< <
5 / total: 6

Beşa 4em - Çareseriya Yegane ya Komunîzmê: Propagandaya Antî-Darwînîst, Antî-Materyalîst

Tiştê ku komunîzmê xwedî dike Darwînîzm e. Divê ewil ev îdeolojî bi rê û rêbazên zanistî ji holê bê rakirin

Li Tirkiyeyê ji bo ku bikaribin ji belaya rêxistina cûdaxwaz a terorî PKKê xilas bibin gelek têkoşîn hat dayîn:

  • Gelek leşker hatin şandin li başurê rojhilat ê welatê me û gelek pevçûn derketin.
  • Bi milyonan dolar hatin xerckirin, moşek, bombe, çek û tanq hatin standin.
  • Firînên bo kifşê hatin kirin, heron ketin dewreyê.
  • Li ser erdan lêkolîn hatin kirin.
  • Beşên eskerî yên taybet hatin avakirin. Rê û rêbazên nû hatin ceribandin.
  • Rê û rêbazên ji bo parastinê hatin amadekirin.
  • Rêberê rêxistina cûdaxwaz bi Ocalan re senaryoyên paymanê hatin derxistin, xwestin ku navbeyniyan bixin dewreyê.
  • Rê û rêbazên polîtîk hatin ceribandin, bi rê û rêbazên demogojîk gotin qey dê bikaribin çareseriyê bibînin û rêber û endamên rêxistina terorîst qanî bikin.
  • Ji bo agirbestê peyman hatin kirin.
  • Mîlîtanên PKK’ê yên rêxistina terorî bi helwesta “werin mala dê û bavê xwe, şorbeya kel vexwin” ve hat xwestin ku ji çiyayê bînin xwarê.
  • Piştî xebera şehîdan giriyan û hawaran kirin. Ev girîn û hawar li ser rojnameyan, hat dayîn, li ser televîzyonan bi saetan hatin weşandin û bi vê awayî gotin qey dê bikaribin tesîreke psikolojik bidin ser terorîstan.
  • Bang li mîlîtanên komunîst yên PKK’ê kirin ku bila xwedî wîjdan bin, ber bikevin, xwedî merhamet û şefqatê bibin.
  • Terorîstên PKK yên komunîst ku dewlet, dîn û malbatê qebul nakin û ji xeynî tundî û terorê tu rê ji xwe re nagirin, hatin şermezar kirin.
  • Mîlîtanên PKK’ê yên komunîst “ji bo jiyaneke bi hev re ji çiyayê dakevin” hatin vexwendin.
  • Gotin qey heke terorîstên komunîst ji bo ku “vegerin mala malbata xwe û şorbeya kel a diya xwe vexwin” bên vexwendin û di ser de jî, ji bo ku bizewicin û bibin xwedî zarok bên qanî kirin, pirsgirêk dê çareser bibe.
  • Herî dawî jî gotinên “başurê rojhilatê welatê xwe em bidin terorîstan, jê xelas bin û rehet bikin” derketin.

Li aliyekê ev tişt hatin kirin, li aliyê din jî pevçûnên li başurê rojhilat bênavber dewam kirin. Mehmedokên me ji bo ku axa welatê xwe û welatiyên xwe biparêzin ji bo Xwedê hêj şehîd dikevin. Ne ew xalên ku li jor me behsa wan kir, ne jî zêde zêde şandina leşkeran ber wir ji bo çareseriyê fêde nedan. Ne mimkun bû ku fêdeyê bidin jî. Lewma bi awayekî baş nekarîbûn pirsgirêkê fehm bikin an jî ji bo ku ev pirsgirêk neyê fehm kirin, bi awayekî zana ber wê hatibû girtin. Ji ber ku bi awayekî baş pirsgirêk nehat fehm kirin, jê re çareseriyekê jî nehat dîtin.

Mîlîtanên komunîst bi temamî îdeolojîk tevdigerin lê tevdîrên ku li dijî wan tên girtin bêtesîr û lawaz dimînin. Helbet mimkûn nîne ku mirov bi van tevdîran bigihîje encamê. Pirsgirêka sereke nabînin lê dibêjin qey bi çekên profesyonel, zêde şandina leşkeran a ber bi wê herêmê, perwerdekirina leşkerên profesyonel, hişyarkirina mîlîtanên komunîst, hewlên lihevkirinê, bangewaziyên aştî û agirbestê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê:

  • Komîsnîstekî tu caran bangewaziya ku ji bo xwedîwîjdanbûyînê tê kirin fehm nake. Ji bo wî gava ewil ku ew dê bigihijîne hedefa wî tundî ye û tu rêbazên qanîkirinê yên psikolojik nikare wî bisekinîne. Hestên dilovanî, merhamet û guneha xwe pê anîn ji bo terorîstekî bi tenê kêmasî ye, ev wek nexweşiyekê tê dîtin û ji bo wan divê di demek kurt de ji van xilas bibin. Kesên ku bi vî awayî nêzî wan dibin jî, wek henekê dibînin.
  • Komunîstek tu caran bangewaziyên “were mala malbata xwe, şorbeya kel a diya xwe vexwe” bimantiq nabîne. Li gor îdeolojoyê ku ew jî baweriya xwe pê aniye, divê ji xwe saziya malbatê bê rakirin û ew jî hewcedariya vî karî dike.
  • Hestirên ku ji çavên diya şehîdekê tên xwarê, girîn û hewar her tim komunîstekî şa dike. Lewra ev wê hîsê dide wî ku gihîştiye armanca xwe. Ew jı sernavên rojnameyan û televîzyonan hîn dibe ku wezîfeya xwe aniye cih. Kesên ku dibêjin dema dayika şehîdan bigirîn dê ev tesîrek bide li ser mîlîtanên komunîst,, vê karasetê nabînin. Mîlîtanên PKK’ê dema xeberên şehîdan distînin û dema dibinîn ku dayikên şehîdan digirîn, tekiliya wan bi rêxistinê re xurttir dibe.
  • Şermezarkirinên wekî “hûn çiqas hov in” her tim dilê komunîstan xweş dike. Lewra ew difikirin hovîtiyê ku ji Lenîn ji wan re miras maye, bi awayekî herî baş bi cîh bînin. Li gor wan çiqas hovîtî bê kirin ewqas li gor îdeolojiya komunîzmê tevdigerin. Lewma heke dema dijmin derket ber wan û ew gunehê xwe pê bînin, ev li gor fikra komunîzmê wek îxanetê tê qebul kirin.

Vaye ji ber van sedeman;

Çareseriya leşkerî ku me seraserê pirtûkê qala wê kir, her çiqas ji bo tekoşîna li dijî terorê hewce û girîng bibe jî tu caran ji bo terora komunîzmê ya li başurê rojhilatê welatê me nabe çareseriyek teqez.

Mîlîtanên rêxistina terör û cudaxwaz PKK’ê bên kuştin jî,  ji bo ku ji çiyayê dakevin bên qanîkirin jî, cihê wan bên diyarkirin û dafikên wan bên xirakirin jî,  ev ber van tiştan nagire ku komunîstên nû dernekevin, bûyerên terorî yên nû pêk neyên û talûkeya komunîzmê  ji ser wan axan ranake.

