KU.HARUNYAHYA.COMhttp://ku.harunyahya.comku.harunyahya.com - Gotar - Pêvekên DawîkuCopyright (C) 1994 ku.harunyahya.com 1KU.HARUNYAHYA.COMhttp://ku.harunyahya.comhttp://harunyahya.com/assets/images/hy_muhur.png11666Jîna di Axê deJi bo demekî bifikirin ku, ev dunyaya hûn lê dijîn ji niha gelek cûdatir e. Bila şertên atmosferê wek aniha bin, lê bila li ser rûyê erdê ax tune be. Şûna axê bila erdekî ripîrast, reş û zuha hebe. Rûerdekî ku li tu tişt nagihîje û tu candar lê najî....Ji bo xwe xwadikirinê tu tişt tune ye.Hûn erdê bikolin jî, biçinin jî tu berekê nade. Li der û dorê tu gir, çiya û behr tune ye.

Heke hûn li dunyayeke weha bijiyana, pirseke wek ‘çima ji vê axê fêkiyên bîhn xweş û bi av, sebzeyên ji hevûdu bi tamtir û cûr bi cûr êmîş dernakevin’ wê tu carî nehata hişê we. Lewra, ji ber ku, we di jiyana xwe de tiştên wisa qet nedîtine, we yê qet nizanibûya ku ji erdê berên wisa derdikevin. Vaye girîngiya axa ku her roj em pêl dikin û derbas dibin. Gava mirov tunebûna wê difikira girîngiya wê baştir tê fêmkirin. Rebbê me yê mezin, di Sureya Kehf de dide zanîn ku, eger bixwasta dikaribû rûyê erdê bikira derekî zipûzuha û bêweç (çorax-şorax):

‘Bi rastî em dikarin yên li ser (rûyê erdê) bêweç (çorax-şorax)’. (Sureya Kehf, 8)

Em ê di vê fîlmê de mucîzeya axa em li ser dijîn lêbikolin û em ê bibînin ku, Rebbê me yê mezin, hemû tiştan di dema dixwaze de bi awayekî bêemsal diafirîne, bi çengek axa em ser re derbasdibin û diçin ve, delîlên hebûna xwe û afirîneriya xwe ya bêemsal nîşanî me dide.

Heke maddeyeke wek axê li rûyê erdê tunebûya, rûyê erdê wê di warî estetîkê de cîhekî kirêt û ne xweşik bûya. Ji ber tunebûna axê wê tu dar û nebat negîhana û rûyê erdê wê bi tenê kevir û zinar bûna. Ji vana jî girîngtir, heke li rûyê erdê ax nebûya, ji bo candar jiyana xwe bidomînin, wê çavkaniya xwexwadîkirinê tunebûya. Lê bi sala lutf û rehmeta bê dawî ya Rebbê me, dunyaya em li ser djîn bi vî awayî hatiye afirandin. Xwedayê me, axa di nav xwe de gelek bereketan dihewîne xistiye xizmeta însanan û bi hezaran bêrên cûda cûda ji axê derxistiye. Nametên ku Xwedê bi axê daye însanan bi jimarê naqedin. Ax depoyeke adanêye ku zindîbûnê dide bi hezaran nebatan û dewlemendiyeke xwezayî ya li ser rûyê erdê ye.   Bi hezaran cûre fêkî û sewze... Hemû ji heman axê derdikevin, lê şikl, tam û bîhna wan ji hevûdu cûdatir e. Her çiqas çop li ser bên rijandin jî, bi milyonan candar li ser bimirin û birizin jî, li ser rûyê erdê maddeyeke din ya wek axê tuneye ku, di nav xwe de berên xwedî tam û rengên cûda, çavkaniya avên paqij derbixe. Bi karanîna teknolojiyê ve jî çêkirina maddeyeke weha ne mumkun e.

Ev hemû delîlên mucîzeya axê ne  ku; li ser rûyê erdê berdewamiya jiyanê pêk tîne û wek maddeyeke bêmsal hatiye afirandin e. Xwedê di Quranê de, dide zanîn ku ax ji bo însanan delîleke girîng ya afirandinê ye û weha dibêje:

Axa mirî ji bo wan ayetek e; Me ew vejand, ji wê toxim derxist û bi vî awayî wê dixwin. Me li wir ji xurmeyan û rezên tiriyan baxçe çêkirin û di nav de kanî pijiqandin: Ji bo ji berên wan û ji yên bi destê xwe çekirine bixwin. Ma dîsa jî şukir nakin? (Sureya Yasînê, 33-35)

Mûcizeya Têkilhevbûyî Ya Rûyê Erdê Dorpêçkiriye: Ax

Li berevaciyê xuyanga wê ya sade, ax xwedî taybetiyeke bi kompleks e û di nav xwe de sazûmaneke ekolojîk ya qeresa dihewîne. Di nav axê de, mîneralên cûr bi cûr, maddeyên wek oksîjen, av, hûmûs û bermayiyên nebat û heywanan hene. Ji bilî van, aliyekî zindî yê axê jî heye, maddeyên taybetiya axê didinê di vî beşî de ne.  Em dikarin madde û elementên ji encama xebata kîmyevî ya bakterî û organîzmayên piçûk derdikevin holê jî bijimêrin. Ax mucîzeyeka ji têkilheviya gelek elementên cûda, maddeyên kîmyevî û organîzmayên piçûk ve pêk hatiye ye. Element û organîzmayên bi tena serê xwe  bê bandor in, bi hatina cem hev ve him ji bo me, him jî ji bo hevkêşiya ekolojîk, maddeyeke girîng û jîyanî derxistine holê. Ji bo ku ax bi fêde û bi bereket be, him hebûna maddeyan him jî pivana wan a di axê de, bi avayekî taybet hatine afirandin. Dermanên ku ji bo nexwaşiyên me baş bikin hene bigrin ber çav. Hemû ev derman bi têkilhevkirina hin maddeyên ji hevûdu cûdatir tên çêkirin û hêvî ew e ku bandoreke erênî li tenduristiya însanan bikin. Ji bo vê gelek pispor, bi mehan hetta bi salan dixebitin û hewl didin ku ji bo tenduristiya însanan dermanê herî baş çêbikin. Çawa ku di çêkirina dermanekî de gelek maddeyên kîmyevî li gor zanînekî tên bi karanîn, axa ku çavkaniya xwe xwadîkirina hemû candaran e jî, bi saya ilma bilind, bi hatina cem hev ya element û organîzmayên piçûk ve hatiye afirandin.

Ji bilî vê, her çiqas derman bi destê însanan tên çêkirin jî, ne mumkun e ku însan çengek axa bi bereket çêbike. Li gorî hesabên zanistî, ji bo pêkhatina axa di kûrahiya santêmekî de, divê nêzî 150 û 350 salan dem derbas bibe. Di nav şertên herî baş de jî, axeke li ser çandinî bê kirin di bîst hezar salan de dikare çêbe.

Hemû ev agahî bi me didin zanîn ku, ax bi tesadufî derneketiye holê û bi îlim û qudreta xwe ve encama afirandina Xwedê ye.

Bi tenê rijandina avê jî têr dike ku ji axê gelek nebat zîl bidin. Li rûyê dinê her sal bi destxistina milyonan ton sewze, fêkî, dar û nebatan jî di derbarê zêdebûna tevgerên kîmyevî de fikrekî dide me. Bi tenê tefekur kirina vê rastiya nûwaze jî, wesileyeke baş e ku însan îlim, qudret û rehma Xwedê bişêkirîne. Xwedê di ayeteke Quranê de wisa xeberê dide:

Ma nabînin; em avê didin ser axa çorax ku ziyanan lê şîndikin; Ji wan ew û heywanên wan dixwin? Dîsa jî nabînin? (Sureya Secdê, 27)

Naveroka Axê Ji Bo Jînê  Gelek Kêrhatiye

Ax, ji parçeyên di mezinahiyekî de ne û mezeloqî ne pêk tê. Di navbera van parçeyan de hêza zeliqînê wisa zêdeye ku, bi tenê quweteke mekanîn bê bi karanîn dikare wan ji hevûdu veqetîne. Li gel vê, hin parçe di axê de hene ku bi temamî bi hev ve zeliqîne û ji hev veqetandina wan ne mumkun e. Ev parçeyên di rewşa axê de kom bûne, taybetiya bingehîn ya axê pêk tînin û di nav pergalekê de, di axê de rêz dibin. Ev parçe bi hev re dibin yek an jî, bi hevûdu ve dizeliqin û beşên bingehîn yên axê an jî teneyên mezintir yên axê pêk tînin. Helbet pêkhatina vê karekî pir bi kompleks e û bi encama gelek têkiliyên kîmyevî derdike holê.

Bi hev ve zelliqîna parçeyên axê û bi tu avayî ji hev veneqetîna wan, dibe sedem ku ax nebe maddeyeke sist û xwe ranegirtî. Ax ji ber vê taybetiya xwe, li hember tûndiyên der ve xwe ji belavbûn û hincirînê diparêze. Bi hêsanî çandiniya axê, karanîna wê ya di alavên avahiyan de, li ser bi rehetî meş, girtina wê ya koka darên qerase û nebatan jî ji ber vê taybetmendiya wê ye.  Rebbê me yê mezin ku hemû tişt bi hurgulî û bê qisûr afirandiye, ji bo ku însan û hemû candar bi hêsanî ji axê fêde bigrin, ax bi vî taybetmendiyê afirandiye. Di ayeteke Quranê de, bê qisûr û herî xweşik afirandina her tiştî weha tê vegotin:

Ew Xweda ku afirîner e (bi avayê herî xweşik) Yê ku bê qisûr dixûliqîne ye, Yê ‘şikil û sûret’ dide ye. Navên herî xweşik yê Wî ne. Hemû tiştên li ser rûyê erdê û asîmananin, ji Wî re tesbîh dikin. Ew Ezîz û Heqîm e. (Sureya Heşrê, 24)

Di Bin Erdê De Labaratuwara Qerase Ya Ji Bo Me Dixebite

Ax bi tenê ji maddeyên organîk û parçeyên axê pêk nehatiye. Organîzmayên piçûk yên di axê de dijîn, parçeyên girîng yên vê pergalê ne. Wek nimûne, di kevçiyek ax de, çar hezar cûre organîzmayên piçûk hene. Zêdebûna organîzmayên piçûk yên di axê de, hin devgerên wan ên kîmyevî ji bo bereketa axê roleke mezin dilîzin. Ev candar di axê de bermayiyên nebat û hewwanan ji hev vediqetînin û bi vî avayî him hewcedariya xwe ya enerjiyê pêk tînin, him jî ji bo xwedîbûna nebatan, maddeyên hewce derdixin holê. Lewra dewlemendiya di nav bermayiyên nebat û heywanan, bi taybetî jî hevrebûnên bi nîtrojen û mîneral, ne di wê astê de ne ku nebat heman bikaribin bi kar bînin.  Lê ev pirsgirêk ji aliyê organîzmayêm piçûk ve tê çareserkirin û ji ber ku ax dewlemendtir dibe, bereketa wê jî zêde dibe. Di nîsareke zanistî ya ji aliyê ‘Enstîtuya Çandinî û Çavkaniyên Xwezayî’ ya Zanîngeha Nebraskayê ve hatiye nivîsîn de, di derbarê ev candar bereketa axê bi kîjan riyan ve zêde dikin weha tê vegotin:

Heman di bin lingên me de dunyayeke din heye. Gava li ser ekosîstema axê hêdî hêdî tê fikirîn, jîna veşarî ya organîzmayên piçûk yên axê, wê him hawirdorê xweştir bike û him jî berên çandiniyê jî zêdetir bike. Ev niştecîhên aram yên axê, yên nayên dîtin, pêkhatina axa baş û ji bo çêbûna nebatan wezîfa motora saziyên kompleksa ku ji wan re pêwîstin bê kêmasî dikin.  Wek mînak, bermayiyên nebatan veduguherînin gubrê, çêkirina gelêşê (hûmûsê), eyarkirina hewcedariya avê ya nebatên çandiniyê û ji bo nebatan zêdekirina nerxa adanan, hemû van karan ji bo parastina hevkêşiya ekosîstemê ev organîzmayên piçûk dikin. ("Understanding Soil Microbes Could Help Agriculture, Environment", University of Nebraska, Institute of Agriculture and Natural Resources, Mart 25, 2003)

Hebûna van candarên ku bi çavan nayên dîtin û wek kîmyagerekî tevdigerin û karên ku axê bi berekettir dikin, helbet bûyereke mûcîze ye. Kîmyagerekî ku bi salan perwerde dibê jî hin caran xeletiyan dike an jî xwe şaş dike, lê ev candar ji roja hebûne vir ve bê xeletî berpirsiyariyên xwe bi cîh tînin û ji bo fêkî û sewzeyên em dixwin, adanên hewce dikin hildiberînin.

Eşkereye ku, Rebbê me yê mezin van candaran bi zanîn û taybetiyên ku hewcene ve diafirîne û bi van candaran ve axên em li ser dijîn bi bereket kiriye û ji gelek nametên bê jimar yên cûr bi cûr ve rizqê me dide. Bê şik ev nameteke mezin e. Nebatên ku ji axê derdikevin, her çiqas hemû ji heman avê tên avdan, li ber tîrêjên heman tavî fotosentezê dikin, heman hewayî bi kar tînin jî, şikil, tam û qîmete adana wan ji hevûdu cûdatir e. Gava hinekî li ser bifikirî, heman ferq dikî ku ev rewşeke bê hempa ye. Ax heman wek ‘têkilheviyeke bi sêr’, toxim, av, hewa û tavê demek paşê veduguherîne sêv û mûzeke bi tam û kulîlkeke bîhn xweş.

Di ayeteke Quranê de ev taybetiya axê weha tê vegotin:

Li ser rûye erdê parzemînên cîranê hev henin; rezên tiriyan, çandinî, xurmeyên bi çetel û bê çetel henin ku, ev bi heman avî tên avdan; lê em di berên wan de (di bereket û tamê de) hinekan li ser yên din re digrin. Bê şik di vî de, bi rastî ji bo civatên aqilê xwe bi kar tînin ayet henin. (Sureya Radê, 24-32)

Rebbê me yê xwedî rehmeke bê dawi ye, ax kiriye wesîle û bi riyeke nûwaze nametên ku ji bo ebdên Wî tam û kêfê jê bigrin gîhandiye wan. Di ayeteke din de jî Xwedê dibêje ‘Me erd kola û kola’ û bi vî avayî balê dikişîne ser ku ax bi taybetiyeke bi bereket hatiye afirandin:

Bila însan bala xwe bidin tiştên dixwin; Bê şik me av bê navber herikandin, paşê me erd kola û kola. Bi vî awayî me ji wê toxim derxistin. Tirî, once, zeytûn, xûrme, baxçeyên xwedî darên qama wan bi hevûdu re ketine lecê. Mêrg û fêkî. Ji bo ji we û heywanên we re bi kêr (bibe mal) be. (Sureya Abeseyê, 24-32)

Ava Paqij a Em Vedixwin Ji Nav Axê Tê

Qismek ji ava baranê car din tevî behrê û deryayan dibe. Qismek jî di axê de dimîne. Bi saya hêza mêtinê ya axê barana ku dikeve axê, ber bi tebeqeyên jêr diherike. Av gava rastî tebeqeyeke ku av mikare jê re derbas bibe tê, disekine û bi barana domdar ve jî ava li wir zêde dibe. Piştî demekê ava wir têra xwe zêde dibe û ji bo ji vî cîhê ku lê kom bûye derkeve ji xwe re riyekê digere. Bi saya hêza xwe ya çewsandinê, ji cîhekî qels yê axê re, ji xwe re riyekî dibîne û derdikeve ser rûyê erdê. Sedemê fişkiniya bîran jî ev hêza zêde ya avê ye. Xwedê di ayeteke Quranê de, pêkhatina çavkaniyên avê yên ji avên dikevin bin axê ve çêdibin weha xeber dide;

Ma nabînî; bi rastî Xwedê, ji ezmanan av hanî xwarê û ew ber çavkaniyên bin erdê ve herikand. Paşê bi wê ve çandiniyên reng bi reng derxist. Paşê zuha dibe, tu wê zerbûyî dibînî. Paşê jî wan dike bermayiyên hişkbûyî. Bê şik, di vê de ji bo kesên xwedî aqil derseke wek şîretê heye. (Sureya Zumer, 21)

Baş e, çawa dibe ku ji axeke bi herî de aveke pağıj û zelal derdike? Ava ku ji axa gelek maddeyên bermayî tê de cîh digrin derdike, eşkere tecelliya rehma Xwedê ya li ser însanan e. Xwedê, qûm, kîl û xîçên di axê de bi awayekî wisa bê qisûr rêzkiriye ku, ev rêzkirin wek ‘parzûnekê’ dixebite, ava dikeve axê parzûndike û ji parçe û bermayiyan paqij dike. Yanî ax, ava nav xwe de qirêj naqe, bervacî vê, wê avê paqıj dike.

Hin caran germa ava diçe kurahiya axê zêde dibe û ji ber vê jî mîneralan dihelîne û tev li xwe dike. Di encama vê de jî germav derdikevin holê. Îro hatiye îspatkirin ku, germav ji gelek nexwaşiyên derman wan baş nakin re dibe şîfa. Bê şik, hemû ev bûyer di axê de mucîzeya afirnadina Xwedê ye.

Tiştekî ku divê li ser bê fikirîn jî, wek çavkaniyekî derketina avê ya li ser rûyê erdê ye. Hevsaziya axê û avê, dema av di bin axê de kom dibe wê derfetê dide ku ber bi jor ‘hilkişe’ û bi vî avayî însan xwe bi hêsanî digihînin ava ku ji asîmanan tê û di bin kurahiya axê de winda dibe. Bê şik ev nameteke mezin e. Kifşkirina  cîhê avê û bi metroyan di bin axê de derxistina wê ji bo însanan karekî pir zehmet e. Bi saya taybetiya afirandina Xwedê ya di axê û avê de, av bi awayekî bê zehmet derdikeve ser rûyê erdê û dikeve xizmeta însanan. Heke tebeqeyên rûyê erdê yên ku av li ser embar dibe, av negirtana û ew derbasî tebeqeyên jêrtir bikirana, av wê tim ber bi bin erdê biherkiya û tu carî dê wek fizîkî ne mumkunbûya ku derkeve ser rûyê erdê. Heke Xwedê şeklê ardê bi vî avayî biafiranda, ji bilî Xwedê tu kesî nikaribû ew ava ketiye bin axê, car din derxista ser rûyê erdê. Ev rastî di ayetê de weha tê vegotin:

Bibêje ku: ‘Xeberê bidin; heke ava we biherike bin erdê û here, di vî rewşî de wê kî bikaribe ji we re çavkaniya çemekê bîne? (Sureya Mulkê, 30)

Lerz û Pişbûna Axê

Zanyarekî Îngilîz yê bi navê Brown, di sala 1827an de, gava dilopên baranê dikevin axê, vedibîne ku di molekulên axê de lerzek derdikeve holê. Ax sazûmaneke ku di nav xwe de, molekulên cûr bi cûr yên xwedî gewherên metal yên ji hevûdu cûdatir dihewîne ye. Baran dibe sedemê îyonbûna gewherên metal yên di axê de. Vaye ev molekulên îyonîk jî, gava baran dibare lerz dikevinê û dilerizin. Dilopên avên yên walî valî tên, gava li van molekulan dikevin, ew jî avê dimêjin û bi vî awayî mezintir dibin. Ev dilop di demeke kin de, dibin embara mînerala ava di axê de. Nebat jî ji bo du-sê mehan hewcedariya xwe ya avê ji van embaran digrin. Heke ev embar pêknehatana, wê av biçûya kûrahiya axê û wê nebat jî herî dereng di nav hefteyekî de hişkbûna biçûna. Li vir xala girîng ya ku divê mirov balê bikişîne ev e; Di Quranê de ev taybetiya axê bi gotina ‘lerz-pişbûn’ê ve tê eşkere kirin. Xebera vê bûyera ku zanyaran dused sal berê vedîtine, di kitêba me ya pîroz, Quranî Kerîm a ku çardeh sedsal berê hatiye şandin de weha tê dayîn:

... Tu rûyê erdê wek ku zuha û miriye dibînî, lê gava me av li ser wê de şand, wê bilerize, pişbibe û her cotên xweşik (beran) bide. (Sureya Hacê, 5)

Di her dewrî de ax bûye çavkaniya medeniyetan

Ax bi tenê ne sazûmaneke ku ekolojiyê eleqeder dike ye. Taybetiyên axê, wê derfetê didin ku di jiyana rojane de wek alav û maddeyeke bingehîn bê bikaranîn. Ax di vî warî de wisa kêrhatiye ku, di hemû dîrokê de, bandoreke mezin li avakirina gelek medeniyetan kiriye. Ji bo ku civatek, li erdnigariyekî medeniyetekî ava bike û di nav demê de xwe bi pêşbixe, teqez divê hin merc hebin. Di nav van mercan de, ya herî girîng divê axeke ji bo lêcîhbûnê musaît û nêzî çavkaniyên avê hebe. Van herdu xalan di hemû dîrokê de, ji avabûna gelek medeniyetan de roleke girîng lîstine. Gava em li herêmên ku medeniyetên mezin wir avabûne binihêrin, em ê vê rastiyê baştir bibînin. Wek mînak, medeniyeta Misrê li ser axa bi bereket ya ku çemê Nîlê avdide avabûye. Gelek medeniyetên li Mezopotamyayê bi cîh bûne jî, li ser axên bi bereket yên ku çêmên Ferat û Dîcleyê evdidin derketine holê. Ji bilî van, gelek medeniyetên ku li Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn avanûne jî, bi heman şiklî li ser axên bi bereket û li der û dora çavkaniyên avê bi cîh bûne. Sedemeke girîng ya vê tevgera bi şirîkî heye.

Mirovatî li herêmeke diyar ji bo ku ji xwe re medeniyetekî ava bike hewcedarê bingeheki ye. Tişta ku vê bingehê pêk tîne jî ax û av e. Medeniyetên di hemû dîrokê de hatine avakirin, ax bi gelek cûreyan bi karanîne, gelek cûreyên avdaniyê ceribandine û di avahiyên bi hêbet û berheman de av û ax wek alav bi karanîne. Di hin ayetên Quranê de bal tê kişandin ku, medeniyetên kevn bi karanîna axê ve çawa bûne xwedî zanîn û hunereke mezin û di encama vê de jî bûne xwedî hêzeke mezin. Ayeteke di derheqê babetê de weha ye:

Ew li ser rûyê erdê naçin û nayên? Bila bi vî awayî bibînin da ku yên berî wan rûqalê encameke çawa bûne. Ew, di warê quwetê de ji wan bi hêztir bûn, ax ser û bin kirine (çandine, ji avê û madenan geriyane û derxistine) û  qasî ku ew ava dikin, zêdetir avakirine... (Sureya Rûmê, 9)

Di roja me de, piraniya hin awahiyên ku wek nûwazeyên dunyayê tên qebûl kirin û berhemên hunerî, hema bi temamî ji medeniyetên kevn heta roja me hatine. Niha mîmariya hinek ji wan berheman, ji aliyê gelek endazeyaran ve wek mînak tên dîtin û tên zarve kirin. Ev xizmeta ku axê ji medeniyetan re kiriye, di roja me de jî, di gelek waran de bi zêdebûn didome.

Ji ber ku ax haceteke pir bi kêr e, di roja me de pêşesaziya ku xwe dispêre axê derketiye holê. Di çêkirina Çîmento, seramîk, cam de û pêşesaziya avahiyan de, ax wek daringeke bingehîn tê bi karanîn û bi tevlêkirina hin maddeyên din û bi bandora germê ve, vediguhere alaveke pir qayîm. Ji bilî vê, ji ber ku ev alavên  li van deran tên hilberandin,  di warê pêşesaziya avahî, enerjî û otomotîvê de jî tên bi karanîn, pêşesaziya xwe dispêre axê bandoreke girîng li ser pêşesaziyên din yên mezin dike. Rembbê me yê xwedî şewqat û merhemeteke bê dawî ye, bi riya axê di gelek waran de ebdên xwe dike xwedî namet, debara wan dike û jiyana wan xweşiktir û hêsantir dike.

Encam: Ax nûwezeyeke afirandinê ye

Heke rûyê erdê bi tenê avê ve girtî bûya, candaran nikaribû li ser bijîn. Heke bi tenê ji kevir û zinaran ve nixumandî bûya, candaran nikaribûn wek ku ji axê îstîfade dikin jê îstifade bikirana, ji bilî vê jiyana li ser erdekî işk jî wê pir acizker bûya. Me yê di jiyana xwe ya rojane de, tu carî ji berên avahî û pêşesaziyê yê ku ji axê tên girtin fêde negirta. Lê Rebbê me yê xwedî rehma bê dawî ye, rûyê erdê ne wek avê herikbar û nerm, ne jî wek zinaran işk afirandiye. Ax bi nermbûn, işkbûn û naveroka xwe ve, him ji bo însanan, him jî ji bo hemû candaran ji bo ku li ser bijîn bi awayekî herî baş hatiye afirandin. Yek ji alimên mezin yê Îslamê Bedîuzzeman Saîdê Nûrsî jî di derbarê bi awayê herî baş afirandina axê de weha dibêje:

Rasteqîniya arzê ev e ku: Pêzeyeke (maddeyeke) wek avê, bi emrê îllahî tîr dibe, dibe kevir. Kevir bi destûra îllahî dibe ax. Gotina arzê ax e. Naxwe ew av pir nerm e, li ser nayê sekinîn. Kevir pir işk e, ji wê nayê îstifadekirin. Ji bo wê, Hakîmî Rahîm, axê li ser kevir radixe û ji candaran re dike wargeh.

