê nêz jî baweriyek wisa hebû ku digotin aborî û demokrasî zirarê nabîne. Lê qeyrana aboriyê ji nişkave derket û ev jî bû sedem ku fikr û ramana mirovan a li ser jiyan û siyasetê guherî. Vaye ev ji bo komunîstan bû fersendekê girîng. Wekî ku tê bîra me di vê demê de jî, ji ber Qeyrana Mezin a 1929an, li her derê dinyayê qeyranekê mezin a aboriyê pêk hatibû. Ev jî bûbû sedem û partiyên komunîst û nijatperest ji nişkave derketibûn pêş. Komunîst Qeyrana Mezin wek “Bidawîbûna pergala kapîtalîzmê” binav kiribûn û bi vî awayî fersend ketibû destê wan ku hêsantir bikarin tesîra xwe bidin ser gel. Gel mecbûr hiştibûn ku di nav aloziyê de bi tenê riya çareseriyê wek komunîzmê qebul bikin.

Niha talûkeyekê wiha heye. Hemû komunîstên berê ku ji bo xebatan, xwe amade kirine, ciwan û komên komunîstên nifşên nû ku yên berê ew perwerde kirine, ketine pêy ku ji vê qeyrana aboriyê sudwerbigirin. Ji ber vê rewşa ev salên ku em tê de ne,  ji bo talûkeya komunîzmê fersendek mezin e ku  di nav siyaseta dinyayê de dîsa derkeve pêş. Piraniya partiyên komunîst, qeyrana aboriyê ji bo ku welatan bixin nav aloziyê wek fersendekê mezin dibînin.

komünist eylemler

Kapitalist sistem sonunda komünistlerin beklediği fırsatı kendilerine 2007 yılında verdi. Dünya çapında meydana gelen ekonomik kriz sebebiyle çeşitli topluluklar, "Wall Street'i işgal et" adı altında sistemi eleştirip tek çözümün komünizm olduğu mesajını vermeye başladılar. Komünist yanlıları ellerinde Che'nin posterleriyle sokaklara döküldü, tek çözüm komünizm sloganları atmaya başladılar.

"Sosyalizm için mücadele" sloganları ve ellerindeki komünist Che posterleriyle kendilerini Wall Street eylemlerinde gösteren Amerikalı komünistler, artık komünizmin harekete geçtiğinin de bir nevi habercisiydiler.

Piraniya Welatên Misilman Di Bin Banê Koma Shanghaî De Ne

Hebûna komunîzmê bi tenê li welatên komunîst yên berê tûne. Niha li welatên ku wek misilman tê zanîn û di ser de li welatên ku navên wan Komara Îslamê ye jî, komunîzm heye. Di demên dawî de, heke em alozî û tevliheviyên ku wek Bihara Ereban tê binavkirin û li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkaya Bakur dest pê kir binêrin, em ê hêsantir vê rewşê bibînin û fehm bikin.

Wekî tê zanîn li welatên wek Misir, Sûriye, Libya, Filistîn û Iraqê, sosyalîzma Ereban ev çend sal in heye.  Li van welatan fikra komunîzmê ku bi Marksîzmê hatiye, bi cîh bûye. Dema mirov li derve li van welatan dinêre, bi awayekî û bi navekî cuda hebûna xwe didomîne. Lê fikra Marksîst-komunîstê tu caran tesîra xwe li ser van welatan winda nekiriye. Dewlet di hundirê xwe de bi vê rejîmê hatine birêvebirin.

Ev welat nunerên 2 blokên komunîst yek in ku serkêşiya wan Rusya û Çîn dike. Li hemberê wan jî bloka kapîtalîzm û lîberalîzmê heye ku serkêşiya wê jî Amerîka dike. Wek mînak, li Îranê ku yek ji nunerê girîng yê bloka komunîzmê ye, wisa xuya dibe ku qey li wir rêvebirinekê Îslamî heye. Lê di paş vê rêvebirinê de fikra Marksîst-Komunîstê heye. Wekî ku tê bîra me, Komara Îslamê ya Îranê bi şoreşekê hatibû avakirin. Ev şoreş bi partiyekê komunîst re hat kirin û bi vê şoreşê xwestine ku fikra komunîzmê bi cîh bikin. Mirov dikare vê ji karê ku hatiye kirin jî fehm bike. Şoreş termekê komunîst e. Peyva Îslam û Şoreşê tu caran li hev nayên. Ji ber vê navê Komara Îslam a Îranê mirov dixapîne. Rêvebirina li Îranê, bi eslê xwe rêvebirinekê Îslamî nîne.