Lewra:

"ÎDEOLOJIYA" ku komunîzmê xwedî dike hêj li ser piyan e. Heta ku ew cih wisa xirab bibe û li wir bisekine ji wir mîlîtanên komunîst dê derkevin. Bi tenê rêyekê heye ji bo rakirina wê derê û ew jî tekoşîna bi zanist û ilmî ye.

komünizm ve katliamlar

Pergala Fikreke Rêşaş Bi Tenê Bi Riya Fikr û Ilmê Radibe

Terorîstekî PKK’yî beriya perwerdehiya çekbikaranînê, perwerdehiya Darwînîst û materyalist distîne. Ji zarokatiyê pê ve li dibistanên ku rêxistina cudaxwaz avakirine û li cihên civînê bingeha fikrên materyalist û Darwînîzmê hîn dibin û ji bo ku hewcedariyên îdeolojiyên Stalînîst, Marksîst û Lenînîzmê bi cîh bînin, tên perwerde kirin. Ji bo vê  piranî pirtûk, kovar, radyo û bernameyên televîzyonê tên bikaranîn. Perwerdehiyên fîzîkî piştre tên. Ewil şerta temamkirina perwerdehiyên fikrî heye. Di nav hêşê mirovan de baweriyekê şaş tê bicîhkirin. Perwerdehiya yek alî di demek kurt de tesîra hîpnozê dide ser mirovan. Ciwanan her tim bi perwerdehiya Darwînîst û materyalîzmê rûbirû dihêlin û ji bo ku ciwan jî ji demgojiyan re vekirîne, fikra Darwînîzmê di demek kurt de di hêşê wan de bi cîh dibe. Jiyanê wekî tekoşînekê, mirovan jî êdî wekî heywanan dibînin. Nirxên ehlaqî, bawerî, dilovanî, merhemet, hezkirin û fedekariyê haşa wekî kêmasî û nexweşiyê qebul dikin.  Li gor vê baweriya şaş kuştina mirovekî sepandina vê fikrê ye ku “ji bo ku kesên xurt bikarin jiyana xwe bidomînin divê yên lawaz ji holê rakin.” Rê û rêbazên îdeolojîk yên sexte yên Darwînîzmê êdî wekî baweriyeke qebul dikin. Dema ev bingeh pêk bê êdî hêsan e ku çek bidin destan û ew bişînin pevçûn û şer. Bi vê baweriya ku  di hêşê mirovan de bi cîh bûye, Darwînîzm dê tiştên pêwîst bike. An dê bikuje, an jî dê bimire. Vê fikre jixwe wek îdeolojiyek qebul kiriye. Ji xwe pirr hêsan dibîne û pirr hêsan jî bi cîh tîne.

yaratılış gerçeği, eğitim

YARATILIŞ GERÇEĞİNİ ÖĞRENMEK İSTİYORUZ

Ji ber vê talûkeya li pêşiya me top, çek û tifing nîne bi tenê fikr e.  Li başurê rojhilat jî, li dinyayê jî talûke ne teror e, talûke îdeolojiya komunîst, Darwînîst û materyalizm e. Ev îdeolojiya şaş bi çek, şermezarkirin û polîtîkayên beredayî têk naçe. ÎDEOLOJÎ BI TENÊ BI RIYA FIKR Û ÎDEOLOJIYÊ TÊK DIÇE. JI XEYNÎ VÊ TU RÊ TUNE.

Heke dinya bixwaze ji belaya terora komunîzmê bifilite, divê li seranserê dinyayê xebatên zanistî yên antî-komunîst û antî-materyalîst bên kirin. Kesên ku van xebatan bê hewce dibînin,  kesên ku dibêjin Darwînîzm teoriyeke ku bi tenê li ser bûyerên xwezayê lêkolîn dike ye, girîngiya talûkeya ku dê derkeve pêşiya wan nizanin. Niha mantixa PKK’ê, bi mantixa îdeolojiya Stalîn, Lenîn, Mao, Pol Pot û Darwînîzmê re wekî hev in. Ev rêberên komunîst di destpêkirinê de xwedî alîgirên zêde nebûn. Bi hejmareke kêm bi awayekî baş xwedî li îdeolojiya xwe derketin û bi vê awayî tundî û terora komunîzmê  di demek kurt de belavî gelek cihan kirin. Ji bo ku şaş jî be îdeolojiya wan hebû û baweriyeke xurt bi wan re bû, wê heyamê wekî tu kes nikare wan têk bibe û ber wan bigire hatin nasîn. Wê heyamê li hemberê wan tu îdeoljî tunebû û ji ber tundiyan tu bersivên îdeolojîk nedihat dayîn. Ji bo vê yeke tu kes nekarî ber wan bigire û bi tenê li tundiya ku dikirin dinêriyan.

Bersiveke îdeoljîk nehatiye dayîn lewma hemû dinya hatiye mecburhiştin ku Darwînîzma ku bingeha tundiya komunîzmê pêk tîne biparêze. Kesên ku  li dijî komunîzm, teror û tundiyê tekoşînê didan jî mecbûr mane ku bi terorîstên komunîst re heman îdeolojiyê biparêzin. Ev zordestiya Darwînîzmê ye ku hemû dinya girtiye bin qontrola xwe. Niha ev dîktatorî li hemû dinyayê hebûna xwe bi awayekî xurt didomîne. Ji ber zordestiya vê diktatoriyê akademîsyenên ku li dijî Darwînîzmê xebatan dikin nikarin li zanîngehan ji xwe re cîh bibînin. Hema bêje li hemû deverên dinyayê, li saziyên perwerdehiyê teoriya peresînê yanê evrîmê bi mecbûrî tê hînkirin. Vegotina rastiya afirandinê jî QEDEXE YE. Ev rewş wekî piraniya welatan li dewletên olî yên wek Îran, Sûriye, Misir, Cezayîr û heta li Israîlê jî heye. Heta ku Darwînîzm li cihê xwe bisekine talûkeya komunîzmê jî dê dewam bike. Ji bo ku em ji vê belayê xilas bibin BI TENÊ ŞERTEK HEYE, EW JÎ DIVÊ DARWÎNÎZM BI FIKR Û ZANISTÊ BÊ PÛÇ DERXISTIN Û JI HOLÊ RABE.

Dinya Radestî Dîktatoriya Darwînîzmê Bûye Ku Bingeha Terorê Amade Dike

Ji ber ku dinya radestî dîktatoriya Darwînîst bûye hema bêje li hemû welatên dinyayê, di zanîngeh, lîse, dibistan û hemû saziyên perwerdehiyê de perwerdehiyên Darwînîst tên dayîn. Li dibistanan bi awayekî fermî qedexe ye ku rastiyên Afirandinê bê gotin û bêjin “Xwedê heye.” Hemû saziyên perwerdehiyê mecbur mane oleke şaş ku tesaduf û rasthatiyan ji xwe re kiriye baweriyek, hîn bikin. Kesên ku li saziyên dewletê dixebitin mecbûrin ku bêjin “peresan heye.” Hemû profesorên zanîngehan şert e ku Darwînîzmê biparêzin û hîn bikin. Xwediyên çapemeniyên mezin Darwînîst in û ev ji bo propagandaya Darwînîzmê jî cihekî girîng digirin. Li dibistanan xwendekar nikarin Darwînîzmê rexne bikin û yên ku rexne bikin jî nikarin ji pola xwe derbas bibin. Profesorekî zanîngehê heke li ser rastiya teoriya peresanê yanê evrîmê lêkolîn bike, teqez ji kar tê avêtin û nahêlin li ser karê xwe bibe pispor. Ev dîktatoriyek wisa ye ku dêrên li Ewropayê mecbûr mane ku ji Darwîn lêborînê bixwazin û nunerê ola Xristiyaniyê Papa mecbûr maye ku li mala xwe derbarê teoriya peresanê de ku konferans li dar bixe.