(Gotin, Gotina 21emîn)

Bê şik, Xwedayê ku her tiştî çi wext bixwaze û bi awayekî bê hempa diafirîne, di kulmek axa ku em her roj li ser re diçin û tên de jî, delîlên hebûna xwe û afiraneriya xwe nîşanî me dide. Wek ku di Sureya Heşrê de jî tê gotin, Xwedayê mezin her tiştî bi awayekî xweşik diafirîne:

Ew Xwedayê ku afiraner e, (bi awayekî herî xweşik) Yê ku bê qisûr dihûliqîne ye, Yê ku ‘şikil û sûret’ dide ye. Navên herî xweşik yê Wî ne. Hemû tiştên li ser rûyê erdê û asîmananin, ji Wî re tesbîh dikin. Ew Ezîz û Heqîm e. (Sureya Haşrê, 24)

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219879/jina-di-axe-dehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219879/jina-di-axe-dehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/topraktaki_mucize.jpgMon, 18 Apr 2016 20:55:59 +0300
Divê Qudus wek buhuştê be. Divê hemû cîhên pîroz bi xemlî bin. Em ê bibînin ku mesîda hezretî Silêman carek din were avakirinhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219726/dive-qudus-wek-buhuste-behttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219726/dive-qudus-wek-buhuste-beSun, 17 Apr 2016 21:40:28 +0300Hezkirina XwedêHezkirin yek ji wan nîmetên herî mezin e ku Xwedê daye mirovan. Xwedê mirov wisa afirandine ku dema hez bikin û ji aliyê hinekên din ve bên hezkirin kêfxweş dibin, herwiha ji ber dostî û nêzîktiyê bextewar dibin.

Serkaniya heqîqî ya kesên bawerî bi Xwedê anîne, peyrewiya wan a binecih ya ji Xwedê re ye. Wan bawermendên ku dizanin hêza Xwedê têra her tiştî dike û hakimê hemû gerdûnê tenê ew e, hezkirina wan a ji Xwedê re hêj xurttir dibe.

Pêxemberên Xwedê jî -ku ji mirovan kesên herî qenc û exlaqxweş in- mirov gazî hezkirin û nêzîkatiyê kirine.   

 “…Bêje: Ez ji ber vê yekê, ji xêncî hezkirina mirovtiyê ji we ti heqdestê naxwazim.”.. (Sûretê Şûra, 23)

Armanca vê belgefîlmê ew e ku carekê dîsa girîngiya hezkirina rebbê me yê xwedî rehmeta bêdawî ye û hezkirina wî ya ji mexlûqên xwe û ji bawermendan bi bîr bixe. Divê hemû mirovên xwedîwijdan hîn li dunyayê dest bi tehmkirina hezkirina cenetê bikin, bi wefa û hezkirin ji rebbê me yê dost ku weliyê me yê tenê ye û her wiha bi bawermendan re pêwendiyê dayne.

XWEDÊ HEMÛ XWEŞIKIYÊN MIROV DANE WÎ

Dema kesek îkrameke biçûk li mirov dike yan jî qenciyekê lê dike, ji ber vê kirina wî ya rind kêfxweşiya xwe jê re nîşan dide. Kesê nexweş û hewcedar ji ber minetdariyê, ji wî kesê xizmeta wî dike re hurmet û hezkirina xwe nîşan dide û li hember wî qenc tevdigere. Ji bo hemû qenciyên wî her dem spasdarê wî ye.

Lêbelê hinek mirov rastiyeke pir girîng ji bîr dikin: Yê mirov dide şakirin, Xwedayê mezin e ku nîmetan dide wî. Divê kesê ji ber alîkariya mirovekî jê re spas dike, ji bîr neke ku yê ku ev hesta alîkirinê daye û bi vî awayî rehma xwe gihandiye wî Xwedê ye. Loma lazim e ew ji Xwedê hez bike, jê re hurmetkar û minetdar be. Xwedê teala di ayetekê de wiha ferman dike:

“Bêguman milkê esmanan û erdê yê Xwedê ye; sax dike û dimrîne. Û ji bo we xêncî Xwedê ne dostek heye û ne jî alîkarek.” (Sûretê Tewbe, 116)

Ka em li ser nîmetên Xwedê dane me, bifikirin:

Ew me ji tiştên xetere diparêze.

Dema em nexweş dikevin, bi wesîleya doxtor û dermanan şifayê dide me.

Vê hewaya paqij a ku em hildikişînine hundirê xwe,

Şiliya li erdê dibarîne,

Ber û berhemên cûrbecûr yên ji erdê hêşîn dibin,

Ruhberên kêfa me jê re tê

Ava ku çavkaniya jiyanê ya sereke ye,

Û hemû nîmetên din ên li dunyayê, bêyî em zehmetiyeke piçûk jî bikşînin tên ber destê me. Ev nîmet hemû, ji me mirovan re bi awayê herî rind û minasib afirandiye.

Heke Xwedê bixwesta, li ser rûyê erdê tenê cûreyek xwarin çêdibû. Dibe ku me qet ji tehma vê xwarinê jî hez nekiriba. Lê Xwedê bi rehm û şefqeta xwe ya bê dawî, gelek xwarinên cûrbecûr yên xweş û tehma wan ji hevdu cihêtir xuliqandine.

Li ser ruhberên Xwedê afirandine xweşikiyên cûrbecûr hene. Bo nimûne heywanên sernemr yên mîna hesp, hêştir û kuçikan alîkariya mirovan dikin. Heywanên kedîkirî yên mîna çûk û pişîkan jî xwedî taybetiyên rind in û xwe didin hezkirin. Bo nimûne tûtîevîn… Ev çûka piçûk dengên mîna dengê mirovan derdixe û xeber dide. Ji rengên hêşîn, zer û kesk ên teqlîd teqlîd xwedî dîmenekî pir bedew e. Ev candarên piçûk ên ku ji ber hezkirina mirovan şa dibin, ji wan xweşikiyan in ku Xwedê seba me afirandine.  

Candarên ji bilî însan, taybetiyên xwe ferq nakin. Kêvrîşkek nizane çiqasî şirîn e û wisa dijî. Perperokek hay ji sîmetrî, neqş û ahenga li ser perên xwe nîne. Teyrê tawisê şahesereke sêwirandinê ye, xweşikiya di xuliqandina xwe de fêm nake. Ev candara ku bi reng, neqş û sîmetriya doçika xwe ve ji dîmenên dunyayê yên herî xweşik yekê nîşan dide, ew ji bo ku mirov hêza Xwedê ya afirandinê teqdîr bikin ji nîmetên xuliqandî yek tenê ye.

Belgên gulekê fewqelade bedew in. Rûyê belgan mîna qedîfeyê nerm e. Her çendî ji xweliyeke bi herî û reş hêşîn dibe jî, ji rengên sirûştê yên herî xweşik û jîndar pêk tê. Bi bêhna xwe ya bêhempa ve her dem teze dimîne û mirov jê zewqê hildidin; û teknolojiya dunyayê ya herî pêşketî jî nikare bêhna wê teqlîd bike.

Tiştên me heya vê derê temaşe kirin, ji nîmetên Xwedê qismekî pir hindik e. Hemû xweşikiyên ku em li derûdora xwe dibînin, ji rehmeta rebbê me yê mezin û tecelliya navê wî yê „Sanî“ ango hunerkar in. Ji bo hemû mirovên difikirin, ev xweşikiyana, ji bo em ji rebbê me yê em xuliqandine re şukir bikin û hêza wî teqdîr bikin wesîle ne. Di ayeteke Qur’anê de wiha tê fermankirin:

 “Hîn gelek cûre reng hene di erdê de çêkiriye. Bêguman di wê de ji bo qewmekî bi bîr tîne û difikire ayet/îbret hene.” (Sûretê Nehl, 13)

HEMÛ MIROV DI BIN PARASTINA XWEDÊ DE NE

Hemû mirov 9 mehên xwe yên ewil di cihekî gelekî bi ewle de derbas dikin; di malzaroka dayika xwe de. Di vê derê de ti zirar nagihêje zarokê. Piştî welidînê xwarina ji bo wî jî hatiye amadekirin: Şîrê dayikê. Ji destpêka dîroka mirovahiyê vir ve ev nîmetana ji bo her mirovî amade bûne.

Bedena her mirovî, heya bimre bi xêra vê pergala bêkêmasî ya ku Xwedê xuliqandiye tê parastin. Ev bedena mirovan ya ku gelek însan dibêjin qey ya wan e, ti hakimiyeta wan li ser tuneye.

Bo nimûne dil, heya dawiya jiyana mirov bênavber dixebite. Lê mirov ji bo vê bide kirinê, ne mejbûr e tiştekî bike. Heke mirov tenê karê emrê xebatê bida dil jî heyata wî dê gelekî bi zehmet bibûya. Lêwra wê hingê nikaribû razê, xwerinê bixwe, dê biketa rewşeke wisa ku ji bilî emirkirina dil dê ti kar nekiriba. Dema mirov vê yekê ji bo hemû pergalên bedenê bifikire, dê derkeve holê ku kontrolkirina bedena mirov ne mimûn e. Ji ber vê hindê mirov bi hemû tiştên xwe ve hewcedarê Xwedê ye. Xwedê di ayeteke xwe de wiha qala vê rastiyê dike:

 “Gelî mirovan! Hûn hewcedarê Xwedê ne. Xwedê, ew Xeniy e (hewcedarê ti tiştî nîne), Hemîd e (layîqê pesnê ye).” (Sûretê Fatir, 15)

Divê mirov li ser van hemû pergalên bêkêmasî yên rebbê me daye wî bifikire. Bi bîr bîne ku her dem hewcedarê Xwedê ye ku ew afirandiye, heyat dayê û dide jiyanê. Lazim e bizanibe heke Xwedê nexwaze nikare bêhna xwe bide û bistîne. 

Di Qur’anê de Xwedê teala wiha qala xuliqandina mirov ya hêja dike:

 “Ey mirov! Çi tiştî tu li hember rebbê te yê kerîm xapandî? Wî tu afirandî, tu rêk û pêk kirî, mutedîl kirî. Di kîjan reng û rûyî de xwestibe tu çêkirî.” (Înfitar, 6-8)

Her însanê ku bi wijdana xwe ve bifikire, dê ji ber van heqîqetan hîn bêtir û zêde ji Xwedê hez bike, li gor fermanên wî tevbigere. Her wiha ti carê ji bîr nake dostê wî yê herî nêzîk Xwedê teala ye.

HEMÛ TIŞTÊN XWEDÊ AFIRANDINE YÊN HERÎ XWEŞIK Û BI XÊR IN

Xwedê her tiştî ji bo xêrekê diafirîne. Di bûyerên xirab tên xuyan de jî gelek xêr, rindî û hikmetên Xwedê afirandine hene. Xwedê di ayetekê de wiha qala vê heqîqetê dike:

 “…Dibe ku di gel tiştek xweşa we neyê jî qenc be, tiştek jî xweşa we bê jî nerind be. Xwedê dizane, hûn nizanin.” (Sûretê Beqere, 216)

Ew bawermendên vê rastiyê dizanin dema bûyer tên serê wan, pê razî dibin. Dizanin Xwedê ji bo wan ya herî bi xêr û herî baş afirandiye, loma Xwedê bi hezkirin û pesn bi bîr tînin.

XWEDÊ BARÊ GIRAN LI MIROV NAKE, JI WAN YA HÊSAN DIXWAZE

Li gor exlaqê dînê rebbê me yê mezin emir kiriye jiyan pir hêsan e. Hemû îbadetên di Qur’anê de hatine emirkirin di wê astê de ne ku her mirov dikare bike. Xwedê ji bo wan kesên taqeta wan nagihêjê jî gelek hêsanî çêkirine. Xwedê di ayeta xwe de wiha qal dike ku dînê wî çawa hêsan e:

 “…Wî, hûn hilbijartine, di dîn de ji bo we ti tengasî çênekiriye. Wekî dînê bavê we Îbrahîm…” (Sûretê Hec, 78)

Xwedê wan mirovên li gor dîn dijîn li axretê bi cenetê mizgînî dike. Di Qur’anê de wiha qala vê rastiyê tê kirin:

 “Rebbê wan, ji cem xwe de ji bo wan rehmetekê, razîbûnekê û buhiştên ku têde nîmetên berdewam hene mizgînî dike. (Ew ê) di wê de heta hetayê bimînin. Bêguman li cem Xwedê jî xelateke mezin heye.” (Sûretê Tewbe, 21-22)

Xwedê kitêbên heq yên mirovan ji tarîtiyan derdixin ronahiyê şandine. Kitêba îlahi ya dawîn Qur’ana Pîroz, rêberek e dê heya qiyametê rê nîşan bide. Di destê mirovan de hebûna rêbereke bi vî awayî bêkêmasî û tekûz nîmetekî mezin û hêsanî ye. Xwedê di ayeteke xwe de ji bo bawermendan wiha qala girîngiya Qur’anê dike:

 “…Me ji te re Kitêb wekî diyarkira hemû tiştan, ji mislimanan re jî wekî hîdayetek, rehmetek û mizgîniyekê daxist.” (Sûretê Nehl, 89)

Xwedê, ji bo dînê wî teblîx bikin pêxemberên xwe şandine, ev ji bo bawermendan bûye lutfeke mezin. Pêxemberên Xwedê mirovên pir bi şewqet, ji bo bawermendan dilovan, parêzvan, berkeftî û fedakar in. Ji bawermendan re bûne nimûne, rêya rast nîşanî wan dane. Di ayeteke Qur’anê de tê gotin ku pêxember ji bo bawermendan nimûneyên baş in:

 “Bi sond ji bo we, ji bo wanê vegera bal Xwedê ve û roja axretê hêvî dikin û Xwedê gelekî zikir dikin di Pêxemberê Xwedê de nimûneyeka pir rind heye.” (Ehzab, 21)

Her kesê xwedîhiş û wijdan ji ber hemû nîmetên Xwedê dayê her dem ji Xwedê re şukir dike û ji dil û can bi hezkirin teslîmî rebbê me dibe.

XWEDÊ TOBEYAN QEBÛL DIKE

Bexişandina Xwedê bê hed e. Di ayeteka Qur’anê de rebbê me wiha qala vê rastiyê dike:

 “Heke ji ber zilma wan Xwedê hesab ji mirov bipirsiya li ser vê (dunyayê) ji ruhberan ti tişt nedihîşt; lê wana heya demeka navlêkirî paşve dixe…” (Sûretê Nehl, 61)

Mirov mexluqekî xetakar e. Dibe ku hinek caran li hember fermanên Qur’anê şaşiyan bike. Heke ji ber kirinên xwe yên şaş poşman bibe û tobekar be, Xwedê wî efû dike.

Her mirovê ji Xwedê ditirse, ji ber hemû gunehên xwe, çi mezin çi jî piçûk dikare tobe bike, ji wî efûyê bixwaze. Dikare ji wî hêvî bike ku gunehên wî bibexşîne. Di ayeteke Qur’anê de tobeya ku Xwedê dê qebûl bike wiha tê nasandin:  

 “Tobeya ku Xwedê (qebûlkirina wê) hildaye ser xwe, ya wan kesan e ku bi nezanî nerindiyê dikin, paşê zûtirkê tobe dikin. A Xwedê tobe/poşmaniya ewên weha dipejirîne. Xwedê Alim e, Hekîm e.” (Sûretê Nîsa, 17)

Xwedê ji bo mirovan deriyê tobeyê vekiriye, bi vî awayî ji wan re derfetê ji cihenemê xelasbûnê pêk aniye. Ev yeka jî nîşan dide ka merhemeta Xwedê ya ji bo mirovan çiqasî zêde ye.

Lê rastiyek heye divê ti carê neyê jibîrkirin: Çaxê mirin hat, heke wê demê tobe bê kirin ew nayê qebûlkirin. Di Qur’anê de weha tê fermankirin:

 (Nexwe) tobe, ne ya wan kesan e ku nerindiyan dikin, dema ji wan yek dikeve ber mirinê dibêje: “A min bera niha tobe kir”, ne jî ya ewên ku bi kafirî dimrin e. Me ji bo ewên weha ezabekî dilsoj amade kiriye.” (Sûretê Nîsa, 18)

XWEDÊ PARÊZKAR Û ALÎKARÊ WAN KESAN E KU DI RIYA WÎ DE NE

Her kesê ji dil û can berê xwe dide Xwedê, di riya wî de, her dem dibîne ku rebbê me wî diparêze, zêrevanî û çavdêriya wî dike. Xwedê di hemû karên bi dilekî paqij, ji heramiyê dûr û li gor helaliyê tên kirin de rê li ber wan vedike, karê wan hêsan dike.

Xwedê teala di Qur’anê de di gelek ayetên xwe de we’d kiriye ku dê bi yeqîn alîkariya bawermendan bike. Ji wan ayetan hinek ev in:

 “…Û li ser me heq e ku em alîkariya wanê bawerî anîne bikin.” (Sûretê Rûm, 47)

 “Gelî ew kesên bawerî anîne! Heke hûn alîkariya (dînê) Xwedê bikin, ewê jî alîkariya we bike û piyên we saxlem bike.” (Sûretê Muhemmed, 7)

XWEDÊ CEWABA DUAYAN DIDE

Rebbê me yê xwediyê merhemeta bêhed, ragihandiye ku dê bersiva hemû dua û lavayan bide. Di ayetekê de Xwedê teala wiha ferman dike:

 “Û heke bendeyên min, ji te min bipirsin, (ji wan re bibêje) bêguman ez zehf nêzîk im. Çaxê dua dike ez duayê kesê dua dike dipejirînim. Vêca bira bidine pey banga min û bi min bawer bikin da ku rêya rast bibînin.” (Sûretê Beqere, 186)

Xwedê hemû daxwazên mirov dibihîze. Hemû fikrên di hişê wî de dizane. Dema li gor rizayê Xwedê tev bigere, helal û heramên wî bizanibe, bêyî astengkirin her tiştî dikare ji rebbê me bixwaze. Ji bo Xwedê pir hêsan e daxwazên mirovan pêk bîne.

Heke Xwedê bixwaze, mirov çawa bixwaze wisa xwesteka wî pêk tîne. Yan jî heke daxwaza wî ji bo wî bi xêr nebe, bi awayekî din bersiva duayê wî dide. Dema mirov bizanibe ku Xwedê dê bi awayê herî qenc cewaba duayê wî bide, wê hingê hezkirina bawermend ya ji Xwedê re zêde dibe.

Bawermend bizanibe ku Xwedê her dem li gel wî ye, wî dibîne, dibihîze, wê çaxê teslîmiyet û peyrewiya wî hîn xurt dibe.

XWEDÊ XWEDIYÊ EDALETA BÊDAWÎ YE

Her mirov dixwaze jê re adelet bê kirin. Hurmeta kesên bi edalet tê girtin. Gava kesek bi edalet be, ev nîşan dide ku ew însanekî xwedî exlaqê hêja ye, dirust û dilsoz e.

Xwedê xwediyê edaleta bêdawî ye. Ew hemû biryarên xwe bi edalet dide. Hemû mirovên di dîrokê de jiyane, li cem Xwedê berdêla xwe ya heq kirine hildane. Ji vê şunde jî kê bijî dê dîsa bêyî kêmasî berdêla xwe bistîne.

Xwedê di ayetên xwe de beyan dike ku roja axretê edaleta wî dê bêkêmasî tecellî bike:

 “Wê roja ku em ê her koma mirovan bi îmamên wan ve gazî bikin, êdî kitêba kê li milê rastê bê dayîn, ew ê kitêba xwe bixwînin û bi qasî tayekî jî neheqî li wan nayê kirin.” (Sûretê Îsra, 71)

 “Bêje: Rebbê me dê me komî cem hevdu bike, paşê dê navbera me bi heq ji hevdu veqetîne. Ew Fettah e (bi heq hikûm dike, heq û batil ji hev dixe), Alim e. (Sûretê Sebe, 26)

Bawerîanîna bi edaleta Xwedê, ji bo bawermend dibe wesîleya teslîmiyeta bi Xwedê, bi hezkirin û bi ewlehiyeke bêdawî.

DIVÊ HEZKIRINA XWEDÊ Û TIRSA XWEDÊ LI GEL HEV BE

Kesekî hay ji van heqîqetan hebe ti carê ji mirovan û yan jî ji hêzên din ti tiştî hêvî nake. Dizane hemû alîkarî ji Xwedê tê. Hemû tiştan ji Xwedê dixwaze. Gava serkeftinekê bi dest dixe, berê xwe dide Xwedê û ji wî re şukir dike. Ji ber alîkariya wî dibe minetdarê Xwedê. Bi hezkirineke ji dil û bi coş bi wî ve tê girêdan.

 “Gelî kesên bawerî anîne! Heke hûn ji Xwedê bitirsin, ew furqanê (firasetê ji hevduderxistina heq û batil) dide we û xerabiyên we dinixême û we dibexşîne. Xwedê xwediyê lutfa mezin e.” (Sûretê Enfal, 29)

Bawermendê ji Xwedê hez dike, ezabê wî yê bêdawî yê li axretê wekî pêwîst e teqdîr dike, di her kêliya jiyana xwe de, di hemû karên xwe de, bi dillerzî ji Xwedê ditirse. Di Qur’anê de weha qala vê tevgerê tê kirin:

 “Ji rebbê xwe yê ji ser xwe re ditirsin û ji wan re çi bê fermankirin wê dikin.” (Sûretê Nehl, 50)

Xwedê teala di ayeteke Qur’anê de wiha mizginiyê dide wan bawermendên ji zatê wî ditirsin:

 “Ewên bi xeybî (her çendî wî nebînin jî) ji rebbê xwe ditirsin, ji bo wan mexfîret û xelateke mezin heye.” (Sûretê Mulk, 12)

KESÊ JI XWEDÊ HEZ DIKE, JI PÊXEMBERAN Û BAWERMENDAN JÎ HEZ DIKE

Bawermendên ji dil berê xwe didine Xwedê, ji ber pêwîstiya hezkirina Xwedê ji însanan jî hez dikin. Ev hezkirin ji binî ve ji îmana wî kesî, exlaqê wî yê rind û teqwaya wî pêk tê.

Bawermend bi hezkirineke mezin ji wan pêxemberên ku Xwedê bi exlaqê wanê heja ew ji hemû mirovahiyê re kirine nimûne û ji bawermendên salih hez dikin. Di ayetekê de wiha behsa vê rastiyê tê kirin:

 “Dostê we her Xwedê ye, qasîdê wî ye, ew bawermend in ku bi rikukarî nimêj dikin û zikatê didin.” (Sûretê Maîde, 55)

Pêxember ji bawermendên herî qenc in ku Xwedê herî zêde ji wan hez dike û herî pir ew nêzîkî zatê xwe kirine. Ev kesên ku Xwedê herî zehf ji wan hez dike, di nav bawermendan de jî gelekî tên hezkirin. Xwedê teala di Qur’anê de weha balê dikşîne li ser hezkirina bawermendan ya ji pêxemberên Xwedê re:

“Pêxember ji bo bawermendan ji nefsa wan bi xwe jî pêştatir e…” (Sûretê Ehzab, 6)

Bawermendên ji bo rizamendiya Xwedê dijîn gelekî ji hevdu hez dikin û ji ber hevdu li ber xwe dikevin. Di Qur’anî de weha qala pêwendiya wan a bi hev re tê kirin:

 “Tu jî li gel wanê sibeh û êvar ji rebbê xwe re dua dikin rizayê wî dixwazin sebir bike. Bi xwestina xemla jiyana dunyayê çavê xwe ji wan neqetîne. Ji ewê ku me dilê wî ji me zikirkirinê xafil kiriye, daye li pey hewa û daxwaza xwe û karê wî zêdegavî ye re îtaetê neke.” (Sûretê Kehf, 28)

Xwedê nîmetên ji hevdu cihê dane mirovan. Hezkirina ji Xwedê ya wan kesên dilpakê hay ji van nîmetan heye hîn bêtir xurt dibe. Her wiha ew fikar dikin ku ji sînorên Xwedê derbas bibin.

Xwedê lutfeke mezin dide wan bendeyên xwe yên van karên qenc dikin: Firasetekî wisa dide wan êdî ew rastî û şaşiyê ji hevdu derdixin. Xwedê di Qur’anê de bi vî awayî behsa vî nîmetê daye wan dike:

 “Bi rastî wî bi Xwedayê mezin bawer nedikir. Ji bo têrkirina feqîran nedibû pêşîvan. Êdî îro ji bo wî ti dostekî ji dil tuneye.” (Sûretê Heqqe, 33-35)

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219705/hezkirina-xwedehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/219705/hezkirina-xwedehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/8638_Allah_sevgisi.jpgSun, 17 Apr 2016 16:58:57 +0300
Raza li dû bûjenê Hişyarî
Razeke giring ya jiyana we di vî filmî de ye ku hûn dikin lê temaşe bikin.
Divê hûn bi baldarî li vî filmî temaşe bikin, ji ber ku dê nerîna we ya bûjenî li dinyayê ji binî de biguherîne.
Tiştê di vî filmî de tê vegotin, ne nêzîkatiyeke cuda ye, ne jî fikireke felsefî ye lê belê rastiyên zanistî ne ku bi awayekî teqez hatine peyitandin.
 
Ji roja ku mirov hatiye dinyayê, ji xwe re pejirandiye ku cîhan rastiyeke bûjenî ye. Di nava vê pejirandinê de, mirov mezin dibe û tevahiya jiyana xwe li ser vê nerînê ava dike. Lê encamên ku zanistên nûjen gihiştinê, rastiyeke gelekî cudatir û giringtir diyar dike.
 
Hemû agahiyên li ser cîhana derî me, bi her pênc sehên me digihên me. Ev cîhan cîhaneke wisa ye, ku ji wan tiştan pêk tê yên ku çavên me dibînin, guhên me dibihîsin, pozê me bêhn dike, zimanê me diçêje û destên me seh dikin.
 
Ji roja ku mirov ji dayik dibe, pabendî van pênc sehan dibe. Lewra “cîhana der” tenê bi awayê ku ev seh dinasîne, dikare were nasîn.
 
Lê belê, vekolînên zanistî yên li ser têgihiştên me ji têgeha bi navê“cîhana der” re, rastî diyar kirine ku bi giştî ji zanîna me cuda ne. Ev rastî jî razeke gelekî giring ya bûjenên ku cîhana der diafirînin derdixîne holê.
 
Bîrwerê hemdem Frederick Vester cihê ku zanistê di vê mijarê de gihiştiyê wisa vedibêje:
 
Gotinên hinek bîrweran ku dibêjin “mirov aşopek e, ew bi xwe tevahiya serpêhatiyan demkî û xapînok in, ev gerdûn sihek e” roja îroj, bi awayekî zanistî tên peyitandin. (Frederick Vester, Divê bifikire, fêr bibe, ji bîr bike, r.6)
 
Ji bo fêmkirina raza li dû bûjenê, pêwîst e ku em pêşî derbarê seha “dîtin”ê de zanîna xwe bînin bîra xwe, ji ber ew ji hemû sehên din zêdetir agahiyan dide me.
 