İran'da komünitler

İran'da komünist gençler, İran'da İslami bir rejimi istemediklerini belirten posterlerle komünist sloganlar atarak gösteriler yaparken

Arap baharı

Mısır, Suriye, Libya, Filistin gibi ülkelerde Arap sosyalizmi yıllardır çok yoğun bir şekilde yaşanmaktadır. Bugün Arap Baharı adıyla anılan olaylara bakıldığında büyük bir kitlenin bu sosyalist rejimlerden rahatsız olduğu, mağdur ve mutsuz yaşadığı açıkça görülmektedir. Arap ülkelerindeki olaylar, mezhep çatışmaları değil, dindar halkın komünizme karşı verdiği mücadeledir.

İran'da komünizm

İran, her ne kadar İran İslam Cumhuriyeti adını alsa da aslında Marksist idare altındadır. Resimlerde işçi bayramı esnasında Londra sokaklarında yürüyüş yapan İranlı komünizm yanlıları görülmektedir.

Piştî ku rejim an jî rêvebirin komunîst bibe, ji bo komunîstan girîng nîne ku gel behsa misilmantiyê bike, navê welatê Komara Îslamê bibe an jî li ser nasnameyan misilman binivîse. Ew ji xwe hewcedariyên îdeolojiya Darwînîst, materyalist û komunîzmê li van welatan bê pirsgirêk dikarin bînin cih. Bi vî awayî ji riya xwe re jî dewam dikin.

Bloka Shanghaiyê ku nunertiya bloka komunîzmê dike, li Rojhilata Navîn gelek welatan di nav xwe de dihewîne. Gava em li polîtîkayên giştî yên welatan binêrin ne zehmete ku mirov vê yekê fehm bike. Wek mînak, Îran, Sûriye, Misir û yên din her tim bi welatên komunîst re hevkariyê kirine. Di rêvebirina welêt de tesîra Darwînîzmê zêde ye. Li dibistanan bi darê zorê Darwînîzm tê hîn kirin. Mirov her tim bi fikra komunîzmê tên mezin kirin. Dema em li Osmaniyan dinêrin dibînin ku li wir li gor baweriya ehlê sinnetê islubekê dostane, germ û aştîxwaz hebû. Lê li van welatan islubekê, ji merhametê dûr, şerxwaz, êrîşkar û xwînxwar, islubekê komunîzmê heye. ( Yên ku em li vir rexne dikin ew kesên ku polîtîkayekê xwînxwar dimeşînin û ji bo belavkirina vê fikrê qet ji xwe re xem nakin. Yên ku di dilê wan de xweşî û rindiyên Îslamî hene û bi wîcdan in,  di nav pergala zilmê de neçar mane di nav wan kesên ku em rexne dikin de nînin. Em birayên xwe yên hêja ji wan cûda digirin.)

Wek mînak, sedema sereke ku Sûriye niha ketiye nav vê aloziyê ew e ku dixwazin bi darê zorê komunîzmê bi gelê misilman bidin qebul kirin. Tevliheviyên navxweyî her çiqas şev û roj di çapemeniyê de wekî şerên mezhebî bidin nîşan dan jî, bi rastî li Sûriyê niha Komunîst û Misilman şer dikin. Sûriye ji heyama Hafiz Esad heta niha bi fikra Marksîst, Stalînîst û komunîstê dihat birêvebirin. Sûriye bi vî awayî nunerê sosyalîzma Erebane ku di herî pêş de ye.

Wekî tê bîra me têkiliya Hafiz Esad û Yekitiya Sovyetan pirr baş bû û wê demê ji xeynî parastina Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb, parastina partî û fikrên din hatibûn qedexe kirin. Ber hemû tevgerên Îslamî hatibûn girtin, rêberên Îslamê hatibûn girtin û şehîd kiribûn, misilman zilm, zordarî û işkenceyên mezin dîtibûn. Hafiz Esad û birayê wî Rifad Esad di sala 1982an de li bajarên Hama û Humunê 40 hezar misilman qetl kiribûn. Niha kurê Hafiz Esad, Beşar Esad welêt birêve dibe û her roj bê navber mirov tên kuştin û komkujî  tên kirin. Ev jî nîşan dide ku îdeolojiya sosyalîst-komunîst ku li ser welêt bû, hêj neguheriye. (Ji bo agahiyên berfireh binêrin: http://arapalemindedarwinistfitne.com/)

Arap ülkelerinde komünizm

Shanghai bloku, Arap ülkelerinin büyük bir kısmını etkisi altına almıştır. Ellerinde komünist posterlerle dolaşan, Che şapkası takan Iraklı, Suriyeli, Mısırlı komünist gençler, Darwinist komünist ideolojilerin o ülkelerdeki etkisinin açık birer göstergesidirler.