Dema rewş wiha be ne tiştekê ecêb e ku komunîzm li dinyayê hebûna xwe bidomîne. Komunîzm her tim bi Darwînîzmê xwe xwedî dike. Di van şert û mercan de kesên ku ji terorê re şaş dimînin, ecêb in. Îdeolojiya Darwînîzmê ku bingeha terorê pêk tîne, li seranserê dinyayê deng daye û dinyayê girtiye bin qontrola xwe. Her tim tê hînkirin. Ji zarokatiyê pê ve hema bêjin her kes bi vê agahiyê dest bi jiyanê dike. Ji ber vê dema mirov Darwînîzmê biparêzin, bi zanayî an jî nezan, piştgiriyê didin teror û komunîzmê jî. Kesên ku dibêjin “ez li dijî terorê me”, an jî “ji bo dinyayê hizur û aşitiyê dixwazim” heke darwînîzmê biparêzin, her çiqas ne rasterast bibe jî, piştgiriyê didin komkujî, mirin û şeran û bingeha van amade dikin. Terorên komunîst her tim bi van lîstîkan xwe xwedî dikin û bingeha xwe ya fikrî bi vî awayî xurt digirin.

Bingeha îdeolojîk ku piştgiriyê dide komunîzmê yanê Darwînîzm, rasterast ji aliyê hikûmet û saziyên dewletê ve tên parastin. Ji bo vê yekê pirr dijwar e ku mirov ji terorîstan re bêje “çek berde.” Ji bo vê divê li dijî komunîzmê  xebateke berfireh ya  zanistî, têkoşîneke fikrî ya ku hemû dewletan di nav xwe de dihewîne bi awayekî lez û bez bê kirin.

darwinist diktatörlük

Dünya, Darwinist diktatörlüğe teslim olmuş durumdadır. Durum böyleyken dünyada komünizmin bir tehdit olarak varlığını sürdürüyor olması şaşırtıcı değildir. İnsanların bir kısmı farkında olmasa da, komünist ideoloji ve Darwinizm ile sürekli beslenmektedir.

Xebateke Zanistî Dê Çawa Be?

darwinizmle ilmi mücadele

DNA

Evrim teorisi, tesadüfleri sahte ilah olarak görür. Ancak yeryüzündeki düzen, uyum ve estetik, Darwinistlerin tesadüf iddiasını tümüyle yerle bir etmektedir. Dolayısıyla Darwinizm yalanını ortadan kaldırmak için canlılardaki kompleks özelliklerin anlatılması, bunların tesadüfen olamayacağının bilimsel delillerle ortaya konulması son derece önemlidir. Bu ilmi çalışma yapıldığında komünist ideolojinin fikri temeli ortadan kalkacak ve katiller yetiştiren kanlı ideolojiler tarihe karışacaktır.

Divê her kes bi delîlên zanistî hîn bibe ku Darwînîzm dereweke beredayî ye:

Ewilî em dîsa bi bîr bixin: Darwînîzm an jî teoriya peresanê ku komunîst ji xwe re wek fikreke sereke dibînin SEXTEKARÎ YE. Ji bo tekoşîna hizrî ya li dijî komunîzmê divê ewil bi derew û pûçderxistina Darwînîzmê dest pê bike û ji bo vê jî divê ev bi delîlên zanistî bên nişan dan. Di serî de ji bo ku mirov bikare ev teorî pûç derxe tiştên ku divê mirov bizane û bibêje ev in:

  • Proteînek jî bi tesadûfî û rasthatî pêk nayê ev ne mimkûn e. Ji bo vê, îdiaya ku dibêjin tiştên zindî bi serê xwe çêbûne sextekarî ye.
  • Bi mutasyonên rasthatî û bûyerên tesadûfî tiştên jîndar venaguherin hevdu, ev ne mimkûn e.
  • Tu riyên derbasbûna fosîlan tune ku nişan bide tiştên jîndar vediguherin hevdu.
  • Berevajî vê, ji 350 milyonî zêdetir belge hene ku li gor van belgeyan tiştên jîndar bi milyon salan qet neguherîne û wekî xwe mane.
  • Darwînîst teoriyên zanistî yên ku bingeha wan tune ji bo ku bi zorî bidin mirovan bi salan sextekariyên cuda kirin, fosîlên sexte di kovarên zanistî de weşandin û ew li muzexaneyên herî navdar yên dinyayê pêşandin.
  • Fosîlên ku êdî mirov dizanin sexte ne, hêj di pirtûkên dibistanan de didin xwendin.
  • Li hemberê vê fosîlên ku nîşan didin ku tiştên jîndar hatine afirandin, ji aliyê Darwînîstan di mexzenên muzexaneyan de tên veşartin.
  • Di nav çavên tiştên jîndar de kompleksîkên bi tu awayî bi pêvajoya peresan a sexte pêk nayên.

(Ji bo agahiyên zêdetir li: Hayatın Gerçek Kökeni, Harun Yahya – Yaratılış Atlası, Harun Yahya)

evrim teorisinin çöküşü

Yeryüzündeki tüm fosiller, canlıların milyonlarca yıl boyunca hiç değişmeden, aynı kaldıklarını göstermektedir. Resimde fosili görülen Kretase dönemine ait 125 milyon yaşındaki çayır çekirgesi de bu gerçeğin önemli delillerindendir.

 

SAHTE KAFATASLARI VE SAHTE MAYMUN ADAMLAR

Sahtekarlık, demagoji ve propaganda Darwinistlerin en temel yöntemleridir. Evrim teorisi bilimsel herhangi bir delile sahip olmadığından, teorinin ayakta kalabilmesi için daima "delil var" telkinine başvurulmuştur. İşte bu sebeple evrim teorisi tarihi, literatürden çıkarılmış sahte fosillerle ve yalan haberlerle doludur. Yıllardır evrime delil adına ortaya sürülen her fosil anında çürütülmüş, yayınlanan her evrim haberi anında bilimsel olarak yalanlanmıştır.

Ji bo ku propagandaya Darwînîst bê sekinandin divê xebat bên kirin

Ji bo tekoşîna li dijî rêxistina cudaxwaz PKKê divê  ji gavên ewil yên hizrî ber girtina propagandaya Darwînîzmê bibe. Divê bi qanûnan ber propagandaya  Darwînîzmê bê girtin ku PKK nekare bi tesîra dîktatoriya Darwînîzmê di qanalên televizyon û  radyoyê yên dewletê de propaganya xwe bike. Divê dewlet li dibistan û zanîngehan jî derbarê perwerdehiya Darwînîzmê de hin mijaran sererast bikin. Ji bo vê divê ewil piştgirya ku dewlet bi destê xwe dide Darwînîzmê bê rakirin.

darwınizmle ilmi mücadele

Bi guhertina Destûra Bingehîn divê li ber Darwînîzmê delîlên zanistî yên Afirandinê jî di mûfredatê de cîh bigire

Niha ji ber  ku zordariya dîktatoriya Darwînîzmê li ser dinyayê heye, Darwînîzm li dibistnan bi mecbûrî tê dayîn. Divê li welatê me jî demildest Destûra Bingehîn bê guhertin. Heke nekaribin ji dibistanan perwerdehiya Darwînîzmê rakin jî divê ber wê programeke perwerdehiyê ku bi delîlên zanistî Afirandinê nîşan dide, bê dayîn. Ji bo vê jî, divê di Destûra Bingehîn de sererastkirin bên kirin. Bi gotineke din heke bixwazin dikarin wek teoriye dîsa Darwînîzmê hîn bikin lê divê li Zanîngeh û dibistanan bersivên wê yên zanistî jî bên dayîn.