Hûn çawa dibînin?
 
Pêvajoya dîtinê ji çend qonaxan pêk tê. Di dema dîtinê de, gurzên roniyê yên ku çi cisimî tên, anku foton, di nîskoka çavî de dişikê û wisa derbasî paşiya çavî dibe û şi ser retînayê bi cih dine. Li vê derê, tîroj dibin amajeyên elektirîkê, bi rehikên dîtinê diçe beşê paşî mêjî, anku digihîne navenda dîtinê. Pêvajoya dîtinê, di vê navenda mejî ya li vê derê pêk tê.
 
Hemû dîmenê ku me di jiyana xwe de dîtine, hemû bûyerên ku hatine serê me, li vê herêma biçûk û tarî diqewimin. Ev filmê ku hûn niha lê temaşe dikin, herwiha dîmenat bê serûber ya ku hûn dibînin gava ku hûn li cihek çend kîlometreyan dûr dinerin jî, di vî cihê biçûçûk de pêk tê.
 
Ka em hinekî kûrtir li ser vê agahiyê bifikirin: gava em dibêjin “dibînim” ew bi xwe em “bandora” wan tîrojan dibînin ku dibin amajên elektirîkê û diçin mejiyên me. “Anku” dibînim” bi xwe, şoapndina amajên elektirîkê di mejiyên me de ye.
 
Herwiha, xaleke din heye ku divê neyê jibîrkirin; mejî roniyê nabîne û hundirê wî giş tarî ye. Lewra ne pêkan e ku ronî bi xwe rasterast bi mêjî re bide û bistîne.
 
Em rewşa balkêş ya li vê derê bi mînakekê rave bikin: Em wisa bifikirin ku em findekê vêxistî deynin ber xwe û lê binerin. Di wê serdema ku em li findê û roniya wê dinerin, ew bi hundirê qehfê me û mejiyê me şevreş û tarî ye. Roniya findê ticarî nagihêje nava qehfê me û navenda dîtinê ronî nake. Lê di hundirê mejiyê xwe de li cîhaneke temaşe dikin ku têra xwe rengîn û ronî ye.
 
Sehên din jî rewş bi heman awayî ye. Deng, destdan, çêj û bêhn di mêjî de tenê amajên elektirîkê ne.
 
Lewra mejiyên me, di tevahiya jiyana me de, mejiyê me bi bûjenê bi xwe re nedaye û nestendiye lê belê bi kopyayên wê ya elektirîkî re daye û stendiye. Lê em wisa difikirin ku ew kopya bûjen bi xwe ne.
 
Cîhana hundirê mejiyên me
 
Ev rastiyên fîzîkî me encameke negumanbar ji me re diyar dike: Tiştên ku em dibînin, dibihîsin û seh dikin û em wan bi têgehên wek “bûjen”, “cîhan” yan “gerdûnê” bi nav dikin, ew bi xwe tenê amajên elektirîkê ne ku ji aliyê mejiyên me ve tên şirovekirin.
 
Wek mînak em li cîhana der çûkekî dibînin, lê ew bi xwe ev çûk ne li cîhana der e lê belê di mejiyên me bi xwe de ye. Pirtikên roniyê yên ku ji çûkî diteyisin digihên çavên me û ji wir jî dibin hişyariyên elektirîkê. Ev hişiyarî bi rehikan diçe navenda dîtinê ya li mêjî. Çûkê em dibînin, bi xwe amajeke elektirîkê di mejiyê me de ye. Eger hûn wê rehika ku amaja dîtinê dibe mêjî jêkin, dîmena çûkî di cih de dê wenda bibe.
 
Bi heman awayî dengê ku ji çûkî tê, bi xwe di hundirê mêjî de ye. Eger em wê rehika ku ji guhî diçe mêjî jêkin, deng êdî nayê.
 
Bi kurtasî, ew çûkê ku şikilê wî dibînin, dengê wî dibihîzin, tenê şiroveya mêjî ji amajên elektirîkê re ye, ne tiştekî din e.
 
Li vê derê tiştekî din heye, divê mirov li ser bifikire, ew jî hesta dûriyê. Dûrahî, wek mînak dûrbûna di navber we û ekranekê de, bi xwe tenê hesta valahiyekê ye. Ew bûjenên ku mirov dibêje qey gelekî dûrî wî ne, bi xwe dîmen in ku di xalekê tenê ya mêjî de vehewiyaye.
 
Wek mînak mirovek li ezmanan, li stêrkan dinere û dibêje qey bi milyonan salên tîrojî jê dûr in. Lê ew bi xwe, stêr, di navenda dîtinê ya di mejiyê wî de ye.
 
Ev salona ku hûn niha tê de li vî filmî dinerin jî û ji we wa ye ku hûn tê hundirê wê de ne, ew bi xwe hûn ne tê de ne. Lê berevajî wê, salon di we de ye… Laşê we, hesteke wisa bi we re çêdike wek ku hûn di hundirê salonê de ne. Lê ji bîr nekin; mejiyê we jî dîmenek e ku mejiyên we afirandiye.
 
Heta niha me behsa “cîhana der” ya em dibînin û “cîhana têgihiştinan” ya ku di mejiyê me de çêdibe, kir. Lê herçend “cîhana der” tiştekî wisa ye ku em ticarî negihiştinê, gelo em dikarin bizanin bê cîhaneke wisa heye?
 
Helbet em nikarin bizanin. Ji ber ku tenê yek rastî heye ku em dizanin. Ew jî cîhana têgihiştinên ya di hişmendiyên me de.
 
Fîlosofê navdar George Berkeley, derbarê vê rastiya seyr de vê şiroveyê dike:
 
Em ji tişteyan bawer dikin ji ber ku em wan dibînin û sehd dikin û têgihiştinên me didin me. Lê belê têgihiştinên me tenê ew raman in yên ku di mejiyên me de ne…. Mafir ev tişt giş tenê di hişî de ne, naxwe em ê şaşiyeke mezin bikin eger em gerdûn û bûjenê wek hebûne li derveyî hişî xeyal bikin… (George Politzer, hêmanên destpêka felsefeyê, rû.38-39, 44)
 
Ku em bifikirin ku bûjen tiştekî li derveyî hişî ye, bi rastî jî em ê  şaşiyeke mezin bikin. Têgihiştinê ku em seh dikin, reng e, heta tu bixwazî ji çavkaniyeke “çêkirî” tên.
 
Em dikarin vê bi mînakeke wisa di hişê xwe bisêwirînin:
 
Pêşî, em wisa bibêjin ku me mejiyê xwe ji laşê xwe derxistiye û di hundirê denekî ji camê de bijînin. Em kompûterekê jî deynin cem wê ku hemû agahiyan tomar bike. Dûre em dîmen, deng û bêhnên çi derdoreke din li kompûterê bar bikin.
 
Em kabloyên elektirîkê yên vî kompûterî bi navendên têgihiştinê yên mejiyê xwe ve girê din û em wan agahiyên di kompûterê de bişînin mejiyê xwe. Her ku mejiyê me van amajan bistîne, dê derdora hevber ya wan bibîne û bijî.
 
Em dikarin ji vê kompûterê, amajên dîmenên roja xwe jî ji mêjiyê xwe re bişînin. Wek mînak gava em rûniştî bin, em dikarin hemû bergindên elektirîkî yên sehên dîtin, bihîstin û destpêdanê bişînin mejiyên xwe. Di vê rewşê deü mejiyê me, dê xwe wek karsazekî di nivîsgeha xwe de rûniştî bihesibîne.
 
Her ku hişyarî ji kompûterê tên, ev cîhana aşopî dê dewam bike. Em ê ticarî jî tênegihên ku ew tenê mejiyek e.
 
Bi kurtasî, têgihiştinên me yên bê bergindên bûjenî dê ji me re wek rastiyê werin û em ê bi hêsanî werin xapandin. Nexasim xewnên me jî wisa ne.
 
Cîhana di xewnê de
 
Ji bo we rastî ye, tiştekî wisa ye ku bi destan tê girtin û çavan tê dîtin. Lê ew bi xwe di xewnan de” hûn bi destan digirin û bi çavan dibînin” lê di rastiyê de ne destê we ne çavê we heye ne jî tiştek heye ku hûn bigirin an bibînin. Ev giş ji derveyî mejî tên bê ku rastiyeke wan ya bûjenî hebe. Lê ew tiştên em di xew de dibînin jî em wek rastiyeke bûjenî dihesibînin û bi eşkerî dixapin.
 
Wek mînak, mirovek ku li ser doşeka xwe di xew re biçe, dikare xwe di xewna xwe de li cihekî gelekî cuda yê dinyayê bibîne. Dikare xwe wek pîlotekî bibîne ku balafireke qerase diajo û heta ji bo ku bikare balafirê biajo dibe ku baldariyeke zêde bide. Lê ew bi xwe gavekê jî ji cihê neliviyaye. Di xewna xwe de dikare biçin cihên cuda û dostên xwe bibîne, bi wan re biaxive û bixwe û vexwe. Tevî bergindên van yên bûjenî tune ne jî lê mirov dijî wek ku rastî ne. Tenê gava ku mirov ji xewê şiyar dibe dizane ku ne tenê têgihiştin in.
 
Em bi hêsanî dikarin cîhaneke derewîn di xewna xwe de wek rastî bijîn, heman tişt ji bo cîhana em lê ne jî rast û wisa ye.
 
Piştî ku em ji xewnê şiyar dibin, ti astengeke mentiqî tune ye ku em bifikirin ku ew tiştê ku em jê re dibêjin jiyana rasteqîn jî destpêka xewneke dirêjtir be. Tiştê ku dihêle em xewnan wek xeyal û cîhanê wek rastî bihesibînin tenê hînbûn û pêşdarazên me ne.
 
Û ev rewş wisa diyar dike, ku em jiyana ku em wek jiyana cîhanê dihesibînin, wek çawa em ji xewnekê şiyar dibin em ê di rojeke nêz de jê şiyar bibin.
 
Fêmker kî ye?
 
Lê pirsyara giring li vê derê derdikeve: eger hemû hebûnên bûjenî tenê seh bin, naxwe mejiyê me çi ye? Eger mejiyê me jî wek mil û lingên me jî tişteyek ji bûjenê be, naxwe ew jî wek hemû bûjenên din sehek e.
 
Em dikarin vê bi mînakekê baştir rave bikin: Em wisa ferz bikin ku me rehikên diçin mejiyê xwe dirêj kir û me ew danîn cihekî ku çavên me bibînin. Di vê rewşê de çavên me jî dê mejiyê me jî bibînin û em ê bikarin destê xwe bidinê. Di vê rewşê de em ê baş fêm bikin ku mejiyê me jî tenê têgihiştineke ku bi destdan û dîtinê çêdibe.
 
Îca ew viyana ku dibihîse û dibîne û di hemû sehên din digihê, eger ne mejî be, naxwe çi ye?
 
Kî ye yê ku dibîne, dibihîse, seh dike û diçêje?
 
Ew aqilê ku difikire, sehên wî hene û jê bi wir de jî yê dibêje “ez ez im” kî ye?
 
Bîrewerên serdema me yê giring Karl Pribramî jî hema pirsyar kiribû:
 
(Karl Pribram, David Bohm, Holografik Evren 1, s.37)
 
Ji dema Yewnanan de, feylesof li ser “reşeya di hundirê mekîneyê de” yan jî “mirovê biçûk yê di hundirê mirovî de” ponijîne. “Ez” anku ew hebûna ku mejî bi kar tîne li kû ye? Ew kî ye yê ku zanînê pêk tîne?... Tiştê em lê digerin, yê dinere çi ye. (Karl Pribram, David Bohm, Gerdûna Holografîk 1, r.37)
 
Ev hebûna ku di ser bûjenê re ye, ku mejî bi kar tîne û dibîne û dihese, bi xwe “giyan “ e. “Cîhana bûjen” jî ew koma têgihiştinan e ya ku ji aliyê giyanê me ve tê tê şopandin û pê tê hisîn. Çawa ew laşê me û em cîhana bûjenî ya ku em di xewna xwe de dibînin ne rastiyeke fîzîkî ye, ev gerdûna em lê dijîn jî û em laşê me yê ku heye jî ne rastiyeke fîzîkî ye.
 
Tiştê rast giyan e. Bûjen jî tenê aşopek e ku ji bi giyanî tê hisandin.
 
Ji destpêka vê rêya ku me bûjen wek rastiyekê pejirand jî, me bi encamên kîmya, fîzîk û biyolojiyê tê derxist ku bûjen tenê aşopek e û teqez hebûneke din li dû bûjenê heye, anku me ew raza li dû bûjenê dît.
 
Ev rastî ewqasî teqez e, tirsê dixe dilê hin zanistvanên materyalîst yên ku bûjen wek hebûneke mutleq dihesibînin. Nivîserê zanistê Lincoln Barnett, di pirtûka xwe Gerdûn û Einstein de wisa dibêje:
 
Di wê dema ku feylesofan hemû têgihiştiên rastiyên tişteyî wek cîhaneke sih dihesiband, zanistvan sînorên sehên mirovî bi tirs û şayîşê seh kirin. (Lincoln Barnett, Gerdûn û Einstein , r.17-18)
 
Ev rastiya ku heta niha me vekola, pirsyareke giring tîne pêşberîme:
 
Mafir ev cîhana bûjenî ya ku em dinasin, tenê seh in ku digihên giyanê me, îca ka ew çavkaniya van sehan çi ye?
Gava em bersiva vê pirsê didin divê em ji bîr nekin ku bûjen ne hebûneke serbixwe ye, lê sehek e. Loma pêwîst e ku em bizanin ku ev seh ji aliyê hêzeke din ve tê çêkirin, lê bi gotineke rasttir “tê afirandin”. Herdem jî… Eger herdem afirandin pêk neyê, ew têgihiştinê ku em wan wek bûjen bi nav dikin dê wenda bibin û biçin.
 
Ev wek wî tiştî ye ku çawa divê weşan berdewam bike ta ku televziyon dîmenan bide. Weşan qut bibe, dîmenên ekranê jî dê bisekinin.
 
Hebûna rast û mutleq
 
Naxwe ew kî ye yê ku cîhanê, mirovan, riwekan, laşê me û hemû tiştên din yên em dibînin bi berdewamî nîşanî me dide?
 
Gelekî eşkere ye ku tevahiya gerdûna bûjenî ya em tê de dijîn, anku Afirînerek heye ku bi berdewamî tevahiya têgihiştinên me diafirîne. Li gorî ku ev afirîner, afirandineke ewqasî mirêsdar nîşan dide, naxwe hêz û şiyaneke bêdawî ya wî heye. Hemû têgihiştinên ku ew diafirîne, bi viyana wî ve girêdayî ne û herdem desthilatdarê tevahiya afirandinên xwe ye.
 
Ew afirînerê raser, Rebbê ezman û erdê Xwedê ye.
 
Xwedê hebûna yekta û mutleq e û her tiştê din yên ku wî afirandiye, tenê hebûneke sihikî ye. Ev rastî, ji aliyê Îmamê Îslamê yê mezin Rebbanî wisa hatiye ravekirin:
 
Xwedê… ew hebûnên ku wî ew afirandin, ji nebûnê pê ve ti tiştekî din nekir...Ev giş, di asta wehm û hisê de afirandin...Hebûna alemê di asta his û wehmê de ye, lê bûjen di di astê de ye.. Di wateya rastîn de, li derve ji bilî Xwedayê berz tiştekî din tune.(İmam Rabbani Hz., Mektubat Cild 2, 357. Mektup)
 
Li her çar aliyên vê gerdûnê ya ku ji têgihiştinan pêk tê, tenê Xwedê wek rastiyeke rasteqîn heye. Lewra, heybera herî nêzîkî Xwedê jî mirov bi xwe ye. Ev rastî di Quranê de bi vê ayetê hatiye gotin “ bi sond be, Me mirov afirand û Em ji şahdemarê wî jî nêzîktirî wî ne”. (Sûra Kafê, 16)
 
Em li kû bin jî Xwedê bi me re ye. Gava hûn li vî filmî temaşe jî dikin, heybûna nêzîktirînî we jî Xwedê ye ku wan tiştên hûn dibînin ji we re diafirîne.
 
Heta ku Xwedê dîmenan derbarê vê cîhanê de nîşanî me bide û sehan bide me, em ê bijîn. Kêlîka ku têgihiştin û dîmenên vê cîhanê bibirre û melekên mirinê nîşanî me bide û sehên rahendeke cuda nîşanîme bide, em ê wê çaxê bimirin. Roja Qiyametê, hesab, buhişt, dıjeh û tevahiya jiyana me ya bê dawî jî dê bi heman awayî ji me re were afirandin.
 
Afirandina van tiştan gişan, ku berjengên hêza wî ya bêhempa û zanîna wî ya bêdawî gava hîn em li vê cîhanê ne nîşanîme dide, ji bo xwedê gelekî hêsan in.
]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/214488/raza-li-du-bujenehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/214488/raza-li-du-bujenehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/8655_Bilimin_ispatladigi_gercek_Yasanmis_kaderinizi_seyrediyorsunuz.jpgTue, 12 Jan 2016 19:47:05 +0200
Adnan Oktar: Em dixwazin Tirkiye piştgiriya Kurdistanê bike

 

Adnan Oktarê ku wekî Harun Yahya jî tê nasîn nêrînên xwe yên derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û rewşa kurdan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

 

 

Hûn têkiliyên Tirkiyeyê bi Barzanî û Herêma Kurdistanê re çawa dinirxînin?

 

Mesûd Barzanî mirovekî limêjker û şêrekî ji terîqeta Nexşîbendî û kesekî bi edeb, efendî û bi ewle tam însanekî Rojhilata Navîn e. Yanî kesekî bi rêz, xweşmêr û maqûl e. Mirovên wiha taca zêrîn in û zû bi zû peyde nabin. Em dixwazin li herêmê bi pêşengiya Barzanî hemû kurd yekîtiyekê ava bikin û divê Tirkiye jî piştgiriyê bide vê yêkîtiyê û kurd li vir aram bin.

 

Bawerim we li ser Barzanî pirtûkek nivîsand û belgefîlmek jî çêkir. We digot ‘Barzanî Yahudî ye' gelo ev nêrînên we guherîn?

 

Erê dizanim. Paşî birêz Barzanî bi navcîtiya dostekî pêwendî bi min re danî û ji wî dostê min re gotiye ‘ xoce ji bo min dibêje Barzanî yahudîye, ez mirovekî limêjker, misilman û Nexşîbendî me û ez bi van gotinan diêşim' piştî ku min ev gotin bihîstin ez gelekî xemgîn bûm û min ew nivîs û belgefîlm hemû rakirin. Yahudî ji nesla pêxember in û ez jî ji wê neslê me. Barzanî ji nesla pêxember û seyîd e û ez jî seyîd im. Di rojên herî teng de Barzanî gelekî bi kêrî gelê xwe hatiye. Gelê kurd gelekî zordestî kişand û rastî qetlîaman hatin. Bi kurtayî ez ji Barzanî hezdikim û nahêlim tu kes gotineke xerab jê re bêje û em ji şêwazê wî kêfxweş in.

 

Hûn piştgiriya Barzanî û serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin ku bibe dewlet?

 

Heke li hemberî Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî pirsgirêkekê çêneke helbet ez dixwazim. Em bi can û dil dixwazin hemwelatiyên kurd li ser axeke berfireh bi azadî û di nava aramiyê de bijîn. Wekî min got divê li gorî hiqûqê be, nebe jî dikarin vegerînin dewleta hiqûqî.

 

Hûn şerê pêşmerge bi DAIŞê re çawa dinirxînin?

 

Hewceyî vê ne dikir. Min ji Barzanî re got qet tevlî DAIŞê nebin û herkes li herêma xwe bi aramî bijîn. Lê Amerîkayê nehişt û şerekî ku hewce ne dikir bi hevre kirin. Lê vêga jî mirov dikare telafi bike. Tu wateya vî şerî ji herdu aliyan re jî tuneye. Li herêmê Barzanî wê tim hebe divê hebe jî. Divê DAIŞ vê baş bibînê û baş bixwîne ji bo ku Barzanî mirovekî muteqî û bawermend e û li herêmê ji berê de birayê kurdan yê mezin e. Ez bawerim DAIŞ jî naxwaze êrişî pêşmergeyên sunî bike.

 

Hûn Pirsgirêka kurdî li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

 

Birayên me yê kurd di dema dewleta kur de rastî zor û zordestiyan hatin. Alevî, sunî, êzidî, yahudî gelekî eziyet dîtin. Hemû însan perçiqandin. Çepgir jî û rastgir jî zilm û zorî dîtin. Lê ji vir û pê ve êdî tu kes nikare dest dirêjiya li kurdan bike. Gelê Tirkiyeyê jî ev rastî fêhm kir û êdî bi hûrmêt nêzî kurdan dibe. Bawerim ji vir û şûnde rewş dê baştir be û divê dewlet veberhênanek mezin li herêmê bike.

 

Başe, nêrînên wê yên derbarê pirsgirêka ziman de çine?

 

Pêwistiya Tirkiyeyê bi zimanekî hevpar heye û ew jî zimanê tirkî ye. Divê zimanê tirkî bibe zimanê bingehîn. Lê ji bo zimanê kurdî jî divê qurs werin vekirin û bi serbestî were axaftin. Mînak ji hevalên me 20 heb fêrî zimanê kurdî bûn û niha wekî zimanê xwe yê bingehîn dipeyîvin. Lê ku tu bêje bila saziyen dewletê bi kurdî biaxivin nabe, ji bo ku jiyana kesên ku li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dijîn tu ji holê radike. Axaftina zimanê kurdî di saziyên dewletê de ne qenciye ji bo kurdan. Li Tirkiyeyê zimanê bingehîn tirkî ye, lewma dema ku tu vê neke vê carê çerkez jî, laz jî û yên din jî wê daxwaza axaftina zimanê xwe bikin û ew dibe sedema gengeşiyê. Li Amerîkayê di navbera 30 û 40 milyonî de îtalî dijîn naxwe bila ew jî bêjin em dixwazin zimanê îtalyanî li Ameîkayê bila bibe zimanê fermî.

 

Heke zimanê kurdî vê xwînê bide sekinandin û aramiyê bînê, pêşiya ziman were vekirin baştir nabe?

 

Heke bi serbest berdana zimanê kurdî PKK ji holê rabe kerem ke em bikin. Em dikarin wekî qanûn pêşniyara parlamentoyê bikin. Lê mijar ne ev e, armanc bi perwerdeya zimanê kurdî dixwazin wan kesan ji Tirkiyeyê qut bikin.

 

Di xweseriyê de nêrinên we çine?

 

Mînak em dikarin desthilatiya şaredariyan berfireh bikin û hinek desthilatên navendî li wir kom bibin.

 

Hûn ji bo kurdan tenê dibêjin an ji bo Tirkiyeyê tevî?

 

Ji bo hemû Tirkiyeyê, jixwe niha li ser tiştekî wiha difikirin. Lê di vê dewrê de tiştekî wiha pir xeter e. Di asayî de ev rêbazeke baş û bi fêde ye, yanî dema ku xweserî çêbibe barê navendê jî sivik dibe û ev bûrokrasiya giran û bê kêr ji holê radibe. Lê di vê dewrê de nabe ji bo ku welat wê ji dest here.

 

Hûn bawer dikin ku PKK wê biqede?

 

Heke biryareke cidî bidin gengaz e.

 

Hogiriya we bi Seîdê Nursî re baş e, Kurdî ye an Nûrsî ye?

 

Hem Kurdî ye û hem jî Nursî ye, herdu jî rast in. Bedîuzeman kurd e û kurdekî xas e.

 

Nêrînên we yên derbarê kurd û komên Rojava de çine, niha li hemberî DAIŞê şer dikin. Hûn YPGê jî di kategoriya PKKê de dibînin?

 

YPG, PYD, PJAK hemû navên hemû navên xemilandî yên PKKê ne û bi Abdullah Ocalan ve girêdayîne. Yanî yeke tenê nabêje ez li dijî Abdullah Ocalan im. Dema tu ji kijan rêxistinê dipirsê serokê te kiye hemû dibêjin serokê me Ocalan e.

 

Hûn politikaya xendekan yên herême çawa dinirxînin?

 

Heke were xwestin mirov dikare wan hemûyan rast bike. Dozerekê bişîne û hemû xendekan rast bike û ez bi zimanekî vekirî dibêjim ev 40 rojî jî nadome.

 

Li gorî nêrîna we gelê herêmê piştgiriyê dide PKKê?

 

Kurd xweşmêr û merd in, ez bawer nakin ku ji PKKê hezbikin. Kurd ji PKKê azic in lê ji bo ku ditirsin û bê hêzin denge xwe nakin.

 

Ez benî wekî ku hûn jî dizanin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ev krîza balafirê derket, hûn vê çawa dinirxînin. Li gorî texmîna we herdu welat wê li hev hatinekê bikin an jî divê çi bikin?

 

Ya rastî hewceyî hevkas tiştî ne dikir. Di serî de bêjim xistina balafirê şaşîtiyeke mezin bû ji bo ku her tim îhlala qada hewayî dibe. Xuyaye wê bibe sedema tiştên ne xweş. Çawa tu diçe balafiran dixîne xwar? Temam dibe ev li gorî qanûnê wiha be, ez bûma min tiştekî wiha qet qebûl nedikir. Lê dîsa jî em dikarin têkiliya xwe û Rûsyayê baş bikin. Divê dile wan were xweşkirin ji bo ku ev bûyer xurura wan şikand. Divê Tirkiye jestekê bike.

 

Pirsên me qediyan, gotinên we yên dawî peyama we çiye?

 

Ez ji birayên kurd gelekî hezdikim, efendî û kûbar in. Kurd taca serî ne, piraniya zarokên me hemû kurd in. ez slav û rêzê xwe ji bo wan dişinim bila dilê wan aram be, her tişt wê rast bibe.

 

Bila Rûsya jî bêje çawa rehet bibin em wî tiştî bikin. Yanî em amade tiştê ku bêje em bikin. Em amade ne xemgîniya dile wan vala bikin û dile wan xweş bikin, gelekî dile wan şikest û hejiyan. Bi baweriya min xurura wan ya neteweyî jî hejîya.

