< <
6 / total: 6

Encam

Di dîroka dinyayê de tu caran hingê îdelojiya komunîmê tu caran felsefeyekê deccalî ewqasî tesîrê nedaye ser civakên mezin. Ev felsefeyekê wisa ye ku alema Îslamê jî ya Xristiyan û Cihuyan jî, putperest, ateîst, Budîst bi kurtasî hemû dîn, hemû çand û hemû baweriyan girtiye bin tesîra xwe û tu kes nekariye ber îdeolojiya komunîst bigire.

Îdeolojiya komunîzmê ji roja ku derketiye heta niha bênavber habûna xwe domandiye. Hin caran derketiye pêş û desthilatiyê girtiye destê xwe, hin caran  gavek paş ve avêtiye û bi awayekî veşartî xebatên xwe domandiye lê tu caran nekarîne ji holê rakin. Him di sedsala 20. de, him jî di sedsala ku em tê de ne de ku tesîrê deccal ji aliyê hemû dinyayê ve tê dîtin, bûye heyama ku îdeolojiya xwînxwar xebatên xwe bi hovane û bi tundî nişan daye. Gelek welatên dinyayê an bi awayekî eşkere an jî bi awayekî veşartî radestî îdeolojiya komunîzmê bûne. Îdeolojiya Darwînîzmê ku bingeha komunîzmê pêk tîne jî li hemû welatan bûye îdeolojiya fermî. Ev welat li aliyekê rexne dibin ser komunîzmê lê li aliyê din jî Darwînîzma ku komunîzmê xwedî dike li dibistanên xwe mîna ku rastiyên zanistî ye hînî zarokên xwe dikin. Zarokên ku bi perwerdehiya Darwînîzmê mezin dibin, pirr hêsan derbasî zihniyeta materyalist û komunîzmê dibin û bi vî awayî birêvebirên welatan her tim bi destên xwe mîlîtanên komunîst yên nû digihijînin.

Vaye ji ber van sedeman di sedsala ku em tê de ne de, di axîrzemanê de nîşaneyên herî mezin ku Pêxemberê me Hz Muhammed dibêje pêk tên, dinya di  nav herc-û merc de ber bi bobelat û keresatê ve diçe. Rêvebirên dewletan fermanên wisa didin ku gelê xwe qir dikin, dewlet her roj bi gefên moşekên nukleerê hişyar dibin, li ser hev êrîşên terorî pêk tên, êrîşên ku kengî ji aliyê kê ve bê nediyar e çêdibin û mirov ji ber van dikevin nav tirs û xofê. Li kûçe û kolanên dewletên Misilman cendekên leşkerên ciwan, dayik û pitikan tîjî bûne û hemû dinya hemû ev tiştên ku li rexekê bes temaşe dikin. Navê vê nexweşiya ku dinyayê girtiye komunîzm e û komunîzm her ku diçe mezintir dibe û hêdî hêdî qontrola hemû dinyayê digire destê xwe.

pembe çiçek

Kesên ku  li van bûyeran dinêrin, kesên ku dibêjin “ li dinyayê hêj komunîzm heye?”, “ yên ku ji komunîzmê bawer dikin hêj mane?” xwe xistine nav dinyayekê biçûk  û yên ku nabînin dinya ber bi kerasateke mezin ve diçe berpirsiyarên vê xirabiyê ne. Sedemên tundî û hovîtiyê ev qas eşkere ye û hemû çareseriyên ku ji bo rakirina vê talûkeya mezin bi awayekî zelal û berfireh hatine diyar kirin. Kesên ku li hemberê vê tiştekê nakin, di cihê xwe de disekinin an jî bi zanayî piştevaniya pergala Darwînîzm û komunîzmê dikin, berpirsiyariyên şehîdên me û şehîdên welatên din ên Misilman jî digirin ser xwe. Misilmanên rasteqîn, bi hêsanî radestî pergala komunîzmê ku dinyayê girtiye bin qontrola xwe nabin, wekî mirovên beredayî li hemberî bûyerên xirab bêdeng namîne û nakeve bin bana desthilatdariya xwînxwar. Ev bes karê ew kesên beredayî û evare ye ku tu bawerî, doz û îdeolojiya wan tune, bê hêvî bi tenê dixwin vedixwin û wisa jiyana xwe didomînin.

Dibe ku pergala komunîzmê li giştiyê dinyayê îdeolojiyek xurt bibe. Lê ev îdeolojiya derew û sexte bi baweriya rastiyê ve pirr hêsan e ku ji holê bê rakirin. Lewma hemû pergalên hizrî, hemû felsefe û bawerî teqez di qontrola Rebbê me yê Mezin de ye û bi fermana Xwedê “Bibe” ve xira dibe diçe. Lê Xwedayê Mezin dixwaze ku Misilman bibe sedema ji holê rabûna îdeolojiya komunîzmê ku dinyayê kirine wek gola xwînê.    Ji bo vê Misilman:

  • Divê bi baweriyekê xurt xwe bi Xwedê ve girêbidin,
  • Divê Yekitiya Îslamê bê avakirin, divê cudatiyên di nav Îslamê de bê bidawî kirin,
  • Divê li giştiyê dinyayê xebatên zanistî yên antî-Darwînîst bê kirin ku îdeolojiya Darwînîst û materyalîzmê ji holê rabe,
  • Divê li hemberê îdeolojiyên batil bibin yek,
  • Divê fermanên Quranê ku ji hev hezkirin, biratî û hizûrê dixwaze bi cîh bînin.