Wek mînak heke di  nav pirtûkan de îdiaya Darwînîstan a “ jiyan di  nav avên şilû de bi awayekî rasthatî destpêkir” cîh bigire, divê teqez ber wê mînaka “proteînek jî be bi awayekî rasthatî pêk nayê” bi awayekî zanistî cîh bigire. Mînak; heke îdiayên Darwînîstan ku dibêjin “ hemû cure ji hevdu derketin û heta niha bi milyaran cureyên navberê pêk hatin” di pirtûkan de cîh bigire, divê ber vê îdiayê, rastiya “forma tu folîsên navberê tune” jî bê dayîn. Divê dîsa li hemberî îdiayên Darwînîstan bê nişandan ku tiştên jîndar peresanê nakin û fosîlên bêhempa yên ku ev 350 milyon salin qet neguheriye li xwendekaran bên nişandan.

Li gor vê guhertina mufredatê, tiştên ku li hemberî îdiayên teoriya  dê bên vegotin bi tenê delîlên zanistî dê bibin. Li vir tiştê ku tê xwestin ne perwerdehiya Quran an jî olî ye. Vegotina delîlên zanistî ji xwe ji bo perwerdehiyê hewce ye û bi guhertina Destûra Bingehîn divê ev sererastkirin bê kirin.

Allah vardır

    ALLAH VARDIR

EVRİM BİR ALDATMACADIR

Divê di kovar, broşür, pirtûk, çapemeniya nivîskî û dîmenkî de bê gotin ku teoriya peresanê ne rast e

Divê bi televizyon, radyo, pirtûk û broşuran, mirov xwe bigehîne her mal, dibistan û kehweyên Tirkiyeyê. Tiştekê pirr girîng e ku mirov ji her kesê re nîşan bide ku Darwînîzm sextekariya herî mezin a zanistî ya dîrokê ye. Divê çend qanalên televîzyonê bi tenê bi vê mijarê re eleqeder bin û bi taybetî li herêma me ya başurê rojhilat pirtûkên antî-Darwînîst bên belav kirin. Divê bernameyên ku zarokan agahdar dike bên amadekirin, ji xeynî televîzyonê bi bernameyên radyoyê jî derewên Darwînîzmê  bên nîşan dan.

evrim teorisinin çöküşü, basın

Evrimin bir safsata olduğunu mümkün olan her yayını kullanarak yaygınlaştırmak ve her bir kişiyi bilgilendirmek son derece önemlidir.

Divê saziyên civakî yên sîwîl betalbûna zanistî ya Darwînîzmê vebêjin

Ji ber tesîrên zordarî yên dîktatoriya Darwînîzmê heke dewlet nekare di saziyên xwe de propagandaya Darwînîzmê bide sekinandin, divê  wê çaxê saziyên civakî yên sîwîl bikevin dewreyê. Divê qanalên televîzyonê yên taybet yên herêmî û giştî çalakiyeke ku deng bide bikin û berpirsiyariyê bigirin. Divê hema hema serê saetekê fîlm û belgefîlmên ku betalbûna teoriya peresanê dibêjin bên weşandin û di vê mijarê de agahiyên zanistî yên berfireh bên dayîn. Divê komeleyên cuda derbarê vê mijarê de broşûrên agahdarkirinê amade bikin û di saziyên me yên taybet de ji bo ku gelê me derbarê talûkeya  teoriya peresanê û komunîzmê de bên agahdarkirin, civîn bên lidarxistin.

Divê pêşangehên fosîlê bên vekirin û konferasn bên lidarxistin

Yek ji rêbazên herî girîng ku betalbûna Darwînîzmê nişan bide pêşandana fosîlan e. Pêşandana fosîlan a bê pere him dê bala welatiyên me bikşîne, him jî welatiyên me yên ku bibinin bi milyon salan fosil neguherîne, dê bi xwe bawer bikin ku tişteke mîna peresanê tune ye. Herwiha civîn û konferasên biçûk jî dê tesîrên mezin bidin. Mirovekî heke di konferansekê de bi delîlên zanistî bibîne ku teoriya peresanê betal bûye, êdî heta mirina xwe dê vê yekê ji bîr neke. Û tiştên ku hîn bibe jî, ji nasên xwe re bibêje. 

fosil sergileri

Fosil sergileri ve konferanslar, insanların evrim safsatası konusundaki gerçekleri öğrenebilmeleri açısından çok önemlidir. Bu etkinliklerde insanlara sunulan tek bir bilimsel delil bile, onların evrim sahtekarlığını anlamaları için yeterli olacak ve bu gerçek gitgide yaygınlaşacaktır.

Divê çalakiyên kesane bên teşwîqkirin

Çalakiyên kesane jî ji bo propagandayên antî-Darwînîst pirr girîng in. Xelkê me heta ku ji destê wan bê dikarin pirtûkên ku teoriya Darwînîzmê derew derdixin bistînin û van bê pere belav bikin. Dikarin broşûrên biçûk amade bikin, ser broşûran notên li dijî Darwînîzmê binivîsînin û belavî gund û bajarokên derdorê bikin. Li cihên ku piranî mirov li wir tên cem hev, wek mînak li qehwe, aşxane, rawestgehên trenan, ji bo ku derew û betalbûna Darwînîzmê bibêjin sohbet bikin.

harun yahya eserleri

Kişisel faaliyetlerle her kişi, Darwinizm'in bir aldatmaca olduğu gerçeğini mümkün olacak en fazla kişiye yaygınlaştırabilir. Küçük broşürler dağıtmak; kafe, kahvehane, lokanta gibi yerlerde sohbetler yapmak; internet yoluyla çeşitli yazıları yayınlamak; sosyal paylaşım sitelerini etkili kullanmak bu yollardan birkaçıdır.

Ne hewce ye kesê ku vê sohbetê bike xwediyê agahiyên berfireh bibe. Teoriya peresanê ji xwe bi 2 xalan bi temamî tê betalkirin.

1) proteînek jî be bi tesadûfî û rasthatî pêk nayê

Tevî ku fosîleke navberê tunebe tiştên zindî neguherîne û wekî xwe mane, yanê hatine afirandin û ji 350 milyonî zêdetir nîşaneyên fosîlê hene.