 

Sputnik Kurdistan:

 

http://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/20151214/1380395/Adnan-Oktar-Em-dixwazin-Tirkiye-pistgiriya-Kurdistane-bike.html
 

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/213293/adnan-oktar-em-dixwazin-tirkiyehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/213293/adnan-oktar-em-dixwazin-tirkiyehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/krd_sputniknews_adnan_oktar_Em-dixwazin_Tirkiye_pistgiriya_Kurdistane_bike2.jpgWed, 16 Dec 2015 18:02:53 +0200
Di navbera PKK û PYD’yê de tu cudahî tune ye, herdu jî rêxistina terorî ne PKK, rêxistineke terorî ya Marksîst û Lenînîst e. li Tirkiyeyê bûye sedema mirina zêdetirî 40 hezar însanan. Rêxistina terorê dev ji çalakiyên xwe yên tûndiyê bernade, leşker û polîsên Tirk şehîd dike. Bi hezaran Kurd ji aliyê PKK’yê ve hatine kuştin. Hîna jî ev kuştin dewam dikin. Ji ber vê jî îdîayên ku di çapemeniya Rojavayî de derdikevin û dibêjin; PKK Kurdan diparêz e û êdî dev ji terorê berdaye ne rast in.

Şaşiyeke din ya ku di çapemeniya Rojavayî de derdikeve, propagandaya PYD û PKK ji hev cuda ne, ye. Lêbelê PKK çi be PYD jî heman e. ji damezrîner û rêveberên wan bigrin heta armanc û mêjiyên wan hertişt wek hev in. Têkiliyên wan ne bi tenê îdeolîjîk e, di heman demê de maddî û organik e jî. Di hemû civînên PYD’yê de posterên Evdillah Ocalan li quncika herî baş tê daliqandin. Hevserokê PYD’yê Salih Muslîm û Evdillah Ocalan hevalê hevdu ne.

Li Sûriyeyê herêmên ku piranî lê Kurd dijîn, ji bo Evdillah Ocalanê ku xwe wek Lenînê sedsala 21’emîn dibîne, bûye laboratuvar. PYD’yê piştî hevkariya bi Esed re li bakurê Sûriyeyê rêveberiyek ava kir. Bi vê desthîlatdariya despot ve jî herî zêde zordarî û zordestî li Kurdan kiriye. Em ê vê mijarê bi hirgûliyên wê ve hildin dest, lêbelê em ê ewilî qonaxa damezrandina PYD’yê lêkolîn bikin.

PYD bi fermana Ocalan û piştgiriya Rejîma Baasê ve hat damezrandin

Rejîma Baasê ya Sûriyeyê her tim PKK û Evdillah Ocalan parastî ye. Di sala 1978’an de PKKê damezrandina xwe îlan kir û di sala 1979’an de jî Ocalan xwe spart Sûriyeyê. Tevî hamû hişyariyên Tirkiyeyê, rejîma Baasê ji bo hêztirbûna rêxistinê çi ji destê wê hat kir. Mîlîtanên ku li Tirkiyeyê bi dehan çalakiyên bixwîn kirin, li kampên Sûriyeyê gihîştin. Bêguman yek ji alîkarê Ocalan saloxgeriya rejîma Baasê El-Muhabarat bû.

Sûriyeyê di sala 1999’an de ji ber zordayîna Tirkiyeyê Evdillah Ocalan ji welêt derxist. Rêxistin jî sipart El-Muhabaratê. Hin PKK’yî jî derbasî Iraqa Bakur û Qendîlê bûn. Endamên ku li Sûriyeyê man jî rewşa wan ji aliyê rejîma Baasê hat organizekirin. Bi rêveberiya El-Muhabaratê ve bi naveke nû ve avaabûneke din hat damezrandin û endamên rêxistinê jî kirin bin kontrola wê. Wiha ev rêxistin jî weke ku Partiya Yekîtiya Demokratîk ango PYD tê zanîn e. Bi gotineke din ev rêxistin, rêxistina Evdillah Ocalan bi xwe ye.

Li gor qeydên fermî jî PYD di sala 2003’an de hat damezrandin. PYD’yê daxuyakirin ku wek serokê îdolojîk Ocalan dibin in, wek rêveberiya zagonî jî bi Kongreya Gel ya Kurdîstanê ve girêdayî ne. PYD pergala hevserokatiyê bi kar tîne. hevserokekî wê hevalê Ocalan Salih Muslîm e, hevseroka din jî Asya Evdillah a ku yek ji fermandara payebilind a PKK’yê ye. Salih Muslîm têkiliyên PYD û bi Ewropa û welatên din re dimêşîne û daxuyaniyan dide çapemeniyê. Asya Evdillah jî rêvebera rast a PYD’yê ye.

Tevî hemû van rastiyan PYD nikare bibêje ku ji xeynî aliyê îdeolojîk tu têkiliya me bi PKK’yê re tune ye. Delîleke din a berbiçav jî heye ku PYD derewkar derdixe: PYD tevgereka ku di bin banê KCK’yê de ye. KCK jî avabûneke li ser hemû avabûnên PKK yên li Ewropa û Rojhilata Navîn e.

KCK, PYD û PKK’yê di bin banê xwe de dicivîne û armanca wê jî damezrandina Kurdîstaneke Komunîst a serbixwe ye.  KCK qaşo nûnerê rêveberiya wî welatê û desthîlatdariya rêxistinê ye. PKK û mil û komên din yên çekdar ên PKK’yê hemû di bin fermana KCK’yê de ne. Yek ji van milan jî PYD ye. Ji ber vê jî PYD ne bi tenê ji aliyê îdeolojîk ve, ji her aliyan ve bi PKK’yê re girêdayî ye. Ango di navbera her du rêxistianan de tu cudahî nîn e.

YPG ji PKK’yî yên ku li Qendîlê tên perwerdekirin pêk tê.

Gelek mîlîtanên ku bi eslê xwe Sûriyeyî ne, di refên PKK’yê de şer dikin. Ev kes beşdarî çalakiyên ku li Tirkiyeyê hatin kirin jî bûn. PYD û PKK wek du komên çekdar ketine nav hev. Mîlîtanên Sûriyeyî yên ku digel PKK’yê şer dikin bingeha hêza çekdar a PYD’yê pêk tîn in.

Navê koma çekdar ya PYD’yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Tê texmîn kirin ku hejmara çekdarên wê di navbera 5 û 10 hezaran de ye. Nêzî hemû çekdarên rêxistinê Li qendîlê perwerde dîtin e.

Rêvebirên çekdarên YPG’yê yên rast rêveberên PKK’yê ne. Çekdarên nû yên ku tevlî YPGê dibin, ewilî li Qendîlê perwerdeya îdeolojîk ya Marksîst û Leninîst dibînin. Piştî vê perwerdeyê jî derbasî perwerdeya çekdar dibin. Rêveberên PKKê yên li Qendîlê perwerdeya leşkerî didin wan. Herî dawî jî li Efrîn, Kobanê û Cezîrê li akademiyên leşkerî perwerde didome.  Dema ku Kobanê ji aliyê DAIŞ  ve hat dorpêçkirin di nav çekdarên YPGê de gelek serkirdeyên PKKê jî hebûn. Divê ev jî neye ji bîr kir in.

PYDê zordariyeke mezin li Kurdên li Sûriyeyê kir û kesên ku ne ji wan in, ji holê rakirin.

Gelê Kurd ji bo ku xwe ji zilma PYDê rizgar bike, xwe sipart welatên cîran. Ev rastî jî di çapemeniya Rojavayî de cih negirt. Bê guman yek ji zordariya PYDê tifaq danîna bi rejîma Esed re ye. Lewre ev tifaq bû sedema êşa Kurdên herêmê. PYD beriya û piştî ku bi Esed re tifaq dayne û li Bakurê Sûriyeyê serbixweneke demokaratîk îlan bike, li dijî dijber û oldarên Kurd şer kir.

Par nêzî 50 hezar Kurd ji ber zordariya PYDê reviyan û xwe sipartin Iraqa Bakur. Yek ji koma koçberên ku ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, Kurdên ku ji ber zilma PYDê ji Haseke hatin, e.

Crîsîs Group a ku yek ji saziyên navdar a ramanê ye, di rapora xwe ya dawî de eşkere kir ku PYD zordariyeke mezin li kesên bêguneh û oldar ên Kurd kiriye.

Yek ji rêxistina mafên mirovan Human Rîghts Watch di rapora xwe ya ku derbarê Bakurê Sûriyeyê de amade kir de derxist holê ku PYD bê sedem muxalîfan  davêje girtîgehê û îşkence li wan dike.

Gelek muxalîfên Kurd ji aliyê YPGê ve hatine kuştin. Mînak, PYDê gule li gelê ku ji ber binçavkirina 3 endamên partiya alîgirê Barzanî çalaki dikir, reşandin.  Bi balafirşikênan ve gule li gel hatiye reşandin û 10 kes hatine kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûne. Digel van kuştinên komî, gelek kesên Kurd  ji aliyê PYDê ve ji malê xwe hatine birin û li kuçe û kolanan hatine kuştin.

Çawa ku koma çekdar a PKKê HPG li Tirkiyeyê xebatên terorî dike, koma çekdar a PYDê YPG jî li Bakurê Sûriyeyê heman xebatê dike.

Divê ev bê zanîn ku modela ku Ocalan “serbixwena demokratika konfederal” bi nav dike, di rastiyê de ji îdeolojiya Marksîst, Lenînîst û Stalînîst pêk tê. PYD’yê ku hin kes bi nezantî hin kes jî ji ber pilanên tarî piştgiriyê dide, bûye bela serê Kurdan. Ji avabûneke ku ji îdeolojiya Marksîst, Lenînîst û Stalînîst pêk tê, rêveberiyeke demokratik dernakeve, dê bi tenê dîktatoriya proletaryayê derkeve.

Encam

Wekî ku hat dîtin safsataya “PYD û PKK cuda ne” ne rast e. Dema ku êrîşek li cihekî tê kirin kesê ku dikuje, çavnêriyê dike û ajokariyê dike şirîkê heman sûcê ne û endamê heman rêxistinê ne. Ji ber vê yekê jî komên ku li gor Ocalan tevdigerin perçeyê heman rêxistinê ne û berpirsê sûcê mirovatiyê ne.

Armanca van hemû rêxistinên terorê ne parastina gelê mezlûm e. Hemû daxuyanî û xebatên ku li ser navê demokarasiyê tên kirin ji bo damezrandina rejimeke Marksist û girtina piştgiriya gel e. Têkoşîna ku li Kobanê tê dayîn ji bo dîktatoriya proleteryayê ye.

Ne wezîfeya terorîstên komunîste ku parastina gelê Kurd yê li herêmê û Kobanê bikin. Heke wezîfeyeke wisa hebe ev jî ya Tirkiyryê ye. Birayên me yên Kurd jî ji ber van komên zordest reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê. Merhemet û edaleta Tirkiyeyê ji bo gelên mezlûm yên li herêmê garantiyek e.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195710/di-navbera-pkk-u-pydyehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195710/di-navbera-pkk-u-pydyehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/pkk_pyd_teror_orgutudur.jpgTue, 23 Dec 2014 16:28:00 +0200
Divê Misilman qedr û qîmeta ku heq dikin, bibînin

Dema ku rojnameyekê hildidin û li rûpelên nûçeyên derve mêzedikin, çi bala we dikişîne? Gelo hûn hîç difikirin ku çima nûçeyên êş, şer, pevçûn, mirin û xizantî ji dever û erdnîgariya Îslamê tên. Dinya êş û kesera ku li welatên Îslamê tê jiyîn normal dibine. Ev rewşa hanê we jî şaş û metel nahêyle? Heke bixwazin li ser mîzansenekê bifikirin. Bifikirin ku êrîşeke xwekujiyê ku li Iraqê pêk tê û bi awayekî asayî tê dîtin, li Londonê pêk hat. Bifikirin ku li Iraqê di van êrîşan de her roj 30 û 40 kes dimirin, lê bûyera xeyalî ya li Londonê tu kes nemiriye. Roja ku li Londonê ev bûyera xeyalî pêk hat, em qebûl bikin ku li Afganîstan, Yemen, Somalî û Misrê bûyer hene û Misilman jiyana xwe ji dest dane.  Li gor we êrîşa li Londonê an kesên ku li van welatên ku me hejmarta jiyana xwe ji dest dan herî zêde dê bal bikişîne? Hewl û xebata ku ji bo Londonê tê kirin û hewl û xebatên ku ji bo welatên din bo pêk nehatina mirinan tên kirin hîç wek hev dibin? 

Kesên ku tiliyên Misilmanên ku li Guantanamo, Ebu Gureyb û Afganîstanê hatin kuştin wek “bibîranîn” birin welatên xwe… zêdetirî 110 hezar sivîlên ku ji aliyê rejîma Baasê hatin kuştin.. 6 milyon însanên ku wek penaber li Sûriyeyê dijîn… însanên ku dema li qadên Misrê nimêj dikirin hatin gulebarankirin…yên ku li Burmayê hatin şewitandin… li Tirkîstana Rojhilatê kesên ku bêsûç û bêguneh hatin dardakirin… bi kurtasî van bûyerên ku her roj wek tiştekî asayî li erdnîgariya Îslamê pêk tên, heke ji hezarî yekî van li welatên Rojavayî pêk bê gelo berteka dinyayê dê çi bûbûya? Tu yekî me jî naxwaze ku li Ewropa, Amerîka û li deverên din bûyerên dilsoj pêk werin û dilopek xwîn birije. Lêbelê em hemû jî bersiva pirsên li jor zanin.  Rastiyeke dilsoj heye ku; piraniya dinyayê li hemberî zilm û zordariya ku li Misilmanan tên kirin bê deng e.

Kesên ku li erdnîgariya Îslamê jiyana xwe ji dest didin li Iraqê 100 mirî, li Sûriyeyê 70 mirî û li Misrê jî 500 mirî wek hejmar tê zanîn. Heke li Rojavayê bûyerek bê serê kesekî dinya dê bi navê wî kesî wî nasbike. Ji ber vê yekê jî divê li ser vê mijarê bifikirin.

Hin sedemên vê mijarê hene. Ya yekemin; pêşdaraziya Rojavayê ya ku ji dîroka wan der tê. Ya duyemîn; ji ber şer û pevçûnên ku di sedsala 20’emîn de li wir pêk hatin îdeolojiyeke nebaş di hişê wan de bi cih kir. Yek ji riya ku Misilman ji pirsgirêkên xwe xilas bibe ew e ku divê Rojava ev îdeolajiya xwe ya bipirsgirêk tev biterikîne. Lêbelê gotina: “li vê axan çiqas êş hebe sedema van hemûyan Rojava ye.” Jî ne rast e.

Divê Misilman heta dibêjin “Misilman çawa ketin vê rewşê” , bila bibêjin para me di vê rewşê de çi ye? Ev ji guhertina îdeolojiya Rojavayê girîngtir e. Lewre bêdengmayîna civakekê li hemberî êşa birayên xwe yên Misilman li gor bêdengmayîna kesên din zêdetir xirap e.

Heke em ji dil û can binêrin em ê bibînin ku ji pirsgirêkên alema Îslamê yên aborî û siyasî jî wêdetir pirsgirêkên din hene. Ev jî kêmasiya ruh û manewiyetê ye. Ji ber van kêmasiyan civaka Îslamê nikare astengiyên pêş xwe rake. Misilmanên ku piştî mirina Pêxemberê me ji Quranê hin bi hin bi dûr ketin, ruh û manewiyata xwe winda kirin. Ev valahiya ku bi dûr ketina Quranê pêk hat, bi nezantî û baxnaziyê tijî bû.

Ev nêrîna ku girîngiyê nade jinan, li ser paqijî û xweşdîtinê nasekine, tolerans û kalîteyê nizane zirareke mezin daye Misilmanan.

Ev nêrîn huner, zanist û xebatên baş ji jiyana Misilmanan derxistiye, şûna wan tiştên nebaş di jiyana Misilmanan de bi cih kiriye. Divê dema ku qala Misilmanan tê kirin, aqliselîm, kalite, modernîte bê bîra însanan. Lê di roja îro de modela ku qala Misilman tê gotin tê bîra însanan, berhema bi dûr ketina Quranê ye.  Ji bo Misilmanan nizane, ji hunerê fam nake û alîgirê tundiyê ye tê gotin. Ev îmaja Misilmanan ji terikandina Quranê tê û dibe sedema paş mayîna Misilmanan.

Heke Misilman dixwazin ku rêz li wan bê girtin û piçûk neyên dîtin, divê li gor wê tevbigerin. Civaka Îslamê heta ku hewl dide sedemên êşa xwe nebîne, divê riya çareserkirina pirsgirêkên xwe bibîne û di demeke kurt de jî çareseriyê derbasî jiyanê bike.  Ev jî bi xwendin û famkirina Quranê pêkane. Ji ber vê jî Misilman divê li gor Quranê tevbigere.

http://www.thejakartapost.com/news/2013/11/22/muslims-must-be-valued-they-deserve.html

http://burmatimes.net/muslims-must-be-valued-as-they-deserve/

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195709/dive-misilman-qedr-u-qimetahttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195709/dive-misilman-qedr-u-qimetahttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/jakarta_post_adnan_oktar_131122_4.jpgTue, 23 Dec 2014 16:24:24 +0200
Rizgarbûna Kurdan bi Tirkiyeke hêzdar û mezin ve mimkûn e Hefta borî bi pêşketina DAIŞê ya li Kobanê Kurdên li herêmê ji nû ve hatin rojeva cihanê. Hewceye ku pêşî ev bê gotin: tûndiyê kî bi kîjan armancê bi kar tîne bila bîne, kesên ku tûndiyê bi kar tînin di kîjan bawerî û ramanê de dibin bila bibin, her cureyê tundiyê xirap û nebaş e. Tûndî tu car rêbazeke ku bê şopandin nîn e û ji bo mirovatiyê bela ye. Lêbelê dema ku rûdan û geşedanên ku di rojên dawî de pêk hatin dinirxînin hin rastiyan dibînin. Ewilî, ji roja ku li dijî DAIŞê qala operasyonê hat kirin û vir de di çapemeniya Rojava de PKK/YPG wek leheng hatin nişan dan. Hemû dinya jî nerastbûna van çîrokan dît. Hat îspatkirin ku hin şîrovkerên siyasetê yên ku dixwastin li dijî DAIŞê PKK bê çekdarkirin, çiqas şaş û tneg difikirin. 

PKK rêxistineke terorî ya ku bi salane li Tirkiyeyê li dijî artêşê şer dike, bi pûsû û awayekî veşartî leşkeran dikuje û bi vî awayî hebûna xwe berdewam dike, ye. PKK dema ku bi DAIŞê ku li gor wê şerê gerîlayê dike re hat hemberî hev bi tenê reviya. Ji xeynî vê tu tişt ji destê wê nehat. PKK û YPG li Kobanê nêzî 100 gund vala kirin û li dû xwe jin, zarok, nexweş, kalmêr û jinepîr hîştin û reviyan. Rojava divê ji ber vê tirsonekiya PKK û YPGê li ser hin mijaran ji nû ve bifikir e.

Li hemberî êrîşên DAIŞê stargeha tek ya Kurdên Sûriyeyê Tirkiye ye. Ewropa di sala 2013’an de çiqas penaber qebûl kiribe, Tirkiyeyê di nav 2 rojên dawî de ji wê hejmarê zêdetir koçber ezimandin. Tirkiyeyê heta niha ji bo nêzî 2 milyon koçberan deriyên xwe vekirin, di rojên pêş me de jî ev hejmar dê zêdetir bibe.

Dema ku Tirkiye bi şewqet û merhemet bêcudahiya ol, netewe û ziman deriyên xwe ji bo hemû mezlûman vedikirin, alîgirên PKKê jî leşkerên Tirk didan ber keviran. Alîgir û sempatîzanên PKKê şûna ku alîkarî bidin kesên ku ji ber êrîş û zilma DAIŞê reviyane, li sînor qaşo konên berxwidanê vedikirin û alîkariyên ku bo koçberan dihatin kirin asê dikirin. Seranserî şevê jî li Sêweregê bi molotofan êrîşî lojmanên leşkerî dikirin.

Alîgirên PKKê xwepêşandanên sexte yên lehengiyê dikirin û îdîa dikirin ku ew dixwazin biçin Kobanê, lê leşkerên Tirk destûr nedane wan. Ji ber vê yekê jî bi kevir û molotofan êrîşî leşkerên Tirk yên ku alîkarî didan koçberên Sûriyeyê, dikirin. PKK’yî yên ku ev 30 sal in bi riyên derqanûnî dikevin Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê derdikevin heke ji dil û can li dijî DAIŞê bixwastina  şer bikin, dê rihetî ji sînor derbas bûbûyana. Daxwaza PKK’yî yên ku dema DAIŞê dibînin baz didin ne şer kirine. Di lecên Mafyayan de pirî caran rastî tên dibêjin “min negrin dê nebaş bibe.”  slogan û kirinên PKKyiyan jî dişibe vê.

Her çiqas PKK û YPG di çapemeniya Rojavayî de piştgiriyeke mezin hildin jî, Kurdên herêmê piştgirî nadin wan. Gelê Kurd yê ku piranî oldar e, ne pêkane ku piştevaniyê bide rêxistineke Marksîst û Lenînîst. Lêbelê ne rast be jî PKK û YPG xwe wek nûnerê tek yê gelê Kurd nişan dide. Sala borî zordarî û zilma ku PYD li Rojavayê li gel kir divê neyê ji bîr kirin. Piraniya gelê Kurd ji ber zordestiya PYD reviyane û koçî Iraqa Bakur kirine. PYDê bi çapemeniya civakî îdîa dikir ku “li dijî wan vahşet tê kirin.” Lê şandeya bêalî ya ku çû herêmê di lêkolînên xwe de derxist holê ku ev gotin jî xelet e. Dema ku hemû van agahiyan didin ba hev û hildidin ber çavan, hewceye ku şîrovkerên Rojavayî û rîspiyên civakê li dijî propagandaya PKK û YPGê baldar bin.

Tirkiye bi şêwaza xwe ya demokratik, modern û laîk ve garantiya Rojava û gelê herêmê ye. Êş û keserên ku di paşerojê de hatin jiyîn û neheqiyên ku li Kurdan hatin kirin êdî li paş ma. Ji sepandinên antî demokratik ne bi tenê Kurd, oldar, Ermen, Elewî û gelek civatên din jî para xwe girtin û canê wan şewitî. Lêbelê Tirkiye ji paşerojê şîreta xwe hilda û niha Tirkiyeke nû heye. Niha Tirkiyeke ku bêtir demokratîk û azad, mafên mirovan bêtir diparêze tê avakirin. Yên ku dixwazin zêdegavî bi dawî bibe û teror ji holê rabe ne bi rêxistina teorê PKK û YPG’yê Marksîst û Lenînîst re, bi Tirkiyeya nû re tifaqê bikin. Tirkiyeya hêzdar û biîstîkrar dê him bibe mutefîkê Rojava him jî dê bibe parêzgerê Kurdan, Tirkmenan, Ereban û her ol û neteweyên li herêmê. 

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195708/rizgarbuna-kurdan-bi-tirkiyeke-hezdarhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195708/rizgarbuna-kurdan-bi-tirkiyeke-hezdarTue, 23 Dec 2014 16:21:32 +0200
Divê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê di demeke kurt de herêma ewle bê avakirin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’an û vir de dewam dike. Piştî şerê 2’emîn yê cihanê yek ji bûyerên ku hejmara kesên ku cih û warên xwe terikandin ev e. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî nêzî 200 hezar însan hatine kuştin, bi hezaran însan li girtîgehên rejîma Baasê rastî îşkenceyê hatine û gelek însan jî birîndar bûn e. Sûriye niha bûye wek welatekî xeyalet. Tê gotin ku nêzî 7 milyon kes jî malên xwe terikandin e. Ji van hin kes li nav welêt cihên xwe guhertin e, ji nîviyê bêtir jî di serî de Lubnan, Urdun û Tirkiye xwe sipartine welatên derdor û bûne koçber. Drama mirovatiyê ya ku li Sûriyeyê tê jiyîn gihîştiye asteke tirsnak. Ji roja ku pevçûn dest pê kirin û vir de ji bo sivîlan me hewce dît û bi lêv kir ku herêma bo firînê qedexe û herêma ewle bila bê avakirin. Di roja îro de jî ev pêdîviya herêma biewle divê bi awayekî lezgîn bê avakirin. Rejîma Esed bi gazên kîmyewî welatiyên xwe dikuje û welatên rojavayî ji ber vê zilmê bêdeng dimîn in. Lê divê Rojava li ber êş û kesara zarok, kalemêr û jinepîr ên ku ji ber zilma DAIŞ, PKK û Esedê reviyane bêdeng nemin e. Divê di demeke kurt de ji bo aramiya gelê Sûriyeyê herêmeke ji bo firînê qedexe û ewle bê amadekirin.
 
1.     Herêma ewle ne harekatekî leşkerî ye. Armanc parastina jin, zarok, kalemêr û pîrejinan e.
 
Divê kesên ku nikarin xwe biparêzin, bên parastin. Divê ji bo kesên ku  mal, kar, dibistan û warên xwe li dû xwe hîştine û hatine welatekî xerîp jiyaneke nû bê avakirin.  3 sal in ku ev însanan bi bombeyên warîlê hatine kuştin, bi gef xwarin û zordariya DAIŞ û PKKê ketine nav êş û keserê, xizm û merivên wan hatine kuştin û mal û îbadetxaneyên wan hatine hilweşandin. Ji ber vê jî ji bo wan hemû dinya berpirse ku jiyaneke nû û aram ava bike. Heke dinya ji bo kesên ku bêmal û bêwar man e jiyaneke ewle nikare ava bike, ev tê vê wateyê ku di wîjdana mirovatiyê de hilweşîneke mezin heye. Kesên ku li gor wîjdanê tevnegere û li dijî neheqtiyê nesekîne, Xwedê biparêze, dibe ku bi xwe jî dê rojekê mihtacê tevgereke wîjdanî bibe. Ji ber vê qasî jî divê di demeke kurt de astengiyên burokratîk bên rakirin û herêmeke ewle bê avakirin.
 