Fikra zordariyê ya Hafiz Esad li welêt hêj dewam dike. Niha birêvebirina Sûriyeyê mirov dizane qey ketiye bin qontrola dewleta tarî ya Rusyayê. Hema bejin hemû serbaz ji Rusan pêk tên. Piraniya ciwan û serbazên li Sûriyeyê, li Rusya û Çînê perwerde dibin û bi awayekî baş jî, zimanên Rusî û Çînê dizanin. Mirov dikare li Rusyayê li her derê Sûriyeyî bibîne. Lewra ev blok û avabûnekê komunîst e û bi salan e hebûna xwe parastiye. Sedema aloziya ku niha li Sûriyeyê heye, hewla misilmanan e ku dixwazin komunîzmê ji holê rakin. Sûriye cara ewil e ku li dijî komunîzmê biberxwedan û serhildanekê xurt a wiha re rû bi rû dimîne. Nizane êdî çi bike, xwe şaş kiriye. Ji ber vê li ber çavên dinyayê welatiyên xwe dikuje û ev yek ji xwe re qet xem nake.

Hakimiyeta bloka Shanghaiyê bi tenê li Rojhilata Navîn nebû. Ji welatên misilman wek li Misir, Fas, Tunus, Cezayîrê jî, partiyên komunîst her tim xurt bûn. Li welatên Ewropaya Bakur rasterast hekimiyeta komunîzmê heye. Piraniya welatên Amerîkaya Başur ji xwe bi komunîzmê tên birêvebirin. Li welatên wekî Çîn, Laos, Kamboçya û Vîetnamê piştî 2. Şerê Cîhanê birêvebirin neguheriye. Wekî ku mirov ji van hemû agahiyan fehm dike, bloka Shanghaiyê ku nunerê herî mezin ê komunîzmê ye, tesîra xwe daye li ser gelek dewletan.

orak ve çekiç

Orak ve çekiç sembolleriyle komünizme desteklerini gösteren Lübranlı gençler; vahşet, şiddet, kan destekçisi olduklarını açıkça ifade etmektedirler. Zaten komünizmin tek yöntemi şiddet ve terördür. Bu fikrin çeşitli Arap ülkelerindeki hakimiyetini görmek dünya çapındaki tehlikenin farkında olmak açısından önemlidir.

Ji ber vê divê mirov vê talûkeyê baş bibîne. Li welatên misilman ku qaşo nunertiya bloka Shanghaiyê girtine ser xwe ji ber aloziyên ku di vê çaxê de derdikevin, tirsa êrîşekê îxtîmal ya nukleerê bêhizuriya  gelê Îran û welatên Ereb, ne tevdîrên ji bo demên kurt, divê tevdîrên ji bo demên dirêj bên girtin. Ev bi awayekî eşkere dixuye. Mînak; ji ber tevliheviyên niha ji Sûriye re, an jî heke gefekê bê hîskirin ji Îranê re, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî(NY), NATO, Yekitiya Ewropayê(YE), Amerîka û Welatên din yên Ewropayê ve amborgayek bê danîn, ev ji bo plana ewil dê kêr were. Lê ev tu car gefa komunîzmê ya li herêmê ji holê dê raneke û ev jî ji bo pirsgirêkan çareseriyek mayînde nîne.