Heke mirov bi tenê derbarê van herdu mijaran de xwedî agahiyan bibe û van agahiyan parve bike ev ji bo ji holê rakirina Darwînîzmê bes e. Ji bo vê berhemên Harun Yahya pirr girîng in. Ji malperên Harun Yahya hemû berheman mirov dikare bê pere daxe, bê telîf zêde bike û pirtûkên bê pere belavî hemû welêt bike. Mirov dikare belgefîmên Harun Yahya li hemû qanalên welêt çawa bixwaze biweşîne. Ev berhem betalbûna zanistî ya Darwînîzmê bi awayekî zelal û berfireh dide ber çavan û ji bo vê jî berhemên pirr girîng in. Xebateke kurt ya li ser van berhaman jî dê tesîreke mezin bide.

darwinizmle ilmi mücadele, komünist terörle mücadele
 

ÖZELLİKLE GÜNEYDOĞU BÖLGEMİZİN HER YERİNDE ANTİ-DARWINİST EĞİTİM ÖNEMLİDİR

Darwinizm'in çökertilmesi için Harun Yahya internet siteleri mümkün olan her yerde yaygınlaştırılabilir. Bu siteler, evrim safsatasının çok detaylı olarak belgelendiği ve Yaratılış delilerinin mükemmel sunulduğu, tüm eserlerin ücretsiz indirilebildiği çok önemli bilgilerin olduğu sitelerdir.

Heke mirovekî betalbûna teoriya peresanê bibîne êdî teqez Darwînîst nabe

Divê mirov ev xal dûpat bike: piştî ku mirovekî hîn bibe ku teoriya peresanê bi sextekariyeke zanistî li ser xwe tê hiştin, êdî ne mimkûn e ku ew kes ji nûve baweriya xwe bi peresanê bîne. Hin caran hin kes bi delîlên zanistî derewa peresanê dibînin lê hêj dibe ku ku xwe wekî peresanperestê nîşan bidin. Heta dibe ku li hemberê rastiyên ku betalbûna peresanê didin ber çavan wekî ku bertekên mezin nîşan bidin xwe bidin xuyakirin. Lê di eslê xwe de ev ne rast e. Ev kes teqez bawer kiriye ku peresan tişteke derew e.  Lê ji ber ku karê xwe winda neke, ji hevalên xwe yên Darwînîst nebe û nekare bêje teoriya ku bi salan e parastiye derew e, dibe ku bi gotinan nekare bêje. Lê teqez û –TEQEZ- baweriya xwe pê aniye.

Heke mirovekî di nav odeyeke tarî de be,  hêsan e mirov baweriya wî bîne ku li derve jî hewa tarî ye. Lê ji rexê paceyê çirkekê jî be tavê dîtibe, êdî ne mimkûn e ew mirov bawer bike ku li derve hewa tarî ye. Vaye derewa Darwînîzmê jî wiha ye. Dema carekê haya mirov ji delîlên zanistî ku peresenê pûç derxistine hebe, ev bes e. Êdî li ser vê Darwînîst çi bikin jî, tu rê namîne ku ew mirov li ser peresenê qanî bikin. Ji ber vê xebatên antî-Darwînîst li ku derê, çawa û bi çend kesan re bê kirin jî, teqez dê encamekê bide. Ya girîng ev e ku divê her kes ji bo tekoşîna vê zanistê bi cîh bîne, ji bo ku bi awayekî berfireh û bandordar xebatê bike, seferber bibe.

Di Encama Xebatên Zanistî ya Antî-Darwînîst Û Antî-Materyalîzmê de Çi Dibe?

Niha li ber pergala hizrî ya komunîstê, tu pergalên hizrî tune ne. Bingeha îdeolojîk a komunîzmê bi xebatên xurt tên belavkirin lê li hemberê wê tu xebat tune û qadeke vala heye. Vaye belayên niha ji ber tunebûna van xebatan pêk tên.

Xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst ew qada vala ji holê dê rakin. Lewra komunîst ji xebatekê wiha qet hez nakin û tiştekê wiha qet dê nexwazin. Ev mijar di heman demê de tiştekê xirab e ku ji heyama Lenîn heta niha komunîst û hemû terorîst jê ditirsin. Komunîstekî natirse ku bikeve pevçûnan, li çiyayê jiyana xwe bidomîne, birçî bimîne an jî bimire. Lê pirr ditirsin ku îdeolojiya Darwînîst û materyalist xira bibe û ji holê rabe. Lewma heke îdeolojiyên Darwînîst û materyalist xira bibin, hemû tiştên ku bawer dikir dê ji holê rabin. Bi vî awayî baweriya şaş ku di mêjûya wî de cih girtibû, ji holê rabe û winda bibe. Êdî di xwe de qewetê nebîne ku  li çiyayê perwerdehî bibîne, çek hilde, bimire an jî bikuje.

komünist terör, terörün çözümü

İNSANLARI VE TÜM EVRENİ ALLAH YARATMIŞTIR

 

ÖZELLİKLE GÜNEYDOĞU BÖLGEMİZİN HER YERİNDE ANTİ-DARWINİST EĞİTİM ÖNEMLİDİR

Anti-Darwinist çalışma, komünistlerin en istemedikleri ve beklemedikleri mücadele şeklidir. Çünkü onlar, Darwinizm'in çöküşü ile birlikte kanlı ideolojilerinin ortadan kalkacağının, insanların Allah'a yöneleceklerinin, dünyanın güzel bir İslam birliğine doğru adım atacağının farkındadırlar.

Xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst, tevgera komunîzmê ji mejûyê dê lêde. Mirovekê ku heta wê demê bi hişyariyên ku teoriya peresenê jê re dida ve dizaniya qey kâinat û bi xwe bi awayekî rasthatî pêk hatiye, bawer dikir ku tu wateya hebûna wî li dinyayê tune û hemû mirovên li ser dinyayê cureyeke ji heywanan in, ji nişkave dê pê bihese ku belasebeb nehatiye afirandin. Baweriya şaş ku  di hêşê wî de cîh girtibû dê winda bibe. Ji nişkave hemû wateyên ku ji bo komunîzmê mirin an jî kuştin ji holê rabe. Daxwaza mirin an jî kuştinê dê winda bibe. Bi awayekî rasteqîn pê bihese ku ketiye pêy tiştên vala û beredayî û baweriya xwe pê bîne ku xwe daye waadên vala yên îdeolojiya Darwînîzmê. Sedemên teror, tundî, êrîş, xirakirin, xayîntî, zordarî di carekê de ji hêşê wî biçe û êdî bi xwe de dê hêzê nebîne ku baweriya xwe bi komunîzmê bîne.

bal arısı

Anti-Darwinist faaliyet ile birlikte yapılması gereken şey, insanlara iman hakikatlerinin anlatılmasıdır. Bir arının olağanüstü yeteneklerini öğrenen bir insanın, onun tesadüfen var olduğuna inanması imkansızdır.

Bi tenê carekê bes e ku derewbûna Darwînîzmê jê re bê îspat kirin. Her çiqas înkar bike û ji bo ku têkiliya wî bi îdeolojiya wî re sist nebe hewl bide jî, teqez dê hêza wî dê xilas bibe. Dema hêza xwe û biryardariya xwe winda bike, êdî dê doza wî jî nemine. Êdî hewce nake ku mirov vî zilamî ji bo ku dawî li teror û tundiyê bîne qanî bike. Bi xirabûna îdeolojiya wî, ji xwe ew jî bi awayekî aram qanî dibe. Dema Darwînîstekî bû hemû bawerî û fikrên şaş ku bi awayekî şidyayî xwe pê ve girêdabû, ji nişkave hemû watêyên xwe winda dike.