2.     Herêma ewle ji bo Kurdan jî dê bibe parastgehek û wan biparêze.
 
Derbarê Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞê û Kurdan dixe nav rewşeke xirap de gelek nûçe û agahî derdikevin. Lê van gotinan ne rast in. Pêşî nêrîna Tirkiyeyê ya Îslamê û nêrîna DAIŞê ya Îslamê li hev nagrin. Tirkiye wek welatekî ku ji 30 salî zêdetire li dijî terorê têkoşîn daye, tu carî dê alîkariyê nede rêxistineke wek DAIŞê. Di demeke ku gelek welatên Ewropayê DAIŞ hilnedidan rojeva xwe de Tirkiyeyê DAIŞ xist nav lîsteya rêxistinên terorê û siyeseta ku li dijî rêxistinên terorê dimeşand li dijî DAIŞê jî meşand. Ev propagandaya reş bitaybetî ji aliye alîgirên PKKê ve hat meşandin. Yek ji armanca vê xabatê jî ji bo PKKê hildana piştgiriya DYA û Rojava bû. Lê parêzvanê gelê Kurd ne PKK, Tirkiye ye. piştî ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir, PKK li dû xwe dayîkên Kurd, zarok, jinepîr û kalemêr hîştin û reviya. Kurdên Sûriyeyî yên ku ji zilm û zordariya DAIŞê reviyan xwe sipartin Tirkiyeyê. PKK’yê ku li çiyayan bi stratejiyên gayrî nîzamî şer dike, ji pişt li leşkerên Tirk  xist û bi vî awayî hêzdar bû. Lêbelê li hemberî rêxistineke wek xwe DAIŞê têk çû. Bi vî awayî çîroka “li dijî DAIŞê gerîlayên Kurd yên leheng”  jî bi dawî bû. Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê û welatên Rojavayî heke dixwazin Kurdan biparêzin, divê alîkariyê nedin PKKyê Stalînîst û Lenînîst ku dixwaze li herêmê Koreyeke Bakur a nû ava bike, piştevaniyê bide Tirkiyeyê.  Divê di serî de Kurdên ku li Kobanê dijîn û ji bo Kurdên din Herêmeke Ewle bê avakirin.
 
3.      Herêma Ewle ne polîtîkaya dagirî ye.
 
Tirkiye tu car li dijî welatên cîran polîtîkayeke dagirî nemeşandiye. Artêşa Tirk bi rehmet û dilovaniya xwe tê naskirin. Rêxistina terorê PKK seranserî 30 salî li dewletên cîran ma û welatên cîran ew xwedî kir, lê dîsa jî Tirkiye li dijî wan dewletan dijminatî nekir û gaveke derqanûnî navêt. Dema ku Herêma Ewle hat avakirin  hêza parêzger a herêmê dê arteşa Tirk be. Leşkerê Tirk li Efxanîstan, Somalî û Bosnayê xîzmeta xwe raxistiye ber çavan û bi heman rengî dê li sînorê Sûriyeyê jî dê xîzmetê bide kesên ku xwe spartina Tirkiyeyê.
 
4.     Hemû dinya berpirs e ku ji bo kesên Ji Sûriyeyê koç kirine Herêmeke Ewle ava bike.
 
Bi qasî hejmara koçberan a ku hemû welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2013’an de qebûl kir, Tirkiyeyê hefta borî di nava rojekê de qebûl kir. Hejmara koçberên Kobanê 130 hezarî derbas bû. Tê texmîn kirin ku Tirkiyeyê heta niha ji 2 mîlyonî zêdetir penaberên Sûriyeyî qebûl kiriye. Ji bo mêvanên Sûriyeyê jî ji 7 mîlyarî zmdetir pere hatiye xerçkirin. Ev mevla ji bûtçeyên hin wezaretên li Tirkiyeyê zêdetir e.  Em wek neteweyê Tirk ji bo mêvankirina cîranên me yên ku ji ber zilmê reviyane kêf xweş in. lêbelê divê neyê ji bîr kirin ku pirsgirêk pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dema ku mijar  jiyan, aramî û ewleyiya mirov be, biqasî deqqeyekê jî paş xistin nayê qebûl kirin. Ji ber vê jî ji bo hin pirsgirêkên burokratîk divê dema avakirina Herêma Ewle neyê dirêj kirin. Parastina mezlûmên Sûriyeyî berpirsyariyeke mirovî ye û divê di demeke kurt de ev berpirsyarî ji aliyê hemû diyayê ve bê cih.
]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195705/dive-li-sinore-tirkiye-uhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195705/dive-li-sinore-tirkiye-uTue, 23 Dec 2014 16:14:34 +0200
Li gor Qur’anê yekbûna Misilmanan ferz e Xwedê di Qur’anê de ji bo misilmanan wiha ferman daye: “ bibin yek, li dijî înkarê di refên îmanê de bi hev re bin, li dijî hevdu birehm û bi dilovanî tevbigerin, hevdu biparêzin û ji hevdu veqetîn û perçebûnê bi dûr bikevin.”
 
Ji ber ku di navbera welatên Misilman de yekîtî û bihevrebûn tune ye gelên mezlûm yên mislman jî bêparêzî dimînin. Jinên reben, zarok, jinepîr û kalemêrên ku li Filistînê, Keşmîrê, Moroyê û Tirkîstana Rojhilatê û li gelek cihên din dijîn, di nav zor û zehmetiyê de li benda rizgarkirinê ne. Berpirsyariya van însanên mezlûm beriya herkesê li ser milê Misilmana ne. Divê misilman gotina Pexemberê me (s.av.v) “ misilman li misilmana zordariyê nake û wan di nav xetereyê de nahêyle.” Di hişê xwe de dernexin.
 
Misilman, dema ku astengiyek ji bo yektiya wan derkeve divê li ser van pirsan bifikirin:
 
“ev mijar bi qasî ku zirar bide tifaqa îslamê girîng e?”
 
“mijareke ku li ser neyê li hev kirin e?”
 
“şûna ku li dijî fikrên Xwedênenas têkoşîn bê dayîn, bi civakeke misilman re mijûl bûn maqûl e?”
 
Herkesê ku li gor wîjdana xwe van pirsa binirxîne dê ji gengeşiyên bêdawî bi dûr bikeve û ji bo tifaqa misilmanan a li gor exleqa Qur’anê bixebite.
 
Di ayete de wiha tê keremkirin:
 
Benikê Xwedê  bi awayekî sexlem bigrin. Belavnebin û Ji hevdu veneqetin. Nîmetên Xwedê yên li ser we bînin bîra xwe. Ka hûn dijminên hev bûn. Lê hûn bi nîmeta wî  wek bira hişyar bûn. Dîsa dema ku hûn li kêleka çala êgir bûn, ew we ji wir rizgar kir. Tê hêvîkirin ku bigihîjin hîdayetê. Xwedê ayetên xwe ji we re wiha aşkere dike. (Al-i İmran Suresi, 103)
 
Xwedê ferman dike: dibêje belavnebin û ji hev cihê nebin. Nexwe perçebûn û belavbûn heram e. Yekbûn û bibiratî jiyan jî ferz e. Navbera du birayan çiqas nêzîk be, divê navbera hemû misilmanan jî Şîî, Vahabî, Caferî û Sunnî bi qasî wê nêzîk be. Xwedê vê ji me re ferman dike. Xwedê nimêjê ji me re ferman dike. Em jî bêkêmasî 5 wext nimêja xwe dikin înşellah. Xwedê rojiyê emir dike û em jî bêkêmasî 30 roj rojiya xwe digrin. Xwedê dibêje ji hev cihê nebin, heke em vê fermanê nebinin, Xwedê dê bersiva vê bide.
 
Misilman encax bira ne. Ji ber vê persgirêkên di nav birayên xwe de çareser bikin û ji Xwedê bitirs in;da ku bên parastin. (Hucurat Suresi, 10)
 
Misilman dê him li gor hişmendiya biratiyê tevbigerin him jî ji bo hezkirin û bihevrebûna hevdu bixebitin. Û dê aliyên xwe yên baş bibinin û biratiya xwe pêşve bibin.
 
Îtatê Xwedê û Resûlê wî bikin û bi hev nekevin, hûn ê ji hev veqetin û dê hêza we kêm bibe.Tebat bikin. Bê guman Xwedê li ba wan e. (Enfal Suresi, 46)
 
Xwedê fermaneke din jî dide: şer nekin û bi hev nekevin. Heke wisa bikin li dijî Darwinîzm û Materyalîzmê dê nikaribin têbikoşin. Di hezkirin, dilovanî û bexşînerê de tebat bikin.
 
Kesên ku înkar dikin xwediyê hevdu ne. Heke hûn alîkariya hevdu nekin û bi hev re dost nebin li cihanê dê berhevdanî û fesadî hebe. (Enfal Suresi, 73)
 
Yên ku wek Xwedênenasan, Darwinîstan, Materyalîstan û Siyonistên mason înkar dikin, tifaq datînin û bi vî awayî tevdigerin. Hevdu diparêzin û piştevaniyê didin hevdu. Heke Misilman jî vê nekin dê pirr şaş be. Xwedê dibêje heke hûn bi hev re tevnegerin dê li dinyayê tevlîhevî û fesadî derkeve. Waye hûn rewşa alema Îslamê ya li Filistîn, Efxanîstan û Pakîstanê dibinin, misilmanên li wie çîleyeke mezin dikişinin. Ne bitenê alema Îslamê hemû kes rihetsiz in. qeyrana aboriyê, beleya terorê û tevlîhevî heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê misilman pişltevanî bidin hev û din av xwe de biratiyê ava bikin.
 
Xwedê ji bo ku misilman zû bigihîjin serkeftinê riya herî kurt nîşanê wan daye. Misilman dema ku li rastî zilm û neheqtiyê hatin, dê bibin yek û li dijî vê zilmê bi fikir û îlîmê ve têbikoşin. Ji xeynî riya ku xwedê nişan daye gerîna riyeke din ne li gor maniqê ye. Ji bo misilmanan riya tekane riya Qur’anê, pêxemberê û riya bihevrebûnê ye.
 
Bêguman Xwedê ji ew kesên ku di riya xwe de bi hev re di heman safê de têdikoşin, hezdike. (Saff Suresi, 4)
 
Ne  bi tenê di nav têkiliyên baş de divê Misilman li gor agahdarkirina Xwedê wek avahiyeke sexlem bi hev re girêdayî bibin. Şîî, Sunnî, Hanefî, Vahabî û Caferî dê tam bibin yek blok.
 
Heke bi kurtasî dubarekirin hewce be di van ayetan û Qur’anê de wiha tê gotin;
 
·     Divê Misilman yek bin,
 
·     Bi biratî, hezkirin û dilovaniyê ve girêdayî hev bin,
 
·     Nîqaş nekin û bi hev nekevin,
 
·     Dost û hevalên hev bin,
 
·     Di her rewşê de hevu bigrin û alîkariya hevdu bikin,
 
·     Bi hev re bişêwrin,
 
·     Bi hev re li dijî înkarê têkoşîn dayîn ferz e.
 
Di rewşeke li dijî vê de jî, ango;
 
·     Bi hev re bûn na jî, ji hev cihê bûn,,
 
·     bêhezkirin û bêdilovanî bi misilmanan re hevaltî kirin,
 
·     Ji bo birayên xwe yên misilman nekirina piştevanî û alîkariyê,
 
·     Li dijî înkarê bi hev re nedana têkoşînê jî heram e. 
]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195704/li-gor-qurane-yekbuna-misilmananhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195704/li-gor-qurane-yekbuna-misilmananhttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/23315_kurana_gore_muslumanlarin_birlik_olmalari_farzdir.jpgTue, 23 Dec 2014 16:09:10 +0200
Kesên ku Îttîhad-i Îslameke bêserok dixwazin bila bizanibin ku “bedeneke bêserî nikare bijî.” Îttîhad ango yekbûn ji bo Misilmana fermana Xwedê ye û ferz e. Ustad Bedîuzzaman li ser girîngiya yekbûna Misilmana wiha gotiye: “wezîfeya herî girîng ya vê heyamê Îttîhad-i Îslam e.” Rewşa niha ya ku Misilman di nav de dijîn, bûyerên ku li Iraq, Filistîn, Efxanîstan û hin deverên din pêk tên, nîşanê me didin ku perçebûna Misilmanan çiqas encamên xirap derdixe holê. Ji ber vê yekê jî li dijî hemû bûyerên vî rengî divê Misilman him ji bo alema Îslamê him jî ji bo gelên mezlûm yên din yekbin û bi hev re têbikoşin. Ji ber vê çendê divê Misilman ji bo yekbûnê hewl bidin û bixebitin.
 
Lêbelê divê Misilman dema ku van xebatan dimêşînin li gor rê û rêbazên Xwedê û Pêxemberê me bimêşînin. Kesên ku ji xeynî riya Xwedê riyeke din diceribînin û li gor mantiqa xwe tevdigerin, bila bizanibin ku tu carî nagihîjin armanca xwe û bi ser nakev in. Piştgirî û rehmeta Xwedê li ser kesên ku di riya Xwedê û riya Pêxember de dimêşin e.
 
Xwedê bi seranserê dîrokê her qewm digel serok û rêveberê xwe afirandî ye. Ango Xwedê ji bo her qewmekê rêveberek şandî ye. Hz. Nûh (as), Hz. Îbrahîm (as), Hz. Mûsa (as), Hz. Yusuf (as), Hz. Îsa (as) û Hz. Muhammed (sav) wek qasîdê Xwedê rêveberiya civaka xwe kirine. Di heyama Hz. Talût û Hz. Zulkarneyan de jî her tim serokê Misilmanan bû ye. Piştî Pêxemberê me heta demeke nêzîk jî tu carî Misilman bêserok neman e. Di heyama niha de serokekî manewî yê Misilmanan nîn e. Ev jî alemeta hetina Hz. Mehdî nişan dide. Xwedê piştî heyama bêserokiyê, wek mizginî Mehdî (a.s) dê ji Misilmanan re bişîne. Alema Îslamê nêzî sedsalek û nîv e ku bêserok e. Lêbelê civaka Îslamê di vê sedslê de wek pêdîviyeke qederê dê di bin serokatiya Mehdî de bicive.
 
Ji ber vê yekê jî ew kesên ku wek fermana Xwedê Îttîhada-i Îslamê û yekbûna Misilmanan dixwazin, bila bizanibin ku ev yekbûn bi tenê di bin serokatiya Mehdî (a.s) de pêkan e. Alema Îslamê bi coş û daxwazeke mezin ve dikare bi tenê di bin banê neviyê Pêxemberê me de bicive. Lewre vê riyê Xwedê bi qasîdiya Pêxemberê me wek riyeke heq û rast nîşanê Misilmanan daye.  
 
Kesên ku dibêjin “alema Îslamê divê yek bibe” , lêbelê navê Hz. Mehdî bibîrneynin û qala wî nekin dê bikevin nav xeletiyeke mezin. Yek jî ev şêwaz li dijî mantiqa Qur’an, Sinnet û eqlê ye. 
 
Li gor mantiqa van însanan heke serokek nîn be, Misilman dê çawa û di bin serokatiya kî de bicive nediyar e. Pîvana vê yekbûnê jî nediyar e. Lewre divê ev kes heke li gor Qur’an û sunetê tevbigerin, dê bizanibin ku hewcedarî ji bo serokekî civaka Îslamê heye û ev jî diyar e. Lê ev kes heke bibêjin ku alema Îslamê bêserok bibe yek, wê çaxê dê derkeve holê ku ew kes ji dil û can Îttîhad-i Îslamê naxwaz in. 
 
Serokê Katolîkan Papa ye û serokê Ortodoksan jî Patrîk e û ev jî tiştekî normal e. Lêbelê çima hebûna serokekî mîlyonek û nîv alema Îslamê nenormal e. Ew kesên ku hebûna serokê olên din normal a Îslamê neasayî dibînin dixwazin ku perçebûna alema Îslamê bidome. Ew kes bi tenê di gotinên xwe de  dibêjin civaka Îslamê yek be, lê xebatên xwe ji bo cihêbûna civaka Îslamê pêk tînin. 
 
Lê heke Îttîhad-i Îslam hebe, teqez Hz. Mehdî (as) jî heye. Heke Hz. Mehdî (as) hebe, teqez dê alema Îslamê bibe yek. Xwedê bi navbeynkariya Pêxemberê me ragihandiye me ku di dema axirê de serokê Misilmanan dê Hz. Mehdî (as) be. Hz. Mehdî (as) kesê ku bi hilbijartinê bê serî nîn e, Ew kesê ku bibe sedema rizgarkirin û yekbûna alema Îslamê û fermana Xwedê ye. Pêxemberê me wiha kerem kiriye:” di axir zemanê de ji neslê min dê kesek bê, ew kes dê ji dinê zilm û neheqtiyê ji holê rake, dê Misilmanan bîne ba hev û ji bindestiyê rizgar bike.”
 
Xwedê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Misilmanan wek riyeke çareseriyê Hz. Mehdî (as) nişan daye. Heke Misilman vê riya ku Xwedê nîşanê wan daye nebinin û li gor mantiqa xwe tevbigerin bersiva Xwedê li dijî vê rewşê dê bitûnd be.
 
Bawermendên salih, divê xwe bispêrin riya ku Xwedê nîşanê wan daye û ji dil û can yekbûna Misilmanan a di bin rêveberiya Hz. Mehdî (as) de bixwazin. Divê neyê ji bîr kirin ku her çiqas jî hin kes nexwazin û li dijî vê bixebitin jî di dawiyê de dê daxwaza Xwedê bibe û di bin serokatiya Hz. Mehdî (as) de Îttîhad-i Îslam dê pêk were.  Ev sedsal bi vesileya Hz. Mehdî (as) ve dê bibe sedsala ku exleqa Îslamê bûye hekimê hemû cihanê.
]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195703/kesen-ku-ittihad-i-islamekehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195703/kesen-ku-ittihad-i-islamekehttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/33719_Lidersiz_bir_ittihadi_islam_isteyenler_basi_olmayan_bedenin_yasamayacagini.jpgTue, 23 Dec 2014 15:48:50 +0200
Ji kesên dixwzin dewlata me perçe bikin re bersiva me Ew leyîstika bi navê ‘’Mesela Kurd’’ li başûrê-rojhilatê Tirkiyê tê lîstin armanca wê eve ku pêşî de li başûrê-rojhilatê piştre jî li Tirkiyê û li hemû cîhanê avakirina komunîzmê ye.Bi zaneyî an nezanî,ew gotinên ‘’Em bi PKK re rûnin’’ ‘’Em xweseriyê bidine başûrê-rojhilatê’’ ‘’Em perçeyek ax bidine wan ma dê qiyametê rabe?’’ xizmetê ji armanca PKK re dike:Cîhaneke komunîst..

Gelek mirov ji rewşê ne haydar in.Ji dil bawer dikin ku PKK re lihevhatin,qanîkirina Ocalan an go devjêberdana perçeyek axê re dê terora PKK dawî bibe.Polîtîkayên xwespêrî yên weke ‘’Em hinek ax bidine we hûn jî ji me bigerin’’ dimeşînin.Nizanin ku bi vê polîtîkayan ev rêxistina komunîst dê xûrttir bibe û belayê li me bigerîne.

Dildarên cihêxwazan ji komunîstên berê ve pêk tên.Gelek ji wan jî weke ku ne li ser rêça komunîstî bin tevdigerin û naxwazin bal biçe ser wan.Lê di binî re weke parêzvanên ji dil propangaya komunîzmê kirin û hêj dikin.Daxwaza wan ya ‘’çareseriya herî baş devjêberdana axê ye’’ avayeke şeytanî û sîstematîk di nav gelê me de tê belavkirin û ev yek makul tê nîşandan.Gelê me ‘’Ji vê pêve tu çare nemaye’’ yê tê hîpnotîzekirin.

Li gor xwe dê bi vî awayî birayên me yên kurd û Tirkiyê hemû ber bi felaketê ve bikşînin.Vê leyîstika xwe ya xeternak bi zimaneke nerm li pişt maskeyên‘’em maxdûr in,em dipelçiqin,xelasiya me ev e’’  dilîzin.Dixwazin xeddarî û şîdeta komunîstî ya sedsala 20emin careke din bi xeddartir pêkbînin.

Ev rastî divê qet neyê jibîrkirin:Rêxistina cihêxwaz tenê ne ser esasê netweperweriya kurd hatiye avakirin.PKK,rêxistineke komunîst,darwînîs,stalînîst û lenînîst e û neteweperweriya kurd ji xwe re weke mertalekê bikartîne.

Ji ber vê yekê,

PKK divê bizane:

Em li başûrê-rojhilatê welatê xwe de rê nadin serhildaneke komunîstî û bihostek ax jî nadine PKKyê.Weke Mistefa Kemal Atatur amje pê kirî ‘’Komunîzm neyarê tirkan yê herî mezin e.Ji ber vê her li ku serî rake divê were perçiqandin’’emê jî bi ilmê xwe,fikrê xwe û zanîstiya xwe komunîzmê biperçiqînin û em nahêlin ev bela bikeve welatê me.

Yên dibêjin ‘’Em axê bidine wan da ku em ji wan xelasbibin’’ û rê li ber komunîstan vedikin jî divê baş bizanin:

Devjêberdana axê ji tirkiyê re aramî nayîne,dê rê li ber felaketê veke.Şehîdbûn ji bo miletê trik rûmet e,hewce bike emê bi mîlyonan şehîdên din jî bidin lê em bihostek axa xwe nadin tu kesî.

Devjêberdana bihostek axa vî welatî têkçûna şeref ,rûmet,hebûn,asalet û namûsa mileta tirk e.Ev yek qet nabe.Ev gotinên Ataturk hîmê têkoşîna me ye:

‘’Tişta girîng ewe ku miletê tirk bişeref û biheysîyet her bijî.Heysiyet û zîrekiya miletê tirk gelek mezin e.Mileteke wisa şûna êsîr bijî bila bimre çêtir e.Li ser vê yekê,yan felat yan mirin’’ (Kemal Atatürk)

Rêlibergirtina terorê re bilî têkoşîneke ilmî çi rê nîne

Terora komunîstî sîstemeke fikrî ye.Sîstema fikrî bi çek têknaçe û xebateke bêfêde ye.Heta ev sîstem têkneçeev îdeolojiya qirêj dê ji xwe re her û her aligirên nû bibîne.Têkbirina vê sîstemê jî bi rêya têkoşîna ilmî ye.Divê şaşitiya fikrê wan bête gotin,bi delîlan fikrên xweş û pêbawer û rast re kesên li hembêr bêne kanîkirin.Dema ji fikrên ku wan dixin terorîst fêm bikin ne mimkune ku careke din bibin terorîst.

Terora komunîstî ya li hemberê me xwedî fikrekê ye.Ya girîng ne kuştina ew kesên bi vê fikrê jarîketîne,ya girîng ewe ku ev sîstema fikrê wan were hilweşandin.Bîrdoziya komunîstî ji xwe radigire fikra Darwînî.Darwînî jî xapînoke,ew ku çi delîlên xwe yên zanistî jî nîne.Ji ber vê yekê ger darwînî bi delîlên zanistî were pûçkirin komunîstî jî dê nişka ve têk here.Dema komunîstî bikeve jî kaniya terorîstan dê biçikê.

Propaganda dij-darwînî ji komunîstan re xewnereşk e.Bi îzna Xwedê ev têkoşîna ilmî dê fikra komunîstî ji ser rûyê erdê rake.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195556/ji-kesen-dixwzin-dewlata-mehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195556/ji-kesen-dixwzin-dewlata-meSat, 20 Dec 2014 08:29:35 +0200
Plana Perçekirina Tirkiyê ya Dewleta Kûr a Cîhanê

Planek 100 salî… Avakirina Kurdistana komunîst a serbixwe…

Ev xeyala sed salî ya dewleta kûr a Amerîka û Ewropayê ye…

Baş e, ka ev plan ê çawa bimeşe;

Ewil;

1.Dê li Başûrê rojhilat xweserî ava be.

Dî vê navberê, Amerîka û Ewropa PKKê ji lîsteya teröre derdixe û îmkan çêdike ku bibe dewlet. Dê ji bo vê xebatên propagandayê bide destpêkîrîn.

2. Xweserîya ku lî Başûrê Rohilat dê were avakirin, dê bîne birayên me Kurd yên li surî û Iraqê jî tev xwe bike û dê Kurdistana Sor a komunîst ava be. Dê ev dewleta bîbe dîktatorîya stalînîst, komunîst û proleterya û dê bîbe despot.

3. Karê ewil a vê dewleta ku dê bibe Koreya Bakur a Rojhilatê Navîn, avakirina artêşeke mezin e.

4. Artêşa Kurdistana komunîst a serbixwe dê bî çekên Rusya, Çîn, Amerîka û Îngilîstanê ve were biçekirin. Dê bibe artêşek dagirker û êrîşker a ku xwedî çekên giran e.

5. Tevî Koreya Bakur û Çîn dê hemû dewletên komunîst destekê bidin vê dewletê.

6. Hedefa ewil a Kurdistana Sor a ku bi çekên mezin ve hatiye pêçandin Tirkiye ye. Dê hemû bajarên me di bin bombebaranê de bimînin. Êrîş dê peyder pey pêşkevin û dê di dawîyê de Tirkiyê daqurtîne.

7. Dê di axa Tirkiyê de balafirgehên Kurdistana Sor werin sazkirin. Baregehên Kurdistana Komunîst dê werîn avakirin.

9. Bî vê rêyê, Ewropa û Amerîkaya kûr, dê lî navenda Rojhilata Navîn jî xwe re cîhekî mezîn vekin. Baregeh û balafirgehên Kurdistana Komunîst dê bibin navenda lêxistnina hemû Rojhilata Navîn a misilman û dê tarûbar bike.

10. Ji bo ku dewletên cîran yên li der û dor jî bikin komunîst , dê hîm propagandaya bîrdozî him çalakîyên leşkeri bidin destpê kirin. Rejîmeke Stalînîst a dîkta ku dê hemû Rojhilatê Navîn dagirke dê dest bi faalîyetan bike.

Tirkiye bi gefek dîrokî ve rû bir û ye.

Dîvê hemû gele me hay ji vê talûkeyê hebe.

Dîvê hemû partîyên sîyasî, hemû sazîyên sîvîl û hemû sazî bi hev re tevbigerin , bi rihê seferberîya netewî li hember vê talûkeyê dîwarek manewî avake.