Divê ev jî neyê jibîrkirin, fitne, fesadî û belayên herî mezin yên li ser dinyayê ji ber  ku Misilman nabin yek pêk tên. Xwedê cudatiyên di  navbera Misilaman de wek sedemên fitne û xirabiyan daye zanîn.

Yên ku înkar dikin mezinên hev in. Heke hûn ev nekin( alîkarî nedin hev û nebin heval) li ser rûyê dinyayê fitne û xirabiyên mezin dê pêk bên. (Sureya Enfalê,73)

Kesên ku  li çar aliyên dinyayê bêyî ku haya wan ji zilman hebin jiyana xwe didomînin, li malên xwe li televîzyonê dinêrin û şorbeyên xwe yên kel vedixwin, bi tenê dikevin pêy pere û rehetiyê û dibêjin “ derdê her kesê ji xwe re ye” divê jibîrnekin ku dema îdeolojiya ateîst û Darwînîstê ser dinyayê gitibe û ev kes li dijî vê tekoşînê nekin li gor vê ayeta Xwedê dibin sedema fitne û xirabiyên li ser dinyayê. Xwedayê Mezin ji Misilmanan dixwaze ku “bibin yek” û bê guman yekitiya Misilmanan ku wekî birayên hev bi hemû derfetên xwe hev digirin û ji bo Xwedê hewl û xebatan dikin dê xurttir bike. Di ayetekê din a Rebbê me de dibêje Bêguman Xwedê ji ew kesên ku ji bo riya wî ketine milên hev, mîna avahiyeke rêz bûne û tekoşînê didin hez dike.”(Sureya Saffê, 4) Yekitiyeke wiha dê teqez biserkeve û serfiraz bibe. Îdeolojiya Darwînîzm û komunîzmê ku heta niha ji xwe re qadeke vala dîtiye û bi tu bawerî û îdeolojiyê nekariye bê sekinandin,  piştî 5 hezar salan cara ewil bi îman û baweriyeke rasteqîn dê têk biçe û ji hole rabe. Ji bo vê hewce ye ku Misilman her tim bi bawerî, wêrek, ji Xwedê yeqîn bin û her tim di  nav yekitiyê de tevbigerin. Bê guman hemû hêz û qudret  yên Xwedê ne û helbet Xwedê baweriyên batil ji hole rake û ehlaqa Îslamê dê bîne ser rûyê dinyayê.

Xwedê ji ew kesên ku di nav we de ye û tiştên baş dikin re waat kiriye: bê guman çawa hêz û desthilatdariyê dabe yên beriya wan, hêz û desthilatdariyê dê bide wan jî. Olên ku ji bo wan bijartiye û ecibandiye dê bîne û ji bo wan jî piştî tirs û qîsawetan ewlehiyê bîne. Ew bi tenê ji min re teet dikin û j imin re şîrkê nakin.

dua eden çocuklar

Allah, içinizden iman edenlere ve salih amellerde bulunanlara va'detmiştir: Hiç şüphesiz onlardan öncekileri nasıl 'güç ve iktidar sahibi' kıldıysa, onları da yeryüzünde 'güç ve iktidar sahibi' kılacak, kendileri için seçip beğendiği dinlerini kendilerine yerleşik kılıp sağlamlaştıracak ve onları korkularından sonra güvenliğe çevirecektir. Onlar, yalnızca Bana ibadet ederler ve Bana hiçbir şeyi ortak koşmazlar. Kim bundan sonra inkar ederse, işte onlar fasıktır.
(Nur Suresi, 55)

 

Sen Yücesin,
bize öğrettiğinden başka bizim hiçbir bilgimiz yok.
Gerçekten Sen, herşeyi bilen,
hüküm ve hikmet sahibi olansın.
(Bakara Suresi, 32)

 

6 / total 6
You can read Harun Yahya's book Xetereya Kurdistana Komunîst online, share it on social networks such as Facebook and Twitter, download it to your computer, use it in your homework and theses, and publish, copy or reproduce it on your own web sites or blogs without paying any copyright fee, so long as you acknowledge this site as the reference.
About this site | Make your homepage | Add to favorites | RSS Feed
All materials can be copied, printed and distributed by referring to this site.
(c) All publication rights of the personal photos of Mr. Adnan Oktar that are present in our website and in all other Harun Yahya works belong to Global Publication Ltd. Co. They cannot be used or published without prior consent even if used partially.
© 1994 Harun Yahya. www.harunyahya.com - info@harunyahya.com
page_top