Dema mirovekî pê bihese ku Darwînîzm derew e dê bizane ku jiyana wî bê xwedî nîne. Ev yek jî dê vê pirsê bîne hêşê wî mirov. “li vê dinyayê armanca hebûna min çi ye?” Dema bizanibe ku wateyeke hebûna wî heye jî Hebûna teqez ya Xwedê jî dê fehm bike. Êdî dê bizane, yê ku li hemberê wî ye jî wekî wî evdê Xwedê ye, rehê wî heye û jiyana wî jî li gor qederê ye. Piştî vê êdî bi tenê tiştekê dimîne ku bê kirin û ew jî ev e divê mirov Xwedê bi wî bide nasandin û Hêz û Qudreta Xwedê nişana wî bide. Ji bo vê riya herî girîng jî, vegotina rastiyên baweriyê ye.

Rastiyên baweriyê berhemên hûnere ne ku mirov nêzî Xwedê dikin. Ji nêz ve lêkolînkirina li ser tiştên ku Xwedê afirandine, dîtina hurgiliyên girîng, ji bo ku mirov Xwedê nas bike û wî teqdîr bike şert e. Şixulîna bêhempa ya di laşê mirov de, di nav zikê diya xwe de mezinbûna pitikekê û mucîzeya welidandinê, kapasîteya agahiyê ku mirov ji xwe re heyrî dihêle û di  nav DNA’yê de veşartiye û hûner,   hebûna bêhempa ya hucreye, hurgiliyên xweşik yên di firîna mêşekê, tevna ku pindepîrekê çêdike,  çêkirina hingîvê ya mêşekê, li dinyayê pergala fotorsentezê bi kurtasî hemû tiştên li xwezayê heqîqetên îmanê ne. Dema mirovekê delîlên afirandinê yên bêhempa yên di bedena xwe de û li dinyayê bibîne wê demê Xwediyê vê berhemê teqdîr dike. Vaye ev îmanê xurttir dike. Yên ku  li ser tiştên ku hatine afirandin lêkollîn dike û bi vê awayî ji Xwedê hez dike, mirovekî ku bizanibe Ew xwedî hêz û qûdretekê çawa ye,dê ji xwe ji vir şunde her tiştê ji bo Wî bike. Vaye ji ber vê sedemê piştî xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst xebata girîng ya duyem divê vegotina rastiyên îmanê bibe.

Xebatên Zanistî Yên Antî-Darwînîst Ne Bi Tenê Li Tirkiyeyê, Li Dinyayê jî Talûkeya Komunîzmê Ji Holê Dê Rake

Xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst divê li giştiyê dinyayê hebin. Di vir de armanc ne bi tenê li Tirkiyeyê xelasbûna ji belaya komunîzm û terorîzmê ye,  divê hemû dinya ji vê belayê xelas bibe. Vaye ji bo vê yekê divê xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst li hemû dinyayê bên belav kirin û zêde kirin. Dema ev bibe hemû welatên ku  di bin xetereya talûkeya terorê de ne bigihîjin aramiyê, welatên ku gefên şer li hev dikin dê bisekinin, welatên Rojavayî ku ber bi nijadperestiyê ve diçin, dê rastiyê bibînin, welatên Ereb wekî hemû welatan ji fitne û fesadiyên Darwînîzmê dê xilas bibin, bi kurtasî tevlihevî û aloziya li ser rûyê dinyayê dê ji holê rabin û dinya dikare bibe cihekî bi ewle ku mirov bikare lê bi awayekî aştiyane jiyana xwe bidomîne.

Niha ji ber  ku Koreya Bakûr Darwînîst e, li ber çavên hemû dinyayê ceribandinên nukleerê dike. Çîn ji ber ku Darwînîst e her tim welatiyên xwe dikuje. Ji ber  ku li Misir, Libya û Sûriyeyê tesîrên Darwînîzmê heye li van herêman bira birayê hev dikujin. Li welatên Efrîkayê şerên hovane yên eşîran ji ber  ku mantiqa nijada serdest a sexte ya Darwînîzmê bi taybetî li wir hatiye bicîhkirin derketine. Zihniyeta ku li Ruandayê bi serê mirovan ku jê dikin û pê gogê dilîzîn, zihniyeta Darwînîzmê ye. Zihniyeta ku  li Afganistanê tiliyên mirovan ku jê dikin wek bîranînê vedişêrin, zihniyeta Darwînîzmê ye.  Li welatên Ewropayê ji  ber  ku ji welatekî din hatiye, rengê cermên wan cûda ye nijadperestî li wan tê kirin. Di bin vê nijadperestiya torerê de jî Darwînîzm heye. Tiştê  ku mirov ji dilovanî, hezkirin, merhamet û fedakiryê dûr dixe û berê wan dide bela, riq û hesûdiyê Darwînîzm e. Ji bo vê Darwînîzm ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo dinyayê jî  belayek mezin e. Divê teqez û teqez ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî bi tenê riyek heye û ew jî tiştên ku me di beriyê de jî gotibû xebatên antî-Darwînîst û antî-materyalîst in.

sevgi ve sevgisizlik

İnsanları sevgisizleştiren ve dünyayı kapkara bir mekana çeviren Darwinist komünist zihniyet, anti-Darwinist faaliyet sonucunda, yerini bütün yüzlerin güldüğü, apaydınlık, sevgi, neşe ve huzur dolu bir dünyaya bırakacaktır. İnsanlar artık aldatılmayacak, barışın ve güvenliğin asıl yaşanması gereken hayat şekli olduğunu anlayacaklardır.

Hin mirov di heyama me de ber riya çareseriyê ku dê teqez encamê bide disekinin. Ev tiştekê pirr ecêb e. Ji ber  ku bi eqilane û ji dil li vê pirsgirêkê nanêrin, guh nadin çareseriya ku  pêşkeşî wan tên kirin. Fikra xebatên antî-Darwînîst û antî materyalistê bi awayekî amade hatiye danîn ber wan û ev çareseriyekê pirr girîng û pirr mezin e. Çareseriyek wiha bikarnayînin, ber vê fikra girîng disekinin û piştre bi rêbazên beredayî û serneketî, bi polîtîkayên aware hewl didin ku çareseriyê pêk bînin. Ev nişan dide ku ev kes ne ji dil in. Ji xeynî rêbaza tekoşîna zanistî ya li dijî terorê tu rê û rêbaz tune. Di holê de bobelatek mezin heye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê rê û rêbaz  bi awayekî berfireh hatiye nîşan dan lê ber vê fikre disekinin û ev yek qebul nakin. Ev jî tê wateya ku bi destê xwe dinyayê radestî terora komunîzmê dikin. Yên ku naxwazin çareseriya terorê bibînin, dikevin bin vê barê giran jî û berpirsyarî dikeve ser milên wan.

Piştî Xebatên Antî-Darwînîst "Yekitiya Tirk û Îslamê"

Birayên me Kurd yên ku  li herêma başurê rojhilat dijîn,  pirr oldar, pirr durist û xwediyê ehlaqekî mezin in. Divê demek kurt de ber terorîstên komunîst bê girtin ku ew mirovan netirsînin û gefan li wan nexwin. Ji bo ku ehlaqa wan a baş û pak bê parastin, ji bo ku bikarin bi awayekî ewle û di  nav aramiyê de jiyana xwe bidomînin, divê teqez zihniyetên Darwînîst, Komunîst û materyalist ji wê herêmê bê rakirin û bi awayekî lezgîn divê Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin.