Çareseriya teqez ev e ku divê fikra komunîzmê, fikra materyalist ya ku di hêşê mirovan de bi cîh bûye, ango îdeolojî bê rakirin. Ev îdeolojiya komunîst, Darwînîst û materyalist ku di hêşê mirovan de hatine bi cîh kirin, bi perwerdehiyên dirêj û bi propagandayên berfireh hatine amade kirin. Ji bo rakirina vê îdeolojiyê dîsa perwerdehî, hewl û xîretek mezin û xebatên çandî û ked lazim e. Tiştên ku hewce ne em bikin, divê bi delîlên zanistî em îspat bikin ku bingeha komunîzmê Darwînîzm, ne rast e. Dema ev baweriyên beredayî ku di hêşê mirovan de bicîhbûne hatin rakirin, ji bo zilm,komkujî, rêk û pevçûnan dê sedem jî nemîne. Bi vî awayî komunîzm ji holê rabe û mirov xweştir û rehettir dê jiyana xwe bidomînin.

 

Marksizm

Dünyadaki Darwinist, Marksist, komünist tehlikeye karşı tek çözüm anti-Darwinist, anti-materyalist bilimsel faaliyet yapmaktır. Ne askeri önlemler, ne yasaklamalar, ne cezalar komünist ideolojiyi ortadan kaldırmaz. Komünist ideolojinin ortadan kalkması, ancak ve ancak onu besleyen fikrin yok edilmesi ile mümkün olur.

terörizm, komünizm

Terörizm ve komünizm vahşetini kan dökerek, çeşitli aciz ikna metodlarıyla veya toprak vererek durduracağını düşünenler hep yenilgi ile karşılaşmışlardır. Çünkü komünizm, ideolojisi ile yaşar. İdeolojisi sağ kaldıkça, ne top tüfek, ne "annenin sıcak evine dön" telkinleri ne de kınamalar bir sonuç vermeyecektir. Sonuç almak için komünist fikrin ve ideolojinin yerle bir edilmesi gerekir. Bunun için yapılacak yegane şey, komünizmin fikri temelini oluşturan Darwinizm'in çürütülmesi, yani anti-Darwinist bilimsel faaliyet yapmaktır.

Li Welatê Me Komunîstên Nifşê Berê Hêdî Hêdî Bingeha Komunîzmê Amade Dikin

Talûkeya komunîzmê ku li hemû dinyayê  amade disekine, li welatê me jî bi salan e di heman rewşê de ye. Gotinên xweseriyê ku niha ji bo herêma Başurê Rojhilat ê welatê me tê gotin, bi propagandaya komunîzmê bêtir belav bûye. Bi vê propagandayê xwestine ku ev yek bêjin: “ Me êdî şerta pêşî ya ku ji bo komunîzmê hewce ye kapîtalîzmê pêk anî. Me hemû nirxên ehlaqî û olî yên mirovan ji destê wan stand û bi qeyrana aboriyê hemû dinyayê xist nav aloziyê. Niha tam dema komunîzmê ye.”  Vaye rêxistina komunîst û teror PKK ji bo ku dewletekê xweserî û komunîst ava bike û ji bo ku gava ewil a komunîstkirina Tirkiyeyê biavêje biryar daye ku niha rewşa vê demê pirr baş e. Ji ew cihê ku amade disekinî derketiye û gotina xwe êdî bi awayekî eşkere dibêje. Niha bi tanê tiştekê kêm maye ew jî sepandina vê yekê ye.

Peyama Ocalan ku di 13. Salvegera demezrandina PKK’ê de daye, pirr watedar e.

Ji bo kesên ku dibêjin Komunîzm xira bûye bersiva herî baş ev e: Komunîzma herî xurt, herî rast û herî bilind di  nav PKKê de pêk hatiye.

Hemû komunîstên ku li cihê xwe amade disekinîn, hêdî hêdî wezîfeyên xwe bi cîh tînin. Hin nivîskarên komunîst yên berê di  nav demê de, di hin rojnameyên mezin de dixebitin û ji xwe re cihekî girîng girtine. Komunîstên berê ne, lê teqez dev ji komunîzmê bernedane. Bi tenê ji ber ku rewşa niha li gor daxwaza wan nîne, renge xwe guhertine, xwe veşartıne da ku neyên nasîn. Ev mîna xweveşartinê ye. Rengê îdeolojiyekê din dane ser xwe û têkoşîna xwe bi awayekî veşartî domandine. Bi salan fikra xwe ya komunîzmê dernexistine pêş û bi vî awayî ji xwe re di hin cihan de karên girîng girtine.