Divê dewleta me dest bi perwerdeya dij darwînperestîyê, dij komunîstîyê bike û rêya mezin jî bide Başûrê Rojhilat.

Divê keç û xortên me lî hember hemû sazîyên cudaxwaz, alîgirê tundîyê werin hînkirin. Divê teralî neye kirin. Divê hişmendîya yekîtîya netewî were xurtkirin.

Divê dewleta kûr a cîhanê jî vê yeke baş bizanibe: Ji bo gele tirk welat, al dewlet tên menaya namûsê.

Miletê tirk ji bo jîyînê na, ji bo rizayê Xwedê, ji bo namus û rûmeta xwe dijîn. Ew kesên ku hewl didin Tirkiyê perçekin, esas qest dikin ku 80 mîlyon mirovan bikujin. Jixwe heta ku 80 mîlyon şehîd nebin, yek xişirê vî welatî tune ku em bidin ti kesî.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195555/plana-percekirina-tirkiye-ya-dewletahttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195555/plana-percekirina-tirkiye-ya-dewletahttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/plana_percekirina_tirkiye2.jpgSat, 20 Dec 2014 08:27:05 +0200
Têkçûna Ateîzmê PÊŞKÊŞVAN: di dîroka mirovahiyê de xeçerêyên girîng hene. Em jî niha yek ji van xeçerêyan de ne. Hin kes vêya wek “globalbûn û serdema agahiyê” şîrove dike. Ev tespîtan rast in, lê ji van jî girîngtir rûdanek heye. Hin kes ji vê haydar nebin jî, di ev 30 û 35 salên dawîn de di qada felsefe û zanistê de guhertineke mezin pêk tê. Ji sedsala 19’emîn û vir de ateîzma ku di warê fikr û zanistê de bibandor bû, niha ber bi tunebûnê ve diçe.

Ateîzma ku hebûna xwedê qebûl nake, ji serdemên berê û vir de hebû. Lêbelê ev raman di sedsala 18’emîn a ewropayê de bi ramanên hin ramangêrên yên li dijî olî ve dest pê kir. Materyalîstên wek Dennis Dîderi, Baron û Davîd Hume ji ber ku di heyama van de asta zanistê ne bilind bû gotin ku ji xeynî madeyê, alemeke jîndaran tune ye. Dema ku hatin sedsala 19’emîn ateîzm bêtir belav bû. Rewşenbîrên wek Feuerbach, Marx, Engels, Nietzsche, Durkheim û Freud fikra ateîzmê xistin nav qada zanist û felsefeyê.

Piştgiriya herî zêde jî Charles Darwinê ku teoriya wî ji aliyê zanistê ve tu carî nehatiye piştrast kirin, da ateîzmê.

Ateîstan bi sedsalane bersiv nekarîn bidan pirsa “ jîndar û mirov çawa bûn?” Darwînîzm jî bi çîrokên xeyalî û qaşo delîlên zanistî ve bersiv da van pirsan.

Ramana ateîzmê îdîa kir ku di nav siruştê de  pergaleke wisa heye ku ruh dide madeyên bêcan û paşê jî ji van madeyan bi milyonan jîndarên cuda pêk tîne û vê teoriya xwe jî bi gelek kesan da bawer kirin.

Ateîstan di dawiya sedsala 19’emîn de li gor xwe her tişt eşkere kiribûn û li gor xwe “dîtineke dinyayê” ava kiribûn.

Bi nezaniyeke mezin afirandina gerdûnê înkar dikirin û li dijî vê digotin: “destpêka gerdûnê nîn e û gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye.” Îdîa dikirin ku hevsengî û pergala li cihanê bi tesadûfî pêk hatiye û li dinyayê tu armancek tune ye.

Xwedênenas guman dikirin ku pirsa “jîndar û mirov çawa bûn?” ji aliyê Darwînîzmê ve hatiye bersivandin.

Ew dizanîn ku dîrok û civaknasî ji aliyê Marx û Durkheîm ve, derûnnasî jî ji aliyê Freud ve bi esasên ateîzmê ve hatiye diyar kirin. Halûbkî her yekê van dîtinan bi rûdan û geşedanên zanistî, siyasî û civakî yên sedsala 20’an ve têk çû. Encamên ku di qadên cuda de derketin holê sawên ateîzmê ji binî de hilweşandin.

Nivîskarê navdar yê Emerikî Patrick Glynn di pirtûka xwe ya bi navê delîlên xwedê, piştî sekulerîzmê li cihanê lihevkirina eql û baweriyê de di vê mijarê de cih dide vê şîroveyê:

Lêkolînên 20 salên dawîn saw û pêşbîniyên ramangerên xwedênenas yên li dijî xwedê berevajî kirin. Piştî nîqaşa sedsalî ya ku di navbera bawerî û zanistê de derbas bû, şûna her tiştê serobino bû. Di roja me de delîlên berbiçav bi awayekî zelal bawerî û hebûna xwedê piştrast dike.

KOZMOLOJÎ: KIFŞKIRINA AFIRANDINÊRÊ

Di sedsla 20’emîn de zanist derbeya xwe ya ewil di qada kozmolojiye de li ateîzmê xist. Îdîaya “gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye” hilweşiya û bi delîlên zanistî ve derket holê ku destpêka evrene heye û gerdûn ji tunebûnê hatiye afirandin.

Fikra “gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye”, cara ewil ji aliyê ramangêrên xwedênenas yên li Yûnana Kevn ve derketiye holê.

Di serdema nû de vê ramanê cara ewil ramangêrê Elman Immanuel Kant parast ye.

Kant, diparast ku gerdûn ji bêdawiyê û vir de heye û her îhtîmal di nav vê bêdawiyê de dê pêk were. Lêbelê ev îdîa bi tenê li gor sawan dimeşiya û di nav de hîç daneyên zanistî tune bûn.

Di sedsala 19’emîn de jî îdîaya ji dûrê zanistî ya ku dema afirandinêrê tuneye digot, ji aliyê gelek kesan ve dihat qebûl kirin.

Lê zanist di demeke kurt de hebûna destpêka gerdûnê dê îspat bikira. Ev îspat ji teoriya “Bîg bang ango Teqîna Mezin” hat. Piştî hin keşîfan gihîştin teoriya Bîg Bengê. Astronomê Emerîkî Edwîn Hubble di sala 1929’an de kifş kir ku galaksî her tim ji hev bi dûr dikevin û bi vî awayî gerdûn her ku diçe fireh dibe.

Di encama vê de derdiket holê ku di nav gerdûneke fireh de  heke di demê de paşve bê çûyîn hemû gerdûn ji nuqteyekê dest pê dike. Asîmanzanan jî fam kir ku ev “nuqteya yek” rewşeke metafîzîkî ye.

Ev xala bêhecm berve derve teqiyaye û bi vî rengî made û dem derketine holê.

Teoriya Bîg Bengê her çi qas materyalîstan aciz kiribe jî bi daneyên zanistî ve pêş ket.

Du zilamên zanistê bi navê Arno Penzîas û Robert Wîlson bi lêkolînên ku di salên 1960’î de kirin ve bermayiyên radyoaktîf yên vê tqînê tespit kirin.

Heman rastî di salên 1990’î de bi nîşanekên peyka COBEyê ve jî hat pişrast kirin.  Daneyên nepoxa Bumerangê ya ku di destpêka sala 2000’î de hatibû şandin bo fezayê agahiyên COBEyê piştrast kirin.

Îspatkirina Bîg Bengê ramanên materyalîstan serobino kir û ji ber vê jî herî zêde zanyarên atesît û materyalîs bertek nîşanî vê dan.

Anthony Flewê ku demeke dirêj xwedênenas bû û pişt re bi xwedê bawer kir, di dema xwe ya atesît bû de derbareyê Bîg Bengê de îtirafeke balkêş dike: “li gor gotinan mikur kirin dilê mirovan rihet dike. Ez jî dixwazim mikurekê bikim: modela Bîg Bengê ji aliyê ateîstekî ve aciziyeke.

PÊŞKÊŞVAN: ateîst li hemberî van rastiyên zanistî ji aliyê ramanê ve têk çûn. Kovara Nature  yek ji kovarên zanistê ya herî navdar a materyalîsta ye. Edîtorê vê kovarê John Maddox di meqaleya xwe ya ku di sala 1989’an de nivîsî de li dijî Bîg Bengê bertekên xwe nişan dabûn. John Maddox di benda xwe de gotiye Bîg Beng nayê qebûl kirin, lewre digel Bîg Bengê teolog alîgirên fikra afirandinêrê zêdetir dikin. Bîg Beng her ku çû bi gelek daneyên zanistî ve xurtir bû. Di encamê de astronomiya nû gihîşt vê rastiyê: “gerdûn ji tunebûnê   ji nişke ve pêk hat. Made û dem ji aliyê afirînerekî xwedî hêzeke bêdawî ve pêk hatiye. Ew afirînerê ku hemû alem ava kiriye, Xwedêyê mezin e.

FÎZÎK Û ASTRONOMÎ: DAWIYA RAMANA GERDÛNA RASTHATINÎ

Yek ji îdîayên din a ateîstan ku ji aliyên kifşên astronomik yên sedsala 20’emîn ve hat hilweşandin “ gerdûna rasthatinî” ye. Îdîaya ku madeyên li gerdûnê, cismên asîmanê û pergala van bê armanc û tesadûfî pêk hatiye bi awayekî balkêş hilweşiya ye.

Mirovên zanistê cara ewil di sala 1970’î de haydar bûn ku hevsenga gerdûnê ji bo jiyana mirovan bi awayekî hesas hatiye saz kirin.

Dema lêkolîn bi hûr û kur hatin kirin hat dîtin ku qanûnên fîzîk, kîmya, biyolojî û hêzên esasî yên wek erdkêş û elektromanyetizma ji bo jiyana însanan bi rêk û pêk hatiye amade kirin. Niha bi hev re li çend mînakan binêrin.

Di firehbûna ewil ya gerdûnê de ango di tundiya teqîna Bîg Bengê de hevsengiyeke dersayî heye. Li gor hesabên mirovên zanistê heke teqîna ewil bi qasî zerekî cuda pêk bihata jî dê made an cardin bikete hundir an jî dê tev belav bûbûya. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku di destpêka dinyayê de îsabetek mezin heye. bêguman ev ne tesadüf e.

Hêzên wek axkêş û elektromanyetîzm ji bo pêk hatina gerdûn û jiyaneke bi rêkûpêk tam jî di nirxên xwe yên hewce de ne.

Heke di van hêzan de guhertineke pirr piçûk pêk bihata dibe ku ev bûbûya sedema guhertinên pirr mezin. Di vê rewşê de pergala rojê, gerstêrk û cihana me jî dê nebûna. 

Wek her hirgûliya gerdûnê, pergala me ya rojê jî bi eyarên hesas hatiye afirandin.

Mezinahiya tavê û tîrêjên wê û dûrahiya di navbera dinya û rojê de tam li gor jiyana însanê hatiye sazkirin. Heke di van nirxan de guhertineke pirr piçûk jî pêk were, dibe ku jiyan li dinyayê di demekê de tune bibe.

Hin teybetmendiyên avê jî hene ku li gor jiyana însanan hatiye eyarkirin.

Av bervajî hemû şîleyên din ji ser dicemide. Ji ber vê jî behr temamî nacemidin û bi vî awayî jiyan berdevam dike. Teybetiyên fîzîkî û kîmyewî yên avê jî ji bo jîndaran pîvaneke îdeal de ne.

Bi saya van mîhengên hesas yên ku em qal dikin mirovên zanistê gihîştine encameke girîng: li gor mirovên zanyar li gerdûnê “rêgezeke mirovî” heye. Ango her hirgûliyên li gerdûnê li gor armancekê û jiyana jîndaran hatine afirandin.

Lêbelê ya balkêş ew e ku kesên materyalist yên ku nedixwestin bigihîjin encamên wisa, vê rastiyê derxistin holê.

Astronomê Emerîkî George Greensteîn di pirtûka xwe ya bi navê gerdûna Sîmbiyotîk de vê rastiyê wiha bilêv dike:

Dema ku em daneyan lêkolîn dikin bi rastiyeke girîn re rû bi rû dimînin; di koka gerdûnê de eqlekî li ser siruştê ketiye devrê. Armanca me ne dîtina  jîndarekî îlahî be jî delîlên zanistî me bi hebûna afirînerekî re rû bir û dihêyle.

Biyologê navdar Mîchael Denton jî di pirûka xwe ya bi navê Qedera Siruştê: qanûnên biyolojiyê armanca gerdûnê çawa nişan dide de vê şîroveyê dike:

Agahiyên ku di astronomiya sedsala 20’emîn de derketin holê li dijî sawên ku di 4 sedsalên derbasbûyî de pêk hatin têdikoşe. Ev saw jî ew e ku jiyan rasthatinî ye û ne girîng e.

Kurtasî em dikarin bibêjin ku gotina bingehîn ya ateîzmê “gerdûna rasthatinî” di roja îro de hilweşiya ye.

Şaşiya vê gotinê jî jixwe 14 serdem beriya niha di Qur’anê de ji însana re hatibû gotin. Xwedê di Qur’anê de wiha kerem kiriye:

Me asîmanê, rûyêerdê û tiştên ku di navbera van de cih digrin wek beredayî neafirandin. Ev şaşiya înkarkeran e. (Sad Suresi, 27)

ZANISTÊN XWEZAYÎ: DAWIYA TEORIYA EVRÎMÊ

Ateîzma ku di sedsala 19’emîn de deng vedida, piştgiriya xwe ya herî girîng ji teoriya evrîmê ya Darwînê digirt.

Darwîn digel hemû tunebûna delîlên zanistî pêş xist ku koka mirov û hemû jîndarên din mekanîzmayên xwezayî yên bêhiş in. Bi vî awayî  jî daxuyaniyeke derzanistî anî ser vê mijara, ku ateîstan bi salane nekarî bûn destnîşan bikin.

Axir ateîstên heyamê teoriya Darwînê bi şahiyeke mezin pêşwazî kir. Di serî de Marx û engels ateîstên sedsala 19’emîn vê teoriyê wek bingeha felsefe û ramanên xwe dîyar kir.

Lêbelê bingeha herî mezin ya ateîzmê jî bi kifşên zanistî yên sedsala 20'emîn ve hilweşiya. Delîlên ku zanistên wek fosil, biyokimya, anatomi û genatîk derxistin holê, teoriya evrîmê ji gelek aliyên cuda ve pûç derxist.

Darwîn da pêş ku hemû cureyên jîndar ji cihekî hevpar hatine û di nav demeke dirêj de bi guhertinên piçûk ve him bi him ji hev cuda bûne. Hêvî kiriye ku delîlên vê îdîaya xwe jî di nav fosîlan de bibine.

Lêbelê lêkolînên fosîlan yên ku seranserê sedsala 20’emîn hatin kirin encameke li dijî vê derxstin holê. Di lêkolînên ku hatin kirin de 400 mîlyon fosil hatin dîtin. Lê di nav van fosîlan de fosîleke “cureya navber” a ku teroriya  Darwînê rast derxe, tunebû. Fosîlên ku hatin bidestxistin bi hemû taybetmendiyên xwe aîdê jîndarên bêqûsûr bûn.

Di van fosîlan de jî hat dîtin ku beriya beşên jîndarên bingeh kokeke hevpar tune ye.

Mînak: bûyera ku wek “teqîna kambriyen “ tê zanîn besê hilweşandina teoriya evrîmê ye. Di vê heyama zû ya jeolojîkê de nêzî hemû kategoriyên li alema heywanan ji nişke ve rû da ye.

Jîndarên ku kategoriyên wan ji hev cuda ne, bi pergalên xwe ji nişke ve derketine holê.

Ev rastiya ku qeydên fosîlan derxist holê teoriya evrîmê pûç derxist û bû qanida afirandinêriyê.

Dema ku Darwîn teoriya xwe ava dikir, mînakên wek cureyên cuda yên hesp û kûçikan nişan dida.

Darwîn guhertinên ku di van jîndaran de hat dîtin ji bo hemû jîndaran bi kar aniye û parastiye ku her jîndar dibe ku ji kokeke hevpar pêk hatibe.

Lêbelê ev îdîaya ku di sedsala 19’emîn de derketibû holê, bi daneyên zanistî yên sedsala 20’emîn ve hatiye pûçkirin.

Lêkolînên ku bi salan in li ser cureyên heywan û lebatan hatin kirin, nişan da ku bi cure cur bûna jîndaran tu cara sînorekî diyar ya genetîkê derbas nebûye.

Ji aliye din ve jî deneyen genetîkê derxist holê ku mutasyon agahiyeke nû li jîndaran zêde nekiriye û heta mutasyonê zirar daye wan. Di mutasyonên ku li ser mêşên fêkiyan hatin kirin de hemû ferdên seqet derketin holê.

Li gor teoriya Darwînê jiyana li ser rûyê erdê divê ji madeyên bêcan dest pê kiribe. Bila wisa be lê ev jîndara ewil a ku didin pêş çawa derketiye holê?

Darwîn qala vê mijarê nekiriye û bi tenê ev nivisiye: “hucreya jîndar a ewil, dibe ku di nav goleke germ de derketibe.”

Hin biyolog jî ji ber ku vê kêmasiya Darwînê bigrin lêkolîn kirine lê ew jî bi ser neketin. Hemû lêkolîn û dane nişan dan ku di nav madeyeke bêcan de hucreyeke jîndar tu carî dernakeve.

Di nîvî sedsla 20’emîn de mirovên zanisê tiştekî din jî kifş kirin.

Di serî de hucreya jîndar û organelên ku di nav wan de ne, jîndarî, bi yapiyên kompleks ve tijî ne.

Baskên çivîkan yên ku bûye sedema avakirina teknolojiya firînê, pergala kompleksa hucreyên jîndar a di nav hev de û agahiyên dersayî yên din av DNAyê de. Ev hemû mînak nîşaneyên afirandinêrê ne. Teoriya Werarê ji ber van mînakan bêçare dimîne. 

Ev rastiyên zanistî, di dawiya sedsala 20’emîn de Darwînîzmê xistiye nav riyeke asê. Îro di serî de li Emerîkayê û li gelek welatên rojavayî mirovên zanistê Darwînîzmê red dikin û teoriya “tasarima hişmediyê” diparêzin.

Lewre delîlên zanistî nîşan didin ku jîndar ne tesadûfî, bi tesewirekê derketine holê.

derûnnasî: têkçûna Freudîzmê

Di sedsala 19’emîn de di warê derûnnasiyê de nûnerê ateîzmê psîkiyatrîstê Awistiryayî Sîgmun Freud bû.

Freud, teoriyeke derûnnasiyê ya ku ruhê însanan red dike û hemû hestên mirovan bi daxwazên zayendî dest nîşan dike, derxist holê.

Freud îdîa dikir ku ew çavkaniyên qeyranan diyar kiriye. Lê teoriya wî dibû sedemên qirîzên din. Ev hîndekarî însana wek heywanên ku bi tenê ji bo daxwazên xwe tevdigerin bilêv dikir. Û bi vî awayî jî dibû sedema xirakirina nirxên exlaqî û însanan di nav tenêtî û tirsê de dihîşt.

Di tabloyên hunermendên ku ji Freduê bandordar bûn de dinyay tarî ya vê hîndekariyê dixuya.

Êrîşa herî mezin a Freudê jî li dijî olê bû. Freud di pirtûka xwe ya bi navê “pêşeroja îluzyonîstekî” de ya ku di sala 1927’an weşand de wiha digot: “ baweriya olî nexweşiyeke aqilê ye û bi pêşketina mirovatiyê ve baweriyên olî dê tememî ji holê rabin.”

Ji xeynî Freudê hin derûnnasên navdar ên din ên sedsala 20’emîn jî hebûn. Di nav van de ateîstên herî navdar jî damezrînerê ekola tevgertiyê Burhus Skînner û damezrînerê terapiya rasyonelstê Albert Ellis bûn. Di dawiyê de warê derûnnasiyê ji bo ateîstan bû wek baxçeya paşîn. Di sala 1972’an de ji aliye komeleya derûnnasî ya Amerîkayê ve lêkolînek hat kirin. Li gor vê lêkolînê derket holê ku ji %1’î derûnnasên li welêt xwedî baweriyê ne.

Lê di dawiyê de ramanên van psîkologan xebatên ku ji aliyê wan hatin kirin ve pûç derketin.

Bipêşanî derket holê ku di teoriyên Freudê de bingeheke zanistî nîn e. Û hat hînbûn ku li dijî ramanên Freud û hin teorisyenên din ol û bawerî ji bo tenduristiya zîhnî ya însanan pirr girîng e.

Nivîskarê Emerîkî Patrîck Glynn wiha qala van pêşketinên girîng dike:

“di çarûyeka dawî ya sedsla 20’emîn de hemû ramanên freudê yên derbareyê ol de xelet derketin. Lêkolînên ku ev 25 salên dawîn de hatin kirin derxist holê ku îdîayên Freud û xwendekarên wî yên li ser baweriya olî şaş in, li dijî vê baweriya olî dibe sedema tendurîstiya zîhnî û bextewariyê. Ji bilî vê bi saya baweriya olî û îbadetan tiryakkêşî, xwekujî, vexwarina araqê û hevduberdan kêm dibin. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku ateîzm di qada derûnnasiyê de jî têk çû.

HILWEŞÎNA RAMANÊN XWEDÊNENASIYÊ

Ateîzm di sedsla 20’emîn de ne bi tenê di milên sanistê de di heman demê de di warê civak û exlaqê de jî têk çû.

Di vê mijarê de mînaka herî girîng jî hilweşîna komunîzmê ye.

Damezrînerên vê îdeolojiyê Marx, Engels, Lenîn Tiroçkî û Mao ateîzmê wek prensîbeke sereke hilbijartin. Troçkiyê ku hem alîkarê him jî dijberê Lenîn bû, di sala 1940’î de wesyetnameya xwe nivîsî û di vê wesyetnameya xwe de ramanên xwe yên li ser ateîzmê wiha bilêv dikirin:

“ seranserê 43 salan yên di jiyana xwe ya hişmend de wek şoreşgerek mam. Di 42 salên vê demê de jî min di bin ala Marksîzmê de têkoşîn da. Heke min ji nû ve dest bi jiyanê bikira ez ê dîsa bi vî rengî bijiyama. Ez şoreşgerekî proleterim û ez ê wek ateîstekî îflah nabe, bimirim.”

Rejîmên komunîst dixwastin ku ateîzmê li civakê belav bikin û baweriyên olî ji holê rakin. Rûsya di heyama Stalîn  de li Çîna Sor, Kamboçya û hin dewletên Bloka Rojhilatê, di serî de misilman li dijî oldaran zordarî hate kirin û gelek kes jî rastî qirkirina komî hatin.

Lê ev pergala bixwîn wekî ku dihat payîn di dawiya sala 1980’î de hilweşiya. Esil a ku hilweşiya ateîzm bi xwe bû.

Nivîskarê Emerîkî Patrîck Gylnn mijarê wiha diyar dike:

“dîroknas her ku sedemên hilweşîna komunîzmê lêkolîn kirin, derket holê ku elîta Sovyet di nav êşa “qeyarna baweriyê” de ye. Mirovên pergala Sovyetê ji ber ku di bin bandora îdeolojiyeke ateîst de jiyan derûniya wan ji binî de xira bû. Gelê Sovyetê hemû hêvî û hestên xwe yên exlaqî winda kirine.”

Yek nîşaneya vê “qirîza baweriyê” ya pergala Sovyetê jî reformên ku serokdewlet Mîhaîl Gorbaçov hewl dida ku pêk bîne ne. Gorbaçov ji roja ku hat wezîfeyê û pê ve digel reformên aboriyê bi pirsgirêkên exlaqî ve jî mijûl bû. Mînak: li dijî araqvexwarinê kampanyayek da destpêkirin. Gorbaçov berê gotinên Marksîst û Lenînîst bi kar dianîn û di dawiya rejîmê de jî  di hin gotinên xwe de qala Xwedê dikir. Bi xwe jî ateîst bû. Lêbelê van gotinên wî jî kêr nehatin û qirîza baweriyê ya civaka Sovyetê mezintir bû.  Di encamê de jî împaratoriya Sovyetê di demekê de hilweşiya.

Di sedsala 20’emîn de ne bi tenê komunîzm faşizm jî hilweşiya. Faşîzm em dikarin bibêjin ji Xwedênenasî û pûtperestiyiyê pêk hatiye. Frîedrîch Nîetzche ku wek bavê ramana Faşîzmê tê nasîn pesnê pûtperestiyê daye, li dijî olên îlahî derketiye û xwe jî wek “Deccal” bi nav kiriye.

Elmanya Nazî ji Nîetzche û Martîn Heîdeggerê bandordar bûye. Fikr û ramanên van her du Xwedênenasan bû sedema hovîtiyên li Elmanyayê. Hîtler û Fermandarên wî yên ateîst piştî ku Elmanyayê xistin nav tirs û qurfê, bûn sedema destpêka şerê herî bixwîn yê dîrokê.

Di ev şerê ku wek 2’emîn şerê cihanê dê bê bibîranîn de 55 milyon însan jiyana xwe ji dest dan.

Naziyiyan piştî şer li kampan gelek Cihû, Qereçî, Slav û hin neteweyên din û kesên oldar kuştin.

Xort û ciwanên ku di nav malbatên Xiristiyan de gihîştin, bi bandora ramanên îdeologên ateîst wek Marx, Darwîn û Freud li dijî ol ekolek ava kirin.

Ev Ekol di salên 60’î de li Amerîka û rojavayê Ewropayê di demeke kurt de belav bû. Ev jî bû sedema pêk hatina gotina “şoreşa zayendî” û “xewna Hîppiyî.”

Hîppiyan guman dikirin ku dê bi tiryak û zayendiyê ve  bigihîjin bextewariyê.

Ev xort û ciwan bi strana John Lennon ya bi navê “dinyeya ku ol tuneye xeyal bike” ve daketin kuçe û kolanan. 

Lê di dawiyê de rêberên Hîppiyan yên salên 60’î di destpêka salên 70’î de li pey hev an xwe kuştin an jî ji ber tiryakê mirin. John Lennon jî ji aliyê hezkerekî xwe yê dîn ve hate kuştin.