Yekitiya Tirk û Îslamê yekitiya ji hev hezkirinê ye, yekitiya mihabbet û dilan e. Tirkiye di vê yekitiyê de roleke pêşeng û wekî birayê mezin dê bigire ser xwe. Ji bo vê navê vê yekitiyê dê bibe Yekitiya Tirk û Îslamê. Li gor Îslamê tu nijad ji yên din baştir an jî serdest nîne. Ji bo vê jî di nav vê yekitiyê de terma “nijada serdest” dê cîh negire. Welatiyên me yên ku  li Tirkiyeyê dijîn û Tirk in-Kurd,Çerkez, Zaza, Laz, Boşnak, Gurcu, Ereb hwd- di  nav vê yekitiyê de bibin û hemû welatên misilman yên dinyayê û civat jî di  nav vê yekitiyê de bibin.

Yekitî ji bo alema Tirk û Îslamê dê bibe hêzeke mezin. Bingeha vê yekitiyê li ser hezkirina Xwedê, tirsa Xwedê dê bê bibe. Ji bo vê jî heta ku Xwedê nexweze bi tu awayî dê ev yekitî belav nebe û dê xira nebe.

dinlerin birliği
 

Türk İslam Birliği, din, dil, ırk, inanç, kültür, millet ayırımı olmaksızın her bir insanı bağrına basacaktır. Kimse ezilmeyecek, kimseye zulmedilmeyecek, kimse fakir olmayacak, kimse aşağılanmayacaktır. Kardeşlik, barış ve güvenlik Türk İslam Birliği ile dünyaya yerleşik kılınacaktır.

Yekitiya Tirk û Îslamê  pirsgirêkên di navbera welatên Misilman de dê çareser bike û ji bo alema Îslamê dê aştiyê bîne. Ji aliyê din ve ber hemû tevgerên ku dixwazin li dinyayê şer û pevçûn derxin dê bisekine û ji bo wan dê bibe astengiyek. Bi vê awayî bi avakirina Yekitiya Tirk û Îslamê Amerîka, Ewropa, Çîn, Rusya, Israîl bi kurtasî bila Misilman be an jî nebe hemû welatên dinyayê dê bigihîjin hizûrê.  Pirsgirêka terorê dê bidawî bibe, ragihandinên çavkaniyên bin erde û madeyên xaf di bin garantiyê de bin, pergala aborî û civakî dê bên parastin û pevçûnên nav civan û çandan de bi temamî ji holê dê rabin.

Yekitiya Tirk û Îslamê wekî ku cenabê Bedîuzzaman jî diyar dike bi lihevkirina Xristiyan û Cihuyan dê pêk bê. Lîstikên kesên ku dixwestin heta niha tifaqê bixin nav mirovan dê xira bibin û hemû kesên ku baweriya wan hene dê hêza xwe bikin yek û yekitiyê dê ava bikin. Ji bo vê ev yek li ber hemû pergalên komunîst û materyalist yên şaş, wekî hêzeke mezin, di dîroka dinyayê de dê cara ewil pêk bê. Bi vê awayî Yekitiya Tirk û Îslamê ji xeynî Misilmanan Xristiyan û Cihuyan jî di  nav xwe de dê bihewîne û ev ji bo her kesî bibe rizgarî.

Di Yekitiya Tirk û Îslamê de, dilê tu kesî dê neêşe. Tu kes ji ber ol, nijad, reng cermên xwe û baweriya xwe dê neye kuştin. Zilm li tu kesî dê neye kirin, tu kes dê feqîr nemine û bin zordariyê de nebe. Tu kes dê netirse, di hiqûq û edaletê de pirsgirêk dê dernekevin. Bûyerên kuştinên kirkarên wî nediyar dê çênebin. Xîzanî dê nemine, li aliyekê dewlemend, li aliyê din mirovên birçî dê nebin. Bêhêvîdarî ji holê dê rabe, her kes bi awayekî dilxweş, şabûyî û rehetî jiyana xwe dê bidomîne. Tu kes dê cahil nemine, girîngiyeke mezin li perwerdehiyê dê bê dayîn, civatên xwedî çand û perwerde dê bên gihandin.

Yekitiya Tirk û Îslamê aboriyê dê pêş bixe û aborî dê baştir bibe. Di warên aborî, siyasî û çandî de, di navbera welatên dinyayê de dê yekitiyek pêk bê û ji bo ku welatên ku paş de mane pêş bikevin derfetên hewce ji wan re dê bên dayîn. pêşketina aboriyê veberhênanên ji bo zanist û tekolojiyê jî zêdetir bike.bi pêşketina aboriyê asta perwerdehiyê jî zêde bibe  civak bi her awayî dê pêş bikeve.

teknoloji, şehir
 

Türk İslam Birliği, Asr-ı Saadet'den beri dünyanın görmediği bir ekonomik refah getirecektir. Bütün dünya zenginleşecek, ticari hareketlilik çok artacaktır.

Bi saya bazareke hevpar ya ku dê bê avakirin bêyî astengên wek kota û gomrikê ber û berhem bi awayekî hêsan dê bikaribin bên şandin bazarên welatên din. Qada bazarê dê firehtir bibe, para bazarê ya hemû welata dê zêde bibe, derfirotin dê zêde bibe, ev yek pêvajoya pîşesazbûnê ya li hemû welatan bileztir bike, bi pêşketina aboriyê teknolojî jî dê pêş bikeve.

Qeyranên aboriyê dê ji holê rabin. Ji bo vê ev yek tesîrê bide hemû dinyayê. Hemû dinya dê dewlemend bibe û tevgerdariyên bazirganiyê dê zêdetir bibe.

Di vê çarçoveyê de wezîfeyek mezin dikeve ser milên Gelê Tirk. Wezîfeya Tirkiyeyê ew e ku bibe rêberê alema Tirk û Îslamê  ku hizûr, aramî , bereketê bîne hemû dinyayê. Rêbertiya alema Tirk û Îslamê ji bo Tirkiyeyê di dîroka dinyayê de yek ji wezîfeyên herî girîng e. YEK JI WEZÎFEYÊN HERÎ GINRÎG YÊN GELÊ TIRK EV E. Yanê wezîfeya Gelê Tirk ne bi tenê xilaskirina Tirkiyeyê ye,  xelaskirina hemû welatên dinyayê  ye ku aştî û aramî bîne dinyayê.

Yekitiya Tirk û Îslamê Ji Bo Birayên Me Yên Kurd Dê Çi Bîne?

Dema behsa Yekitiya Tirk û Îslamê tê kirin hin kes bi cahilane dibêjin “ Ma Kurd di  nav vê yekitiyê de dê cîh negirin?” Sedema vê pirse ew e ku ew kes bi awayekî baş armanc û hedefên vê yekitiyê fehm nekirine.

Dema Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin yek ji civakên ku di  nav vê yekitiyê de cîh bigirin, birayên me yên Kurd dê bibin.

kürt halkı
 

Türk İslam Birliği'nin içinde ilk yer alacaklar Kürt kardeşlerimiz olacaktır. PKK'nın onlara yıllardır empoze etmeye çalıştığı ikinci sınıf vatandaş yakıştırmasından ve PKK baskısından kurtulacak ve kardeşçe, huzur, bolluk ve refah içinde yaşamanın güvenliğini tadacaklardır.