Kesên wiha niha jî bi helwestekê xirab, ji bo ku  li herêma me ya Başurê Rojhilat dewletekê cuda ava bikin, nivîs dinivisînin û dixwazin dengê xwe bi vî awayî bidin bihîstin. Ev kesên ku bi eslê xwe alîgirên PKKê ne, bi awayekî veşartî propagandaya PKKê dikin û ji bo ku qontrola herêmê bikeve destê PKKê bingeha wê amade dikin. Ev yek bi awayekî eşkere nayînin zimên û ji bo vê jî balê nakşînin ser xwe lê li wir ji bo ku dewletekê xweserî bê avakirin, fikrên wî havî derdixin. Ev kes ji xwe ji wan kesan in ku ji dil û can dixwazin komunîzm li hemû Tirkiyeyê û dinyayê belav bibe. Ji bo vê ew kes dibêjin ji bo çareseriyê riyek tenê heye û divê em ji welatiyên xwe yên Kurd yên li Başurê Rojhilat dewletekê serbixwe bidin. Di bin bangewaziya “ji bo dewletekê xweser referandum” de jî ev heye. Divê ev armanca wan jî bê dîtin.

MLKP taksim

Taksim Meydanı'na getirilen komünist sembol MLKP (Marksist, Leninist, Komünist Parti) ve bu fikrin savunucularının yaptıkları eylemler ülkemizin metropolünde yapılan komünist propagandanın boyutlarını görmek açısından önemlidir.

Peyama ku ew komunîst didin bi kurtasî ev e: “têkoşîna ku li herêma me ya li Başurê Rojhilat bi salan e encam neda. Em bihêlin bila li wir dewletekê komunîst ava bikin. Em jî li vir rehet bibin!” Bi van gotinan propagandaya birêvebirinekê komunîst ku ji Başurê Rojhilat belavî hemû Tirkiyeyê bibe dikin. Bi awayekî eşkere propagandaya komunîzmê nakin lê bi hin gotinên xwe yên ku ser wan girti ye amadehiyê vê dikin.

Tesîra komunîzmê ji xwe niha li ser ji sedî 5’an jî, ji sedî 10 a komekê biçûk de heye. Lewma piçek propaganda û piçek jî gotin dê têrê bike ku komunîzm li wê herêmê belav bibe. Ji bo vê ne hewce ye ku hemû civak bibe xwediya îdeolojiya komunîzmê. Dema rewş musaît bibe û şert û merc li gor daxwaza wan be, komekê biçûk dikarin hakimiyeta komunîzmê pêk bînin. Ev helwestekê ye ku Lenîn, Stalîn û Marks bi awayekî eşkere tînin zimên. Dema komeka biçûk ya komunîst bixwazin li herêmê qontrola xwe pêk bînin, her tiştê bi darê zorê bi çek û terorê dê bikin û li ber vê tu astengiyê nebinin. Nehêlin ku tu kes li dijî komunîzmê biaxive, hemû fikr û ramanên cuda û hemû avabûnên demokratik dê qedexe bikin û dê desturê nedin ku tu kes bi awayekî azad here ser sindoqê û dengê xwe bide. Birêvebirina zordarî komunîzm, li ser gel birêvebirinekê ku tirsê dide gel dê ava bike. 

Alîgirên Komunîzmê Plan Dikin Ku Bobelatê Bînin Ser Welatê Me û Dinyayê

Divê her kes ev yek bizanibe: Heke bihostekê ax bidin komunîstên li Başurê Rojhilat, ev du nirxên girîng ji gelê Tirk bibe

1. Namus, heysiyet, şeref, rumet, şan û şanaza Gelê Tirk

2. Serxwebûn û demokratîkbûna Gelê Tirk

Heke em bêjin ji bo jiyanekê rehet em ax bidin PKKê, dê ev helwestekê pirr şaş bibe. Heke ax bê dayîn komekê komunîst, ev ber bobelatên ku me li jor qal kiribû veke. Gotinên Rêberê rêxistina terorê ya cudaxwaz Abdullah Ocalan piştrast bike, komunîzma herî xurt li welatê me dê cîh bibe û li her derê Tirkiyeyê ber bi bobelatêkê ve dê biçe. Hin kesên ku dewleta tarî ya dinyayê di destê wan de ye û piraniya wan jî komunîst in, bi awayekê kelecan, dema Tirkiye ber bi aloziyê ve here lê binêrin, birêvebirina zordarî a komunîzmê xeyala ku ji sala 1960an heta niha dikirin, gava ewil a Dewleta Komunîst a Dinyayê dê biavêjin.