Xort û ciwanên heyama 68 jî him xwe him jî civaka xwe xirap kirin.

PÊŞKÊŞVAN: agahiyên ku we heta niha bi kurtasî qal kirin bi awayekî zelal nişan da ku ateîzm di nav hilweşîneke teqez de ye. Ango mirovatî êdî berê xwe dide Xwedê. Ev rastî wek gotina we bi siyaset û zanistê ve sînordar nîn e. ji serokên dewletan bigrin heta hunermend û rêberên navdar yên civaka Rojavayî li gor berê bêtir oldar in. Gelek kesên ateîst jî pişt re ji Xwedê re îman kirin.

Ji ber vê jî heyama niha pirr girîng e. heta niha ateîzm wek riya eql û zanistê hat nişan dan. Lê ev şaşî bi awayekî zelal derket holê.

Xeletiyên kesên ku bi Xwedê bawer nakin di Qur’anê de wisa tê gotin:

Çawa dibe ku hûn Xwedê înkar dikin? Helbûkî dema ku hûn mirîbûn ew can da we; paşê dê dîsa we bikuje, dîsa ruh bide we û pişt re hûn ê li wê vegerin.

Hemû tiştên li ser rûyê erdê ji bo we ew xuliqandin. Û ew her tiştî zan e. (Bakara Suresi, 28-29)

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195424/tekcuna-ateizmehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195424/tekcuna-ateizmeWed, 17 Dec 2014 03:36:16 +0200
Rêya Lenîn li ber komunîstan vekiriye şoreşa bi xwîn e Di kuçeyan de arbede,êrîşên li hemberî polîs û leşkeran, bi provakasyonan geşkirina tirsê û sipartina şoreşê hemû metodên Lenîn in ku komunîst bi zanîstî tevdigerînin. Ji komunîzmê re anarşî û teror  bingeha hebûnê ye.Lenîn ji şopînerên xwe re wiha dibêje:

‘’Weke prensîp me qet teror rednekiriye û em nakin jî.Teror perçeyek ji şer e, di pevçûnekê de,li hember hêzên leşkerî kêrhatiye.’’ (Lenin Seçme Eserler, cilt 2, rûpel 29-30, İnter Yayınları) "Nereden Başlamalı?" (Mayıs 1901)

‘’Bêyî ku em şîdet û terorê red bikin, me hesabê tevlibûna girseyan kir û li ser metodên tevlibûna girseyan banga vê yekê kir’’ (Bütün alıntılar "Devrimci Maceracılık" makalesinden; Lenin Eserler, Alm. cilt 6, rûpel 178-188 bo tîrkiya wan binêrin. "Örgütlenme Üzerine", rûpel23-35 arası, Sır Yayınları)

Lenîn ji şopînerên xwe re wiha nîşan dide ka dê êrîşan bidine ku û çawa bidin:

‘’Kuştina polîs û leşker û karmendên dewletê,şewitandina avahiyên dewletê…Desteserkirina xezîneyên dewletê….Hêzên komunîst yên şoreşger divê weke hêzên têkneçûyî derkevin qada û bi kuştina mirovan,bombebarankirina avahiyan tirsekê bixin dilên gel de û rê li ber dîktatoriya komunîst vekin.’’ ("Vladimir Lenin, Teorik ve Pratik Terör Hakkında", marxist.org)

‘’Diyardeya ku em li ser disekinin têkoşîneke şeraneye û ev şer ji aliyê kes û komên biçûk ve tê meşandin.Têkoşîna çekdarî ji  dû armancên xwe yên cûda pêk tê. Armanca pêşîn ewe ku ev têkoşîn sûîkastan bide ser polîs û leşker û kesan.Ya dûyemîn jî desteserkirina hikûmetê û kaniyên pera ne.’’ (Lenin – Gerilla Savaşı, 30 Eylül 1906, Proletari, Nr. 5) 

Lenîn sosyal demokrat û hinek komûnîstên dij şîdetê disekinin kêm dibîne û dibêje ku ewan ji îdeolojiya komûnîzmê fêm nekiriye.

‘’Markîsî pişta xwe didine têkoşîna sinifê,ne aştiya cîvakê. Di rojên gengeşiya siyasî û aborî de têkoşîna sinifê rasterast ber bi şereke navxweyî ve rû dide.Di demeke wiha de Markîsî mecbûr in cihê xwe li ber şerê navxweyî bigrin.Sûcdarkirineke exlaqî ya şerê navxweyî ji aliyê Markîsan ve qet nayê qebûlkirin.Dema ku ez gotinên sosyal demokrat bi şanazî bi lêv dikin wek ‘’em ne anarşîst in,ne diz in,em ne bi wan re ne,şerê gêrîlatî qebûl nakin’’ dibihîsim ji xwe vê pirsê dikim:Gelo em camêr dizanin çi dibêjin an?’’ (Lenin – Gerilla Savaşı, 30 Eylül 1906, Proletari, Nr. 5)

Li gor îdeolojiya komunîzmê ne hewce ye girsêyên mezin bi terorê tevbigerin.Bi çend kesan û propagandeyeke baş girseyên mezin mobîlîze dibe.Lenîn vê yekê wisa tîne zimên:’’Li her bajarên mezin komên ji 25-75 kesan pêk tên avadibin  û bi sedan karker tevlî wê dibin.Derhal divê dev ji propaganda vê were berdan,kom ava bibin û ev kom bi kêr,tabance û bombeyan were arestekirin û di perwereya leşkerî re derbas bibin.’’ (Lenin Eserler, Alm. cilt 9, rûpel 278-279. Bo tirkia wê "Partizan Savaşı", -rûpel 95-97. Yar Yayınları, 1977 İstanbul)

Ev mentalîyeke wisa ye ku hem gel radike ser pê hem jî şîdet û hovitiyê geş dike:

‘’Eger gel xwe bi xwe ranebe ser piyan em sernakevin.Spekûlator neyên terorkirin,fîşekek di serê wan de neyê teqandin em bisernakevin.’’ (V.İ. Lenin, Polnoye sobraniye soçineniy, Moskova, 1958-1966, cilt 35, s.311)

Dîtina şoreşxwazên sor ya cîhanê eve e. Xedarî,wehşet û anarşî perçeyek ji wan e.Cihê ku hişmendiyeke wisa desthilat be ne azadî,ne aştî,ne wekhevî,ne dostanî,ne hezkirin ne jî edalet dimîne.

Îdeolojiyên rihê mirovan nasnakin,wan weke robotan dibînin, nikare xêr û xweşî û rihetî pêşkêşî mirovan bikin. Pêwîst e gelê me hemû vê rêxistina komunîst nas bikin û li hember provaskasyon û daxwaza anarşiya wan şiyar bin.

Bi izna Xwedê miletê me bi maneviyata xwe,piştgiriya dewleta xwe û rihê xwe yê kûr ve rê nade ku çi şoreşeke komunîstî biqewime.

Ev sedsal ne sedsala leyistika deccaliyetê ye,ev sedsal sedsala hezkirinê ye,ew hezkirina Quranê ye.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195250/reya-lenin-li-ber-komunistanhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195250/reya-lenin-li-ber-komunistanSun, 14 Dec 2014 00:28:09 +0200
Çareseriya terorê ne xweserî ya jî federasyon e, yekîtiya Îslamê ye Tirkiye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe!

Daxwaza me hemûyan ewe ku ev terora li başûrê-rojhîlat diqewime  bi dawî bibe.

Di dawîhatina terorê re Tirkiye tenê ne li herêmê dê li ser axeke fireh roleke aktîf bilîze.

Tirkiye roj bi roj ber bi yekîtiya alema Tirk û îslamê ve diçe, yên ku  dixwazin Tirkiyê dabeş bikin jî hene û ev ji we tevan jî malûm e. Ji ber planên weha şeytanî li ser dewleta me heye pêwîste em hemû ji her gavê şîyartir bin û bi yekdestî tevbigerin.Li hember nîqaşên vê dawiyê li ser xweserî û federasyonê tê kirin re pêşî de serokwezîr û piştre gelê Tirk hemû şîyar in.

Û birêz Erdogan jî çend caran aniye zimên ku dê ji felsefeya xwe ya ‘’Yek al,yek milet,yek welat,yek dewlet’’ê tawîzê nede.

Axaftina serokwezîr ya Sêrtê:Birayên min em yek milet in,yek milet. Bi tirkên xwe, bi kurdên xwe, bi erebên xwe, bi lazên xwe, bi çerkezên xwe, gurcuyên xwe, abazayên xwe û romanên xwe em yek milet in,yek milet.Ji yek miletî re çi divê; yek al divê. Evaye ala me, xwîna şehîdan e. remza azadiya me hîlala xwe û stêrk şehîdên me ne..Birayên min ya sêyem çi ye; yek welat e. Bi 780 hezar metrekare axa xwe ve yek va ye welat. Qeweta tu kesî têr nake ku vî welatî perçe bike.Em destûrê nadin tu kesî ku li ser vî welatî ameliyatê bikin.Emê li ser van esasan ber bi pêşerojê ve bimeşin.

Divê weke milet em hemû piştevaniyeke eşkere li vê bîreweriya serokwezîrê xwe xwedî derkevin. Herî xweş jî em dikarin vî awayî piştevanî lê bikin ku em di rewşa niha de sîstema eyaletê, xweserî û federasyonê qebûl nekin û em dij perçebûnê ne.

XETEREYA XWESERÎ Û SÎSTEMA FEDERASYONÊ Dİ VÊ DEMÊ DE Çİ YE?

Xweseriya di serê PKK de û federasyon ji bo mirovên me yên xoşevîst ên başûrê-rojhilat ne xelasî ye. Lewre li hember me rêxistineke tenê ji bo berjewendiyên îdeolojiya xwe tevdigere heye,ne ku ji bo zimên û azadiya xwe. PKK rexistineke materyalîst,darwînîst û komunîst e,ji berê de armanca wê Kurdistaneke Azad ya Komunîst e.

Bingehên îdeolojiya PKK ya Marksîzm-Lenînîzm e  xwe wiha radigîne van gotinên Ocalan:

‘’PKK,li ser koka Marksîzm- Lenînîzmê şîn bûye. Ji îro pê ve PKK dê li ser vê mîrasê geş bibe.’’(Kürdistanda Halk Kahramanlığı,r.78)

Ji ber vê yekê heta ku PKK ji îdeolojiya xwe ye Markîsîst û komunîsti venegere sîstemeke xweserî an federatîf gelek xeternak e. Lewre sîstemên bi vî awayî rê li ber îktîdara rêxistinên wiha vedikin û ew jî vê yekê gaveke mezin dibînin ji bo armancên xwe.Eşkereye ku xweseriyeke e ku haqê tayînkirina walî, dozger, hezên parastinê bide PKK dê ji bo  Kurdistana Azad ya Komunîst bibe gava dawî. Ji  bilî vê xweseriyekê bi vî awayî  dê ji aliyê aboriyê ve jî  tû xêrê nede Kurdan. Herêma ku erd û axa wê gellek e, xwe nagihîne derekê teng dimîne bi xweseriyê û sîstema komunîstî ve pêş de naçe û aboriya wê hemû dê ji bo leşkeriyê  were veqetandin û ev yek dê gel feqîrtir bike.

Bi taybetî jî gelên herêmê dê dibin rêveberiyeke despotîk  de bimînin. Û ne em ne jî gelê me yên ezîz ji vê yekê ne qayîl in. Ji bo rihetiya herêmê tişta divê guhertina fikriyata PKKê ye.Bi têkoşîneke fikrî, antîmateryalîst, antîdarwînîst, antîmarkîst û antîlenînîst û bi şêweyeke zanistî mirov dikare vê guherînê çêbike. Divê bersiveke ilmî, zanistî li hember propagandaya PKK’ya ku 30 salan şer dike bête dayîn. Û ji ciwanan re behsa  bi zanyariy antîdarwînîst û antîmateryalîst bê kirin. Ew bêne hişyarkirin.

SÎSTEMA EYALETÊ YA Lİ GOR NÎJADAN TÊ VEQETANDİN DİVÊ QET NEBE,EV SEDEMA PERÇEBÛNÊ YE

Dabeşkirina welatekî li ser nîjadan têkirin, tê maneya perçebûna wî welatî. Li rojhilatê başûrê avakirina eyaleta Kurdan, li Behra Reş eyaleta Lazan û li başûr jî eyaleta Tirkan rasterast perçebûn bi xwe ye û ev yek nayê qebûlkirin.Sîstema eyaletê ji bo welatên ji hêla leşkerî û aborî ve pêşketî û xwedî dewlete xurt,axeke fireh re bo hêsantir were îdarekirin divê, lê belê  ev dabeşkirin divê ne li ser nîjadê be. Axir,divê tu kes nebêje ku başûrê rojhilatê cihê Kurda ye û bila Kurd xwe bi xwe rêvebibin.Şûna vê divê li bakûr Kurd-Laz-Tirk tevlihev,li başûr Tirk-Kurd-Laz-Gurcu tevlihev,li rojava Tirk-Ereb-Kurd-Laz tevlihev,li başûrê rojhilat Kurd-Tirk-Laz-Ereb tevlihev bin,sîstem divê bi vî awayî be. Yanî divê tu herêm li ser esasê nîjadê neyê perçekirin.Li her herêmê her nîjad divê li ser esasê hemwelatiyê,evdayetiyê,biratiyê bê dîzaynkirin.

Divê neyê jibîrkirin ku gewrebûna Tirkiyê bi yekîti û pevrêtiyê ve girêdayî ye.Tirkiye hêviya gelê Tirk û Misilmana ye.Ji bo ku Tirkiye wekî pêşengekî rolê xwe bilîze pêwîste pergale xwe ya ûnîter biparêze û xwedî qewet be.Ji bo cîhaneke di nav Misilmanan de sînor nemabe,tişta ku pêwîste were kirin şûna parastina sîstema eyaletê, sîstema yekîtiya Îslamê ye ku ew piştevanî li mafê mirovan, biratiyê, wekheviyê, demokrasiyê, aştiyê, edaletê, hezkirin û azadiya eşkere dike.

GERMKİRİNA DİLÊ GELÊ BAŞÛRÊ ROJHİLAT GİRÎNG E!

Her bihosteke axa welatê me weke zêr e,her miroveke li ser vê axê dijîn pîroz in,gelek biqîmet in.Birayên me yên Kurd xemla Tirkiyê ne.Gelê Kurd dildarên Îslamê ne,exlaqxweş in,fedakar in û maneviyata wan xurt e.Telînkirina zilm û zordarî û îşkenceyên berê li Kurdan dihate kirin. Pêwîste em bi gelê Kurd re bibin yek,xem û keserên rabirdû bi hezkirinê û merhametê bidine jibîrkirin, yekitiya xwe û ya wan bidin hîskirin,birînên xwe bi hevre bipêçin. Polîtîkaya hikumetê ya mîlî li ser vî esasî ye.

Axaftina serokwezîr Erdogan a Edremîtê:Me her bajareke Tirkiyê di nav 780 hezar kilometrekarê de weke yek perçe dît. Me got yek milet. Bi Tirkên xwe,Kurdên xwe,Lazên xwe,Gurcuyên xwe,Arnavudên xwe,Boşnakên xwe Çerkezên xwe,Romanên xwe,her çi were bîra we, me yek dît. Çimkî ji bo evdên Xwedê hez dikin. Ji hezkirina Xwedê me ferq nexist nava tu kesî de û me ji bo Xwedê ji wan hezkir.

Axaftina Erdogan ya Sêrtê: Birano, em ne ji bo menfaatê, ji bo qewm û miletê xwe ji hev hezbikin,em ji bo Xwedê ji hev hez bikin.Ji bo Xwedê...Ne ji bo meqam û kûrsiyan,ji bo Xwedê em ji hev hezbikin.

Dest bi dest de,dil bi dil re,weke birayan em di pêşerojê de bimeşin.Rebbê min alîgirê we be,rêya me vekirî be.

Çareseriya terorê; yekîtiya miletê me, hezkirina wan, tirsa ji Xwedê,teslîmbûna Xwedê,girêdana Quranê,parastina pergala dewletê ya yekmiletî(ûnîter) û bi  avakirina yekîtiya Îslamê mimkûn e.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195249/careseriya-terore-ne-xweseri-yahttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195249/careseriya-terore-ne-xweseri-yaSun, 14 Dec 2014 00:25:42 +0200
Li başûrê rojhilat ne Kêşeya Kurd Kêşeya Komînîzmê heye Gotina “Kêşeya kurd”ji hêla hin derdoran ve weke propagandaya siyasî tê bikaranîn. Weke ku birayên me yen kurd ne hemwelatiyên vî welatî ne û xwe niştecihên Komara Tirkiyê hesab nakin didin nîşandin. Bi civata me dan bawerkirin ku di navbera kurd û tirkan de kêşeyek heye. Birayên me yên kurd ji hêla rêxistina bi navê Ergenekonê ve bi salan bi awayekî hovane hatin çewisandin. Lê belê ev yek biratiya me xirab nake. Ev nayê wê wateyê ku em ne birayên hev in. Em yek in. Ev rastî tu carî naguhere. Gotina ku bi navê "kêşeya kurd" tê bilêvkirin di eslê xwe de amadekariyên komînîzm stalînîzm lenînîzmê ne li herême

Rêxistina terorê PKK tenê nijadpereperestiya kurd bikartîne.PKK; DI RASTIYÊ DE TEVGEREKE DARWÎNÎST, KOMÛNÎST, STALÎNÎST Û LENÎNÎST E. MEBESTA WAN NE EWE KU RIHETIYA KURDAN PÊK BÎNIN. ARMANC EWE KU WAN DI BIN FERASETA STALÎNÎZMÊ DE BIÇEWISÎNIN.

Li herêmê -Xwedê neke- ku desthiladariyeke pêk were. Eger desthilatdariyek komûnîst stalînîst, lenînîst pêk were, bi destê PKKê ve dê birayên me yên kurd bêne tepeserkirin. Weke milletê tirk em ne destûrê didin ku welat perçe bibe û ne jî destûrê didin biryaên me yên kurd û tirk zordarî û îşkenceyê bibînin.

Divê haya me ji xetereya komînîst a li başûrê rojhilat hebe!

Niha gellek kes derdikevin û dibêjin çareya herî baş a ji terorê xweserî ye. Ew nizanin ku kêşeya li başûrê rojhilatê me heye kêşeya komûnîzmê ye. Haya wan jê tuneye. Ev yek di dîroka komarê de serhildana herî mezin a komûnîzmê ye. Vê rastiyê nabînîn. Bo tedbîreke baş divê mirov xetereyê baş nas bike. Û hemû tiştên wê zanibe.

1. PKK rêxistineke Darwînîst e.

Weke hemû rêxistinên komûnîst PKK a rêxistina terorê jî, li ser fikra darwînîzmê ava bûye, qasidê zarokan Abdullah Ocalan fikrên xwe yên darwînî gelekê caran wisa tîne ziman.

Komelgeyîbûn di xwezaya mirovan de heye. Ji mirovê beriya xwe ji Prîmatî (bûnewerê herî nêzîkî mirov) biqete û bibe mirov di komelgeha mirovatiyê de heye. Ev yek bi zanistên civakî jî re hatiye pişrastkirin.

2. PKK bêole e

Weke ku di van demên dawiyê de hinkes behsa zerdûştîbûna rêxistina terorê PKK dikin. Ev yek ne rast e. Ew di bin tesîra fikra darwînîzmê dene. Ew bêol in. Nexasim, serokê PKKê Abdullah Ocalan, fikrên xwe yê li hember olê hertim tîne zimên. Ev yek temsîliyeta fikrên rêxistinê jî dike.

 (Heşayî Xwedayê gewre)  

“Alaqeya me bi olê re tuneye. Divê gelê me ji dev ji Xwedê û bîrdoziyan berde. Min gellekî di ber xwe da. Di dawiyê de min dev ji Xwedê berda. Bi vê yekê ez bûm Abdullah Ocalan. "

3. PK li hember dewletê ye.

PKK, dixwaze Komara Tirkiyê ji hev cûda bike, wê hilweşîne û piştre jî, derbasî derî sînoran bibe û xwe bigihîne wan û wan jî hilweşîne. Lewma jî kêliya behsa dewleteke xweser ya Kurd dikin. Lê belê di eslê xwe de mebesta wan ewe ku dewlete kominîst a dinyayê ava bikin. Ligor fikra Lenînzîmê, hilweşîna van dewletan di vê fikrê jî de dê xwînî, û bi buyerên terorî bin.

4. PKK li hember malbatê ye.

Ji ber ku PKK rêxistineke Marksîst û komûnîstîye, weke yasayeke komûnîzmê li hember malbatê ye. Têgeha malbatê red dike. Malbat weke dezgeheke feodal a sîstemê hatiye qebûlkirin. Hatiye gotin ku ji bo têgihêştina komûnîzmê, divê mirov li hember malbatê têbikoşe. Ocalanê qasidê zarokan, di vê mijarê de gellek gotinên balkêş bikaranîne: malbat ew dezgehe ku zorê li me dike.... di proseya rizgariyê de divê em astengiyên malbatê bibînin. Ev tiştê hatiye biçûkkirin wisa tiştekî wisaye ku dixwazin wê weke Çiyayê Agiriyê bilind bikin. Malbata di navbera me de sedema aloziyê ye di heman demê jî de ew dezgehe ku fikran diçewisîne û vînê ji dest dide. Û malbat sêkoşeyeke ku mirovên me tê de winda dibin û perçe dibin.

Eşkere tê dîtîn ku, malbat li gor fikra komûnîzmê dezgeheke nebaş e û divê nirov derjê berde. Û malbat sêkoşeyeke xeternak e. Ji ber vê yekêye jî tesîra gotinên “vegerin mala xwe” “şîva diya xwe ya germ bixwin” “ji çiyê dakevin û bibin xwedî malbat” li ser endamên rêxistinê çênebûye. Ev hewldan bêencammane.

5. PKK qet dev ji terorê bernade.

PKK rêxistineke terorî ya komûnîst, Staîinîst û Lenînîst e. Ev rêxistin li gor fikrên Lenîn kar dike û teror jî karê vê partiyê ye. Ji ber vê yeke eger hin daxwazên PKKê bêne qebûlkirin dê teror bi dawî nebe. Bereksî vê yekê dê terorê bêhtir bike. Ocalanê qasid jî bo mayîna li ser piyan behsa berxwedana çekdarî dike:

“...BERXWEDANA ÇEKDARÎ, SERHILDANA GEL Û BI RÊXISTINBÛN BI SER HEVDÛ VENE Û TAYBETMENDIYA WAN EWE KU  HEMÛ JÎ HEWCENE." (Abdullah Öcalan, Seçme Yazılar, 1. cilt, rûpel, 195)

Tenê Çareserî Têkoşîna Zanistî ye

 Teror ne mudahaleyên leşkerî, ne jî, bi bangawaziyan nav malê, ne bi şermezerkirinan, û ne bi dayîna axa welêt çareser dibe. Teror her dimîne.

Raperîna komûnîzmê tevgereke îdeolojîk e. Divê li hember xetereye komûnîzmê berxwedan berxwedana zanistî û ilmî  be. Tiştê pêwîst û hewcedarî pê heye ewe ku bingeha komûnîzmê ya vala ku ew jî xwe ji darwînîzmê digre ji bê vegotin. Têkçûna fikra darwînîzmê dê bibe sedema têkçûna komûnîzmê hizra komûnîzmê jî. Bîrdoziyeke hizra xwe ji dest bide yanî darwînîzmê ji dest bide dê pê re ji holê rabe. Ji ber vê yekê, divê em fkrê bi fikrê ji holê rakin. Li hember komûnîzmê berxwedana ilmî bikin. Ji bo ku dewleta Tirk ji belaya terorê rizgarbibe divê li başûrê-rojhilat xebatên darwînîzmê ji rakin bêne kirin. Divê belavokên fikra ewrîmê derew derdixin bêne belav kirin, nivîs bêne nivîsîn, axaftin, konferans, bernameyên televîzyon û radyoyê ji gel re bêne nîşandan. Divê haya gel ji vana bê çêkirin. Ji bilî van tiştan tu tişt ji terorê re nabin çareserî. 

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195248/li-basure--rojhilat-nehttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195248/li-basure--rojhilat-neSat, 13 Dec 2014 23:52:05 +0200
Divê em li hember rêwaza PKK’ê ya Lenînî ya “gavek bi li paş û du gav jî li pêş” hişyar bin Destê bîrdoziya marksîzm- lenînîzm û komûnizmê di buyerên başûrê rojhilat de heye. Her çiqas rêxsitinê ji ala xwe das û çakûç derxistibe jî, ev yek rastiyê naguherşne. Her ciwanê beriya ku derkeve çiyê, beriya ku bikaranîna çekê fêrbîbe perwerdehiya Marksîzm û Lenînîzmê distîne. Şopên vê perwerdehiyê ji axaftinên endamên rêxistinê û ji mebesta wan xeyalên wan ê li ser dinyayê jî tê fêmkirin.

Bingeha bîrdoziya marksîzm û lenînzmê darwînîzm e. layangirên PKKê wisa dizanin ku jiyan ji pêkhatinên xwezayî pêk hatiye û bi îhtîmalan ava bûye. Wisa bawer dikin ku dîrok jî, ji pêkhateya evrîmê hatiye der. Mînak Ocalan vê fikra di derbarê dinyayaê de wisa tîne ziman: Eger keşfa amûr û agir pêşde biçe dê hilberîn jî zêde bibe. Û dê mesafeya di navbera  PRİMATan zêde bibe. Yasayên Evrîmê yê xwezayî vê yekê ferz dikin û diyar dikin. (Abdullah Öcalan, ji kitêba "Bir Halkı Savunmak" ji beşa "Doğal Toplum" ê jêderek)

Mirovê Homo Sapiens ê di kirûya dema me de cih digre kiriye ku civakeke modern a demam pêk be. Ev civak xwedî îrade ye. Mirovên weke heywanên kuvî dijiyan ji wê yekê xilas bûn. Hema tu bêjî weke koma heywanên pêşketî li ser piyan bû. " (Abdullah Öcalan, "Bir Halkı Savunmak" ji beşa "Ortadoğu'da Günce Durum ve Olası Gelişmeler" jêderek e)

Wateya vê şîrovêyên Ocalan a li ser darwînîzmê ev e : li gor fikra PKKê ya ku ji zanistê dur e mirov di pêşî de bê çîna mirovî bûn. Civata komûnal hebû. Û bi ewrîmê jî re bûne feodal, piştre jî bûne civaka kapîtalîst. Li gor wan civak di van qonaxan re derbas bûye. Niha jî dîsa dora sîstema komunizmê ye. divê ew bê avakirin. Dê vê carê ne civata koneyî ya komûnal vê carê dê civateke modern û bê çîna civakî ava bikin. Û di vê hayala wan a komînîst de giringiya malbatê, alê,  dewletê namûsê tuneye.