Birayên me yên Kurd, him bi nasnameyên xwe yên Tirk him jî bi nasnameyên xwe yên Misilman ve ji xwe di  nav vê yekitiyê de ne. Ev tiştên ku tên gotin, wekî her dem ji bo ku birayên me yên Kurd ji me cuda nişan bidin tên gotin. Ev zihniyeteke şaş e. Divê em teqez desturê nedin van gotinan. Em hewl û xebatên ku dixwazin nifaqê bixin navbera Tirk û Kurdan pûç derxin.

Yekitiya Tirk û Îslamê  ji bo ku birayên me yên Kurd jî bigihîjin hizûrê, ji rêxistina cudaxwaz PKKê xilas bin û bi awayekî aram jiyana xwe bidomînin, çareseriyek e. Niha armanca rêxistina teror wekî me li jor jî bi awayekî berfireh qal kir ew e ku dixwazin bi gotina dewlet avakirinê wan bixapînin, di nav sînorên biçûk de ew qontrol bikin û bi vî awayî bikaribin li gor dilê xwe wan bikarbînin û zehmetî bi wan bidin kişandin. Ji xwe zihniyeta komunîst ji xeynî vê tu tişt neaniye ji bo gelê xwe û dê neyine jî.

güzel hayat, mutluluk, Türk İslam birliği

Türk İslam Birliği'nde sınırlar yalnızca sembolik olarak varlığını sürdürecektir. Devletler ve politik idareler olduğu gibi kalacak, fakat sınırlar sevgiye ve dostluğa açılan kapılar olacaktır.

Yekitiya Tirk û Îslamê dê  ew lîstikên  qirêj xira bike ku rêxistina cudaxwaz li ser birayên me yên Kurd dilîze. Ewilî dema ku Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin talûkeya PKKê dê  bikeve nav rûpelên dîrokê û ji wê dê tu tişt nemîne. Tevgera PKKê ku bi tesîra dîktatoriya Darwînîzm û belavbûna Misilmanan xwe niha xurt dibîne,  li hemberê yekitiyeke wiha dê pirr bitirse. Dema Yekitiya Tirk û Îslamê  bê avakirin, êdî dê hewce nemîne ku metodên tirsandina rêxistina teror a komunîst, xebatên bo qanîkirinê û tekoşîna bi çek a li dijî wan bên kirin. Bi avabûna Yekitiya Tirk û Îslamê rêxistina terorê di nav çend saetan de ji wê herêmê DÊ BI DAXWAZA XWE VEKÊŞE Û BIÇE. Gefa rêxistina cudaxwaz û komunîst PKK ji nişkave ji holê dê rabe.

Niha PKK dixwaze ku birayên me yên Kurd di nav axake biçûk de bigire û zorê bide ser wan. Yekitiya Tirk û Îslamê  dê vê lîstîkê xira bike. Birayên me yên Kurd di  nav axeke biçûk de ji wê zordariyê dê bifilitin û dê bikaribin berê xwe bidin hemû dinyayê. Wekî ku tê zanîn dema Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin sînor dê bibin wek sembolekî. Welatên ku dê bikevin bin bana  Yekitiya Tirk û Îslamê gerên xwe bi wîze an jî pasaportê na, bi tenê bi nasnameyên xwe dê bikin. Dewlet û birêvebirinên polîtîk dê wekî xwe dîsa bimînin lê sînor dê bibin deriyên ku ji bo jihevhezkirinê û dostaniyê vedibin. Gavên ewil niha hatine avêtin. Di navbera welatê me û gelek welatan wîze hatine rakirin. Bi çend welatan re sepandina pasaportê jî hatiye rakirin. Ev mizginiya ber bi Yekitiya Tirk û Îslamê ye.

Sînorên Yekitiya Tirk û Îslamê ji bo ku hemû dinyayê di  nav xwe de dihewîne, birayên me yên Kurd di  nav vê Yekitiyê de heke bixwazin li ser axên xwe dê jiyana xwe bidomînin, heke bixwazin, dê bikaribin biçin welatên din jî, beyî pirsgirêk dê bikaribin li gor dilê xwe bigerin.

dindar, Kuran okuyan çocuk
 

Türk İslam Birliği, PKK'nın kirli oyunlarını bozacak, necip, değerli, Müslüman Kürt kardeşlerimiz dünyanın her yerine açılabilecek, diledikleri gibi yaşayacaklardır.

Yekitiya Tirk û Îslamê dê  ew lîstikên  qirêj xira bike ku rêxistina cudaxwaz li ser birayên me yên Kurd dilîze. Ewilî dema ku Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin talûkeya PKKê dê  bikeve nav rûpelên dîrokê û ji wê dê tu tişt nemîne. Tevgera PKKê ku bi tesîra dîktatoriya Darwînîzm û belavbûna Misilmanan xwe niha xurt dibîne,  li hemberê yekitiyeke wiha dê pirr bitirse. Dema Yekitiya Tirk û Îslamê  bê avakirin, êdî dê hewce nemîne ku metodên tirsandina rêxistina teror a komunîst, xebatên bo qanîkirinê û tekoşîna bi çek a li dijî wan bên kirin. Bi avabûna Yekitiya Tirk û Îslamê rêxistina terorê di nav çend saetan de ji wê herêmê DÊ BI DAXWAZA XWE VEKÊŞE Û BIÇE. Gefa rêxistina cudaxwaz û komunîst PKK ji nişkave ji holê dê rabe.

Niha PKK dixwaze ku birayên me yên Kurd di nav axake biçûk de bigire û zorê bide ser wan. Yekitiya Tirk û Îslamê  dê vê lîstîkê xira bike. Birayên me yên Kurd di  nav axeke biçûk de ji wê zordariyê dê bifilitin û dê bikaribin berê xwe bidin hemû dinyayê. Wekî ku tê zanîn dema Yekitiya Tirk û Îslamê bê avakirin sînor dê bibin wek sembolekî. Welatên ku dê bikevin bin bana  Yekitiya Tirk û Îslamê gerên xwe bi wîze an jî pasaportê na, bi tenê bi nasnameyên xwe dê bikin. Dewlet û birêvebirinên polîtîk dê wekî xwe dîsa bimînin lê sînor dê bibin deriyên ku ji bo jihevhezkirinê û dostaniyê vedibin. Gavên ewil niha hatine avêtin. Di navbera welatê me û gelek welatan wîze hatine rakirin. Bi çend welatan re sepandina pasaportê jî hatiye rakirin. Ev mizginiya ber bi Yekitiya Tirk û Îslamê ye.

Sînorên Yekitiya Tirk û Îslamê ji bo ku hemû dinyayê di  nav xwe de dihewîne, birayên me yên Kurd di  nav vê Yekitiyê de heke bixwazin li ser axên xwe dê jiyana xwe bidomînin, heke bixwazin, dê bikaribin biçin welatên din jî, beyî pirsgirêk dê bikaribin li gor dilê xwe bigerin.

Bêguman Xwedê ji ew kesên ku ji bo riya wî ketine milên hev, mîna avahiyeke rêz bûne û tekoşînê didin hez dike (Saf Suresi, 4)

 

5 / total 6
You can read Harun Yahya's book Xetereya Kurdistana Komunîst online, share it on social networks such as Facebook and Twitter, download it to your computer, use it in your homework and theses, and publish, copy or reproduce it on your own web sites or blogs without paying any copyright fee, so long as you acknowledge this site as the reference.
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top