Divê Gelê Tirk Talûkeya Komunîzmê Bibîne

Li welatê me hêj ji bo darwînîzm û materyalên wî tu tevdîr nehatine standin û bi propagandaya “Em ax bidin û jê xelas bin” tevdigere. DIBE KU EV PROPAGANDA WELATÊ ME BIXE NAV XETEREYEK MEZIN. Dema şert û merc pêk bên pirr hêsan e ku komunîzm belav bibe. Banga “Em ax bidin jê xelas bin” ku her tim tînin zimên, van şert û mercan ji bo komunîstan amade dike. Kesên ku dibêjin qey bi dayîna axê ev pirsgirêk dê çareser bibe nizanin ku ax dayîn dê bibe sedema karaseteke mezin.  Yên ku dibêjin “ heke em ax bidin pirsgirêka terorê ji holê rabe, dê em jî rehet bikin û em ê dîsa vegerin ew rojên xweş û bêxem” dibe ku xwe ji nişkave di bin zordestiya komunîzmê de bibinin ku êdî nekarin xwe ji vê xelas bikin. Helbet heke bikaribin, xwe ji bi dehan êrîş û çalakiyên terorî sax bifilitînin.

Divê ewil deweta me, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û gelê me talûkeya ku ber me ye baş bibînin. Talûke:hegemonyaya komunîst e ku hemû dinyayê ji xwe re kiriye armanc.

Ya duyemîn jî divê dewleta me, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û gelê me bizanibin ku çareseriya pirsgirêkeke wiha ne şermezarkirin, vexwendina ji bo wîjdanê, gazîkirina mala xwe û hişyariyên “vegere mala malbata xwe û şorbeya diya xwe vexwe” ye.

Di zihniyeta komunîzmê de ev daxwaz û şermezarkirin tiştên komik in.

Ya sêyemîn jî divê dewleta me, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û gelê me bizanibin ku rê û rêbazên leşkerî ji bo belaya komunîzmê nabin çareserî. Mirov nikare zihneyeta ku şehîdkirina dijmina xwe û mirina xwe ji bo civakê tiştekê baş dibîne, bi mirinê têk bibe. Bi rê û rêbazên leşkerî her çiqas mîlîtanên rêxistina terorê PKKê  bên kuştin jî, her tim yên nû dê şuna wan bigirin. Bobelata Darwînîzm li cihê xwe disekine û ev bobelat hêj jî mîlîtanên terorîst derdixin.  Ji ber vê li aliyekê yên ku ji bo rehetiya xwe dibêjin “em ax bidin û jê xelas bin” hene lê li aliyê din jî, mîlîtanên komunîst bi hemû derfetên xwe bi derewa Darwînîzmê ciwanan dixapînin.

Türkiye

"PKK terör örgütüne toprak verelim, kurtulalım" diyenler, ülkemizi çok büyük bir felakete sürüklemeye çalışmaktadırlar. Toprak verelim diyenler, alttan alta komünizmi destekleyenler ve terör örgütü PKK şu gerçeği bilmelidirler: BU VATAN TOPRAĞINDAN TEK BİR ÇAKIL TAŞI DAHİ VERMEYE İZNİMİZ YOKTUR. Bunun yerine yapılması gereken, anti-Darwinist faaliyet ile bataklığı kurutmak, yani komünist ideolojiyi temelinden yerle bir etmektir.

ÇARESERÎ ÇI YE?

ÇARESERÎ JI HOLÊ RAKIRIN E ! YANÊ FIKRA BINGEH KU TESÎRÊ DIDE SER ZIHNIYETA KOMUNÎZMÊ YANÊ:

JI HOLÊ RAKIRINA ÎDEOLOJIYA DARWÎNÎZMÊ YE

DEMA MANTIXA KUŞTINÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN, ÊDÎ KUJER JÎ DÊ NEMÎNIN.

 

Dipnotlar

54- Viladimir İliç Lenin, Bir Adım İleri, İki Adım Geri, Çev. Yurdakul Fincancı, Sol Yayınları, Mart 1979, Dördüncü Baskı, s. 267

4 / total 6
You can read Harun Yahya's book Xetereya Kurdistana Komunîst online, share it on social networks such as Facebook and Twitter, download it to your computer, use it in your homework and theses, and publish, copy or reproduce it on your own web sites or blogs without paying any copyright fee, so long as you acknowledge this site as the reference.
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top