PKK;

·         Ji ber ku baweriya xwe bi darwînîzmê aniyê bawerdike ku jiyan bi tesadufan pêk hatiye. Wisa bawer dikin ku dîn jî bi dema ewrîmê pêk hatiye û beriya ewrîmê tu dîn tunebûne. Di eslê xwe de ewrîma dînan qet pêk nehatiye. Dinê heq ji roja ku însan hatiye ser rûyê dinyê ew jî her hebûye.

·         Tinin ziman ku di serdemên kevinde mirovên kone, di sîstemeke jiyana komûnde dijiyan û hemû tiştê xwe bi hev re dikirin. Dibêjin bi hvere neçîr dikirin, amurên xwe bi hevra bikardîananin hevparî hebû. Û dibêjin jin jî weke malê hemû kesî dihatin dîtîn. Radigihînîn ku peyvên  malbat, al, namûs niştiman tunebûn. Qaşo di ferhenga mirovên kone de peyvên malbat, şeref û namûs tunebûn. Piştre ev peyv ji hêla mirovan hatine çêkirin. Divê ev peyv ji hoê bêne rakirin. Ji holê rabûna wan jo bo komunîzê gellekî muhîm e.

Bereksî gotinên PKKê û komînîstan zanist jî eşkere dike ku mirov her tim weke mirov li ser rûyê dinyê maye. Ji heywanan neguheriye û nebuye mirov. Ji roja ku mirvovahî avabûye heta niha mirov xwedî wîjdan in. Hêla wan a manewî û ahlaqî heye. Xwedî nirxa ye.

PKK  YA KOMÛNÎST OL Û DEWLET Û MALBATÊ RED DIKE

Bîrdozîya dibêje ku mirov ji tesadûfan pêk hatiye û mirov weke heywanên beradayî ye, çawa olê qebûl nake nirxên manewî jî qebûl nake. Malbatê ahlaqê xweş û dewletê jî qebûl nake.

Fikrên serokê komûnîzmê ê di vê çerçoveyê de eşkere ne. (heşayî Xwedayê gewre)

Mecbure bernameya me bêdiniyê qebul bike û vehewîne. (Lenin Külliyatı, 1947-Moskova)
Ataîzm bo her komûnîstekî yasayek e. (http://www.marxists.org/archive/lenin/works/1905/dec/03.htm )
Karê meye ku em berxwedaneke bîrdozî li hember olê bimeşînîn. (Pravda gazetesi, 1958)
Heta ol ji holê ranebe, dê mirov bextewar nebin. (Marx, Karl and Engels, Friedrich, On Religion, Atlanta: Scholars Press, 1964)
Komunîzm rastiyên nê ber biçav red dike. Û hemu ol û yasayên ahlaqî ji holê radike. (http://www.marxists.orgarchive/marx/works/1848/communist-manifesto/ch02.htm#118(

Fikra PKK'ê ya li ser olê weke ya Leninizm, Stalinzm, Marksîzm û komünîzme ye.  
PKK A KOMUNÎST MALBATÊ RED DIKE.

Malbat no komûnîstekî ne xwedî qiymet e. û hetta gerel malbat tunebû. Lîderên komûnîst hemû li hmeber malabatê sekinîne û malbat red kirirne. Dewlet jî red kirine. Di komûnîzmê de malbat bi van gotinan tê redkirin.
"Ji ber kîjan sedema be, şoreşgerên bizewicin malbatekî ava bikin û yê tekevin nav malbatê, di nav nakokiyeke mezin de dijîn. " ( Ji kovara Komünist Zemin, Sayı 4, Aile Kurumu Ve Devrimci Hareketin Bu Kurum Karşısındaki Tutumu Üzerine)

Abdullah Ocalan jî li hember malbatê ye. van fikrên xwe gellekî baş eşkere kiriye. Hemû  PKK’yî jî li gorî vê fikrê hatine perwerde kirin:

 (Malbat) tiştekî wisaye ku mirov dike kol e. peywendiyeke gellekî xirabe. Îro em peywendiyên yên xirab ê li gund û bajarên Kurdistanê qebul nakin. Û em ji wan peywedniyan ditirsin. Ji kitêba (Kürdistan'da Kadın ve Aile, Abdullah Öcalan,  rûpel 47) Berxwedana li hember malabtê ji bo me weke berxwedana li hember dagirkeriyê ye.çawa em li hember dagirekriya fikran ava dikin û em li ser wê teoriyan rêz dikin divê em li hemebr wê jî wisa binç wê jî ji holê rakin. Ji kitêba (Kürdistan'da Kadın ve Aile, Abdullah Öcalan, rûpel 57)

PKK A KOMÛNÎST PEYVÊN DEWLET, AL, Û NIŞTIMAN RED DIKE

Komûnîzma tarafgîrê şer baweriya xwe bi dewletê nîne. Li hemberî dewletê ye û li hemberî hemu degehên dewletê ye. vê yekê li hember rûxandina dewltê bi awayekî aktîf di posterên xwe de bikartînin.  

Li gorî wan a muhîm ewe ku dezgehekê ava bikin û fikrên xwe bîrdoziya xwe li ser xelkê zal bikin. Ji ber vê yekê li cem PKKê ji ev yek heye. Tu qiymetê birayên me yên kurd li cem PKKê tuneye.  Mebesta wan ne ewe ku mafê kurdan bistînîn. Mebesta wan ew e ku êşan gellê kurd îstîsmar bikin. Û ji xwe re qdekeê ava bikin û fikrên xwe bînin ziman. Jiber ku di feraseta komûnîstî de wateya peyvên malbat, dewlet, niştiman, tuneye gel hene. Feraseta komînîst difikire ku dewletê ji holê rake û sîstemeke komûnal ava bike sîstema ji gelan pêk tê.  Ji ber vê yek ê gotina hemu tişt ji bo kurdan lîstikek e. PKK mafê kurdan naparêze. Bi hemû awayî partiyeke terorê ya Leninist, Stalinist, Darwinist, komûnîst e.

BEYÎ KU BI LÎSTIKA GAVEK  LI PAŞ Û DU GAV JÎ LI PÊŞ BÊNE XAPANDIN DIVÊ BERXWEDANA ILMÎ BERDEWAM BIKE

Fikra "gavek li paş û du gav li pêş" a Lenîn e. ev taktîkeke muhîm a komînîzmeê ye. Li gor vê fikrê eger hewce bike bo armacakê komînîst dikarin çend gavan bi şûn de biavêjin. Weke ku dev ji mebesta xwe berdane. Lê belê ev ne ewe ku dev ji mebesta xwe berdane. Li heviya demekêne ku dîsa keysê bidest bixin û dîsa dest bi kiryaran bikin.

Ji ber vê yekê bo xelasbûna terorê hewceye zemîna terorê diafîrînê ji hoê bê rakirin. Ev zemîn û feraset e. hikûmeta me û dewleta me di van salên dawî de bi guhertinên di mafê mîrovan de û di barê demokrasîyê de, zemîn û qadeke gellekî baş amadekiriye. Lê belê tenê bi pêngavên demokrasiyê, ciwanên mejiyê wan hatiyê xirab kirin nikarin dev jî çekan berdin. Ev xetere ji ser herême rana be. Dê bidome.  

Eger şervanên PKK ji holê bên rakirin jî, ji welêt derkevin jî, dê xetera terorê berdewam bike. Dê li ser herêma xeter hertim hebe. Ji ber ku bîrdoziya terorê li ser piyan dihêle hin heye.

NAXWE ÇARESERÎ ÇI YE?

FIKRA TESÎRÊ LI SER MEJÎYAN DIKE YANÎ:

"BÎRDOZIYA DARWINÎST- MATERYALÎST " DIVÊ JI HÊLA ILMÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN.  DEMA FERASETA KUŞTINÊ JI HOLÊ RABE, DÊ QASID JÎ LI HOLÊ NEMÎNÎN.  Ev yek tenê bi berxwedana îlmî mimkûn e:

Şerê li dijî kominîzmê de divê bê eşkere kirin ku darwînîzm derewek e. ev yek bi zanistê jî re bê piştrastkirin.

Divê di kitêbên mektebê de dersên darwînîzmê bêne îptalkirin. Ji ber ku beyî hemdê xwe jî bi vê yekê xizmet ji fikra PKKê re tê kirin. Divê dewleta me perwerdehiya di bin sîwana darwînîzm û materyalîzmê de bireve diçe bide sekinandin. Eger ewrîm hat vegotin divê cewaba wê ya zanistî jî bê eşkere kirin. Divê ji ciwanan re bê eşkere kirin ku ewrim xapandineke. Ev yek bi  delîlan bêne ragihamdin.

Hewceye di rojnameyan de, di kovaran de, derewên darwînîzmê bêne eşkere kirin. Divê ew delîlên darwînîzmê pûç dikin ji ciwanên me yê başûrê rojhilat re bê vegotin. ew wan kovar û rojnameyan bidest xînîn. Di vê çerçoveyê de hewceye di kanalên herêmî û netewî de bernamêyên televîzyonî û weşanên radyoyan divê bê dayîn. Heceye fîlm û belgefîlm bêne amade kirin. Agahiyên zanistî hewceye bê dayîn.

Hewceye fosîl li hemû deverê bêne nîşandan. Û bi vê yekê ewrîm were pûç kirin. Hewceye konferans bên dayîn û milletê be bi hin tîştan bihise. Bibe xwedî fikrek. Ev yek dê senemên di serê mirovande bişkîne. Di şûna wan seneman de divê baweriyeke tekûz a heqîqet bêne vegotin. ayetên Qurana pîroz bêne eşkere kirin. Bi awayekî ilmî û zanistî. Ev yek dive ne weke paşverûtiyê bê kirin. Divê hêla Quranê ya giyan pak û hêja baş bê vegotin ev gellekî muhîm e.

BI VÊ YEKÊ Û BI ÎZNA XWEDÊ DÊ KOMÛNÎZM Û TERORA PKKÊ LI SER RÛYÊ DINYÊ NEMÎNÎN. 

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195210/dive-em-li-hember-rewazahttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195210/dive-em-li-hember-rewazahttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/pkk_hayat_damari_anti_materyalist_calisma.jpgThu, 11 Dec 2014 23:42:42 +0200
Rihê PKKê yê jiyanê bi propagandeya ilmê antî meteryalîst tê birîn Rêxistina terorê  Pkk marksîst û lenînîst e , hêza xwe ya esil ji qadeke mezin de ji  propagandeya Darwînîzmê û Meteryalîzmê distîne. Bi vê propagandeyan alîgiran kom dike . Bi vê  propagandeyê ciwanan dişîne çiyê. Bi vê propagandayê alîgrên xwe dike makîneya kuştinê. Sivîl kuştinê, qetilkirinê û bombebarankirina qereqolan dike. Heta  hevalên xwe jî bi xwe qetil dike.

Qasekê bi şûn de ew dîmenên hûn dê temaşe bikin de, li başûrê rojhelatê  Tirkiyê, komek terorîst rê digirin. Tê  dîtin ku ji gel re bi saetan propagandeya Marksîzm  û Lenînîzmê dikin.

Ev dîmenên hun temaşe dikin, mînakek e ku pirî caran li herêmê tê dîtin. Endamên rêxistina terorê ên ketin nava gel ji bo propagandeya komunîzmê  bikin her fersendê  bi dest dixin  û dinirxînin. Li  gundan, li bajarokan, li qehweyan, li înternet qafeyan, di sohbetên malan de , li dawetan  li ser darwînîzm û Meteryalîzmê telqînan didin, bi vê riyê  wan kesên dixin bin tesîra xwe, li çiyê bi mehan şev û rojam bi giranî perwerdehiya Marksîzm û Lenînîzmê didin.

Ji vê  encama perwerdehiya giran ji derdikeve holê ku ên ku her tişt ne tesadûfiye, di hesibînin, li diyalektîke difikirin, nakokî perçeyek jiyanê ye , bêmerhemetî, şerê, li hevdanînê şertên pêşketina mirovanin. Di ber de dimirin  û ew însan bîrdoziya kuştinê wek zanistiyê dibinin. Berdewamiya çalkiyên terorê dikin. Ji ber ku ew perwerdehiya  Darwînîzm û meteryalîzmê dibînin. Li hevdanîna bi çek hêmaneke ne têbihûrîna  şoreşêye  û ji ber pêşketina gelan wek ku ev tene  rêya çareseriyê ye  nîşanê wan didin.  

A9 TV ; 29 îlon 2011

ADNAN OKTAR:  Meriv di cihê xwe de nabe Pkkyî. Mirov li malê runiştî nabêje ‘’ez acizdibim, ez  rahêjim tifingê derkevim çiyê.” Mirov tê perwerdekirin ji dibistana seretayî  ji dibistana navîn de tê perwerdekirin. Propagandeya Marksîzm û Lenînîzmê, Darwînîzmê bi  dirêjehî jê re vedibêjin. Wexta meriv bû Marksîst  di nav hestên  Darwînıstî de  piştre jî dibe Lenînîst giyanekî din li mirov peyda dibe.  Dibe mirovek dinê gelek mirov vê tiştê nafikirin. Yanî bi rastî  ew ê bikeve dafika Lenînîzm ê , ew ê bikeve dafika Marksîzmê hema bêje çarenûsa wî di guhere. Hemû bedena wî diguhere. Hebuna wî cuda dibe. Enaniyet û şanazî bi ser de tên, bela bi ser de tên. Edî ji bo wî kuştina mirovan û xwe kuştin asayî ye. Wek tiştek ji rêzê dihesibîne. Di fikra Stalînîstiyê de ew tişt wiha ye. Vê yekê gelek bi maqul dibînin. Yanî di xwezaya jiyanê de wek sporê wek kêfkirine helwesteke ji rêzê tê dîtin .

Xebata herî bi bandor li dijî bîrdoziya Marksîst û Lenînîstê bê kirin. Ev bîrdoziya palpişta wê ji zanistiyê tune. BI DELÎLÊN ILMÎ RE NET DERDIKEVE HOLÊ .

Bîrdoziya ku zanistiya wê xelas bûyî, ku mayîna we li ser piyan ne mumkûne. Alîgiran kom bike. Meteryalîzma di sed sala 21ekemînde de têkçûyî li dijî zanist û teknolojiye ji ber vê sebebiyatê vegotina wê pir girîng e.

·         METERYALÎZÎM Û GERDÛN  JI BÊ DAWIYÊ TÊN  Û DÊ BIÇIN BÊDAWIYÊ  EV ŞAŞITÎ BI BİG BAG  Ê  HATIYE PÛÇKIIRN

·         NE PÊKANE KU PROTEÎNEK BI TENÊ JÎ TESADÛFÎ ÇÊ BİBE.

·         JI 350 MILYON FOSÎLAN  PITIR AFIRÎNÎ ISPAT KIRI YE.

·         DÎROK NE BI PÊVAJOYEKE PERESANÎ HATIYE ROJA ÎRO

·         WEK BIYOLOJÎ, HEYWANNASÎ, ŞÛNWARNASÎ, BIYOGENETÎK, BIYOMATEMATÎK Bİ BÊHEJMAR ŞAXÊN ZANISTIYÊ HEMÛ ÎDIAYÊN DARWÎNÎZMÊ PÛÇ DERXISTINE.

Bi delîlên zanistiyê. Her dem bi vegotina  şêwazeke aqilî û  ilmî ew propagandeya rêxistina terorê bi Marksîst û Lenînistiyê  dike  tu bandora wê li ser însanan namîne.

A9 TV; 29 ÎLON  2011

ADNAN OKTAR: mesele em çawa dibêjin ‘’ittihad-ı îslam jênerevîneke dawîye. Teqez wê çê bi be ‘’ Decaliyet Mehdiyetiyê wiha li gor xwe şîrove dike, cuda dik û dixe haleke din.  Kral Mesîh xweşikahiyên  Hz. Mehdî (a.s.)   bike bi pergaleke şeytanî-lê bi heman şêwazê kartîne- kiriye şêweyeke cuda  . Yanî ew jî wekî me di baweriyeke kur de ne. Heman bawerî heye.  Lê baweriya şeytanî heye bi wan re. Li cem  me baweriya rehmanî heye. Mesele em di bejin ‘’ wê teqez exlaqê îslamê li cîhanê hakim bibe’. Ew dibejin ‘’ Diktatorıya proloterya wê hakim bi be ‘’  . Em dibejin ‘’Wê teqez wekî dewra Hz. Silêman(a.s.) û Hz.Zilkarneyn (a.s.) bibe’’. Ew di bejin ‘’ Wê teqez cîhan wek jiyaneke komunal û seretayî bbe.”  Di bejin ‘’heman tiş dê çê bibe’’. Mesele em di bejin ‘’Rihê me qurban be di ber rêya Xwe dê de’’. Ew di bejin’’ Rihê me qurban be di ber riya komunîzmê de.”  Ji bo wê yekê li pêjberî me olek heye. Dewlet vê olê mihatap nastîne.Yanê  hebûna oleke wiha qebûl nake . Wexta ku neke jî ev ol pêşdikeve. Ji xwe xwasteka wan ev e. Yanî fikrek li hemberî wan nebe. Wexta ku   fikrek li dijber nebe jî birehetî pêş de dikevin û pêşde diçin . Gotinê li dij ber propagandeya li dijî wê  wê notir dike bandora wê jî ji holê radike.

Ev tişt wiha eşkereye. Dibejin ‘’Em her tiştî dikin’.  Tiştê ku em dikin tune ye wexta ku ew tişt ne hat kirin û pêve di bê ku tiştek nayê kirin. Yanê tişta ji bingehê bê kirin ev e. Tiştê bê kirin ji sedî 99 ev e. Yanî propagandeya fikrî , çalakiyên li dijî wan bêkirin xebata Antî-Darwînîstî û AntîMeteryalîstî yee. Ev tişt nayê kirin. Tenê çaresrî bi siyasî û leşkeriyê ye. Ev bi tu şiklê encam na de. Ev qet tesîr li wan nake.

KOKÊN TERORÊ XWEDÎ DIKIN BÎRDOZIYÊN DARWÎNÎST Û METERYALÎST  IN.

XEBATÊN BI ILMÊ ANTÎ DARWÎNÎST Û ANTÎ METERYALÎST   DÊ RIHÊ VÊ JÎNÊ Jİ KOKÊ BIBIRE!

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195108/rihe-pkke-ye-jiyane-bihttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195108/rihe-pkke-ye-jiyane-bihttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/ilme_anti_materyalist.jpgTue, 09 Dec 2014 10:35:29 +0200
Dîktatoriya eşkere: Komunîzm Komûnîzm îdeolojiyeke ku kesên bi hestên komûnîstî tevnagere cûda dibine. Endam û dildarên vê îdeolojiyê xwe wek kesên pêşketî, yên ne ji wan jî weke kesên kevneperest û paşdemayî dibinin û zordariyê li wan dikin. Di tûrê dîrokê de mînakên wiha pirr in. Peyva  ku di ferhenga ‘’Felsefeya Materyalîst”  de heyî  di salên 1950-1960î de gelek  popûler bû. Di wir de hatibû nivîsin mentalîteyan wan li ber ber çavan bûn. Di vê ferhengê de wateya peyva  ‘’faşîst’’ weke ‘’kesên ne komunîst’’ hatibû nivîsîn.Ev mentiq ji bere da wiha ye û qet naguhere.

      Komunîzm  herçendî bi dirûşmeyên azadî,wekhevî û serxwebûnê hate pêşkêşkirin jî  dema meriv pratîkên dewletên komunîst dinêre dibine ku wa azadî û wekhevî kêm e,tehamûla rengên cûda û dengên cûda  nîn e.Dema meriv li ser dîroka siyaseta cîhanê hûr dibe,di dewletên komunîstî hatine rêvebirin de komelekujiyên mezin, qetl û înfazan dibîne. Rêveberiyên komunîstî neyarê dîn,tîcaret,azadî û mafên mirovan in.Çimkî ew azadiye ji bo armanca ‘’proleterya kedkaran’’ de weke pelpelûkê bikartînin, qedr û qîmetê nadin can û keda mirovan, tenê menfeatên îdeolojiyê didine ber çavan.

   Dîroka komunîzmê kirinên xwe yên bi vî rengî tije ye. Welatên weke Yekîtiya Sovyetan,Çîn û Kamboçyayê cînayetên bi navê komunîzmê kirine navê xwe li dîrokê de dane nivîsîn.

   Populertirîn remza Yekîtiya Sovyetan,Stalîn,dîktatorekî berbiçav bû. Di serdeme Stalîn de li Yekîtiya Sovyetan an 6 mîlyon mirov ji xelayê û perîşaniyê mirin. Helbet wahşetên wisa yên li ser canê mirovan ji Stalîn re ne xem bû. Dîsa di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de di Stalingradê de piştî talimata Stalîn ya ‘’her çi dibe êrîş bikin’’ 200 hezar leşkerên Rusî bûne qurbanî li hember leşkerên Alemanî. Stalîn ji aliye hevalên derdora xwe ve keseke paranoyak û dîn dihate nasîn,bi milyona  hevrê,heval,serdar û kesên nekomunîst didît dabû kuştin.Tew dibêjin jina xwe jî wî daye kuştin.

   Sînorên dîroka komînîzmê ya bixwîn li Sovyetê dawî nayê.Di heman demê de heman wahşet li Çînê jî hebû.Partiya Komunîst ya Çîn a ku bi rêvebiriya Mao Zedung de rêya ku bi diruşmeyên ‘’desthilatiya gundiyan’’ destpêkiribû, piştî dewlet kete deste wan dest bi qirkirina xelkê kirin.

   Sala 1966an de bi talimata Mao bixwe komelekuştinên bi navê ‘’Şoreşa Kulturî’’ hatin destpêkirin. Mao îddia dikir hêj fikra komunîstî xweşbîr e. Lê bi talîmatên wî bixwe qetlîam pêk hatin ku di van qetlîaman de gelek hevrêyên wî yên nêz jî hebûn.’’Muhafizên Sor’’ bi talîmata Mao derketin kûçe û kolanan û pirofesor,parêzer,mamoste hwd yên ku dijkomunîstî didîtin hemû girtin,îşkence kirin,sêdarkirin.Wahşeteke wisa mezin bû ku hevalên Mao yên herî nêz jî di ber de çûn, nedikarin xwe jê xelas bikin.

   Piştî çend sala Pol-Pot, ew ku dîktatorê komunîst yê Kamboçyayê ye,Mao ji xwe re wek mînak qebûl dikir û di welatê xwe de kesên ku eynêk didane ber çavan kuşt.Ev fikrên Mao yên dijmirovahiyê di belgefîlma bi navê ‘’Çîna Mao:Şoreşa Yek Mêrî’’ bi devê wî hatibû amajekirin. Mao ji balyozê Îngîlîstanê wê serdemê Sir Percy Cradock re bi quretî digot ‘’Ez xwe û împaratorê yekem yê Çînê Çîn Şî Huang didime ber hev,ewî 460 rewşenbîr darvekiribû min 460 hezar rewşenbîr darvekirine’’.

   Di tecrubeyên komunîzma Sovyetan û Çînê de jî hatiye xuyakirin ev îdeolojî heqê jînê û azadiya fikr û raman nade dildarên xwe jî. Çi kêşe û nîqaşên di nav wan derdikevin her tûndtir dibe û ber bi pevçûnê ve diçin. Rêxistinên komunîst di gelek mijaran de yên din weke revîzyonîst, menfeatperest sûcdar dikin û ji bilî yên xwe heqê hebûnê nadine yên din.

   Îdeolojiya komunîzmê her ji dildarên xwe re metodên bidengkirinê û şêweyên şîdetê pêşniyar dike.Ji ber vê yekê cihê fikra komunîstî li wêr heye ne mimkun e fikrên cuda geş bibin.Hinek sloganên ku rêxistinên komunîst çalakiyan de dij mirovên xwedî fikrên cuda diqîrin weke ‘’Em nahêlin hûn li vir bihewin,Em nahêlin hûn li vir biaxivin,Bişeqitin!,Ev der cihê me ye..’’ mentalîteya komunîstî dide ber çav.Mebesta wan ewe ku civakên bi yekreng biafirînin û ev jî bêbaweriya sîstema diparêzin nîşan dide.

   Ger komunîzm ji dil li ser fikra azadiyê bûya, rêya tasfiyekirina mixalifan ji xwe re nedigirt.Dê destûr bidana ku fikrên cuda derkevin holê û fikr geş bibin. Lê belê mixabin ew rihê komunîzmê hişk û nexweş di atmosfera azadiyê de geş nabe, bes cihê nezanî û cehalet lê heye de li ser piyan dimîne.

   Di eslê xwe de, rihê mirov ê azadiyê dixwaze,dildarê azadiyê ye.Çawa ku Xwedê li Quranê de dibêje ku barê li ser pişta gel zêde nekin,wan azad û rihet bihêlin.Her warê exlaqê dînê Îslamê li wir hikûm dike de. Musevî jî Îsayî jî û Bûdîst jî dikare dilê xwe dînê xwe bijîn.Xwedênenas jî komunîst jî dikarin dilên xwe fikrên xwe bînin zimên.Dîn zordariya yekrengî nade ser mirovan.

   Dawiya fikrên heja û mejiyên mirovan kelepçe dikin ,wekî komunîzmê, dê bi exlaqê Quranê were. Weke ku di Qurana pîroz de Xwedayê mezin û gewre fermankirî û şîretkirî hezkirin,azadî,aqilmendî,feraset dê ji bo hemû mirovên bêzar bibe rêça rizgariyê.

]]>
http://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195102/diktatoriya-eskere-komunizmhttp://ku.harunyahya.com/ku/Gotar/195102/diktatoriya-eskere-komunizmhttp://fs.fmanager.net/Image/objects/6-makaleler/pkk_komunizm.jpgMon, 08 Dec 2014 20:51:00 +0200